Derax Kurdipediyê de
Afîneyen Kurdipedia
 Cigerayîş
 
 Miyançı
 Zıwan
 
 Wengres
 Rî
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Cigerayîş
 
 Miyançı
 Zıwan
 
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Kıtebxane
 
  
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 ...
 ...
 
 Rewşa tarî
 Slide Bar
 Font Size


 Mîhengên standard
Derax Kurdipediyê de
Mercên Bikaranînê
Afîneyen Kurdipedia
Şîrove ê şima
Xebitnayox, -e
  - Kurdipedia
Destdayi
 
 Navên Kurdkî
 Ser Lêgerînê bike
  584,882
Pêke
  123,955
  22,086
Têkilî Dosyayan
  125,750
Video
  2,193
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Kom
Zazakî
Jiyaname 
8
Cagah  
1
Çap 
8
Kıtebxane 
69
Kilm şınasiye  
6
Hilanîna Dosyayî
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemûyanê yew cı 
273,795
Gêrayêne naverokê
Peynîye: 33 Rûpela 4 ya 4 hate dîtin



Export Page to MS Excel
Facebook
Twitter
Telegram
LindedIn
Viber
Whats App
Messenger
Email
Copy Link

​​​​​​​Li Zanîngeha Kobanê şahiya derçûna xwendekaran
Kom: Kilm şınasiye
Armancê me wusa ye ke wek neteweyên din, xwe yew bankayê agahiyê neteweyî hebin.
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Tarixê babetê
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​Li Zanîngeha Kobanê şahiya derçûna xwendekaran
​​​​​​​Li Zanîngeha Kobanê şahiya derçûna xwendekaran
Zanîngeha #Kobanê# ji bo 32 xwendekarên derçûne, şahiyek li dar xist. Di şahiyê de berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê hate silavkirin.
Şahî li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê hate lidarxistin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn beşdarî şahiyê bû. Mihemed Şahîn di şahiyê de axivî û wiha got: Em îro di kêliyên dîrokî re derbas dibin, divê saziyên me yên perwerdeyê û xwendekarên derçûyî baş bizanin ku wergertina bawernameyê ne ku ji bo berjewendiyên xwe yên madî bixebitînin, lê belê divê xebata li ser avakirina civaka exlaqî xwedî nirx û prensîbên bilind bin.
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim jî got: Derçûna xwendekarên zanîngehan li gel van rewşên zehmet ku herêm tê re derbas dibe, li dijî aliyên şerê Rêveberiya Xweser a Demokratîk û aliyên şerê perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, bersiva herî guncaw e.
Mislim wiha domand: Ew hewl didin me qir bikin. Ha li çiyayên Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker li dijî vîna gelê Kurd bi çekên kîmyewî li dijî gerîlayan azadiyê disekinin. Divê em li wan bifikirin. Em ê bi xebateke cidî ragihînin ku deynê wan didin.
Cîgira Hevserokatiya Zanîngeha Rojava Şînda Dawûd jî wiha got: Me ev xew bi vekirina dibistan, zanîngeha û derçûna xwendekaran bi zimanê dayikê pêk anî. Ev yek bi saya fedakariyên şehîdan, Şoreşa 19’ê Tîrmehê, vîn û israra gelê me ye. Em ê bi vê têkoşînê di dibistan û zanîngehên xwe de dewam bikin û siberojeke geş ji zarokên xwe re pêk bînin.
Her wiha hevserokê Zanîngeha Şerq a Reqayê Hesen El Îsa jî got: Em îro bi sed metreyan ji goristana şehîdan ku tê de bi sedan lehengên ji bo pêkanîna xewnên me canê xwe daye, nêz in. Em kêfxweş in ku tiştê wan şehîdan daye destpêkirin, ava bikin.
Di şahiya derçûnê de peyama fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser ekraneke mezin hate pêşandan. Ebdî xwendekarên derçûyî û kadroyên her sê zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kirin û wiha got: Em bi vê derçûnê pir kêfxweş in ku hûn ê xewna me pêk bînin û hûn encamên ked û israra xwe li ser xwendina di rewşên dijwar ên dirêjahiya 10 salên şer de wergirin. Hûn teqez dikin ku fedakariyên mezin bi encamên erênî bi dest ketin. Em bawer in ku hûn ê roleke girîng di pêvajoya bê de ji dîroka gelê me re bilîzin.
Li dawiyê, hunermend Ehmed Dalî, Koma Vejîn û Koma Ararat konser dan.[1]
ANHA

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | https://hawarnews.com/
Publication date: 20-10-2022 (3 Ser)
Bajar: Kubanê
Curey Weşan : Born-digital
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: Zanaişê
Technical Metadata
: 99%
99%
Sernuşte babetê
QR Code
Attached files - Version
Babet Version
Dosyayî fotoraf 1.0.1129 KB 22-10-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
​​​​​​​Zanîngeha Rojava ji bo pêkanîna pîvanên zanistî yên navnetewî xebatekî mezin dimeşîne
Kom: Kilm şınasiye
Kurdipedia agahiyê qeder hêsan kerdî! Bi telefonê xwe, zêdetir ji pênc sed hezar qeydan li cebe we ye!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Tarixê babetê
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
=KTML_Bold=​​​​​​​#Zanîngeha# Rojava ji bo pêkanîna pîvanên zanistî yên navnetewî xebatekî mezin dimeşîne=KTML_End=
QAMIŞLO- EKREM BEREKAT

