Narîna Kinyazê Hemîd ango Narîn Nadirova 20 sal in ku li bajarê Alma Atayê karê fînans û bankegeriyê dike. Narîn Nadirova piştî xilaskirina zanîngehê dest bi kar kiriye. Nadirova xwendina xwe li du zanîngehan kiriye. Yek jê Unîversîteya Neteweyî ya Qazaxan (Kazakh National University) e. Di vê zanîngehê de şeş salan di Beşê Biyolojiyê de xwendiye. Xwendina xwe ya din jî çar salan li Beşê Fînans û Bankegeriyê ya Akademiya Aboriyê de kiriye. Nadirova li Home Credit Bank Czech Republicê di dereceyeke bilind de kar dike ku ev banke li Dewleta Çekiyayê bankayeke navdar e.
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,897 times