Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  585,783
Images
  124,283
Books
  22,112
Related files
  126,236
Video
  2,187
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,196
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,164
Articles 
2,536
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
251
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Total 
274,453
Content search
‘Hevpeyman Civakî vîna gelên herêmê temsîl dike’
Group: Articles
Due to Kurdipedia, you know what happened on each day of our calendar!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Hevpeyman Civakî vîna gelên herêmê temsîl dike’
Articles

‘Hevpeyman Civakî vîna gelên herêmê temsîl dike’
Articles

‘Hevpeyman Civakî vîna gelên herêmê temsîl dike’
Ayşa Silêman/ Qamişlo

Endama Kordînasyona Kongira Star Remziya Mihemed diyar kir ku Hevpeymana Civakî vîna gelên Bakur û Rojhilatê #Sûriyê# temsîl dike û got, Hevpeymana Civakî wê şoreşa 19’ê Tîrmehê bihêztir bike û vê şoreşê bi rengekî hîn baştir ji cîhanê re bide nasîn.
Ragihandina Hevpeymana Civakî di vê qonaxa dîrokî de ku tevahiya Sûriyê û bi taybet herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, gavekî pir girîng bû. Ji ber ku kirîza Sûriyê her ku diçe kûrtir dibe û çareserî jê re nayê dîtin, di vê demê de pêwîstî bi vê hevpeymanê hebû. Hevpeymana Civakî li ser bingeha jiyaneke bi rûmet, dadmendî, wekhevî, demmokrasî û çareserkirina kirîza Sûriyê di 12’ê Berfanbara 2023’an de ji aliyê Rêveberiya Xweser A Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat erêkirin.
Di derbarê girîngiya Hevpeymana Civakî de endama Kordînasyona Kongira Star Remziya Mihemed ji Rojnameya me re axivî.
Girîngiya Hevpeymana Civakî
Endama Kordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed diyar kir ku hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her kes karîbû temsîla xwe di komîteya amadekar ya Hevpeymanê de bike û cihê xwe tê de girt. Herwiha li ser esasê xurtkirina hevpeymanê bi nîqaş û pêşinyariyan komîteyek berfireh hat amadekirin, di hundirê vê komîteyê de jî komîteyek piçûk hat avakirin ku ji 30 kesî pêk dihat ji wan 15 jin bûn. Di vê komîteyê de saziyên civaka sivîl, rêxistinên jin, tevger, partiyên siyasî û kesayetên serbixwe jî cihê xwe girtin. Erêkirina Hevpeymana Civakî û pijrandina wê ji bo gelên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê pêngaveke dîrokî bû. Hevpeyman ji bo siberoja Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bikaribe temsîla gelê herêmê bike, herwiha bikaribe Şoreşa gelan zêdetir bi hêz bike û ji tevahiya cîhanê re bide nasîn.”
Madeya 2 ya Hevpeymana Civakî
Remziya Mihemed di dewamiya axaftina xwe de wiha got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre sîstema Demokratîk, ekolojîk, civakî û azadiya jinê, ji ber di van salên Şoreşê de bi avakirina sîstema Meclisên Demokratîk û bi hilbijartinên sazî û rêxistinên ku heyî, di Rêveberiya Xweser de cih girtin û roleke mezin lîstin, her wiha gelên herêmê karîbû bi îradeya xwe temsîla xwe bikin, bi pêşinyar û nerînên xwe karîbû xebatên xwe bidin meşandin û herêma xwe biparêzin, bi vî rengî xebatên Rêveberiya Xweser di van salên Şoreşê de hat meşandin, di heman demê de em çiqasî karibin ekolojiya xwe bi rengekî xurt ji vê rewşa ku têde jiyan dikin ji şer û çekên kîmawî biparêzin û xweştir bikin, bi vî rengî jî em ê karibin hundirê hevpeymana xwe dagirin, civakbûna herêmê sîstemê dide avakirin. Civakbûna pêkhateyên herêmê ew ê karibe vê pêngava nû pêşbixînin, ya herî serke azadiya jin e ye, me xwe li ser esasê îdyolojiya azadiya jinê daye avakirin, ya ku pêşengtî ji Şoreşa Bakur û Rojhilatî Sûriyê re kir, wek jin roleke mezin di nav civak, Şoreş û sîstema Rêveberiya Xweser de lîstiye, her wiha sîstema hevserokatî di nav civakê de daye avakirin, ku jin karibe di her derî de temsîla xwe û civaka xwe bike. Rola ku jinê di nav Şoreşê de lîstiye, rolekî wekhevî , azadî û hezkirin dinav civakê de daye avakirin, jina ku birêxistinkirî be, xwedî îdolojîk be û karibe xwe biparêze û zanistekî di nav civaka xwe de bide avakirin, ew jin temsîla azadiya jinê dike, ji ber vê yekê jina ku di şoreşê de rol lîstî, pêwîste di hevpeymanê de jî roleke mezin bilîze, ku karibe nêrîn û rola xwe di nav hevpeymanê de bilîze, herwiha di nav pêngava nû ku em karibin Hevpeymana xwe dinav Civakê de pêk bînin, ev xalên bingehînin ku hevpeyman xwe dispêriyê de. Rêxistin bûna gelê me xwe dispêre azadiya jin ê. ”