Zanîngeha Rojava hewl dide ku di aliyê sîstema rêvebirin, nirxandin û rêbazên wanedayînê de ji zanîngehên Rojhilata Navîn cudatir be. Di aliyê meteryalan de hewl dide pîvanên zanistî yên navnetewî pêk bîne. Zanîngeh ji hemû çandên din re vekirî ye û hewl dide têkiliyên xwe bi zanîngehên navdewletî û kesayetên akademîsyên ên tevahî cîhanê re deyne.
Yek ji berhemên mezin ên Şoreşa 19`ê Tîrmehê, Zanîngeha Rojava ye. Zahîngeh sala 2016`an li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate vekirin. Zanîngeha Rojava bi derfetên kêm, di aliyê akademî û rêveberiyê de karî zemîna saziyeke perwerdeyê deyne û dixebite da ku peywendiyan bi sazî, kesayetên akademîk, zanistî yên navdewletî re ava bike.
Zanîngeha Rojava karî çarçoveya akademî berfireh bike. Di vê derbarê de komîteyên şopandina wanedayînê, nirxandina xwendekar û mamosteyan, şopandina lêkolîn, çavkanî û pirtûkan hatin avakirin. Her wiha ji bo pêşxistina asta perwerdeyê projeyên zanistî, fêrkirin û xizmetguzarî pêşniyar pêşkêş dike.
Di sala yekemîn a vekirina zanîngehê de 252 xwendekar beşdar bûn û di salên li dû de hejmar zêde bû. Di salên 2017-2018'an hejmara xwendekaran gihaşt 720'an.
Zanîngeha Rojava niha ji 8 fakulteyan pêk tê: (Fakulteya Bijîşkiyê, Fakulteya Endezyariya Petrolê û Petrokîmiya, Endezyariya Lêkirinê, Fakulteya Zanista Perwerdeyê, Fakulteya Çandiniyê, Fakulteya Zimanan û Zanistên Civakî). Her wiha du peymangeh hene; (Peymangeha Bilind a Mîkatronîk, Peymangeha Rêveberî û Diravî). Zanîngeha Rojava hewl dide ku Fakulteya Hiqûqê û Fakulteya Zanistên Olî pêş bixe û beşên wêjeya Erebî di Fakulteya Zimanan û Zanistên Civakî zêde bike û Peymangeha Ragihandinê veke.
=KTML_Bold=SÎSTEMA ZANÎNGEHA ROJAVA=KTML_End=
Sîstema wanedayînê li Zanîngeha Rojava ji zanîngehên Sûriyê û Rojhilata Navîn cûda ye. Sîstema Rêveberiyê li zanîngeh û fakulteyên wê hevserokatî ye û li şûna ezmûnên klasîkî, sîstema nirxandinê heye. Zimanê wanedayînê Kurdî û Erebî ye.
Xwendekara bi navê Canda Ehmed Erefat sala 2018'an beşdarî fakulteya Wêneya Kurdî bûye, dibêje: “Sîstema nirxandinê ji sîstema ezmûnên klasîkî baştir e. Bi rêya sîstema nirxandinê, xwendekar dikarin zanistê baştir fam bikin. Lê sîstema ezûman xwe dispêre ezberkirinê.
Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava, diyar kir ku ew hewl dide atmosfêreke guncaw ji bo xebata wanedayînê peyda bike, ku di beşên zanistî de girîngiyê bide xebata labaratiwar û meydanî û di beşê wêjeyî û teorîk de giraniyê bide aliyên lêkolînê. Her wiha destnîşan kir ku rageşî û nakokiyên mezin hene, bi taybet di aliyê labratiwar û meydanî de, ji ber ku mijar girêdayî pirsgirkên diravî û lojîstîk in.
Di aliyê akademî de, Canda ev tişt diyar kir: Di aliyê akademî de hinek kêmanî ji aliyê mamosteyan ve hene. Ji ber ku Zanîngeha Rojava hîna nû ye, bi taybet di warê wêjeya kurdî de, dan û standina bi xwendekaran re, amadekirina semîneran bi xetên destan. Lê hin aliyên din hewl didin armanca zanîngehê bi rêk û pêk bi cih bînin.
Li gorî Canda zehmetiyên ku kişandiye, kêmbûna çavkaniyan (Pirtûk, lêkolîn bi taybet rêzimana kurdî, ji ber ku pirtûkxaneya zanîngehê hîna nehatibû vekirin). Canda got: Em neçar dimînin ku li înternêtê vegerin, lê guman li ser rastiya hin malperan heye.
Desteya Rêveber diyar kir ku Zanîngeha Rojava hêvî dike ku civakeke azad ava bike, têkiliyên di navbera xwendekar û mamosteyan de, xwendekar û rêveberiyê û di navbera mamoste û rêveberiyê de bi rêxistin bike. Her wiha her kesî li ser rêbaza durist a renxe û rexnedayînê fêr bike, cesareta bêalî û mantiqî pêşkêş bike.
Zanîngeha Rojava hewl dide ku di mijara perwerdeya zanistî, meteryal, rêbazên nirxandin û şêweyê wênedayî de, her wiha di aliyê qebûlkirina çandên din de ji zanîngehên din ên Rojhilata Navîn cûda be, da ku pîvanên zanista navdewletî pêk bîne.
=KTML_Bold=JI BO PÊŞXISTINA REWŞA PERWERDEYÊ XEBAT BERDEWAM E=KTML_End=
Sala derbasbûyî gelek guhertin di sîstema nirxandinê ya zanîngeha Rojava de çêbûn, ku gelek pîvanînên zanistî û cîhanî hatin lêkolînkirin û ya herî guncaw hate pejirandin. Ev jî li taybetmendiyên cûdabûna Zanîngeha Rojava zêde bû.
Dewama aktîf (Beşdarbûna xwendekar) beşekî sereke ye û nepêkanîna rêjeya dewamê ya tê xwestin dihêle ku xwendekar bi binkeve. Her wiha beşdarbûna xebata kolektîf, afîrner û çalakbûn beşekî sereke û girîng di mijara nirxandina xwendekar de ye. Rêjeyeke pileyan ji bo lîkolînan, erk, ezmûn, waneyên zanistî, proje û ezmûnên nivîskî hatiye veqetandin.Her wiha ezmûna nivîskî jî hatiye zêdekirin.
