Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  582,323
Images
  123,359
Books
  22,032
Related files
  124,495
Video
  2,187
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,191
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,152
Articles 
2,517
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
252
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Total 
271,560
Content search
Hişê çêkirî yê Kurdî
Group: Articles
Kurdipedia archives the history of past and present for the next generations!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hişê Kurdî
Hişê Kurdî
Bi CEO û HEVDAMEZRÎNERÊ Ovanyayê Keyo Yehya Çalî re hevpeyvîn
Teknolojiya hişê çêkirî li dinyayê êdî berbelav e û di gelek amûrên ku em rojane bikartînin, wek trîmbêl, robot, telefona destan, kompîter û aplîkasyonên wan, bi hişê çêkirî dixebitin. Di vê teknolojiyê de êdî #zimanê Kurdî# jî cihê xwe digire. Bifikirin hûnê tekstekê Kurdî bixwînin û hişê çêkirî ji bo we binivîse, an jî hûnê bi telefona xwe ya mobîl re bi Kurdî biaxivin û bêjin telefonî diya min bike. Kîjan Kurd vê rehetiyê naxwaze? Şîrketekê bi navê Ovanya li Başûrê #Kurdistan#ê Hişê Çêkirî yê Kurdî ava kir. Damezrîner û CEOyê Ovanyayê Keyo Yehya Çalî re derheqê hişê çêkirî û kar û xebatên xwe de bersiv da pirsên me. Hûrguliyên projeya hişê çêkirî yê Kurdî di hevpeyvîna me de ye.
Ez dixwazim wiha destpê bikim, beriya her tiştî tu dikarî ji me re bêjî ka hişê çêkirî yan jî hişmendiya destkariyê çi ye?
Hişê çêkirî şiyana komputer û amûrên dijîtal (wek robotan) e ku wek mirovên hişmend bikarin tevbigerin li himber mijar û pirsgirêk û karên ku girêdayî hizirîn û şiyanên mirovan in. Roj bi roj em mînakên zêdetir ji hişê çêkirî dibînin di mijarên cuda cuda yên jiyana şexsî û ya profesyonel de. Mînakek, dikare teknolojiya deng ji bo nivîsê an nivîs ji bo dengî be, mînakeke din, dikare erebeyên bê şofêr be. Çend beşên cuda yên hişê çêkirî jî hene li gor datayên ku dikevin berdestê wê sîstemê, ji bo mînak avahiya hişekê çêkiriyê ku bikare wêneyan nas bike gelek cuda ye ji avahiya hişekê çêkiriyê ku pêşbîniya aboriya şîrketekê bike.
Di teknolojiya îro de cihê hişê çêkirî (AI) çi ye?
Hişê çêkirî xwe ispat kiriye di kar û pîşesaziyên cuda de, êdî beşek gelek mezin ya jiyana me ya rojane li xwe digire û jiyana me hêsantir dike. Şaşiyên mirovan di karên dubare û rutînî de gelek kêm kirine, û ev îmkan daye sazî û şîrketên mezin ku bi hêsanî bikarin li ser datayên mezin (big data) bixebitin. Ji aliyekî din jî em dikarin destpêka sedsala 21ê wek destpêka şoreşa hişê çêkirî bidin nasîn.
Baş e, di teknolojiya hişê çêkirî de zimanê Kurdî di kîjan astê de ye? Hişê çêkirî yê Kurdî tê çi wateyê û wê bi kêrî çi bê?
Hişê çêkirî ji bo zimanê Kurdî û hişê çêkirî ji bo Kurdan an li Kurdistanê du mijarên ji hev cuda ne, vê dibêjim ji ber ku gelek kes van ji hev cuda nakin. Hişê çêkirî ji bo zimanê Kurdî zêdetir wan xizmetguzarî û bername û sîsteman li xwe digre ku bi awayekî hewil didin ji zimanê Kurdî fêm bikin û karekî li gor nivîsek diyarkirî bikin an jî bikare bi Kurdî binvîse ji encama fêrbûnek kûr. Mînakek wê bernameyeke ku bikare wêneyê nivîsên Kurdî bike nivîsa dijîtal, mînakek din dikare bernameyek be ku dema nivîseka bi Kurdî dixwîne dizane ka ev nivîs negatîf e an pozîtîf e, ka mijara wê nivîsê edebiyat e an dîrok… girîngiya hişê çêkirî ji bo Kurdî bi dîtina min bi awayekî girêdayî girîngiya mana zimanê Kurdî ye di vê çaxa nû de. Ku em bikarin Kurdî hînî bernameyên cuda bikin dê ew jî bikarin jiyana me ya nû bi Kurdî bixemilînin û jiyana bi Kurdî hêsantir û pêşketîtir bikin.