Madeya 6 ya Hevpeymana Civakî
Remziya Mihemed wiha pê da çû û got: “Sîstema desthilatdar di aliyê çandî û ziman de desthilatdariyeke pir mezin li ser gelê herêmê dida meşandin, ev gelên ku li sûriyê jiyan dikin, ji mafê xwe yê zimanê dayîkê bê parin, ji ber vê yekê xala herî sereke di nav pirojeya Netewa Demokratîk de, ku her kes karîbe bi zimanê xwe biaxive, perwerde bibe, çand û zimanê xwe nasbike û biparêze û ji her kesî re parvebikin, ku ev çanda resen heta niha di nav dîrokeke dirêj de dayîkên me karîne biparêzin, êdî pêwîste ku em karibin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin, her netewek karîbe xwedî li ziman û çanda xwe derkeve û fêrbûn û perwerdehiya xwe li ser esasê wê bide avakirin. Di nava Hevpeymana Civakî de çanda tevahî herêmê were parastin û hîn bêtir zanista civakê li ser van çandan were çêkirin, em karibin bi zengînbûneke mezin çanda van gelên herêmê werin parastin û xwedî lê derketin, her wiha bibe zimanê fêrkirin û perwerdeyê.
Madeya 106 ya Hevpeymana Civakî
Endama Kordînasyona Kongira Star Remziya Mihemed wiha axaftina xwe qedand: “Di pêşxistina xebatên dîplomasî de, him jî di avakirina têkiliyên rast bi derve re û di hundirê Sûriyê de, xebatek dîplomasî heta niha di asta Şoreşê de tê meşandin, lê heya ku ev xebat bêtir pêşbikeve, xebatekî hîn mezintir tê xwestin, li ser esasê wê ev made hat danîn , da ku sîstema Rêveberiya Xweser baş were naskirin di asta cîhanî de, her wiha em karibin bêtir qebûlkirinekî bidin çêkirin, xebatekî ku em rastiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin naskirin ku çawa di van salên Şoreşê de têkoşîn li hember çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriyê dane meşandin, erkê hêzên leşkerî bû ku Parastina herêmê bikin û şerekî mezin dan meşandin, her wiha erkê sazî û meclisên xwecihî bû, ku di hundirê herêmê de sazbûna xwe bibin avakirin, wek dîplomasî jî erkê waye ku vê tecrûbeyê bi derve parve bikin û bidin naskirin ku pêwîstî heye têkiliyên xurt bi partiyên Siyasî û saziyên navneteweyî re çêbibin, ku were xuyanîkirin ku çawa gel xwe bixwe xwebirêve bir û karîbû sîstema xwe avabike. Her wiha çawa di aliyê zanîngeh û avakirina kadroyên dîplomasî jî bi çi rengî bidin avakirin, ji xwe zanîngeha zanista siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye, di vî aliyê de kadiroyên ku di vê zanîngehê de bixwînin pêwîste bibin xwedî tecrûbeyeke mezin ku di aliyê dîplomasî de bikarin têkilî û xebatan bidin meşandin bi derve re, her wiha di aliyê avakirina him akadimî him jî saziyên perwerdehiyê ku her kes karibin cihê xwe di van saziyan de bigrin, ji ber vê yekê her kesekî ku di nav xebatên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cih digre pêwîste di nav van ekadimyan de derbas bibe, ji ber ku xebatên dîplomasî û siyasî ne tenê di têkiliyên derve deye lê di her saziyekî de jî pêwîste.”[1]

Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 451 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 07-02-2025
Linked items: 3
Group: Articles
Articles language: Kurmancî
Publication date: 07-01-2024 (2 Year)
Content category: Articles & Interviews
Content category: Politic
Content category: Investigation
Content category: Legal
Country - Province: West Kurdistan
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
The copyright of this item has been issued to Kurdipedia by the item's owner!
Item Quality: 99%
99%
Added by ( ئاراس حسۆ ) on 07-02-2025
This article has been reviewed and released by ( Ziryan Serchinari ) on 10-02-2025
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 451 times
QR Code
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.187 second(s)!