Necat KESKİN
$Abstract$
Xebatên folklorê xwedî dîrokeke dirêj in, lê “folk-lore” wek têgeh cara pêşî di sala 1846an de hat bikaranîn û di demeke kin de ji hêla civaka zanistî hat pejirandin. Di demeke kin de jî bi rê û rêbaz û mijarên xwe weke disîplîneke serbixwe hat qebûlkirin. Ji ber têkiliya berbiçav bi pêvajoya netewebûnê re jî xebatên folklorê pêşî li Ewropayê û piştre jî li derveyî Ewropayê belav bûn. Ji bo birêvebirina van xebatan komele û sazî hatin avakirin, kovar hatin weşandin. Di çarîka pêşî ya sedsala 20mîn de #rewşenbîrên kurdan# jî bal kişandin ser xebatên folklorê. Her çiqasî wek têgeh bi nav nekiribin jî di kovar û nivîsên xwe de cih dan van xebatan. Ligel ku di ser mînakên pêşî de sed sal derbas bûye, îro hê jî xebatên #folklora kurdî# xwedî pirsgirêkên bingehîn in. Ev pirsgirêkên bingehîn wek ên dezgehî û ên têgehî dikarin werin binavkirin. Di vê gotarê de ev pirsgirêkên bingehîn û herweha hinek pêşniyaz ji bo çareseriya wan dê werin gotûbêjkirin.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=450125&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=انقر لقرائة Pirsgirêkên Giştî Yên Xebatên Folklora Kurdî û Çend Pêşniyaz=KTML_Link_External_End=
Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon

to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 3,110 times
Write your comment about this item!