Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  585,483
Images
  124,229
Books
  22,106
Related files
  126,130
Video
  2,187
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,196
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,164
Articles 
2,536
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
251
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Total 
274,453
Content search
Têkilîyên Mustafa Kemal û kurdan
Group: Articles
Kurdipedia is not a court, it prepares data for research and fact finding.
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Têkilîyên Mustafa Kemal û kurdan
Têkilîyên Mustafa Kemal û kurdan
=KTML_Bold=Têkilîyên Mustafa Kemal û kurdan=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN

Di dema Şerê Cîhanî yê Yekemîn (1914-1918) da têkilîyên Mustafa Kemal û Kurdan çêbûne. Herêma Serhedê ku parçeyek ji Rojhilatê Kurdistanê yê di bin hukmê osmanîyan da bû, di şer da ji alîyê rusan ve tê dagirkirin. Wê demê M. Kemal li Edirnê fermandarê Kolorduya 16. an e ku ew girêdayê orduya 2. yem bûye. Jibo ku ew ordu bibe alîkar jibo orduya 3. yemîn ku li herêma Dîyarbekir- Elazizê ye; ferman hatîye dayîn û li ser wê fermanê M. Kemal cara ewil çûye herêma Kurdistanê.
Di 26ê adara 1916an da M. Kemal, bi rîya Halebê digihê Dîyarbekrê û di 1ê nîsana 1916an da dibe paşa (rutba wî bilind dibe jibo mirlivayiyê-tuğgeneral). Wê demê Albay Ali Fuat (Cebesoy) jî wek Fermandarê Tumena 5.an nû hatîye Farqînê (Silvan) û piştî ku hêzên orduya rusan ji Bedlîsê vedikişin; di 07-11-1916an da A. Fuat digel M. Kemal heyetek diherin Bedlîsê û dora 20 roj li wir dimînin. M. Kemal di wê gera xwe ya sê hefteyî da têkilî bi hin giregirê Kurd ra pêktîne. Wek numûne mirov dikare, Şêx Zîyaeddînê Norşînî (Hezret); Reîsê Eşîreta Mutkî Hacî Mûsa û birayê wî Nuh; Reîsê Eşîreta Pencînarê Cemîlê Çeto bijmêre.
M. Kemal di navbera 27ê adara 1916- 9yê temûza 1917an da, yanî derdora salekunîv li Farqînê û Dîyarbekrê dimîne û ´dostanî!´ bi gelek giregirên kurd ra çêdike. Wek numûne li Farqînê, mala ku lê dimîne ya Mehmet Budak ê Hazroyî ye; xwedîyê avayîya Karargeha Eskerîyê jî Sıddık Üstün e û Axalerên wek Hüseyin û Alî Azizoğlu jî di nav wê helqeya dostanîyê da em dikarin bijmêrin. (Şevket Beysanoğlu, ”Anıtları ve Kitabeleriyle Diyarbakır Tarihi”, cild 2, Diyarbakır Belediyesi Y. 1990 û Şükrü Tezer ”Atatürk´ün Hatıra Defteri”, Atatürk Kültür Dil ve Tarih Kurumu Y.)
Ez dê paşê di pêvajoya avakirina dewleta tirk da nîşan bidim ku M. Kemal çi qas ji wan têkilî û dostanîyê fêdeyê dîtîye û heta ez dikarim bêjim ku bi xêra serê wan kurdên me yên bêaqil dewleta tirk çêkirîye.
M. Kemal dema li Dîyarbekirê ye, jibo Fermandarîya Orduya 7. an tê tayînkirin ku here Enîya (cephe) Filistinê. Lê berî ku ew here cîyê xwe yê nû, ew dihere Stanbolê û ji wir beşdarîya heyeta Veliaht Vahdettin dike ku diçin Almanya. Piştî ku ew dizivire enîya Filistinê û Halebê; ewil di 1ê oktobra 1918an da Şam û paşê di 25ê oktobra 1918an da jî Haleb ji destên osmanîyan dertên. Piştî wan bûyeran M. Kemal dihere Adanayê. Li wir ew dibe fermandarê Gruba Yıldırımê. Di 30-10-1918an da Peymana Mondrosê tê îmzakirin û bi vî awayî dawî li şer tê. Di 07-11-1918an da jî orduya 7.an û gruba M. Kemal bi fermana sultan tên belavkirin. M. Kemal didin bin fermandarîya Wezareta Herbîyê.
