Nav û Paşnav: Hakan Firat
Nasnav: Demhat Gever
Cihê Jidayikbûnê: Gever
Navê Dayik – Bav: Fatma – Faris
Cih û Dîroka Şehadetê: #05-11-2019# / Herêmên Parastinê yên Medyayê
DEMHAT GEVER
Tevî hemû hewldanên dijmin, gelê Geverê ji sekna xwe ya serhildêr û welatparêziya xwe tawîz nedaye û bi hezaran egîdên ku daye Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, bûye kelha berxwedanê. Hevrêyê me Demhat li navçeya Gever a Colemêrgê ku ji bo jiyaneke azad gelek tevlîbûn jê çêbûne, hate dinê. Ji ber ku ji derdora wî ya nêz tevlîbûnên nava refên gerîla hebûn, hevrêyên me hîna di temenekî zû de Tevgera me bihîst. Hevrêyê me li cihekî weke Geverê ku zext û zilma dijmin lê zêde ye, mezin bû. Lewma hîna di temenekî zû de rastiya dijmin dît. Hevrêyê me Demhat li derdoreke ku pîvanên welatparêziyê lê dijwar in û li ber çiyayên Zagrosê mezin bû. Dibistanên sîstemê heta amadeyî xwend. Di salên destpêkê yên ciwantiya xwe de hem li dibistanên sîstemê hem jî li derdora ku lê dijî, rastiya dewletê dibîne û ev yek bû sedem ku bikeve nava nakokî û lêpirsînan. Hingî ku şerê dijwar ê li Kurdistanê û zextên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî gelê me dît, hêrsa wî ya li hemberî sîstemê zêde bû. Mîna her ciwaneke Kurd ê bi rûmet, ji bo ji tiştên diqewimin re bibe bersiv lêgerînên xwe kûrtir kir. Hevrêyê me xwest tevgera me hîn nêztir nas bike û di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt. Hevrêyê me Demhat dizanî ku ciwan hêza şoreşê û siberoja gelekî ne. Bi rengekî aktîf di nava xebatan de cih girt û derbarê partiya me PKK’ê, hîn zêdetir agahî bi dest xist. Bi kesayeta xwe ya sade û gihayî, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Bi saya cidiyeta xwe û daxwaza xwe ya ji bo çalakiyan, di nava gelek xebatan de cih girt û encamên serketî bi dest xist. Di nava xebatên xweparastinê de cih girt ku hesasiyet û veşartîbûneke kûr dixwaze. Hevrêyê me di gelek çalakiyên serketî de xwedî ked e û tevî hemû hewldanên dijmin ji sekna xwe ya şoreşgeriyê tawîz neda. Di ferqa giraniya pêvajoyê de bû û bi hewldanekî zêde xebat dimeşandin. Hevrêyê me Demhat di sala 2012’an de di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî yê belavî her çar aliyên Kurdistanê bûyî de, xwest berpirsyariyên mezin û wezîfeyên dîrokî bigire ser xwe û vê carê berê xwe da çiyayên azad.
Di sala 2012’an de hevrêyê me Demhat li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû. Derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me bi hezkirin û coşeke mezin tevlî perwerdeyan bû û di nava demeke kurt de pêş ket. Hevrêyê me ku ne biyaniyê jiyana gerîla ye û berê gelek caran bi gerîlayan re xebatên hevpar meşandiye, di demeke pir kurt de adapteyî jiyana çiyê bû. Hevrêyê me Demhat di warê rêxistinî de xwedî tecrube ye û tecrubeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Bi serketî perwerdeya xwe qedand. Hevrêyê me xwest tecrubeya pratîk qezenc bike û têkildarî jiyana gerîla fêrî her hûrgiliyê bibe. Li her qada ku lê ye, bi kedkarî û fedekariya xwe hate naskirin. Hevrêyê me Demhat li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîn meşand û bi tevlîbûna xwe ya dirûst û bi sekna xwe ya ku bawerî dida hevrêyên xwe, di gelek xebatên girîng de berpirsyarî girt ser xwe. Hevrêyê me piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê hewl da li dijî gelê me komkujiyan pêk bîne, biryar da ku bi gelê me re di çeperên berxwedanê de cih bigire. Li ser vî bingehî beşdarî berxwedana dîrokî ya ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatî pêşxistin, bû. Hevrêyê me Demhat li gelek qadan li dijî çeteyan şer kir, tevî ku du caran bi giranî birîndar bû ji biryardariya xwe ti tişt winda nekir û di demeke kurt de xwe komî ser hev kir û bi rengekî hîn çalaktir beşdarî têkoşînê bû. Di gelek çalakiyên serketî û pêngavên şoreşgerî de, bû parêzvanekî xurt ê xeta têkoşîna Apoyî. Şehadeta bi hezaran şervanên azadiyê yên ku ji bo projeya Rêbertî ya Konfederalîzma Demokratîk zindî bibe, bi îradeya Apoyî şer kirin, armanc kirin ku gelê me bibe xwedî siberojeke ronî û xwe feda kirin, bandor li hevrêyê me kir. Her roja borî têkoşîna xwe mezin kir. Hevrêyê me Demhat dizanî ku rêya herî bi bandor a zindîkirina bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd, bi mezinkirina têkoşînê pêkan e. Car din berê xwe da çiyayan ku warê pîroz ê gerîla ye. Hevrêyê me yê ku gihiştî çiyayên azad, li dijî operasyona dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a dagirker dixwest li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk bîne, ji amadekariya tunelên şer heta fêrbûna taktîkên gerîla yên dema nû di nava gelek xebatan de cih girt. Her xebata ku girtî ser xwe, ji bo bibe layiqê nirxên Partiyê û şehîdan bi cih anî û ket nava hewldaneke zêde. Hevrêyê me Demhat ê xwedî jiyaneke mînak û kesayeteke şerker, mîrateya têkoşîneke bênavber ji me şopdarên xwe re hişt.
#05-11-2019# di êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyê me Demhat şehîd bû. Bi jiyana xwe ya dilnizm, hevrêtiya xwe ya kûr û weke şervanekî bi wêrek ruhê demê di xwe de gihand lûtkeyê. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşîna ya ku hevrêyê me Demhat dewrî me kirî, her tim bilind bikin û di şexsê wî de bibin layiqê hemû şehîdên xwe.[1]