Kurdipedia est des plus importantes sources d'information kurde!
À propos
Kurdipedia Archivists
 Rechercher
 Envoyer
 Outils
 Langues
 Mon compte
 Rechercher
 
  
 
 Rechercher
 Envoyer
 Outils
 Langues
 Mon compte
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Bibliothèque
 
Envoyer
   Recherche avancée
Contactez
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Plus...
 Plus...
 
 
 Slide Bar
 Font Size


 
À propos
Élément aléatoire!
Conditions d'utilisation
Kurdipedia Archivists
Vos commentaires
Collections de l'utilisateur
Chronologie des événements
 Activités - Kurdipedia
Aide
 Plus
 Noms Kurdes
 
Statistiques
Articles
  585,001
Images
  124,084
Livres
  22,092
Fichiers associés
  125,842
Video
  2,193
Langue
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Groupe
Français
Biographie 
29
Lieux 
6
Partis et Organisations 
2
Publications 
18
Bibliothèque 
256
Articles 
38
Martyrs 
3
Documents 
4
Clan - la tribu - la secte 
3
Le dépôt de fichiers
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Totale 
273,933
Recherche de contenu
Mehmed Emîn Bozarslan
Groupe: Biographie
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Classement point
Excellente
Très bon
Moyenne
Mauvais
Mauvais
Ajouter à mes collections
Donnez votre avis sur ce produit!
Histoire des Articles
Metadata
RSS
Recherche dans Google pour les images liées à l'élément sélectionné!
Recherche dans Google pour l'élément sélectionné!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mehmed Emîn Bozarslan
Mehmed Emîn Bozarslan
Mehmed Emîn Bozarslan (Amed, 1935-), mele û nivîskarekî kurd e. Li Ewropayê dijî. Bavê Hamît Bozarslan e.
Bozarslan, di sala 1935an de, li qeza Diyarbekirê (Amed) li Lîceyê ji dayîk bûye. Piştî xwendina xwe temam kiriye, dest bi meletiyê kiriye. Dura li wê heremê ku ji dayîk bûye, dest bi muftîtî kiriye. gelekan bernavê ‘Muftî’ yan ‘Muftiyê Komunîst’ lê dikir.
Çawa ku ‘telebe’ bi mana ‘şoreşger’ dihête karanîn, ‘qomunîst’ jî di nav Kurda de pirî caran ji dêvla welatparêzî, mafperestî ango ji bo kesên ku mafê Kurda û belengazan parastiye, hatiye karanîn. Bi gotinekî din, di raya giştî a Kurda de tu çiqas ji dewletê dûr bî, ewqas qomunîst î. Meleyên Kurda yên berê jî, hema bêje piraniya wan bi vî navî hatîne naskirin. Tiştên balkeş ya nivîskar û lêkolînvanên Kurda, di Mehmet Emîn Bozarslan de jî tê dîtin. Ew jî bingeha welatparêziya xwe û her weha bingeha nivîskariya xwe, ji rewşa axa xwe ya bindest digre. Gelek deweran digere, rewşa gelê xwe yê xizan û bindestan dibîne û sedema vê yekê pirtûka xwe ya yekemîn ya bi navê ‘Şeyhlîk ve Aðalik’ (Axatî û Şêxtî) de di sala 1964a de şirove dike, raya xwe radixe ber gel. Pirtûka duyemîn a Bozarslan jî, li ser pirsa Kurdî ye. Di sala 1966a de, pirtûka Bozarslan bi navê ‘Doðu’nun Sorunlari’ (Pirsên Rojhilat) dikeve destê xwendevanan. Bozarslan, girîngiya ziman û hînkariya bi zimanê zikmakî jî, her weha di vê pirtûka xwe de cara yekemîn eşkere dike. Her du pirtûkên ewil ya Bozarslan, bi Tirkî nin û her weha li ser pirsên gel û herêmê nin.
Yekem alfabeya kurdî li Tirkiyeyê
Pirtûka ewil a Bozarslan ya bi Kurdî, ‘Alfabe’ ye. ‘Alfabe’, di sala 1968an de li Stenbolê hat çapkirin. Ev pirtûkê ha, her weha, yekemîn pirtûka alfabeyê ye ku bi tîpên Latînî li Komara Tirkiye hatiye çapkirin. Ji bilî ‘Alfabe’yê, Bozarslan, ‘Mem û Zîn’a Ehmedê Xanî jî wergêrandibû Tirkî û ev pirtûkê ha jî, di sala 1968an de ligel Kurdiya wê ya orîjînal, li Stenbolê li nav Weşanên Hasat de hatibû çapkirin. Her du xebatên Bozarslan, ji hêla dozgerên Amed û Stenbolê ve, tafilê hatin berhevkirin. Bozarslan jî hat girtin. Ew, bi îdiaya “xebata ji bo parçekirina Komara Tirkiyeyê û sazkirina dewleteke Kurdî ya xweser” dihat tawanbarkirin. Dozgerê Amedê, ‘Alfabe’ û ‘Mem û Zîn’a ku Bozarslan wergerandibû Tirkî, wekî “du dînamîtên ku Bozarslan xwestiye têxe binê siyaseta Komara Tirkiye” binav kir. Doza ‘Alfabe’yê heta sala 1974an berdewam kir. Di sala 1974an de, ji ber lêborîna giştî (amnesty) doza Bozarslan ket, lê ‘Alfabe’ wekî hacetekî sucê hat dîtin û qedexekirina li ser wî dom kir. Ango, ‘lêborîn’ ji şexsan re bû; ji pirtûkan re ‘lêborîn’ tûne bû. Bi vê biryara dadgehê ya Komara Tirkiyê, li tevayî cîhanê, ev cara ewil bû ku elîfbayekî dihate qedexekirin.

