Salih Muslim Mihemmed (jdb. 3ê adara, 1951ê; li #Kobanê#, Rojavayê Kurdistanê – m. 11ê adara 2026an; li Hewlêr, Başûrê Kurdistanê) siyasetmedarê kurd û hevserokê berê ya =KTML_Bold=Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)=KTML_End= bû ku partiya sereke ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Salih Muslim weke cîgirê koordînatora Komîteya Koordînasyona Niştimanî ji bo Guhertina Demokrat bû ku wekî nûnerê herî navdar ê kurd ê di dema Şerê Navxweyî yê Sûriyê de bû.
=KTML_Bold=Kariyera polîtîk=KTML_End=
Destpêka çalakiyên siyasî
Muslim yekem car di salên 1970an de dema ku li Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê beşa endezyariyê dixwend, tevlî tevgera kurdî bû ku piştî ku di bin bandora şerê berdewam ên Mistefa Barzanî li dijî hikûmeta Iraqê de bû û têkçûna wî dibe sedem ku di warê siyasetê de çalaktir bibe.
Di sala 1998an de ew beşdarî Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (KDP-S) bû ku baskê Sûriyê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (#KDP#) ye. Piştî ku ji ber negihîştina armancên partiyê bêhêvî dibe Muslim di sala 2003an de ji PDK-Sê derdikeve.
Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)
Di sala 2003an de Muslim tevlî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ya ku nû hatiye damezrandin dibe û û dibe endamê meclîsa rêveber a partiyê û di sala 2010an de wekî serokê partiyê tê hilbijartin. Piştî ku ew û hevjîna wî Ayşe Efendî li Sûriyê hatin zîndanî kirin, di sala 2010an de reviya kampeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya (YNK) li Iraqê. Di adara sala 2011an de piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê careke din dîsa vegeriyaye Qamişloyê.
Di bin serokatiya Muslim de PYD dibe partiya siyasî û aktorê sereke yê avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di tîrmeha sala 2013an de, di dema pêvajoya aşitiyê ya kurd û tirkî de, ew hat vexwendin Stembolê ji bo danûstandinan bi hikûmeta Tirkiyeyê re derbarê paşeroja Sûriyê de[2] ku di navbera de heya cotmeha sala 2014an de sê carên din ji bo danûstandinan çûye Tirkiyeyê.
=KTML_Bold=Têkiliyên derve yên TEV-DEMê=KTML_End=
Di îlona sala 2017an de 7em kongreya PYDê li bakurê Sûriyeyê hatiye lidarxistin û tê de du hevserokên nû hatin hilbijartin. Muslim ji wê demê ve wek berpirsê têkiliyên derve yê Hevbendiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê kar dike.
Muslim di vê mijarê de wiha got: Pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê û pirsgirêka kurd li Sûriyeyê du mijarên cuda ne û dê ji hev cuda bên çareserkirin.
Salih di 20ê Hezîrana 2022an de di kongreya 9emîn a PYDê de ligel Asya Ebdullah careke din wek hevserokê PYDê hat hilbijartin.
=KTML_Bold=Jiyana taybet=KTML_End=
Muslim di sala 1951ê de li Kobaniyê di malbateke kurd sunnî de hatiye dinê. Piştî xwendina li Sûriyê, wî ji sala 1970ê li fakulteya endezyariya kîmyayî ya Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê xwendiye û di sala 1977an de qedandiye. Dûr ve li Londonê seba demekî kurt dixebitî, di navbera salên 1978-1990î de li Erebistana Siûdî kar kir û dûr ve di sala 1993an de li Helebê ofîsa endezyariyê damezrand.
Di 9’ê Cotmeha 2013an de kurê Salih Muslim bi nav Şerzan, li rojavayê Girê Spî di pevçûnên bi Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê şehîd bû.
Muslim dikare bi kurdî, inglîzî, erebî û tirkî biaxive. [1]