=KTML_Bold=Dagirkeriya Tirk sedemê hemû alûziyan e=KTML_End=
Birûc Resûl
Gelên ku li herêma Bakur û Rojhilatê #Sûriyê# , li derdora Rêveberiya Xweser xwe bi rêxistin kirine û têkoşîna avakirina jiyaneke demokratîk û azad dikin, rojane rastî êriş û gefên dewleta tirk tên. Li hemberî gef, êriş û polîtîkayên dagirkeriya Tirk gelê heremê jî di hertim di nava berxwedaniyê deye. Bê guman deman ku dewleta Tirk a dagirker berxwedaniya gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibîne, her dixwaze bi rêbaz û êrişên cur bi cur vê berxwedaniyê têk bibe û hemû rêbaz û êrişan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, bi armanca têkbirina sîstema #Rêveberiya Xweser# . Li gor ewqas pilan û êrişan cardin negihîşt armanca xwe, niha jî diwaze ku şaneyên DAIŞ`ê ji nû ve vejîn bike, bi armanca ku jiyana bi ewle û aram li herêmê xirab bike û her dixwaze herem di nava alûzî û bi aramiyê de bimîne.
Tê xuyakirin ku dewleta Tirk tirsa wê ji destkeftiyên kurdan heye. Metirsiya herî mezin ya dewleta Tirk, sîstema demokratîk ya Rêveberiya Xweswer e ku hemû gelan û pêkhateyan di nava xwe de dihewîne û di nava pergalekî serbest û azad de dijîn û naxwaze ku ev pergal bibe mînak û nimûne li herêmê. wek tê zanîn ku li Sûriyê dewleta Tirk a dagirker li pêşiya avakirina sîstemeke demokratîk digre. Hikumeta Sûriyê ya veguhêz îro bûye mîna pêleystokekî di destê dewleta tirk û hin hêzên heremî û cîhanî de û tişta ku dixwazin û li gorî berjewendiyên xwe bi wê didin pêkanîn.
Têkiliyên di navbera Hikûmeta veguhêz ya Şamê û dewleta Tirk de wê bandoreke neyînî li ser Sûriyê û çareseriya alûziya sûriyê bike. Dewleta tirk hem dixwaze di milê siyasî, abûrî û leşkerî de serweriya xwe li Sûriyê pêkbîne û yê ku naxwaze aramî û çareserî li Sûriyê pêkwere di serî de dewleta tirk e.
Hemû komkujî û sûcên dijmirovî yên ku li Sûriyê hatine kirin û heyanî roja îro jî berdewamin bi destê dewleta tirk têne kirin. Heyanî ku dagirkeriya tirki li Sûriyê bi dawî nebe, wê her alûziya sûriyê berdewam bike. Ji milekî dewleta tirk qaşo behsa xuşk û biratiya gelan dike, lê berûvajî wê tişta ku dike ji vê gelekî dûre, êriş û gefên ku dewleta tirk dike nîşaneya vê yekê ye. Her kes gihiştiye wê baweriyê ku sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çareseriya herî guncawe ji bona siberoja Sûriyê. Rêveberiya xweser bûye cihê hêvî û baweriya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bona parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan pêkhatiye wê biparêze û wê tucaran rê nede ku kes van destkeftiyan tar û mar bike û wê hebûn û vîna xwe biparêze. [1]
Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon

to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 79 times
Write your comment about this item!