Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  584,606
Images
  123,873
Books
  22,077
Related files
  125,572
Video
  2,192
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,196
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,158
Articles 
2,534
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
251
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Total 
273,542
Content search
Berbanga Kurdên Qazaxistanê
Group: Articles
Kurdipedia is not a court, it prepares data for research and fact finding.
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Berbanga Kurdên Qazaxistanê
Berbanga Kurdên Qazaxistanê
Berbanga #Kurdên Qazaxistanê#
Ji mala xwe zêdeyî pênc hezar kîlometre dûr bûm. Balafira ku qasî bêndera gundekî bû, hêdî hêdî dadiket. Ew pênc saet û nîv bûn ku em li Stenbolê derketibûn û gihaştibûn asîmanê bajarekî ku di nav berfê de xuya dikir; qasî ku min di paceya balafirê de didît. Her ku em nêzîkî erdê dibûn, kelecan û tirsa min jî ewqas zêde dibû. Çimkî bîstekî din, ezê li welatekî ku min qet nedîtiye, zimanê wan hîç nizanim, alfabeya wan nikarim bixwînim bûma. Welat Qazaxistan bû. Bajar Almatî… Zimanê wan Qazaxî bû û wek me Kurda, ku çawa em ligel zimanê xwe, yek jî Tirkî dizanin, wana jî Rûsî dizanîbû. Ya herî xirab, ne înterneta têlefona min hebû ne jî operatora têlefona min dixebitî. Kêliya ku ev di hişê min de derbas dibûn, weswesekê pêl bi pêl ez digirtim. Êdî ez û bextê min.
Ez ji kontrolê derbas bûm û derketim dervayî balafirgehê. Kinyasê Îbrahîm pêwîst bû ji bo min camêrek bişanda ku pêşwaziya min bike. Lê min nizanibû kî ye, çi ye, çawa ye û têlefon û mêlefona wî… Tenê min wêneyekî xwe şandibû ji Kekê Kinyas re ku min nas bikin.
Min bi baldarî li derdora xwe dinêrî ku min dît xortekî zirav, bejn dirêj, xweş şidandî û çeleng ber bi min ve tê. Awirên wî li ser min bûn. Ku di navbera me de çend gav man, got, “Kekê Evdirehman!..” Xwedêyo, bi vê gotina “Kekê Evdirehmam”, hemû weswese û tirs û kelecana min berhewa bû. Mîna ku ez li Rihayê bim, rehetiyek hat min. Me zimanê hev dizanibû, ma ne bes bû.
Navê wî xortî Elî bû, Eliyê Fexredîn. Neviyê rewşenbîr, romanûs, helbestvan û mamoste Eliyê Evdilrehman bû. Navê kalikê wî li wî kiribûn. Bi Kurdiyeke ku mîna Kurdekî me yê ku li bajara mezin bûye diaxifî. Kurdiya wî ne herikbar bû lê me hevdu fehm dikir. Ev jî besî me bû.
Em li jîpeka luks siwar bûn û ber bi navenda bajêr ve me rê girt. Piştî nîv saetekê em li ber oteleka ku zêdeyî bîst qata bû sekinîn. Hewayeke pirr sar hebû. Elî, ez li otela bi navê “Qazaxistan”ê bi cih kirim û çû.
Xew di çavê min de diherikî. Min hema înterneta otelê vekir ku ez aram bûm. Êdî ragihandina min bi cîhanê re hebû. Min serî danî ser balîvê û ez di xew de çûm.
Piştî gelek demjimêra, bi zire zira têlefonê ez bi xwe hesiyam. Kekê Kinyas bû. Got, “xwe amade ke, bîstekî din ezê werim te li otelê bigrim.”
Kinyasê Îbrahîm, ligel karsaz Şêrîn Elî û kurê Eliyê Evdilrehman Fexredînê Elî, ez li seyarekê kirim û me dest bi gera li nav kolanên bajarê Almatî kir. Bajarekî gelekî bi rêkûpêk bû. Her kolanek zêdetir berfireh bû. Sankî ben girê dabûn, ewqas her kolaneke bajêr rasterast bû. Û avahiyên dîrokî û yên mîmariya Rûsan, çavê mirov diçirûsandin. Kêliya ku seyara me sekinî, çavê min hîn derdor temaşe dikir. Em jê hatin xwarê. Em hatibûn xwaringehekê. Ji ber ku bi tîpên Kirîl ya alfabeya Rûsî navê xwaringehê dinivîsî, min nikaribû bixwenda. Ew der mekanê Fexredînê Elî bû. Em rûniştin, me him sohbeta xwe kir, him jî zikê birçî têr kir.