Îsal, di zanîngeha Rojava de pêvajoya amadebûnê hate zêdekirin. Di sala yekemîn a tevlêbûna zanîngehê de xwendekar derbasî pêvajoya amadebûnê dibe, piştre derbasî branşan dibe.
Biryarên girêdayî zanîngeh û xwendekar ji aliyê Meclisa Rêveber, Meclisa Zanîngehê, Meclisa Jinan û Meclisa Xwenekaran ve tên girtin.
=KTML_Bold=HEWL TÊ DAYÎN KU PEYWENDÎ BI ZANÎNGEHÊN NAVNETEWÎ RE BÊN DANÎN=KTML_End=
Zanîngeha Rojava hewl dide ku peywendiyan bi zanîngehên navnetewî û akademîsyenan re deyne. Li gorî Desteya Rêveber, di dawiya havîna 2019'an de lihevkirineke koodîne û pevguhertinê bi Zanîngeha Californyayê re pêk hat. Heman lihevkirinê bi Zanîngeha Parma ya Îtalyayê re pêk bîne, ev proje di pêvajoya îmzekirina protolkolê de ye.
Zanîngeh hewl dide ku bi rêya civînên Online li ser tora Zoom peywendiyê bi zanîngehên Amerîkayê re deyne û bi komek akademîsyenên Kurdî û dostên wan a bi navê Akademîsyenên Aştiyê têkilî çêbike. Ev kom bernameyeke hevgirtî ji bo koordîne û tevkariyê di hemû qadan de wekî lêkolîneke zanistî û peydakirina pirtûkan û komxebatran amade kir.
KOMXEBATÊN KU ZANÎNGEHA ROJAVA BEŞDAR BÛ
Zanîngeha Rojava beşdarî gelek komxebatên cîhanî bû. Ji wan; Komxebata bi navê Xeteriya li pêşberî zanista civakî ya ku akademîsyenên ji DYA, Fransa, Brazil, Afrîkyaya Başûr û hwd. Her wiha beşdarî komxebata Parastina Kevneşopiya Cîhanê bû, ku li Zanîngeha Muntesiriya ya Bexdayê hate lidarxistin.
Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava diyar kir ku projeya dawî ya ku pêk anîne, piştgiriya pêngava ku zanîngehê di 19'ê Tîrmehê de destpê kiribû. Di vê pêngavê de zêdeyî 100 akademîsyenên ji hemû branşan ên ji (Avusturalya, Brezîlya, Îtalya, Fransa, Brîtanya, Kanada, Albanya, hwd) pêşwazî kir. Desteya got: Akademîsyenên ku serdana vir kirine piştgiriya xwe bi saziyên me re nîşan dan. Hin ji wan qebûl kirin ku wekî endamên mêvan beşdarî Desteya Akademiyê ya Zanîngehê bibin, semîneran bidin û nameyên master kontrol bikin, pirtûkan peyda bikin û desteka diravî bidin.
Desteya Rêveber a Zanîngehê destnîşan kir ku xebatên dayîna têkiliyên bi zanîngehên navdewletî re berdewam e, di nav de zanîngeha Dresdena Almaniya re û pêşnûmayek bi Zanîngeha Washington a Amerîkî re.
=KTML_Bold=XIZMETÊN JI XWENDEKARAN RE TÊN PÊŞKÊŞKIRIN=KTML_End=
Zanîngeha Rojava, cihê mayînê ji xwendekarên ji derveyî kantonê re peyda dike û barê xwarina wan hildigire ser xwe. Her wiha ji bo xwendekarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî fon tên dayîn. Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava hewl dide hin guhertinan pêk bîne.
Ji wan; dê xwarina xwendekaran a ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve bê rawestandin, li hemberî wê dê fonên wan li gorî mercên jiyanî zêde bibin. Her wiha amadekariya lêkirina cihekî mayînê ji bo herî kêm hezar xwendekarî tê kirin. Cihê mayînê ji gelek avahiyan pêk tê. Her avahiyek ji 4 qatan pêk tê û her odeyek têra 3 heta 4 xwendekarî dike.
Zanîngeh bi koordîneya saziyên Rêveberiya Xweser hewl dide derfetên kar ji xwendekarên mezûn bûne peyda bike. Di vê derbarê de Canda Erefat dibêje: Piştî xwendinê bi dawî bikim derfetên kar pir in, wekî mamostetiya zimanê Kurdî, ragihandina Kurdî û werger.
Ji Zanîngeha Rojava heta niha 223 xwendekar mezûn bûne. Di fakulte û peymangehên zanîngehê de hezar û 460 xwendekar dewam dikin. Zanîngeh bi rêya hevyazbariyê (mufadele), amadekariyan dike ku di 25'ê Tebaxê de dest bi qeydkirina navên xwendekaran dike ku dê pêşwaziya derdora 850 xwendekarî bike.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 28-03-2025
Publication date: 25-08-2020 (5 Ser)
Curey Weşan : Born-digital
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Kategorîya Naverokê: Cıgeyrayış
Technical Metadata
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
: 98%
98%
Sernuşte babetê
QR Code
‘Wê Îlona 2026’an Zanîngeha Kurdî bi fermî were vekirin’
Kom: Kilm şınasiye
Kurdipedia agahiyê qeder hêsan kerdî! Bi telefonê xwe, zêdetir ji pênc sed hezar qeydan li cebe we ye!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Tarixê babetê
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Wê Îlona 2026’an Zanîngeha Kurdî bi fermî were vekirin’
‘Wê Îlona 2026’an Zanîngeha Kurdî bi fermî were vekirin’
=KTML_Bold=‘Wê Îlona 2026’an Zanîngeha Kurdî bi fermî were vekirin’=KTML_End=
Hemza Sêvo/ Qamişlo