Li Stanbolê di 7ê oktobrê da Hukumeta Talat Paşa îstîfa dike û karê serokwezîrîyê didin Tevfik Paşa. Lê Tewfik Paşa serfiraz nabe ku hukumetê çêke û jibo wê di 11-10-1918an da karê çêkirina hukumetê didin Ahmet İzzet Paşa ku berê Wezîrê Herbîyê bû. A. İzzet Paşa, dostê M. Kemal ê nêzîk e û loma ew telgrafek jê ra rê dike û jê dixwaze ku ew divê bi lez were Stanbolê da ku hev bibînin. Ji ber wê telgrafê M. Kemal roja 11-11-1918an bi trênê ji Adanê ber bi Stanbolê dikeve rê û du roj paşê digihîje Stanbolê.
M. Kemal hêvî dikir ku di hukumeta A. İzzet Paşa da bibe wezîrê herbîyê. Lê A. İzzet Paşa mecbûr maye ku di 08.11. 1918an da îstîfa xwe bide. Tewfik Paşa dikeve nav hewildanê ku hukumeta nû ava bike. M. Kemal jî dikeve nav hin têkilîyan ku Tewfik Paşa di karê xwe da serfîraz nebe û di şûna wî da careka dî karê çêkirina hukumetê bidin A. İzzet Paşa, lê ew di wan hewildanên xwe da bi sernakeve. İsmet İnönü wê rewşê di kitêba ”Bîranînan” (Hatıralar) da weha dinivîse:
”Atatürk dema hat Stanbolê, Ahmet İzzet Paşa îstîfa kiribû, lê ez texmîn dikim ku hukumeta nû hê ava nebûbû. Jibo wê Atatürk ket nav hewildanên sîyasî. Wî xwest ku ewil îstîfa A. İzzet Paşa bide sekinandin, paşê jî hukumeta Tewfik Paşa di Meclisa Mebûsan da raya bawerîkirinê nesitîne û careka dî A. İzzet Paşa hukumetê çêke. Pilana wî ew bû ku bi tedbîrên sîyasî Tirkîye di rîya sîyasî da bi serkeve.
Ew dema li enîyê (cepheyê) bû, fikirîbû ku bibe wezîrê herbîyê û wê daxwazê bi telgrafek pêşnîyarê A. İzzet Paşa kiribû. Wekî dî wî ji padîşah ra jî nivîsîbû… Li gora fikrê Atatürk, hukumeteka baş, hedefa xwe, rewşa xwe baş dizane, hêza welat di mercên (şertên) musaît da dinirxîne û gelek kar dikaribû bike. Ew ji roja ku hatibû Stanbolê virde, jibo pêkanîna wê pilanê xebitî… Li gora wê pilanê eger hukumet çêbe, ew jî bibe wezîrê herbîyê, li hemberî dewletên di şer da serketî ne, politikayeke nû were çêkirin, xilaskirina Tirkiyê mumkun dibû, jixwe erdên ku ne tirk bûn, Tirkiye jê derketibûn. (İsmet İnönü, Hatıralar, Bilgi Y. Cilt 1, 2006)
M. Kemal, qasî şeş meh (13-11-1918 / 16-06-1919) li Stanbolê di Otêla Perapalasê da dimîne û têkilî û hevdîtinên xwe hemî li wir pêktîne. Ew bi hevalên xwe yên kevin ra, bi berspirsên hukumetê, gelwekîlên li Meclisa Mebûsan ra û bi kesayetên ingiliz (Balkêş e ku wê demê Britanyayê Stanbolê xistibûn bin dagirkerîya xwe) ra têkilîyan çêdike. Ew dikeve nav hewildanan ku hukumeta Tevfik Paşa bi sernekeve, lê piştî ku serfîraz nabe, îcar hêvî dike ku di hukumetê da bibe wezîrê herbîyê û jibo wê dikeve nav gelek têkilîyan, lê dîsa serfîraz nabe.