Çapa ‘Alfabe’yê ya li Swêd jî, li Tirkiyê bû egerekî nijadperestiyê: Piştî sala 1979an ku Bozarslan derket derveyî welêt, li Swêdê cîhwar bû û xebatên xwe li vî welatî domand. Çapa duyemîn ya ‘Alfabe’yê jî di sala 1980an de, li Swêd çêbû. Rojnama ‘Milliyet’, ev yek wekî nûçeyekî sansasyonel, li serrûpela xwe çap kir. Yê nizanibû, dê bigota qey “li Swêdê şer derketiye”.

Bozarslan wek siyasetvan
Piştî ewqas eziyet û îşkence û zîndaniyê, Bozarslan neçar ma di sala 1979a de derket dervayî welat. Nefîkirin çiqas zor be jî, lê meriv dikare bêje ku, baş bû Bozarslan derket dervayî welat. Bê guman ew li Tirkiyê bimana, nedikarîbû ku ewqas berhemên hêja biafrîne; ewqas xizmeta zimanê Kurdî bike. Bozarslan, eger li Tirkiyê bijiya, ew hem berhemên xwe nedikarîbû ewqas bi azadî biafrîne, hem jî wê ji ber keda xwe ya hêja gelek salên xwe li zîndanê derbas bikira. Bozarslan, di nav xebata DDKOyê (Devrimci Doðu Kültür Ocaklarý) de jî cîhê xwe girtiye. Tê zanîn ku DDKO, ewil komela legal e ku piştî têkçûna Serhildana Seyît Riza li Komara Tirkiye di sala 1969a de hatiye damezrandin. Ji kesên ku bîranînên xwe ya li derhaq DDKOyê de nivîsandine em zanin ku, di nav komelê de du şax bi eşkereyî xuya dikin. Yek ji van şaxana, nêzîkî Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (TKDP) ye; ya din jî şexsiyetên çep in û pêywendiya wan bêtir bi FKF (Fikir Kulüpleri Federasyonu) û TÝP (Türkiye Ýşçi Partisi) re henin. Bozarslan di nav van şaxana de bi taybetî li cîhekî nîne. Lê tesîra Bozarslan, di nav komelê de bêtir li ser ew xortên welatparêz ku xwe nêzîkî TKDP dihesîbînîn de, heye.
Piştî ku leşkerên Komarê di sala 1971a de dest danîn ser hukim, wekî gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd û Tirk, Bozarslan jî hem ji ber pirtûkên xwe hem jî ji ber endametiya DDKOyê kete zîndana Diyarbekirê û di doza DDKOyê de jî hat dadgehkirin. Xebatên Bozarslan, ji ber sazumana leşkerî heta sala 1974a sekinî an jî bi nêhînî dom kir. Di van salan de çi pirtûkên wî nehatin çapkirin. Bi lêborîna giştî re gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ji zîndanan derketin û dest pê kirin rêxistinên xwe damezrandin. Bozarslan jî, carekî din bi eşkereyî dest bi wergêrandin û nivîsîna pirtûkan kir. Ew, durî rêxistinên Kurda nema, lê di nav tu rêxistinên ku wê demê hatibûn damezrandin, cîh negirt.
Ev yekê han bi raya min di vî warî de balkêş e: Bozarslan, bê guman tena serê xwe wekî rêxistinekî bû. Lê ji ber ku ne endamê rêxistinekî bû, tu rêxistin jî bi xûrtî alîkariya wî nedikir. Her weha di nivîsandin û çapkirin, bi taybetî jî firotina pirtûkên Bozarslan de ji bilî astengiya dewletê, astengiya hin ‘siyasetmedaran’ jî hebûn.
Bawer nakim ku li derhaq vê yekê de, tu kesek heta niha ji Bozarslan gazinekî bîhîstibe. Ew ji çi kesî gazina nekir, lê karê xwe jî bê westan domand. Ýro meriv bi dilekî rehet dikare bêje ku, pirtukên ku Bozarslan nivîsandiye an jî wergêrandiye, ji weşanxanê heta ji pirtûkxaneyê hinek rêxistinan dewlemendtir e.