Serokê Zanîngeha Kurdî ya Navdewletî Yûnis Bahram da zanîn ku biryara vekirina Fakulteya #Kurdolojî# xala nîqaşê ya herî girîng bû di konferansê de û got, “Zanîngeha Kurdî ya Navdewletî di Îlona sala 2026’an de bi fermî dest pê bike.
Konferansa duyemîn a Zanîngeha Kurdî ya Navdewletî di 17 û 18’ê Cotmehê de li bajarê Dresdenê yê Almanyayê bi beşdariya akademîsyen, rewşenbîr û nûnerên hêzên siyasî û çandî yên Kurdî ji deverên cuda yên Kurdistanê û dîasporayê hat lidarxistn.
Ev konferans ji bo temamkirina konferansa yekem li dar ket da ku bingehê zanîngehê were danîn. Di konferansa yekem de bal hat kişangin ser pêwîstiya dîdîjîtalkirina #zimanê Kurdî# ji bo parastina wê ji tunebûnê.
Lê di konferansa duyemîn de mijarên weke plansaziya projeya zanîngehê, binesaziya akademîk, avakirina Zanîngeha Almanî- Kurdî ya Navdewletî hate nîqaşkirin.
Derbarê vê konferansê de serokê Zanînheha Kurdî ya Navdewletî Yûnis Bahram ji rojnameya me re axivî:
‘Zêdetirî 200 akademîsyen û professorên Kurdistanî beşdar bûn’
Yûnis diyar kir ku di konferansa Zanîngeha Kurdî ya Navdewletî de 200 kes beşdar bû û wiha got: “Kesayet ji deverên cûda yên Kurdistanê û Ewropa beşdarî konferansê bûn, ji bilî mêvanên ji welatên dûr wek Çîn û Japonya hatibûn. Di konferansê de hejmareke mezin ji kesayetên siyasî yên navdar jî amade bûn, di nav de Serokwezîrê wîlayeta Saksonya ya Almanyayê, wezîrê Aboriya Saksonyayê , hem jî wezîrê Xwendina Bilind a Başûrê Kurdistanê, waliyê bajarê Silêmaniyê serokên zanîngehên ji Başûrê Kurdistanê hazir bûn. Di heman demê de ji Rojhilatê Kurdistanê serokê Partiya Tudeh ji Rojhalat, Îlxan Zade û sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mistefa Hicrî, beşdar bû. Herwiha ji Bakurê Kurdistanê jî hevserokatiya Partiya Demokratîk BDP û serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ahmed Karamos beşdar bûn. Di konferansê de beşdariya hunerî û çandî ya berbiçav pêk dihat, ev konferans bi tevlîbûna hunermendên navdar Şivan Perwer û Dilo Doxan hat xemlandin. Li aliyekî din nivîskar û afirîner Cewad Merwanî, di warê çandî de konferans dewlemendtir kir.”
‘Biryara vekirin Fakulteya Kurdolojî xala girîn a konferansê bû’
Yûnis Bahram da zanîn ku biryara vekirina Fakulteya Kurdolojî xala nîqaşê ya herî girîng bû di konferansê de û wiha domand: “Ev konferans hem di warê hêz û cihêrengiya beşdarbûnê de, hem jî di warê rêxistinê û asta bilind a nîqaşan de bi rastî jî gelekî baş bû. Di konferansê de li ser çend xalên girîng hate sekinandin, bi taybetî jî: Damezrandina Fakulteya Kurdolojî wek stûneke bingehîn li zanîngehê. Di heman demê de avakirina beşên taybet weke Dîrok û Erdnîgarî, Sosyolojî, Zanistên Komputerê, Rêveberiya Giştî, Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navnetewî. Herwiha projeyeke bi nirx hate nîqaşkirin, ew jî ku şaxekî Zanîngeha Kurdî ya Navdewletî li bajarê Silêmaniyê, di bin navê ‘Zanîngeha Kurdî ya Elmanî’ de. Bi vî rengî weke dirêjahiyeke girîng a zanîngehê di nava Kurdistanê de wê xizmetê bike. Ev şax dê fakulteyên girîng ên wekî Bijîşî û Dermanxaneyan vehewîne. Wê ji xwendekarên Başûrê Kurdistanê re bibe derfetek ku bi şêwazê perwerdehiya Ewropî xwe bigihînin perwerdehiya bilind. Di konferansê de nîqaşên kûr di navbera serokên zanîngehan û zanyaran de li ser perspektîfên hevkariya di navbera Zanîngeha Kurdî ya Navnetewî û hempîşeyên wê yên li Kurdistanê de pêk hatin. Ev yek jî bi rêya guhertina xwendekar û mamosteyan, hem jî xwendina onlayn. Li aliyê din jî wê bi rêya bawernameyên Kurdistanî û Almanî qebûlkirina xwendekaran çêbibe. Di heman demê de wê ezmûn li gorî pîvanên Zanîngeha Kurdî ya Navdewletî bên çêkirin.”
‘Zanîngeha Kurdî projeyek istratîjîk li derveyî Kurdistanê ye’
Serokê Zanîngeha Kurdî ya Navdewletî tekez kir ku projeya zanîngehê gaveke istratîjîk e û axaftina xwe wiha qedand: “Ev konferans û plan projeyên ku ji wê derketine pêngaveke stratejîk a bêhempa temsîl dike, ji ber ku cara yekem li derveyî erdnîgariya Kurdistanê tecrûbeyeke akademîk a Kurdî tê avakirin. Ev tecrûbeyeke bêhempa ye ku armanca wê ew e ku zanîngeheke Kurdî ya navndewletî ava bibe, herwiha xwendekarên ji Kurdistanê û ji deverên cuda yên cîhanê hembêz bike. Yek ji taybetmendiyên herî berbiçav ên vê projeya ew e ku wê di fakulteyên Kurdoloji, Dîrok, Erdnîgarî û Zanistên Siyasî de bi waneyên zimanê Kurdî bi her du zaravayên Soranî û Kurmancî bên dayîn. Ev yek jî wê bibe gavavêtineke akademîk ji bo bicihkirina zimanê Kurdî di zanîngehê de. Di beşên din jî ew ê bi Almanî perwerde were dayîn, da ku xwendekar fêrî zimanên cuda bibin û asoyên wan berfirehtir bibin. Di encamên kongreyê me biryar da ku Zanîngeha Kurdî ya Navdewletî di Îlona sala 2026’an de bi fermî dest pê bike. Di dema pêş de jî wê amadekarî têkildarî piştgiriya sazîbûyînê ji bo zanîngehê bên kirin.” [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | Kurmancî | Malpera: https://ronahi.net
Publication date: 21-10-2025 (0 Ser)
Curey Weşan : Born-digital
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Kategorîya Naverokê: Zanaişê
Xoserı : Elmanya
Technical Metadata
: 99%
99%
Sernuşte babetê
QR Code
Attached files - Version
Babet Version
Dosyayî fotoraf 1.0.111 KB 26-11-2025 ئاراس حسۆئـ.ح.
Bernameyên Masterê li Zanîngehên Rojavayê Kurdistanê
Kom: Kilm şınasiye
Bi Kurdipedia re dizanî: Kî kî ye! Li kuder dijî û çi dike!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Tarixê babetê
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Bernameyên Masterê li Zanîngehên Rojavayê Kurdistanê
Bernameyên Masterê li Zanîngehên Rojavayê Kurdistanê
Bernameyên Masterê li Zanîngehên Rojavayê Kurdistanê
Dr. Mesûme Elî

