Kurdipedia est des plus importantes sources d'information kurde!
À propos
Kurdipedia Archivists
 Rechercher
 Envoyer
 Outils
 Langues
 Mon compte
 Rechercher
 
  
 
 Rechercher
 Envoyer
 Outils
 Langues
 Mon compte
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Bibliothèque
 
Envoyer
   Recherche avancée
Contactez
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Plus...
 Plus...
 
 
 Slide Bar
 Font Size


 
À propos
Élément aléatoire!
Conditions d'utilisation
Kurdipedia Archivists
Vos commentaires
Collections de l'utilisateur
Chronologie des événements
 Activités - Kurdipedia
Aide
 Plus
 Noms Kurdes
 
Statistiques
Articles
  586,321
Images
  124,440
Livres
  22,121
Fichiers associés
  126,566
Video
  2,193
Langue
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Groupe
Français
Biographie 
29
Lieux 
6
Partis et Organisations 
2
Publications (magazines, journaux, sites web et médias, etc.) 
18
Bibliothèque 
256
Articles 
38
Martyrs 
3
Documents 
4
Clan - la tribu - la secte 
3
Le dépôt de fichiers
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Totale 
274,973
Recherche de contenu
Fîlozof Lowy: Fikrên Ocalan ên têkildarî dîrok û civakê pir xurt in
Groupe: Articles
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Classement point
Excellente
Très bon
Moyenne
Mauvais
Mauvais
Ajouter à mes collections
Donnez votre avis sur ce produit!
Histoire des Articles
Metadata
RSS
Recherche dans Google pour les images liées à l'élément sélectionné!
Recherche dans Google pour l'élément sélectionné!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Fîlozof Lowy: Fikrên Ocalan ên têkildarî dîrok û civakê pir xurt in
Articles

Fîlozof Lowy: Fikrên Ocalan ên têkildarî dîrok û civakê pir xurt in
Articles

Fîlozof Lowy: Fikrên #Ocalan# ên têkildarî dîrok û civakê pir xurt in

Fîlozof Prof. Michael Lowy, diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan îlhamê didin û got: “Fenîmîzma ku Rêber Apo destnîşan kiriye, yanî rola diyarker a jinan a ji bo veguherîna civakî, hesabpirsîna ji avaniyên baviksalariyê il gorî min jî gelekî girîng e.”

“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate ragihandin, di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd rê li ber geşedanên nû vekir û li cîhanê jî deng veda. Yek ji nûnerên kevneşopiya Marksîst fîlozof û civaknas Michael Lowy, geşedanên dawî ji ANF’ê re nirxand.
Michael Lowy bi bîr xist ku beriya çend hefteya wî serdana Amedê kir, li wê derê derfet dît ku bi hevalên xwe yên ji çep a Kurd biaxive û ev tişt anî ziman: “Min dît ku bi hêviyeke mezin bi pêvajoya aştiyê ve girêdayî ne. Hêvî dikin ku ev yek bibe destpêka serdemeke nû. Di heman demê de ji hikûmeta Erdogan jî nîşaneyên şênber ên li ser destpêkirina pêvajoyê hêvî dikin. Heta niha ji aliyê hikumeta Erdogan ve gaveke şênber nehatiye avêtin. Yanî girtiyên siyasî yên Kurd hîn jî girtî ne. Di serî de Selahattîn Demîrtaş, bi sûcdariyên absurt girtî ne. Gelek mirovên ji wezîfeya xwe hatine dûrxistin hîn jî girtî ne. Ji Erdogan gavên şênber hêvî dikin ku nîşan bide hin gişt têne guhertin.

=KTML_Bold=‘PKK’Ê BANGA OCALAN PÊK ANÎ’=KTML_End=
Bi domdarî Lowy bal kişand ser biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û ev nirxandin kir: “Bi dîtina min banga Ocalan bi cih anîn; ji ber ku damezirîner e, îdeolog û lîderê dîrokî ye. PKK jî li gorî banga Ocalan tevgeriya. Aşkera kirin ku şer rawestandine û nêta wan heye ku PKK'ê fesix bikin. Bêguman hin garantiyan dixwazin. Heta niha ev garantî nehatine dayin. Bi qasî ku min fêhm kir, PKK garantiyan dixwaze ku karibe tev li jiyana siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê bibe. Yanî divê mirov li bendê bisekine û bibîne bê wê çi bibe.
PKK gihîşt wê encamê ku bi têkoşîna çekdarî nikare bigihêje cihekî; ku ev yek encameke rast e. Li gorî min di nava şert û mercên nû de ev yek berhemdar nîne. Dewamkirina têkoşîna çekdarî encamekê bi xwe re nayîne. Di vir de mafdar in. Lê belê bêyî garantiyekê fesixkirina rêxistinê û nebûna derfetê karê demokratîk û qanûnî; ev yek aqilane nîne. Lewma ez baş fêhm dikim bê çima garantiyan dixwazin.
HETA NIHA JÎ HIKÛMETA TIRKIYEYÊ BERSIVEK NEDAYE
Bi dîtina min daxuyaniya PKK'ê cihê baweriyê ye ku gotibû, 'Em amade ne xwe fesix bikin, dawî li karên çedkarî bînin'. Ne bawerim ku nêta wan hebe ku çalakiyên çekdarî dewam bikin. Lê belê heta ku ji aliyê din tiştekî wernegirin wê dest ji çekê bernedin. Di vir de bersiv divê ji hikûmeta Tirkiyeyê bê. Heta niha nîşaneyeke bi vî rengî nayê dîtin. Girtî hîn jî li girtîgehê ne. Ji ber vê yekê dibe ku niha pêvajoyek hatibe destpêkirin, lê belê fesixkirina PKK'ê ne tiştekî welê ye ku di nava çend rojan de pêk were.”

