Di roja 7ʹan a #Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol# de nivîskar û lêkolîner #Salih Heydo# hat xelatkirin û du pirtûk hatin îmzekirin.
6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi diruşmeya Pirtûk samanê cîhanê ye di roja xwe ya 7ʹan de li Hola Zana ya bajarê #Qamişlo# dewam dike.
Di pêşangehê de nivîskar û lêkolînerê Kurd Salih Heydo, ji ber keda wî ya dewlemendkirina wêje û mîrateya kurdî, ji aliyê Komîteya Amadekar a Rojên Çand û Hunerê ya Kurd a li Berlînê ve hat xelatkirin.
Her wiha dîwana helbestvanê nemir Îbrahîm Derwîş a Neqireskek Ji Jana Dil û pirtûkeke li ser fêkirina lîstika şatracê ya ji zimanê ingilîzî wergerî zimanê erebî hatiye kirin, hatin îmzekirin. Her du pirtûk diyarî beşdaran hatin kirin.
Piştre pêşbirkeke çandî hat lidarxistin û pirtûk diyarî kesên serketî hatin kirin.
Pêşangeh wê sibe bi dawî bibe.[1]
ANHA
Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon

to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 3,857 times
Write your comment about this item!