Di plansaziya Navenda Xwendina Bilindê a #Zanîngeha Rojava# de ye ku ji bo salên bê masterên beşên Kîmyaya Dermanan, Biyokîmya, Erdnîgarî û Dîrokê ava bike. Ji bo bilindkirina asta perwerdehiyê mamosteyên zanîngehê û herwiha bipêşxistina asta lêkolînî, rêziknameya/destûra tezên doktorayê hat hazirkirin û di plansaziyê de ye ku xwendekarên ku masterê bi dawî dikin, karibin xwendina xwe bidomînin.
Xwendina masterê li Rojavayê Kurdistanê û li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di sala xwendinê ya 2020-2021’ê de li Zanîngeha Rojava û di bin banê du enstîtûyan de dest pê kir. Ev enstîtû jixwe pirraniya beşên sereke dihewînin. Di van her du enstîtûyan de bi giştî 30 xwendekaran xwe li bernameyên masterê qeyd kirin: Li Enstîtûya Zanist û Teknolojiya Nûjen 18 xwendekar û li Enstîtûya Zanistên Civakî jî 12 xwendekar. Pê re jî Zanîngeha Kobaniyê di sala 2022’yan de bernameya xwe ya masterê di beşa Wêjeya Kurdî de da destpêkirin.
Hejmara beşên heyî û herwiha hejmara xwendekaran li Zanîngeha Rojava, di 13 beşan de bi tevahî 85 xwendekar halê hazir di bernameyên masterê de dixwînin. Li Enstîtûya Zanist û Teknolojiya Nûjen li 9 beşan 50 xwendekar û li Enstîtûya zanistên Civakî di 4 beşan de 35 xwendekar. Herçî li Zanîngeha Kobaniyê ye, li 3 beşan bi tevahî 39 xwendekarên masterê hene. Bi qasî ku tê xuyakirin, li Zanîngeha Rojava beşên girêdayî Zanistên Teknolojî, Xwezayî û Bijişkî weke beşa Biyoteknolojî, Petrokîmya, Petrol, Fîzyolojiya mirovî, Bîrkarî, Kîmya, Fîzya di Enstîtûya Zanist û Teknolojiya Nûjen de bi cih dibin û beşên girêdayî zanistên civakî weke Civaknasî, Bingehên perwerde, Şûnewar û Zimanê Kevnar di bin banê Enstîtûya Zanistên Civakî de bi cih dibin. Herçî li Zanîngeha Kobaniyê ye, bi pirranî beşên girêdayî wêjeyê yên weke Wêjeya Kurdî, Rêbazên Fêrkirina Ingilîzî ji bo kesên biyanî û herwiha beşa Rêbaza Perwerdehiyê jî dihewîne.
Di piranîya beşan de pêwîstî pê dihat dîtin ku xwendekarên ji bo xwendina masterê têne pejirandin, berî ku derbasî masterê bibin salekê yan jî werzekî amadekariya xwe temam bikin: Di dema amadekariyê de kursên zimanê Inglîzî û Kurdî jî diviyabû serketî temam bikin.
Bernameyeke masterê di asta navneteweyî de
Ji bo pêvajoya birêvebirina master, şêwazê birêvebirina tezan, parastina tezan û herwiha pêvajoya girtina xwendekaran ji bo pêvajoya doktorayê (pêvajoya nivîsandina tezên PhD’yê di siberojê de) rêziknameyek di asta hemahengiya Zanîngehên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de hat hazirkirin û bi vî rengî her sê zanîngehên li Rojavayê Kurdistanê bi rêya rêziknameyeke hevbeş pêvajoyên xwe yên bernameyên masterê bi rê ve dibin. Em behsa sê zanîngehan dikin, ji ber ku Zanîngeha Şerq a navenda xwe li Reqayê jî di nava vê hemahengiyê de cihê xwe digire.
Di piranîya beşan de pêwîstî pê dihat dîtin ku xwendekarên ji bo xwendina masterê têne pejirandin, berî ku derbasî masterê bibin salekê yan jî werzekî amadekariya xwe temam bikin: Di dema amadekariyê de kursên zimanê Inglîzî û Kurdî jî diviyabû serketî temam bikin. Di werzê amadekariyê de yan jî di werzên amadekariyê de dersên sereke ku li zanîngehên me weke materiyal bingehîn tên binavkirin û pêwîst e ku ji bo masterê xwendekar wan serketî bixwînin, hene. Serketîbûna van di materiyalên sereke yên amadekariyê de ji bo qebûlbûna li bernameya masterê ya xwendekarekê/î esas e.
Heta niha serketî dewam dike
Li Zanîngeha Rojava, di 6 beşan de pêvajoyên dawî yên tezan tên meşandin û 6 xwendekar -5 xwendekarên Civaknasî û xwendekarekî beşa Petrolê- jî tezên xwe yên masterê pêşkêş kirin û li ber jêriyên pispor bi awayekî serketî parastin. Du beşên din jî - Fîzya û Kîmya - materiyalên masterê bi dawî kirine û pêşniyazên xwe jî pêşkêş kirine û li benda amûrên laboratiwarî ne. Çar beşan jî di nava van de beşa Bingehên Perwerdehiyê, koma duyem a Civaknasiyê, Şûnewar (Arkeolojî), Zimanê Kevnar û Mîkrobiyolojî jî hene, di qonaxa materiyalên masterê û hazirkirina pêşniyazên tezan de ne.
Li Zanîngeha Kobaniyê jî xwendekarên beşa Wêjeya Kurdî di qonaxa nivîsandina tezê de ne û du beşên mayî jî ber bi dawîkirina qonaxa materiyalan û nivîsîna pêşniyazên tezan ve diçin.
Ji bo bilindkirina asta perwerdehiyê mamosteyên zanîngehê û herwiha bipêşxistina asta lêkolînî, rêziknameya/destûra tezên doktorayê (bernameyên PhD’yê) jî hat hazirkirin û di plansaziyê de ye ku xwendekarên ku masterê bi dawî dikin, karibin xwendina xwe bidomînin.
Pêvajoya tezê ji bo xwendekaran
Ji bo hazirkirina pêşniyaza tezê (propozil), xwendekar li gorî pisporiya mamosteyên beşê û li gorî mijara ku dixwazin li serê lêkolînê bikin, mamosteyê serpereştê xwe hildibijêrin. Paşê li gorî çarçoveyeke ku li navenda xwendina bilind hatiye diyarkirin, propozila xwe dinivîsin û di demeke diyar de propozila xwe bi hazirbûna mamosteyên beşê, pêşkêş dikin. Heger propozil di komîteya beşê de hat pejirandin, xwendekar dikare dest bi teza xwe bike. Di dema pêvajoya tezê de xwendekar pêwîst e her sê mehan carekê rapora bipêşveçûna teza xwe radestî beşê bike. Piştî bidawîbûna vê pêvajoya tezê, xwendekar amadebûna xwe ji bo parastina tezê radighîne beşa elaqedar û heger şert û mercên pêwîst ên ji bo parastinê (weke asta Ingilîzî, Kurdî, bidawîkirina materiyalan hemûyan û hwd) pêk anîbin, qewlek ji bo pêşkêşkirina tezê tê diyar kirin û komîteyek (mamosteyê serpereşt, şewirmend, ezmunkarê hundir, ezmunkarê ji derve û nûnera/ê navenda xwendina bilind) ji bo parastinê tê destnîşankirin. Tez sê hefteyan beriya roja parastina tezê ji ezmûnkeran re tê şandin da ku tezê binirxînin. Di roja parastinê tezê de, xwendekar di nava 20 deqeyan de teza xwe pêşkêş û piştî pirs û bersivan endamên komîteyê di civîneke li xelkê girtî de teza xwendekare/î li gorî çawaniya pêşkêşkirinê, hevgirtina naverokan, pabendbûna bi pîvanên nivîsandinê, nîqaş û çawaniya bidestxistina encaman dinirxînin.
Weke piştgiriya navneteweyî bernameyên PhD’yê
Di plansaziya Navenda Xwendina Bilindê a Zanîngeha Rojava de ye ku ji bo salên bê masterên beşên Kîmyaya Dermanan, Biyokîmya, Erdnigarî û Dîrokê ava bike.
Ji bo bilindkirina asta perwerdehiyê mamosteyên zanîngehê û herwiha bipêşxistina asta lêkolînî, rêziknameya/destûra tezên doktorayê (bernameyên PhD’yê) jî hat hazirkirin û di plansaziyê de ye ku xwendekarên ku masterê bi dawî dikin, karibin xwendina xwe bidomînin. Lê ji ber ku ji bo birêvebirina PhD’yê pêwîstî bi akademsiyenên asta bilind di zanîngehê de heye, ji ber vê yekê hewl tê dayîn ku Zanîngeha Rojava bi alîkariya zanîngehên derve, vê projeya PhD’yê bi pêş bixe.
Heta Zanîngeha Rojava ceribandeneke di vê babetê de kir jî û du mamosteyên zanîngeha Rojava bi vî rengî xwendina xwe di asta PhD yê de bi hevkarîya zanîngeheke ji Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve birin ku yek ji wan mamosteyan teza xwe ya PhD’yê di beşa Biyoenformatîkê de serketî bi dawî kir.
* Cîgira Hevserokatiyê Zanîngeha Rojava, Berpirsa Navenda Xwendina Bilind û Lêkolînê
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/ - 01-11-2024
Publication date: 14-08-2024 (1 Ser)
Curey Weşan : Born-digital
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: Zanaişê
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Technical Metadata
: 99%
99%
Sernuşte babetê
QR Code
Attached files - Version
Babet Version
Dosyayî fotoraf 1.0.170 KB 01-11-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Hevparkirina sîstema zanîngehan gava yekem a pêşxistina perwerdeya bilind e-HATE NÛKIRIN
Kom: Kilm şınasiye
Wêneyên dîrokî xezîneyê neteweyî me ne! Kerem ke bi logoyê we, nivîsan we û rengên we qîmetê wan nêbikin!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Tarixê babetê
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hevparkirina sîstema zanîngehan gava yekem a pêşxistina perwerdeya bilind e-HATE NÛKIRIN
Kilm şınasiye

