Li herêmên Suriyeyê (deverên di kontrola Şamê, yên di kontrola çeteyan de û herêmên Rêveberiya Xweser) hejmara qurbanî û birîndarên erdhejan bû 5 hezar û 740
Li Suriyeyê hejmara qurbaniyên erdhejên ku 6’ê Sibatê Lİ bajarê #Mereş# ê Bakurê Kurdistanê bi pileyên 7.7 û 7.6 pêk hatin, zêde dibe.
Deverên di kontrola hikûmeta Şamê de
Li gorî daxuyaniya Wezatera Tenduristiyê ya Hikumeta Şamê, li herêmên di bin kontrola wan de ji duh ve hejmar neguheriye. Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin kul i Heleb, Laziqiye û Hemayê 812 kesan jiyana xwe ji dest da, hezar û 449 kes jî birîndar bûn. Encama li deverên Tertus û Idlibêjî nediyar in.
Feyde heye ku bê gotin reqemên Wezareta Tenduristiyê tenê yên der barê herêmên dibin kontrola hikûmeta Şamê de ne.
Herêmên Rêveberiya Xweser
Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê (Rêveberiya Xweser) hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane neguheriye. Heta niha 6 kesan jiyana xwe ji dest daye, 57 kes jî birîndar bûne. Ekîbên tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser tedbîrên pêwîst digirin û heta niha agahiyên cudatir nehatine dayîn.
Herêmên dagirkirî
Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, hejmara qurbanî û birîndaran zêde bû. Li gorî agahiyan li van herêman heta niha hezar û 20 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 400 kes jî birîndar bûne.[1]
Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon

to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 7,724 times
Write your comment about this item!