Hişê çêkirî yê Kurdî wê çawa jiyana me hêsantir bike? Emê ji bo kîjan kar, pîşe û sektoran wê bikarbînin? Bi mînakan dikarî behs bikî?
Ji ber ku bi awayek kiryarkî hişê çêkirî demek gelek dirêj nîne cihê xwe vekiriye, ne tenê ji bo zimanê Kurdî lê ji bo gelek zimanên xwedîdewlet û hikûmet û saziyê mezin jî hê pêşveçûnên berçav nehatine dîtin, an ku hebin jî li astek zêde bilind nînin. Loma jî derfetek gelek baş e ku em Kurd jî xwe bigihînin vê teknolojiyê an zanista nû û Kurdî bixin nav makîneyên wê yên cuda cuda de. Gelek ji wan makîneyên hişê çêkirî niha berhev in û rê didin ziman lê bên zêdekirin û ne hewce ye em ji nû ve wan makîneyan ava bikin, mîna Google Translaterê an jî makîneyên OCRê an jî yên deng ji bo nivîs û nivîs ji bo dengan, û cihê hêvî û dilxweşiyê ye dema em ciwanên Kurd dibînin daneyan bi awayên cuda berhev dikin ji bo van makîneyan û Kurdî zêde dikin. Lê ji bo gelek mijaran jî ji ber ku ew makîne girtî ne û xwediyên wan bi awayek taybet û li ba xwe zimanan zêde dikin, em neçar dimînin wan makîneyan ava bikin. Hişê çêkirî dikare gelek alîkariya medyayên me an dezgehên nivîs û çapemenî û arşîvan bike. OCR (wêne ji bo nivîs), rastkirina şaşiyên rênivîsî û rêzimanî, vebeşîna arşîvan û nivîsan li gor mijarên wan û naveroka wan, lêgerîna kûr ji bo nivîsên Kurdî, ev hin ji wan mînakên berçav in ku dikarin ji aliyê saziyan ve bên bikaranîn. Wekî din jî ji bo xelkê normal dikare gelek mifa hebe wek makîneyên werger û deng bo nivîsê. Pîr û nexwendayên me dê bikarin bi dengê xwe ji telefona xwe re bêjin telefona filan kesî bike ji bo mînak.
Şîrketa te Ovanya li Başûrê Kurdistanê niha çi xebat û proje dimeşînin? Li giştiyê Kurdistanê û cîhanê bazara hişê çêkirî yê Kurdî heye gelo?
Dema me destpê kir, yekem projeya me bi OCR (wêne bo nivîs)a Kurdî destpê kir, me paşê guhart û mezintir kir û biryar da gelek makîneyên din lê zêde bikin ku sazî û şîrket bikarin di kar û projeyên xwe de bikarbînin. Dema me ew şiyan di xwe de dît û serkeftina wê makîneyê bi çavên xwe dît, me biryar da di beşên din de jî bixebitin û hişê çêkirî ji bo gelek projeyên din zêde bikin. Gelek makîneyên hişê çêkirî hene ku ne tenê bi zimanê Kurdî re girêdayî ne û cîhanî ne (mîna wan teknolojiyan yên ku karê wan bi wêneyan an datayên hijmarkî re ye), dema makîneyên wisa yên xurt û pêşketî bên çêkirin û bikarin pirsgirêkekê çareser bikin, dikarin li her dera cîhanê û li her wilatekî bên bikaranîn. Lê yên ku bi ziman re girêdayî ne divê ji bo mebesta fêmkirin an xebitîna li ser wî zimanî re bên bikaranîn. Niha ji bo marketingê bi taybet derfet gelek baş e ku ev makîneyên me yên vebeşîna nivîsan û fêmkirina ji nivîsên Kurdî bên bikaranîn. Em tenê li ser hişê çêkirî û Data Scienceê (zanista datayan) dixebitin. Niha em li ser du projeyên gelek balkêş dixebitin; yek ji wan pirojeyeka mezin e di marketingê de ku bi yek ji şîrketên mezinên marketingê re hevbeş li ser dixebitîn, dê marketinga Kurdistanê (li başûr ji bo niha) bigihîne astek nêvdewletî û bilindtir ji berê, ev projeyek e ku marketinga traditional bi ya nû û hevçax re girê dide bi rêya hişê çêkirî. Projeyek din jî bi yek ji medyayê herî mezinên Kurdistanê re em li ser dixebitin, ew jî makîneya rastkirina şaşiyên rêzimanî û rênivîsê ye, dê gelek mifadar be him ji bo xelkê û him jî ji bo saziyên ku bi ziman re dixebitin.
Hedef û armanca we ya sereke çi ne?