Hevparkirina sîstema zanîngehan gava yekem a pêşxistina perwerdeya bilind e-HATE NÛKIRIN
Kilm şınasiye

Hevparkirina sîstema #zanîngeh# an gava yekem a pêşxistina perwerdeya bilind e-HATE NÛKIRIN

Hevparkirina sîstema hemû zanîngehan û û akademiyan wekî gava yekem a pêşxistina pergala perwerdeya Saziya Bilind a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Li gel pêşketinên di aliyê rêveberinê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nesaxim piştî avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû sazî hewl didin sazûmaniya xwe li gorî van pêşketinan saz bike. Di aliyê perwerdeyê de jî bi taybet, di warê xwendina bilind û akademîk de pêwîstî bi qanûnên hevpar a zanîngeh û akademiyan hate dîtin.
Armanca konferansê
Konferans bi armanca hevparkirina qanûnan a hemû zanîngehan wekî gava yekem a pêşxistina pergala perwereya bilind li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û danîna pergaleke hevpar a hemû zanîngeh û akademiyan hate lidarxisitn.
Konferansa Yekemîn a Zanîngehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojên 19 û 20’ê Cotmeha 2018`ê bi dirûşmeya “Zanîngeh qada têgihiştina heqîqet û nasnameya civakî ye” hate lidarxistin. Konferans du rojan dom kir, mamosteyên ji zanîngehên Efrîn, Kobanê û Rojava, akademîsyen, xwendekar, rêveberên zanîngeh û akademiyan û gelek siyasetmedar û rewşenbîr tevlî bibûn.
Di konferansê de, nîqaşên derbarê çawayîna pêşxistina zanîngehan, pêşniyarên xurtkirina têkiliyên di navbera zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zanîngehên navneteweyî û herîmî de. Her wiha beşdarên konferansê pêşnûmeya sîstema rêveberiyê ya nû ya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê kirin.
Avakirina xwendekarekî rêxistinkirî armanca rêveberiya nû ye
Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Reşîd diyar kir ku armanca konferansê rêxistinkirina hemû zanîngehên di bin banê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Reşîd da zanîn ku armanca sîstema rêveberî ya nû avakirina xwendekarekî rêxistinkirî û azad, da ku xwendekar karibe xebatên xwe di jiyana azad û demokratîk bide meşandin, bê ku tu astengî li pêşberî wî derkevin nexasim di rewşa ku Sûriyê û Bakurê Sûriyê têre derbas dibe.
Her wiha armanca sîstema rêveberiyê ya nû ew e ku bingehên kar û xebatên zanîngeh û peymangeh û saziyên perwerdeya bilind ên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dike, her wiha karûbarên navxweyî yên zanîngehan û mekanîzmeya pêkanîna biryaran û têkiliyên di navbera yekîne û saziyên zanîngehê de diyar dike.
Rêveberiya zanîngehê
Zanîngeh wekî rêzekê tê birêvebirin û ji meclis destpêk dike, piştre koordînasyon û piştre jî desteya rêveber a zanîngehê.
Meclisa Zanîngehê di aliyê rêveberiyê de, asta herî bilind a biryardayînê ye. Hemû pêkhateyên zanîngehê digire nava xwe û zanîngehê bi awayekî demokratîk birêve dibe. Ev meclîs ji du nûnerên xwendekar, hevserokatiya her fakulte, peymangeh û cigirên wan, nûnerên saziyên zanîngehê wekî “arşîva giştî, ragihandin û darayî” û hevserokên giştî yên zanîngehê û cigirên wan pêk tê.
Konferansa giştî her du salan tê lidarxistin
Konferansa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her du salan carekê tê lidarxistin. Meclisa zanîngehê di nava van salan de biryarên ku di konferansê de hatine girtin pêk tînin, her wiha pratîkkirina bername û sîstema rêveber a zanîngehên dişopîne û pêşnûme û pirsgirêkan pêşkêşî koordînasyonê dike, pilansaziya salane ya zanîngehan erê dike û desteya displînê hildbijêrê.
Di aliyê rêxistinî de jî meclis mehê carekê civîne xwe li dar dixe, tê de raporên mehane, xebatên hatin kirin dinirxîne û pilansaziyên demên pêş datîne. Di heman demê de jinên meclisê jî bi awayekî xweser mehê carekê civîna xwe li dar dixe û pilansaziya mehê datîne.
Li gel meclisa zanîngehê, koordînasyona giştî ya zanîngehê xebatên rêveberina zanîngehan piştî meclîsê dimeşe. koordînasyona giştî ya zanîngehê ji hevserokên zanîngehan û fakulete û peymangehan pêk tê.
Koordînasyona giştî mekanîzmeya pêkanîna biryar û pilansaziyan dişopîne
Koordînasyona giştî ya zanîngehê civînên heftane li dar dixe û mekanîzmeya pêkanîna biryar û pilansaziyên meclisê dişopîne. Her wiha pirsgirêkên girêdayî zanîngehê nîqaş dike û hewl dide çareseriyê peyda bike da ku asta perwerdeyê bilind bike. Di heman demê de, desteya akademî hildibêjre û dewreyên perwerdeyê yên navxweyî û mamosteyan û hemû xebatkarên zanîngehê vedike. koordînasyona giştî ya zanîngehê têkiliyên di navbera fakulteyan bi rêxistin dike û çalakiyên zanîngehan ji semîner û panel û hwd organîze dike. Her wiha koordînasyon hemû pêdiviyên darayî erê dike û pêşkêşî desteya rêveber dike.
destesa rêveber a zanîngehê piştî meclisa zanîngehê û koordînasyona giştî ya zanîngehê tê û zanîngehê birêve dibe. Desteya rêveber a zanîngehê ji hevserok û cigirên wan pêk tê. Desteya behsa mijarê, civînên meclis û koordînasyonê li dar dixe û bi navê meclis û koordînasyonê derbarê zanîngehan de daxuyaniyên fermî dide.