Balkêş e ku muxabirê Rojnameya Dail Mail ya ingiliz G. Word Price, di 1957an da di Kovara Extra-special Correspondent da nivîsek nivîsîye û behs kirîye ku wî di 14-11-1918an da li Perapalasê digel M. Kemal hevdîtinek pêkanîye û bi dirêjayî behsa wê hevdîtinê dike ku M. Kemal li dijî ingilizan nebûye û weha dibêje:
”Di vî şerî da me di enîyeke şaş da şer kir, me qet nedixwest ku li dijî dostê xwe yê kevin ingilizan şer bikin; ev şerê nexwestîyayî, ji ber dostanîya Enwer Paşa û alman bû ku em zorbirî kirin. Eger ingilizan jibo Anadoluyê berpirsîyarî qebûl bikin, walîyên tirk ku di bin rêbirîya Britanyayê da ne, em pêwist dibînin ku bi wan ra bixebitin. Ez dixwazim bizanibim ku rewşeke munasib heye an na da ku di çarçoveyeka weha da xizmetên xwe pêşkêş bikim.” (Gothard Jaeschke, Kurtuluş Savaşı ile ilgili İngiliz Belgeleri, cilt II, Yeni Gün Haber Ajansı (Cumhuriyet), 2001, s. 10-12; Doğan Avcıoğlu, Milli Kurtuluş Tarihi, cilt I, İstanbul 1974, s. 121-122; Jêdergirtî: Celal Temel 1918- 1923, Mondros´tan Lozan´a Kürtler, İsmail Beşikçi Vakfı İstanbul, 2017, s. 76)
Balkêş e ku Word Price, wê daxwaza M. Kemal ji zabitê istixbarata ingiliz Albay Heywood ra gotîye, lê wî jê ra weha bersiv daye: ”Generalên tirk ên bêkar, ji xwe ra li kar digerin.”
Hin çavkanî didin xuyakirin ku M. Kemal bi Komiserê Sîyasî yê Stanbolê yê italî Kont Sforza û istixbaratvanê ingiliz Rahip Frew ra hevdîtin çêkirîye û dostanî danîye. (Şevket Süreyya Aydemir, Tek Adam, cilt I, Remzi Kitabevi 1999 Ankara)
M. Kemal, di 15-11-1918an da hevdîtineke dirêj bi Padişah Vahdettin ra çêdike da ku hukumeta nû bawerîyê nesitîne û ew jî di hukumetê da bibe wezîrê herbîyê, lê tiştek bi dest naxe. Ew di Perapalasê da di 16.11.1918an da hevdîtinek digel General William Birdwood ku di Şerê Çanakkalê da fermandarekî ingiliz bû, çêdike. Ew digel rojnameya xwe Minberê hevpeyvîn çêdike ku di 17-11-1918an da çap bûye. Di hevpeyvînê da M. Kemal daye xuyakirin ku wî di enîyên şerên Arıburnuyê, Anafartayê û Filistinê da li hemberî ingilizan şer kirîye û wî tenê di wan şeran da parastina welatê xwe pêkanîye û ew li hemberî ingilizan xwedîyê kîn û dijminatîyê nebûye. Wî daye xuyakirin ku ne tenê ew, hemî osmanî bawerîyê dikin ku ji ingilizan bêtir dostê wan nîne ye. Lê hevpeyvîna 18-11-1918an li rojnameya Vakitê weha ye:
”Ez naxwazim şupheyê bikim ku Hukumeta Britanyayê li hemberî osmanîyan xwedî nîyeteka baş e ku ew li ser navê dewletên ku peymana lihevhatinê kirine, dike. Eger di pêkanîna hukmên şertnameyê da şaşîtîyên werin kirin, hebin, em sedemên wan dikarin bi muxatabên xwe ra hel bikin. Bê guman vatinî (wezîfe) ji hukumetan ra dikeve. Qasî ku ez dizanim, hukumeta me di vî derbarî da hewildanên pêdivî kirîye.” (Atatürk´ün Bütün Eserleri, cilt 2)
Gelek balkêş e ku piştî vê hevpeyvîna M. Kemal, haydarîyên rojnamevan G. Word Price di rojnameya Minberê da di 01-12-1918an da derçûye weha ye:
“Ez nuha êdî li hemberî tirkan giham encameka têgihîştinê. Ez dema herim Britanyayê, karê min ê ewil ku bikim, dê nasandina mezinatîya tirkan be. Ez bawer dikim ku ev xebata min dê tesîrên baş çêkin.” (Jaschke, Kurtuluş Savaşı, s. 13)