Roja din konferans hebû, konferansa sedsaliya Eliyê Evdilrehman. Jixwe ya ku berê min dabû Almatiya Qazaxistanê ev konferansa bû.
Wek her der û devera ku Kurd lê dijîn, dîroka Kurdên Qazaxistanê jî têra xwe trajîk e. Çarenûseke kambax e, serboriyên dilsoj pir in. 2020ê salê, li Almatî nêzika heştê hezar Kurd dijîn. Piraniya wan ji Qafqas, Ermenistan û Azerbêcanê çûne Asya Navîn.
1926ê salê, piştî serhildana Şêx Seîdê Pîranî, dewlet ji axa û beglera tê xezebê. Ji Serhedê, piranî ji eşîra Brûkî û Celalî, zêdeyî du hezar malbat, Çemê Erez derbas dikin û diçin li Nexçiwanê bi cih dibin. Erdekî vik û vala û berfireh bûye. Axa Sovyeta Berê bûye. Li wira konê reş vedikin. Keriyê pez û dewarên xwe diçêrînin. Ji xwe re jiyaneke nû ava dikin.
Yanzdeh sala ev dewrana xwe didomînin. Di nav wan salan de hinekê wan diçin Rewanê, hinekê wan diçin li Bakû û wan derdorana bi cih dibin. Ku sal dibe 1937, leşkerên Ûris, bi emrê Stalînê cehnimî, fermana wan radikin. 24 saet muhlet didin wana ku amadekariya xwe bikin. Çima, bona çi, ji ku da? Ji wan re tiştekî nabêjin. Tenê dibêjin hûnê ji vir biçin.
Roja din tên, wana li wesaîtan dikin û dibine gara trêna reş ya pê bar û dewar tê kişandin. Du meha di ew trêna reş de rêwîtiya wan dewam dike. Çi zarok, çi extiyar; jin, mêr, keç, kur… bi nexweşiyê dikevin, dimirin. Perîşaniyeke nedîtî dikişînin. Yên man li Qazaxistan, Sibîrya, Qirxizistanê belav dikin.
Malbata Prof. Dr. Nadir Nadîrov, ji wan yek malbatan bû. Ew bi xwe jî hîn pênc salî bû. Ji bo wan ji gund derketin dîsa qedexe bû. Mafê xwendina wan heta qonaxekê bû. Li bajarên mezin xwendina wan qedexe bû.
Piştî du sala, 1939ê salê, careke din leşkerên Ûris diavêjin ser gundê wan. Ji gundê mala Nadirê Kerem, 40 mêrî digirin û dibin qetil dikin. Bi vî rengî hezar neçêyiya tînine serê wan.
1950ê salê şunda, hinek ji wan malbatan, vedigerine Ermenistan û Azerbêcanê.
Ku sal dibe 1988, şerê Ermenî û Azeriya diqewime. Di vî şerî de zirara mezin Kurd dibînin. Ji ber ku dewleteka wan tune xwe bispêrinê, zilm û tahdê dibînin. Azeriyên li Ermenistanê diçin Azerbêcanê. Ermeniyên li Azerbêcanê diçin Ermenistanê. Bi taybet li Ermenistanê zilm li Kurda dibe û piraniyê wan berê xwe didin welatên cûrbecûr.
Dibêje, “Me du bav li welatekî binax nekirine” Prof. Dr. Kinyasê Îbrahîm Mîrzoyevê ku mecbûr dimîne, ew û malbata xwe koçî Qazaxistan Almatiyê dikin. Jixwe ev gotina Kekê Kinyas, her trajediya Kurdekî salix dide: “Bapîrê min li welêt, li Tirkiyeyê wefat kir. Bavê min li Ermenistanê me binax kir. Îro em li Qazaxistanê ne. Min diya xwe li vira binax kir…”
2020ê salê, li temamê Qazaxistanê, kêm zêde 150 hezar Kurd hene. Piraniya wan li Almatiyê ne. Li derdora Almatî şeş gundên Kurdan hene. Li wan gundan, di nav hev de, bi çand û zimanê xwe jiyana wan berdewam e.
