Navê pirtûkê: 13 Rûpelên Balkê. Ji Dîroka Gelê Kurd
Navê nivîskar: #Celîlê Celîl#
Cihê çapkirina pirtûkê: Wîên
Navê çapxaneyê: COC
Sala çapê: 2002
Demeke dirêj, dora çil sala min li bajarên Moskvayê, Lênîngradê (naka Pêtêrsbûrg), Tibîlîsîyê û Yêrêvanê, ji bona lêkolîna dîrok û çanda gelê kurd, di arxîvada xebateke dûr û dirêj kirye. Li berhemê min li ser gelê kurd û Kurdistanê bi hezaran rûper dokûmênt civandine ser hev. Ji wan dokûmênta payê pirê li ser serhildanên kurdane. Hinek ji wana li ser e•îrên kurda, jîyana wane sosyal-abûrîyê, hêza wane le•kerîyêdane. Hene dokûmênt, ku li ser dîyanet û parastina kurda, çand û xeysetê kurdane. Bi nirxin dokûmêntên, ku bi destê serokên serhildanên kurda hatine nivîsandin. Giringîya van dokûmênta bi gi•tî nayê qîyaskirin, ji ber ku ewana bingehîne ji bona lêkolîna dîroka salên buhurî.
Evan dokûmêntana dîroka gelê kurd ya zêdeyî sed sala nav xweda civandine, salên ji destpêka sedsalîya XIX, heta destpêka sedsalîya XX. Lêgerînên min li hine arxîvên •exsî (prîvat) alî kirin, ku ez d••okûmêntên
ji sedsalîya XX, pi•tî •erê cihanêyî pê•in û ya duda jî peyda bikin. 13 wûtarên (miqaleyên) ku li vê berevokê cî girtine, hîmlî li ser dokûmêntên, ku cara pê•in dihatin vekirin, ava bûne. Bi lêkolîna wan
çavkanîya çend rûpelên ser dîrok û çanda gelê kurde kêm naskirî û nenas hatine ronakirin. Wûtarana min di demên cuda-cudada li Sovêta berê û li Yêvropayê li kovar û rojnameyên kurdî çap kirine. Wûtarên ku li Sovêtê çap bûne bi zimanê ermenî û rûsî bûne û ji ber dijwarîya ziman wextêda negihî•tine destê hemû xwandevanên kurd. Ji ber wê çend hev ji wan nivîsara min wergerandin ser zimanê kurdî û di vê berevokêda cî kirine.[1]
Lisez le livre: 13 Rûpelên Balkê. Ji Dîroka Gelê Kurd
Téléchargement total :
2,729 fois
Nous demandons gentiment à tous les écrivains, traducteurs et éditeurs de nous informer s’ils ne sont pas d’accord pour que leurs livres soient téléchargés depuis le serveur Kurdipedia.
Cet objet a été écrit en langue (Kurmancî), cliquez sur l’icône

pour l’ouvrir dans la langue originale !
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été consulté 8,723 fois
Écrivez votre commentaire à propos de cet article !