Hatiye xuyakırın ku van haydarî, hewildan û têkilîyên M. Kemal, hem kêfa ingilizan û hem kêfa Sultan Vahdettin anîye ku ji dostanîya Britanyayê kêfxweş e. Loma tê zanîn ku M. Kemal sê car (15/22.11.1918, 20-12-1918) bi Fahri Yaveriyê Sultan Vahdettin ra hevdîtin pêkanîye. Van têkilîyên M. Kemal û padişah, bala ingilizan jî kişandîye. Balkêş e di demek da ku kelek kesên Îttîhatvan hatine girtin û bo surgûnê hatine rêkirin; wek zilamekî Îttîhatê xisarek nagihê M. Kemal. Ev rewş dibe sedemê encamek ku bi haydarîyên ingilizan Sultan Vahdettin, M. Kemal wek Fahri Yaveriyê xwe rêdike Samsunê da ku ´ewleyîyê (asayîşê) çêke.´ ”Meazallah rijandina xwîna Îslamê, gelek kurdên birayên me yên bêguneh û reben ku ji alîyê eskerên osmanî ve werin kuştin, ew dê bibe semedê çêbûneke xemgînîyê (elim) li axretê û li dinyayê. Guman nîne ku mezinên xwedî dînî (ol) û namûsê heta ku bijîn, kurd û tirk wek du birayên heqîqî dê ji hev neqetin û bi hev ra jîyanê bidomînin û li derdora xîlafetê bibin vucudek.” (Mustafa Kemal) (Koçgirî Halk Hareketi, Komal Y.s.41)
Van dîtinên M. Kemal di 15yê îlona 1915an da bi rîya Mutasarrifê Malatyayê jibo Haci Kaya û Şahzade Mustafa hatine şandin. Balkêş e ku M. Kemal di çarçoveya canbazîyê da van dîtinan ji H. Kaya û Ş. Mustafa ra pêkêş dike da ku ew di navbera kurdan û M. Kemal da bibin navberkar; bi gotineka dî bibin alîkarê M. Kemal. Balkêştir jî ev e ku di heman demê da M. Kemal jibo Fermandarê Alaya Malatyayê Îlyas Beg ra vê fermanê dide:
”Divê meqamên kurdevînîyê ji kokê ve werin birîn û avêtin, revokên (qaçaxên) xaîn ku bi rîya perên ingiliz kurdan dixapînin da ku li dijî padîşah û esker xelkê fît dikin, yên ku ketine nav wê hewildanê, bi awayeke herî dijwar divê werin cezakirin û ji navê rakirin, jibo wê divê bilez ev ferman ji her derî ra were rêkirin.” (Nutuk III. Cilt, 1919- 1927 Belgeler, Belge no: 68, s. 40, jêdergirtî F. Başkaya, r. 63)
Pir balkêş e ku M. Kemal û hevalên xwe bi alîkarîya kurdan li rojhilat serkeftineke ewil bi dest xistin û bi wê serkeftinê Peymana Gumruyê çêkirin. Di Maddeya 1ê ya Protokola Tamima Amasyayê jibo kurdan ev tespît cî girtîye: ”Mafên kurdan ên neteweyî û civatî dê were qebûlkirin.”
M. Kemal û gruba xwe jibo xapandina kurdan, piralî ketine nav hewildanan. Ji alîyek ve di hin peyman û protokolan da mafên kurdan parastine, ji alîyek ve nakokîyên navbera kurdan ku hebûne, fêdeyê ji wan sitandine û hin alîyên kurdan birine alîyê xwe û jibo şerê li dijî yunanîyan kurdan birine cepheyên şer û bi xêra kurdan di şer da serfîraz bûne. Di alîyeke dî da jî wek di hewildana Koçgirîyê da hatîye dîtin; hewildanên kurdan ên serxwebûnxwazîyê bi xwînê pelçiqandine, li Dîyarbekir Kluba Kurdî qedexe kirine û ketine pey endam û rêvebirên wan. Ji alîyek ve bi daîmî propaganda hatîye kirin ku; ”Li ser bingehê wekhevî û biratîya kurd û tirkan” dewletek dê were çêkirin. Lê pir balkêş e sê hefte piştî serfîrazbûnê Mustafa Kemal di 01-11-1922an da li Meclisa Tirk, ”dewleta ku çêbûye, dewleteka tirkî ye” gotîye û bi vî awayî rûyê xwe yê rastîyê yê qirêj û bi xwînî derxistîye meydanê. M. Kemal weha dibêje:
”Bavê hestên (hîsên) min Namık Kemal e û bavê fikrên (an ideoloji) min jî Ziya Gökalp e.”