Dike ji bo min, li Astana kameramanek bihata. Eliyê Fexredîn, siba roja konferansê, çû ew li balafirgehê girt û anî otelê. Xortekî Qazax bû. Em du kes û çar ziman bûn, lê zimanê me yê hevpar tunebû. Kameraman Beibit Sultanbek, bi Qazaxî û Rûsî, min bi Kurdî û Tirkî dizanibû. Bereket ciwanekî serwext, jêhatî bû. Me bi îşareta merama xwe bi hev dida fehmkirin.
Konferans, li Mala Dostaniyê ya Miletên Qazaxistanê pêk hat. Li Qazaxistanê zêdeyî sed milet dijî. Ji wan yek Kurd in. Dewletê cih daye wan miletana ku çand û zimanê xwe pêşve bibin.
Serokatiya Kurdên Qazaxistanê Kinyasê Îbrahîm dike. Li cihê wan, li meqamê Kekê Kinyas, wêneya Mela Mistefa Barzanî, ala Kurdistanê, yekser bala min kişandibû.
Ji çar aliyê cîhanê, gelek kesayetên navdar, ku min navê wan bihîstibûn û xiyaben nas dikirin, beşdarî konferansê bûn. Di serî de Prof. Dr. Kinyasê Îbrahîm, Prof. Dr. Nadir Nadîrov, bûka Nadirê Kerem banker Narîn Nadîrova, ji Swêdê nivîskar û rewşenbîr Têmûrê Xelîl, ji Rûsya karsaz Barzanî Nabiyev, ji Ermenistanê Hejarê Şamîl… Dîsa Prof. Dr. Mihemedê Misto, akademîsyen Ziyoyê Bedirxan, karsaz Şêrîn Elî, karsaz Seyîdê Elî, kurên Eliyê Evdilrehman; Fexredînê Elî û Selehedînê Elî û gelekên din. Jin û mêr û xortên Kurda, saloneke mezin tijî kiribûn.
Cihê ku Kurd lê hebin, helbet bê govend nabe. Konferans, bi govenda jin û mêrên Kurda, yên bedew û çeleng bi dawî bû.
Piştî konferansê, em qasî panzdeh kes, birin xwaringeha Eliyê Fexredîn. Li ser maseyeke gilover em civiyan. Îjar ligel sohbet, xwarin û vexwarinên wan, wek rîtuelekê pêk dihatin. Mezinê civatê serîmanî ji masê re dikir. Pêşiyê ewê rabûya ser linga. Şûşa xwe bigirta destê xwe û gotarek pêşkêş bikira. Ku gotina wî bi dawî dibû, her yekî li dor maseyê, şûşa xwe bilind dikir û bi gotina, “noşî can be” bera qirika xwe didan. Piştî demekê, serîmanê masê navê canik an camêrekî hildida û digot, filankes, de rabe giliyekî bike. Ewê rabûya ser linga, di dest de şûşe, wê gilî û gazincê xwe bikira, yanê biaxiviya, dawiyê bi hev re wê mey fandîb bikirana û yê rûnişta.
Ew rojên ku min li Almatiya Qazaxistanê derbas kirin, ji bo min wek xewneke şêrîn bûn. Bîhn û germahî û dilsozî û Kurdewariya ku min li welêt, ji Kurdên wira nedîtibû, min ji her Kurdekî Qazaxistanê digirt. Vê rastiyê ez sermest dikirim.
Piştî konferansa Eliyê Evdilrehman, ez ketim nav hewildana belgefîlma Eliyê Evdilrehman. Min dest bi berhevkirina dokumanterên di derheqê wî de kir. Bi Kinyasê Îbrahîm, Têmûrê Xelîl, Fexredînê Elî, Selehedînê Elî, Şîrîn Alî, Mihemedê Misto û çend kesayetên din re min hevpeyvîn kir. Bi vî awayî, têra belgefîlma Eliyê Evdilrehman min xebatek pêk anî.
Dîsa bi Kinyasê Îbrahîm û Nadir Nadirov re min bernameya bi navê, “Wext Çava Derbas Bû” çêkir. Beşa bernamê ya bi Kekê Kinyas re, me li mala wî kişand. Hevjîna Kekê Kinyas Gogercîn Xanim jî beşdarî bernama me bû. Ya bi Nadir Nadirov re me li meqamê wî kişand. Di her du beşan de, jiyan û serpêhatiyên wan, ku wek dîroka sed sal ya Kurdên Sovyeta Berê bûn, mora xwe li bernameyê xist.