Desteya rêveber a zanîngehê berpirsyariya birêveberina zanîngehan hilgirtiye Mekanîzmeya pêkanîna biryarên koordîasyona giştî dişopîna û pêk tîne, her wiha xebatên komîteyên akademî dişopîne û pêşnûmeyên girêdayî vekirina şax û fakulteyan amade dike û pêşkêşî meclisê dike. Li aliyekî din jî desteya rêveber biryarên ji ailyê komîteya displîn ên der heqê rêveberî, mamoste û karmendên zanîngehê de erê dike û nêrînên endamên desteyê yên girêdayî qebûkirina mamosteyan li ber çavan derbas dike. Desteya rêveber li gorî pêşniyar û encamên desteya displîn a der heqê xwendikaran ku( ji zaîngehê were sekinandin) biryar dide û xabatên saziyên girêdayî xwe wekî Dîwan, arşîv, darayî û ragihandin dişopîne.
Fakulte
Fakulte jî ji xwe di çaroveya sîstema rêveberî ya nû de xwe birêxistin dike. Desteya rêveber a fakulteyê ji rêveberina hemû beş û buroyên fakulteyê re berpirsyar e. Desteya Rêveber a Fakulteyan ji hevserok, cigirên wan û berdevkên beşan pêk tê. Her fakulteyeke li gorî hewcedariyê û hejmara xwendekaran hejmara endamên xwe diyar dike.
Erkên desteya rêveber a fakulteyê; Deste xebatên xwe li gorî rêzikanemayê pêk tîne, erêkên wê, lidarxistina civînên heftana ji xwendar, mamoste û rêveberiya fakulteyê re, her wiha bi hevserokên fakulteyê re dicive da ku nêrîn û pêşniyarên wan guhdar bike û di civîna koordînasyonê de pêşkêş bike. Her wiha berpirsyariya amdekarina meteryalan û rêbazên dayînê girtiye ser xwe.
Desteya rêveber a fakulteyê pêwîstiya fakulteyê bi mamosteyan diyar dike û wekî pêşniyar pêşkêşî koordînasyona giştî dike. Di heman demê deste berpirsa sazî û buroyên fakulteyê wekî Buroya karûbarên xwendekaran, komîteya şopandina, rêveçûna perwerde, darayî, aşrîv. Desteya rêveber a fakulteyê biryarên girêdayî fakulte di civîna meclis, koordînasyona giştî dişopîna û pêk tîne û berpirsa bernameya salane ye û bi rêya du nûnerên her beşekî karê xwe birêve dibe.
Têkildarî rêxistina navxweyî ya her zanîngehê, pergala rêveberiyê ya nû sîstemek ji bo hemû beşên girêdayî zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş kiriye, ku zanîngeh navxweyî rêxistina xwe saz bike. Di hundirê zanîngehê deDesteya akademiyan, desteya şopandina rêveçûna perwerdeyê, karûbarên xwendekaran, dîwan, arşîv, ragihandin, û darayî hene.
Desteya akademiyan
Desteya akademiyan, di her zanîngehekê de desteya akademiyan hene, ev deste ji kesên xwedî pispor di aliyê perwrdeyê de pêk tê. Desteya akademiyan ji amadekirina meteryalan û pêşxistin û şopandina wan berpirsyar e. Her wiha ji bo pêşxistina perwerdeyê lêkolîn dike. Her wiha deste daxwazên xwendekaran ên veguhstina di navbera zanîngehan de berçavan re derbas dike.
Desteya şopandinê
Desteya şopandinê, di bin banê her fakultê de pêkanîn û asta têgihandina meteryalên, sîstema nirxandinê ya perwerdê û rêbaz û şêwazê mamosteyan vedinêre.
Desteya karûbarên xwendekaran, erka vê saziyê, tomarkirina xwendekaran pêk tîne, dewama xwendekaran a perwerdê dişopîne û hişyariyên pêwîst di dema xwe de dike, ji bo her xwendekarekê/î dosye digre û encamên nirxandinê û hemû agahiyên xwendekar di vê dosyayê de tomar dike, ji ber pirsgirêkên ku xwendekar dijîn û pêwîstiyên wî/wê werin pêkanîn, şêwirmendiyê pêk tîne û li ser vî bingehî bi agahiya Desteya rêveberiya fakultê, bi saziyên têkildar re pêwendiyan çêdike.
Desteya Karûbarê Xwendekaran jî, di derbarê rewşa xwendekaran de rapor pêşkêşî rêveberiya fakultê dike.
Her fakulteyek arşîvê xwe yê taybet heye, lê arşîvê giştî yî zanîngehê heye û ew girêdayî desteya rêveberiyê ya zanîngehê ye. Arşîv, hemû agahiyên pêwîst ên xwendekaran û mamosteyan û hemû xebatkarên zanîngehê arşîv dike. Her wiha hemû belge, têpînî, belavok û pirtûkên ku ji zanîngehê derdikevin arşîv dike. Her wiha mehane raporê radestî rêveberiya zanîngehê dike.
Desteya ragihandinê erkên xwe; Kar û xebatên zanîngeh û fakulteyan, çalakî, daxuyanî û hwd diweşîne û dide weşandin, dezgehên ragihandinê, malper û torên medya civakî yê zanîngeh û fakulteyan çêdike û vedinêre. Pêwendiyê di navbera zanîngeh/fakulteyan û ragihandina giştî de çêdike.
Darayî (Maliye) jî; fonê hemû mamoste û xebatkarên zanîngehê û fakulteyan pêşwazî dike, pêwîstiya darayî ya hemû projeyên ku di bin banê zanîngeh û fakulteyan têne pêşxistin bi erêkirina desteya rêveberiyê pêşwazî dik, her wiha sîstema xwe ya arşîvê çêdike.
Saziyên darayî yên fakulteyan bi raporên xwe ve beşdarî civînên mehane yên Darayî Giştî dibin. Darayî ya giştî jî rapora xwe pêşkêşî civîna mehane ya meclisê dike, ji bo çavkaniyên darayî rast werin bikar anîn, ji pêwistiyan zêdetir neyê xerc kirin û ji diyarkirina polîtîkaya darayî berpirsiyar e.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 22-03-2025
Publication date: 23-10-2018 (7 Ser)
Curey Weşan : Born-digital
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Kategorîya Naverokê: Cıgeyrayış
Kategorîya Naverokê: Zanaişê
Xoserı : Sûrya
Technical Metadata
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
: 99%
99%
Sernuşte babetê
QR Code
Hevpeymana di navbera zanîngeha Kobanê û zanîngeha Szczecin a Polandayê de
Kom: Kilm şınasiye
Bi Kurdipedia re dizanî: Kî kî ye! Li kuder dijî û çi dike!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Tarixê babetê
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hevpeymana di navbera zanîngeha Kobanê û zanîngeha Szczecin a Polandayê de
Hevpeymana di navbera zanîngeha Kobanê û zanîngeha Szczecin a Polandayê de
=KTML_Bold=Hevpeymana di navbera zanîngeha Kobanê û zanîngeha Szczecin a Polandayê de=KTML_End=
Stêrk Mihemed/Kobanê