Lê nuqteyeka balkêş ew e ku heta M. Kemal cîyê hukmê xwe qewî nekirîye, vê lixwemikurîya jorîn eşkera nekirîye. Ji ber ku ew eskerek bûye, ne ku serokekî teorisyen bûye; lê wî bi her awayî hewil daye ku wek Bonapartizmê hukmê xwe yê diktatorîyê li darxe û qewî bike, heta di wê rê da bi serketîye xebitîye. Lê di lixwemikurîyê da jî M. Kemal samîmî nîne. Loma wî nexwestîye navê Kazim Karabekir Paşa jî li wan du navên jorîn zêde bike. Wek me li jor behsa hevdîtinên K. Karabekir Paşa û M. Kemal kir; yê ku şewqeke mezin dide M. Kemal û wî îkna dike da ku here herêma Kurdistanê û rêxistinkirina ordîyê bike û rêvebirîyê bike; Kazim Paşa bi xwe ye. Bi qeneeta min, M. Kemal nexwestîye navê wî jî bêje, ji ber ku ew jî wek M. Kemal eskerekî bûye, wî bi awayeke psikolojik nexwestîye di wê nuqteyê da lixwemikurîyê bide xuyakirin û Kazim Paşa mezin nîşan bide.
M. Kemal: ”Hin serî dê werin jêkirin” Bi minasebeta feshkirina (ilga) Seltanata Xelîfetîyê li meclisa Tirk (TBMM), gengeşeyên dijwar çêdibin. Bêsebrîya M. Kemal gîhaye tîtalekê û ew ji nîşka ve derdikeve ser maseyek û diqîre:
”Mesele (şol), ji xwe ji heqîqetek çêbûye ku ew ji emrîwaqî peyda bûye. Ev, miheqqeq dê çêbe. Yên li vir kom bûne (civîyane), meclis û herkes, eger xwezayîya şolê bibîne, li gora fikrê min ev rastîyek e. Berewajê wê, dîsa di çarçoveya usûla heqîqetê da dê were famkirin. Lê mikun (mumkun) e ku dê hin serî werin jêkirin.” axiftina xwe temam dike.
Di bin wê atmosferê da meclis, di şeva 02-11-1926an, seet 03.00an da dîsa dicive û biryara rakirina (feshkirin-ilga) seltenatê digre. Gelwekîlê (mebûs) Lazistanê Ziya Hurşit, bi israr xwestibû ku li dijê wê biryarê bipeyîve, lê mafê axiftinê nadin pê. Z. Hurşit, herî dawîyê pêşnîyar dike ku di biryarê da bila di şûna ”tevayîya dengan” da ”piranîya dengan” were nivîsîn û ew bikeve protokola meclisê, lê ew pêşnîyar jî nehat qebûlkirin. Pir balkêş e ku bi tohmetbarîya (sucdarîya) ”Suiqest jibo M. Kemal li Îzmirê”, Zîya Hurşit di 1926an da tê bi dardakirin (idamkirin). (Ayşe Hür)
[1]

Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,226 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî | https://portal.netewe.com/ - 21-05-2023
Linked items: 3
Group: Articles
Articles language: Kurmancî
Publication date: 03-09-2022 (4 Year)
Content category: Articles & Interviews
Content category: Kurdish Issue
Country - Province: Kurdistan
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( ئاراس حسۆ ) on 21-05-2023
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 23-05-2023
This item recently updated by ( Sara Kamela ) on: 21-05-2023
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 1,226 times
QR Code
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.328 second(s)!