Armanca me destpêkê tenê OCR (nivîs ji bo wêneyan) paşê dema me serkeftina wê dît û me ew şiyan di xwe de dîtin me nêrî ku em dikarin hişê çêkirî di gelek aliyên din de jî bi cih bikin û biceribînin. Me çi qas zêdetir didît û em çi qas zêdetir kûr dibûn zêdetir ji bo me zelal dibû ku bi rastî dema wê ye em niha bi hemû şiyanên xwe hewl bidin vê hişmendiya ku data girîng in li Kurdistanê bilav bikin, ji bo me ji businessekê zêdetir e niha. Her ku diçe em wek xelk jî û sazî û şîrket û karwerên me jî zêdetir datayan çêdikin û zêdetir bi datayan re dixebitin, me valahiyek dît ku cihê hişê çêkirî û data scienceê vala ye û divê bi cih bibe, dema data hebin divê makîneyên wan jî hebin ku em bikarin bi awayek pêşketîtir bixebitin. Ez xweşbîn û piştrast im ji vê ku dê di demek nêz de gelek sazî û şîrket berê xwe bidin hişê çêkirî û dê bi girîngiya wê bihesin, ya em wek Ovanya dikin ev e vê pêvajoyê bileztir bikin û dema ew amadeyî çêdibe şîrketek hebe û berhev be wan xwestekan bi cih bîne. Ya li ber me niha ev e em şîrketa xwe mezin bikin û bi wê mezinkirinê re jî wê hişmendiyê bilav bikin û jîngehek wisa ava bikin ku zêdetir girîngiyê bi datayan bide û jê fêm bike.
Ez meraq dikim di demeke nêzik de hişê Kurdî yê çêkirî dê bikare ji aliyê fîrmayên navdewletî ya teknolojiyê ve jî bê bikaranîn? Ger wisa bibe nirxa zimanê Kurdî jî dê li ber zimanên nawdewletî bilindtir bibe, ne wisa?
Helbet, wek min got ji ber ku teknolojiyek nû ye, gelek ziman hene ku li paş mane û Kurdî ne tenê ye di vê mijarê de. Lê ev jî bi awayekî cihê hêviyê ye ku em bikarin demek zû de Kurdî di beşên wê yên cuda cuda de pêş bixin û zêde bikin. Ji bo mînak şîrketa Facebookê naveroka zimanê Îngîlîzî fêm dike û li gor wê pêşniyaran dike û marketingê hêsantir û pêşketîtir dike, ev ku bikare wê ji bo zimanê Kurdî bike asta Kurdî jî bilindtir dike û dê alîkariya civakê jî bike. Ji aliyekê din jî ku em lê binêrin cîhana îro cîhanek dijîtal e û her ku diçe em kûrtir dikevin nav dijîtal bûnê, ku Kurdî jî bixwaze bêje ez heme divê van makîneyan hînî zimanê xwe bike.
Ev pirsa min bila ji bo meraqdarên data science û kodnivîsiyê re be. Kesên ku bixwazin van zanistan hîn bibin dive çi bikin? Qesta min ne tenê çûna zaningehan e, pêşniyar in te çi ne?
Gelek kar hene mîna bizîşkiyê, an gelek beşên endazyariyê û zanistên bingehîn ku ji bilî xwendin û xebatek diyarkirî û gelek taybettir û xwedî rêbazên xwe yên zanistî, divê belgeyek jî hebe ku nîşan bide kesekî/ê hin qonax derbas kirine û niha cihê baweriyê ye ku bixebite di wî warî de. Lê berevajî wan gelek kar jî hene mîna siyaset û edebiyat û huner û bernamenivîsiyê ku ne hewce ye tu bi hin qonaxên diyarkirî re derbas bibî ku hin kesên din (an komekê) diyarkirî bin ji bo me, kesek dikare bi xwe rêya xwe bibîne û bi xwe li gor tecrubeya xwe û xwendin û hewlên xwe xwe pêşve bibe û hîn bibe û heta karek gelek serkeftî jî bike. Data Scince û bi giştî jî bernamenivîsî karek wisa ye, ne tenê bi dîtina min lê ev bawerî çêbûye ku ji bo salên li ber me divê her kes xwe hînî bernamenivîsiyê bike ku bikare bixebite di karek zanistî de. Niha zarokek dikare bi tena serê xwe tenê li ser înternetê hînî bernamenivîsiya website û lîstikên komputerê bibe, kesek dikare bi sê mehan xwe baş hînî bingehên bernamenivîsiyê bike, sê mehên din lê zêde bike û bikeve nav beşekê de dest bi karekî bike, sê mehên din lê zêde bike dê bikare li ser projeyek mezin bixebite wek endazyarek. Helbet cudahî di navbera beşên cuda yên bernamenivîsiyê de jî hene, data science ne tenê bernamenivîsî ye; bernamenivîsî beşek e ji wê, divê di heman demê de matematîkek baş jî bizanî û di mijara ku li ser dixebitî jî lêkolînek baş bikî. Pêşniyara min ji bo meraqdarên data scienceê ev e ku pêşî bi awayek bingehîn xwe hînî bernamenivîsiyê bikin û paşê li ser matematîkê bixebitin (hinekê ne zêde), qursên online û bê beramber gelek in û gelek websiteyên mîna Kaggle.com ê jî hene ku datasetan berdest dikin ji bo ku bikarin li wir şiyanên xwe biceribînin û kar û projeyên xelkê jî bibînin.