Li Almatî, oteleke bi navê Grand Erbîl Otel heye. Xwediyê wê otelê, Rafîk Îbragîmov e. Camêrekî comerd û welatparêz e. Karsaz Barzanî Nabiyev li wê otelê dima. Ji min xwest ku ez jî li Grand Erbîl Otelê bi cih bibim. Min got “ser çava” û roja şeşan, ez ji otela xwe veqetiyam, çûm otela Grand Erbîl Otelê.
Seyîdê Elî ku li taxeka dervayî Almatî dijiya, xwedan çêwlik bû. Bi taybet hesp, dîsa pez û dewar xwedî dikir. Bi Barzanî Nabiyev re dostaniyeke wan ya qedîm hebû. Şevekê em hatine cem hev. Min ji wan re eşkere kir ku dixwazim bi navê “Berbanga Kurdên Qazaxistanê” bernameyeke ger û geştê bikişînim. Helbet bi alîkariya wan. Qebûl kirin. Sibekê, ez, Barzanî Nabiyev û Seyîdê Elî, me kameramanê xwe jî girt û me berê xwe da her Kurdekî ku li wê herêmê dijî. Pêşiyê em çûne mala Seyîdê Elî û çêwlika hespa. Dûra em çûne kargeha Kurdan ya bi navê Babo. Ku ez rastî kê dihatim, min bi wan re hevpeyvîn li dar dixist. Em çûne gundên Kurda. Bi zarokekî Kurd yê 9 salî ku di qaretê de bûbû şampiyon re min hevpeyvîn kir. Li gundekî din bi du pîrejinên Kurd re ez rûniştim. Qala serpêhatiyên xwe kirin, stran gotin. Ev sed sal bû malbatên wan ji welêt derketibûn lê zimanê wan ji yê Serhedê pak û şêrîntir bû.
Êdî roj diçû ava. Li ser rêya me jineka xêrxwez hebû. Alîkarî ji bo belengaza berhev dikir. Dîsa ciwan fêrî folklora Kurdî dikirin. Em çûne serdana wê. Bi dilgermî em pêşwazî kirin. Û me re bi dengekî xweşawaz çend stran gotin. Bi vî awayî min têra bernama xwe dîmen girtin û hevpeyvîn li dar xistin.
Roja berî ku ezê ji Almatiyê veqetim, Kurdekî nav Îbrahîm, hat ez li otelê girtim, birime cihê ku qursa Kurdî tê dayîn. Li wira, mamostekê, zarokên Kurda fêrî Kurdî dikirin. Gelekî kêfa min bi wan hat. Hestyar bûm. Me bi hev re, strana “çi xweş awaz e, şêrîn û naz e, zimanê Kurdî” stra. Li tenişta Qursa Kurdî, saloneka werzişê hebû. Li wira jî, bi cil û bergên Kurdî, keç û xort, fêrî folklora Kurdî dibûn. Bi destê hev digirtin û govend digerandin.
Li Almatiya Qazaxistanê, di nav sedan miletan de Kurd jî hene. Ji çand û zimanê xwe xwedî derdikevin. Bi siûd in ku Kinyasê Îbrahîm û Nadîr Nadîrovê wan hene.
Û çi jin çi mêr, xwendî an nexwendî, dilê her Kurdekî bi welatê bav û kalan ve girêdayî ye.
Xewn û xeyal û hêviya wan, her li ser welatekî azad, aram û serbixwe ye.
Ev nivîs di hejmara 156an a Nûbiharê de hatî weşandin: Nûbihar 156, Sal: 29 Cild: 25 Havîn 2021 R: 50-53
Abdurrahman Benek – Nivîs ji malpera nubihar.com ê hat standin. [1]

Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,568 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî | candname.com 28.02.2022
Related files: 1
Linked items: 2
Group: Articles
Articles language: Kurmancî
Content category: Memoir
Content category: True Story
Country - Province: Kazakhstan
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( Rapar Osman Uzery ) on 13-02-2023
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 13-02-2023
This item recently updated by ( Rozhgar Kerkuki ) on: 08-09-2024
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 1,568 times
QR Code
Attached files - Version
Type Version Editor Name
Photo file 1.0.1180 KB 13-02-2023 Rapar Osman UzeryR.O.U.
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 1.719 second(s)!