Xebata rastnivîsiya kurdî
Bozarslan, piştî xebata evqas salan hê jî bê westan karê xwe didomîne û niha jî dest bi xebatekî din ya giranbiha kiriye. Ev xebata wî lý ser rastnivîsandina (imla) peyvên Kurdî û her weha etîmolojiya ziman e. Ev xebata giranbiha berî çend salan li rojnama hefteyî, li Ronahî beş bi beş dest bi weşanê kir û niha jî li rojnama panzdeh roji, li Dema Nû de didome. Qasî ku ez zanim, li ser vê yekê heta niha li nav Kurdên Tirkiyê tu xebatekî bi vî rengî nehatiye çêkirin.

Berhem:
Şeyhlik ve Ağalık (çapa 1, 1964 Stenbol);
Doğu’nun Sorunları (çapa 1, 1966 Stenbol);
Alfabe (çapa 1, 1968 Stenbol, çapa 2, 3 û 4 Swêd);
Anarşistler (çapa 1, 1977 Stenbol);
Şerefname – Kürt Tarihi / Şeref Han (Wergêra Tirkî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1971 Stenbol; çapa 2, Weşanên Deng, 1998 Stenbol);
Meyro (çîrok, çapa 1, 2 û 3, Swêd; çapa 4, Weşanên Deng, Stenbol);
Mîr Zoro, (meselokên lawiran, çapa 1, 1981 Swêd; çapa 2, weşanên Deng, Stenbol);
Gurê Bilûrvan (meselokên lawiran, çapa 1, 1982 Swêd);
Kêz Xatûn (meselokên lawiran, çapa 1, 1982 Swêd);
İçerdekiler ve Dýşardakiler (çapa 1, 1974 Stenbol; çapa 2, 1983 Swêd);
Serketina Mişkan (meselokên lawiran, çapa 1, 1984 Swêd);
Pepûk (meselokên lawiran, çapa 1, 1985 Swêd);
Melayê Meşhûr (pêkenokên Kurdî, çapa 1, 1986 Swêd);
Şerefa Ristem Keya (kurteçîrok, çapa 1, 1992 Swêd);
Kemal Paşa Weledê Kê Ye? (meselokên siyasî, çapa 1, 1993 Swêd);
Gulî Xatûn (çîrokên gelî, çapa 1, 1997 Swêd);
Kurê Mîrê Masiyan (çîrokên gelî, çapa 1, 1998 Swêd);
Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî: Kovara Kurdî-Tîrkî (wergêr jî tîpên erebî bo tîpên latînî: M. Emîn Bozarslan. çapa 1, 1998 Swêd);
Jîn-Cilda Yekemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1985 Swêd);
Jîn-Cilda Duyemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1985 Swêd);
Jîn-Cilda Sêyemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1986 Swêd);
Jîn-Cilda Çaremîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1987 Swêd);
Jîn-Cilda Pêncemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1988 Swêd);
Masiyên Bejî (pêkenokên gelî, çapa 1, 1987 Swêd);
Ji Dînan Dîntir (pêkenokên gelî, çapa 1, 1988 Swêd);
Ilmê Tûrik (pêkenokên gelî, çapa 1, 1989 Swêd);
Bûka Gulsûn (pêkenokên gelî, çapa 1, 1990 Swêd);
Mela Kulî (pêkenokên gelî, çapa 1, 1991 Swêd);
Kurdistan: Rojnama Kurdî ya Pêşîn-Cild 1 (wergêr ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1991 Swêd);
Kurdistan: Rojnama Kurdî ya Pêşîn-Cild 2 (wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1991 Swêd);
Mem û Zîn / Ehmedê Xanî (wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya xwerû: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1968 Stenbol; çapa 2, 1995 Swêd; çapa 3, Weşanxana Deng, 1997 Stenbol);
Kürtçe-Türkçe Sözlük / Yusuf Ziyaeddîn Paşa (Bi berhevkirin û wergêrandina Tirkî ya M. Emîn Bozarslan, çapa l, Weşanên Çira, 1978 Stenbol);
Tarihteki İlk Türkçe Ansiklopedide Kürdistan ve Kürdler, Şemseddîn Samî (Wergêr ji zimanê Osmanî bo Tirkî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, Weşanxana Deng, 2001 Stenbol);
Mervani Kürtleri Tarihi / Ibn-ül Ezrak (wergêr M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1975 Stenbol; çapa 2 Weşanên Komkar, 1987 Almanya; çapa 3, Weşanên Firat, 1991 Stenbol);
Mahabad Kürd Cumhuriyeti / William Aegleton (wergêr M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1976 Stenbol; çapa 2, Weşanên Komkar, 1988 Almanya; çapa 3, Weşanên Firat, 1992 Stenbol).

