Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  585,865
Images
  124,356
Books
  22,117
Related files
  126,403
Video
  2,193
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,246
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,682
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,747
عربي - Arabic 
44,091
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,681
فارسی - Farsi 
15,863
English - English 
8,531
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,034
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,196
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,164
Articles 
2,537
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
251
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,499
PDF 
34,762
MP4 
3,910
IMG 
234,646
∑   Total 
274,817
Content search
“Hefsar” belgeyeke zindî ye
Group: Articles
Kurdipedia guarantees the right to public information for every Kurdish individual!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
“Hefsar” belgeyeke zindî ye
“Hefsar” belgeyeke zindî ye
=KTML_Bold= “Hefsar” belgeyeke zindî ye=KTML_End=
=KTML_Underline=#Sîdar Jîr# =KTML_End=

Berhemên edebî belgeyên zindî yên dîrokî ne. Bi taybetî ji bo xebat û têgihîştina sosyolojîya civakan xwedî cihekî girîng in. Her wisa gelek daneyên psikolojîk ên derbarê rewşa civakê de jî di berhemê de xwe didin der û ji bo serdemên dîtir wekî kodên dîrokî dimînin. Di gelek waran de mirov bi saya wan berheman hewl dide da xwe bigihîne psîkolojîya nivîskar û di ser nivîskêr re jî xwe bigihîne serdema nivîsandina berhemê.
Gelek berhem bi şêwe û ekla xwe bala mirov dibe ser wê taybetmendîya edebîyatê. Li dinyayê gelek mînakên bi vî rengî hene. Di kurdî de jî mînak hene helbet. Yek ji van romanan jî “Hefsar” a Hesenê Metê ye.
Di dema xwendina vê romanê de, lehengê Hesenê Metê; Germîyan, bêyî hemdê xwe lehenga romana Toni Morrison; Sethe (romana “Beloved”) tîne bîra mirov. Sethe, rêwîtîyeke dijwar, asê, dûr û dirêj didomîne – ji koletîyê ber bi azadîyê ve. Bêguman Sethe û Germîyan yek bi yek ne mîna hev in, lê ew lêgerîn û berxwedana ji bo azadîyê reşik û kurdan jî di xalekê de digihînin hev.
Lehengê “Hefsar”a Hesenê Metê; Germîyan, samboleke axa bindest e. Di serî de wekî berdêl; malbata xwe, jin û zarokên xwe li ser axê kiriye, paşê jî psîkolojîya/derûnîya xwe – axir di talîyê de jiyana xwe jî li ser dike… Psîkologa bi navê Monica Bogren, hewl dide psîkolojîya Germîyan baş bike ku ji welatê xwe dûr ketîye û psîkojîya wî xerab e. Germîyan gelek caran serî lê dide, diçe û tê wekî lewlebê. Talîyê, gava fam dike êdî rêbazên “zanistî” yên wî welatî bi kêr nayên, xwe diavêje dexl û bextê dengbêjan. Meseleya nivîskêr, di vir de ne dengbêj û psîkolog û qeder û Xweda yan jî tiştekî din e(!) Dema ku xwîner bi baldarî Hefsarê dixwîne, têdigihîje ku ji serî heta binî hewldana nivîskêr bo kodên civaka kurdan e. Çûn û hatina Germîyan, êşa wî, xerabî û tiştên hatine serê wî, êdî hefsar ji mista nivîskêr derdixe û dide mista xwîneran. Berxwedana Germîyan a ji koletîyê ber bi azadîyê ve dibeze, dihêle ku xwîner Hesenê Metê (nivîskar) ji nav xwe û lehengê romanê derxe – yan jî nivîskar ji serî de ev destûr daye xwendevên û xwe ji navê vekişandiye. Bêguman ev ji bo romanê serkeftinek e.
Diyarkarî/determînîzma nivîskêr, piştî demekê êdî sembolîk dimîne. Hostetîya nivîskêr, bi vebêjî û vegêrana xwe xwîner dixe nav lepên pirtûkê. Ji welatên kurdan heta Ewropayê awaza dengbêjan di mejîyê Germîyan û xwîneran de olan dide.
Nivîskar têgihên mîna zozan, dengbêj, bêrîkirina welêt, hezkirin, êş, mirin û hemû tiştên ku dikarin werin serê lehengekî mîna Germîyan, gelekî bi xurtî û hostetî bi kar anîye. Bêguman Hesenê Metê dikarîbû xwe tevlê bikira û qedera Germîyan biguheranda, lê hostetî di demên wisa de diyar dibe. Nivîskar hiştiye lehengê wî piştî hemû berxwedan û hewldanan wekî kesekî ji rêzê bimire. Ew mudaxilî xwekuştinê jî nebûye. Heke nivîskar bi hestîyarî tevbigerîya, xwîner nikarîbû ew ji nav xwe û Germîyan derxista. Dûrbûna ji axê dikare nivîskêr bike temaşevanek jî. Ev ne tiştekî xerab e; ji dêvla nivîskar mudaxalekar be, temaşekar be çêtir e.
Kesên Hefsar xwendine, kêlîyekê çavên xwe bigirin û bi awayekî fîzyolojîk li dûrbûna welatê xwe bifirikirin – li dûrbûna xwe. Bêgûman gava em bifikirin em ê hemû bibin Germîyan. Axir xwîner jî bi Germîyan re li ber xwe dide…
Hêma û sembolên di Hefsarê de ew ê çiqasî ji alîyê kesên ne kurd ve werin fêmkirin, nizanim. Lê gelekî diyar e ku Germîyan ne tenê lehengê Hesenê Metê ye. Ma jixwe ev bi tena serê xwe ne gelek tişt in gelo? Diyarkirina encama romanê yan jî ya jiyana Germîyan ne xem e, lê ji alîyê antî-kolonyalîzmê ve çi dide xwîneran? -berxwedana ku xwîner û leheng bi hev re, berhemê dike metneke dij-kolonyalîst. Bêguman ev yek nîşaneya xurtîya pênûsa Hesenê Metê ye. Dibe ku êşa me û reşikan jî nêzî hev dike… Jixwe Toni Morrison û Hesenê Metê jî wekî hev “reşik” in. Belkî zêde ‘objektîf’ be, lê her du jî, bi metnên xwe ‘reşik’ên gelekî ‘xweşik’ in…
Kî dizane belkî ev jî yek ji wan berheman be ku ji nifşên piştî me re bibe yek ji belgeyên zindî – te dî ew nifşên ku “hefsar” qetandibin û li zozanên welatê xwe azad dijîn.
*Hefsar, Hesenê Metê, Roman, Weşanên PEYWEND, 2018 [1]

Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,003 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî | https://xwebun1.org/ - 11-07-2023
Linked items: 2
Group: Articles
Articles language: Kurmancî
Publication date: 22-07-2020 (6 Year)
Content category: Articles & Interviews
Content category: Book description
Content category: Novel
Content category: Literary
Country - Province: Kurdistan
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( ئەڤین تەیفوور ) on 11-07-2023
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 13-07-2023
This item recently updated by ( ئەڤین تەیفوور ) on: 31-10-2025
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 1,003 times
QR Code
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.266 second(s)!