=KTML_Bold=‘GELO PARADÎGMAYA OCALAN DIKARE BIBE HÊVIYA ALTERNATÎFÊ?’=KTML_End=
Lowy, pirsa Weke ramangerekî dijberê kapîtalîzmê, hûn difikirin ku paradîgmaya Abdullah Ocalan bibe hêviya alternatîfekê?” jî wiha bersivand: “Belê, bi dîtina min weke şêweyê rêxistiniyeke siyasî û civakî ya alternatîfê kapîtalîzmê, ev yek hewldaneke gelekî balkêş e. Modeleke hem civakî - her wiha mirov dikare bibêje sosyalîst e - hem jî ekolojîk û femînîst e. Bêguman şert û mercên li Rojava zehmet e; lewma bicihhatina vê perspektîfê bi temamî zehmet e. Lê belê li gel vê yekê jî ev vîzyon îlhamê dide çalakiyên aktîvîstên şoreşger ên ku berê xwe didin Rojava. Û ev yek jî Rojava li cîhanê dike yek ji tecrûbeyên herî balkêş, li gel tevgera Zapatist a li Chiapasê.”

=KTML_Bold=REXNEYÊN OCALAN ÊN LI DIJÎ MARX NIRXAND=KTML_End=
Lowy weke teorîsyen û civaknasekî Marksîst, rexneyên Rêber Apo û PKK'ê yên li Marx jî bi vî rengî şîrove kir: “Ez Marksîst im, lê belê xwe bi giranî weke Marksîstekî libertaire (azadîparêz) pênase dikim. Yanî Marksîstekî welê me ku li gorî min, ji gelek fikrên anarşîstan sûd dikare bê wergirtin. Lewma bi sempatî nêzî nivîsên Murray Bookchin dibim ku îlham da Ocalan. Di heman demê de li gorî min ekolojî jî meseleyeke bingehîn e; ev jî nuqteyeke din a hevpar e. Her wiha fenîmîzma ku Ocalan destnîşan kiriye, yanî rola diyarker a jinan a ji bo veguherîna civakî, hesabpirsîna ji avaniyên baviksalariyê il gorî min jî gelekî girîng e.
Ez van hemûyan gelekî hêja dibînim. Bêguman hin fikrên min ên cuda jî hene -mînak lêgerîna li plansaziyeke ekososyalîst - Dibe ku ev ye ji pêşniyarên Ocalan an jî yên hewl tê dayin li Rojava bi cih bê anîn hinekî cudatir be. Lê belê ez îdia nakim ku xwedî çareseriya mutleq a her pirsgirêkê me. Li gel hemû zehmetiyan jî weke ku min got, tecrûbeya Rojava îro li cîhanê yek ji tecrûbeyên herî balkêş e. Lê belê ev gotinên ku min qalê kir, nayê wê wateyê ku min dest ji fikrên xwe yên Marksîst berdaye.”[1]

Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 705
Donnez votre avis sur ce produit!
HashTag
Sources
Les éléments liés: 46
Groupe: Articles
Articles langue: Kurmancî
Publication date: 09-06-2025 (1 Année)
Livre: Politic
Livre: Enquête
Province: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Type de document: Langue originale
Technical Metadata
L'auteur de cet article a été délivré à Kurdipedia par le propriétaire de l'article!
Point qualité: 99%
99%
Ajouté par ( ئاراس حسۆ ) sur 11-07-2025
Cet article a été examiné et publié par ( هاوڕێ باخەوان ) sur 14-07-2025
Cet article a récemment mis à jour par ( هاوڕێ باخەوان ) sur: 13-07-2025
Titre de l'article
Cet article selon Kurdipedia de Normes n'est pas encore finalisé!
Cet article a été lu fois 705
QR Code
  Nouvel élément
  Élément aléatoire! 
  C'est pour les femmes 
  
  Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Contactez | CSS3 | HTML5

| Page temps de génération: 0.172 seconde(s)!