Ajansa Nûçegihaniya “#Kurd#pa”yê belav kiriye ku roja Şemî 3`ê Banemer a sala 1401`an a Rojî, hejmarek ji kolberên Kurd li ser sînorê Newsûdê rastî teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hatin û di encamê de kolberekî Kurd ê bi navê “Îhsan Keremî” xelkê bajarê Selasa Bawecanî hate birîndarkirin.
“Kurdpa”yê belav kiriye ku ew kolberê Kurd di wê bûyerê de destê wî birîndar bû û bo tedawiya pizîşkî bo navenda dermanî hate veguhastin.
Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di berdewamiyê de daye zanîn, hêzên leşkerî yên rejîma Îranê bi bê agehdarkirina berê ew kolbere digel hejmarek ji kolberên din dane ber gulleyan.
Her di vê derheqê de, êvareya heman rojê, kolberekî din ê bi navê “Îsmaîl Sebokrû” xelkê bajarê Rewanserê, bi gulleyên saçmeyî yên hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorê Şûşmê hatibû birîndarkirin.[1]
Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon

to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 2,942 times
Write your comment about this item!