Teknolojiya “data science” mirovan hinek ditirsîne. Lewra daneyên kesane/şexsî jî têne berhevkirin. Mirov çawa dikare pê bawer bibe ku bi niyeteke xirab neyên bikaranîn?
Yek ji sedemên ku em data scienceê bi vî awayî dibînin, propagandayên mezin in ku şîrketên mezin li dijî hev digêrin û hewl didin bi awayekî aboriya wê şîrketê têk bidin. Bi navên cuda cuda komkirina datayan tê rexnekirin û gelek ji wan mafdar in jî, lê em ji bîr dikin ku piraniya caran zêdetir alîkariya me û jiyana me ya îro dikin. Berê rêzefilm dema dihatin berhemînan li ser dîtin û hizrên kesekî an komek diyarkîrî çêdibûn, niha datayên me (ev ka em zêdetir çi mêze dikin, ka em zêdetir çi rexne dikin û zêdetir çi dipejirînin) hemû tên berçav girtin û rêzefîlmek zêdetir nêzî xwastên me çêdibe, ev mînakek taybet bû lê eynî tişt di mijarên din de jî rast e. Niha bi rojane datayên nexweşan û testên wan alîkariya şîrket û saziyên mezinên tendirûstiyê dikin û me bi leztir digihînin çareseriyan. Şîrketên erebeyan û balafir û keştiyan rojane (petabyte)an kom dikin ku bikarin makîneyên baştir çêbikin, makîneyên ku zêdetir jîngedost in û bi enerjiyek kêmtir karek zêdetir bikin. Dema em li wêneyê mezintir binêrin em dibînin ku ew qenciyên ku data science di derheqa mirovatiyê de di her warî de dike ew qas mezin in ku xirabiyên wê nayên dîtin û gelek kêm û biçûk dibin. Di mijara social media û jiyana rojane ya mirovan de jî eynî tişt heye, gelek ji van bername û platformên ku jiyana me hêsantir dikin bi data û çalakiyên me wisa baştir û hêsantir dibin.
Saet xweş, gotina te ya dawiyê heye?
Yek ji wan tiştên ku gelek dixwazim di van çend salan de bibînim ev e ku Kurd jî bibin yek ji wan gelên gelek çalak di hişê çêkirî û data scienceê de, ji bo wê ne hewce ye dewleta me jî hebe, ne hewce ye şîrketên çend milyarî li Kurdistanê hebin, tenê komputer û înternet pêwîst in. Niha ji bo komputerên gelek bihêz û bilez jî zêde pirsgirêk nîne, cloud computing û serverên gelek baş dikarin wê jî çareser bikin. Ya dimîne ev e; em civakekê amade bikin ku girîngiya hişê çêkirî bizane û di her beşek û warek vê jiyanê de bi cî bike, û dê alîkariya me bike di vê serdema nû de xwe jî baştir û zelaltir bidin nasîn û xwe pêş bixin. Me gelek derfet ji dest dane ku dema wan derbas bûye û êdî dereng e, lê hişê çêkirî nû destpê dike ji bo hemû cîhanê, çima em jî beşdar nebin!
Zor spas dikim Keyo Yehya Çalî. Bi rastî zor xweşhal bûm bi nasîna te û her serkeftina we dixwazim.[1]

Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,244 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
[1] Website | کوردیی ناوەڕاست | http://thehallkurdi.com/
Linked items: 2
Group: Articles
Articles language: Kurmancî
Publication date: 17-04-2022 (3 Year)
Content category: Science
Country - Province: Kurdistan
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Badini
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( ئەڤین تەیفوور ) on 13-10-2022
This article has been reviewed and released by ( ئاراس حسۆ ) on 15-10-2022
This item recently updated by ( ئاراس حسۆ ) on: 15-10-2022
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 1,244 times
QR Code
Attached files - Version
Type Version Editor Name
Photo file 1.0.186 KB 15-10-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.313 second(s)!