Berhem:
ALFABE (1980), MESELOKÊN LAWIRAN (1981)
MEYRO: çîrok (1981)
MÎR ZORO (1981)
GURÊ BILÛRVAN (1982)
KÊZ XATÛN (1982)
SERKETINA MIŞKAN (1984)
PEPÛK (1985)
MELAYÊ MEŞHÛR (1986)
ŞEREFA RESTEM RISTEM KEYA: pirtûka kurteçîrokan (1992)
Kemal Pasa weledê kê ye? meselokên sîyasî. (1993)
MALARIA (1994), ÇÎROKÊN GELÎ 1 : Gulî xatûn (1997)
ÇÎROKÊN GELÎ 2 : Kurê mîrê masiyan (1998)
JÎN: kovara Kurdî-Tirkî (1918-1919 / wergêr ji * tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan
Pêkenokên gelî. 1 : Masiyên bejî (1987)
PÊKENOKÊN GELÎ 2 (1988)
PÊKENOKÊN GELÎ 3 : Ilmê tûrik (1989)
PÊKENOKÊN GELÎ 4 : Bûka Gulsûn (1990)
PÊKENOKÊN GELÎ : Mela Kulî (1991)
KURDISTAN: rojnama Kurdî ya pêsîn (1898-1902) wergêr ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan (1991)
MEM Û ZÎN/ Ehmedê Xanî ; wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya xwerû: M. Emîn Bozarslan.(1995).
[1]
Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 21,075
Donnez votre avis sur ce produit!
HashTag
Sources
[1] | Kurmancî | ku.wikipedia.org
Les éléments liés: 34
Groupe: Biographie
Articles langue: Kurmancî
Les gens de type: Écrivain
Lieu de naissance: Amed
Nation: Kurd
Sexe: Homme
Technical Metadata
Point qualité: 90%
90%
Ajouté par ( هاوڕێ باخەوان ) sur 17-09-2014
Cet article a récemment mis à jour par ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) sur: 17-06-2022
Titre de l'article
Cet article selon Kurdipedia de Normes n'est pas encore finalisé!
Cet article a été lu fois 21,075
QR Code
Attached files - Version
Sorte Version Nom de l'éditeur
Fichier de photos 1.0.118 KB 17-09-2014 ڕێکخراوی کوردیپێدیاڕ.ک.
  Nouvel élément
  Élément aléatoire! 
  C'est pour les femmes 
  
  Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Contactez | CSS3 | HTML5

| Page temps de génération: 0.188 seconde(s)!