Hevseroka zanîngeha #Kobanî# Xezne Ibrahîm diyar kir ku di 9’ê Kanûnê de Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Szczecin a Polanda hevpeymanek bi armanca weşandina lêkolînên akademîk ên herêmî û navneteweyî, îmze kirin.
Di 9’ê Kanûnê de zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Szczecin a Polanda bi rêya zomê hevpeymanek bi armanca lêlolînên akademîk ya herêmî û navnetewî îmza kirin. Ev peyman ji bo zanîngeha Kobanê gaveke erênî bû ku wê têkiliyê bi zanîngehên derveyî herêmê û Ewropa re çêbikin. Herwiha di herdu zanîngehan de wê hin beş bibin yek, ev jî wê pêşxistin li ser astê herêmê û navnetewî çêbike.

=KTML_Bold=Xalên hevpeymanê ku li ser hatine îmze kirin evin:=KTML_End=
1-Bernameya Piştgiriya Avakirina Laboratuarên Akademîk: Her du alî dê bi piştgiriya teknîkî û şêwirmendiyê ya Zanîngeha Szczecinê, ji bo sazkirina laboratuarên perwerdehî û lêkolînê li Zanîngeha Kobaniyê di warên zanistên sepandî, ziman û lêkolînên civakî de hevkariyê bikin.
2-Afirandina platformeke dîjîtal a hevbeş ji bo perwerde û rahênanê: Her du alî pabend dibin ku platformeke perwerdehiyê ya dîjîtal biafirînin ku rê bide xwendekar û ekademîsyenên Zanîngeha Kobaniyê ku beşdarî ders, kurs û semînerên ku ji hêla Zanîngeha Szczecin ve serhêl têne pêşkêşkirin bibin.
3-Dabeşkirina derfetên perwerdehiya îdarî: Karmendên rêveberiya Zanîngeha Kobaniyê derfetan distînin ku beşdarî dewreyên perwerdeyê yên li Zanîngeha Szczecin bibin, da ku di warên rêveberiya zanîngehê, misogerkirina kalîteyê û pejirandina akademîk de ezmûnê bi dest bixin.
4-Bernameya Hevkariya Akademîk: Endamên desteya wanedayînê yên Zanîngeha Kobaniyê ji bo baştirkirina şiyanên lêkolînê hevkariyên demkurt an demdirêj ji Zanîngeha Szczecinê werdigirin.
5-Hevkarî di pêşxistina zimanê akademîk û lêkolînên bi zimanê îngilîzî de: Ji bo xurtkirina zimanê akademîk û nivîsandina lêkolînê bi îngilîzî ji bo endamên desteya wanedayînê û xwendekarên lîsansê yên Zanîngeha Kobaniyê kursên taybet têne organîzekirin.
6-Piştgiriya damezrandina kovareke zanistî ya hevbeş: Her du alî ji bo damezrandina kovareke zanistî ya dawerîkirî û hevbeş ku ji Zanîngeha Kobaniyê ve derdikeve, bi piştgiriya Zanîngeha Szczecin ya Bolenda, bi armanca weşandina lêkolînên akademîk ên herêmî û navneteweyî, dixebitin
7-Bernameya Serdanên Zanistî ya Salane: Serdanên salane yên birêkûpêk ji bo endamên desteya wenedayînê û xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê bo Zanîngeha Szczecin têne rêxistin, bi armanca danûstandina şarezayiyên akademîk û naskirina jîngeha perwerdehiyê ya Ewropî.
8-Danûstandina Zanînê di Qada Enerjî û Pêşketina Domdar de. Ev hevkarî projeyên hevbeş di warê enerjiya nûjenkirî û pêşxistina jîngehê ya domdar de li bajarê Kobaniyê, bi piştgiriya zanistî ya Zanîngeha Szczecin, dihewîne .
9-Beşdariya Zanîngeha Kobaniyê di Projeyên Yekîtiya Ewrûpî de Zanîngeha Szczecinê hawil dide ku Zanîngeha Kobaniyê wekî hevkarekî akademîk di projeyên ku ji hêla Yekîtiya Ewropî an rêxistinên navneteweyî yên têkildarî perwerdehiya bilind û lêkolînên zanistî ve beşdar bike.
10-Damezrandina Yekîneyeke Koordînasyona Hevkariya Navneteweyî li Zanîngeha Kobaniyê:Bi piştgiriya Zanîngeha Szczecin, yekîneyeke taybet li Zanîngeha Kobaniyê tê damezrandin da ku têkiliyên navneteweyî pêş bixe û projeyên hevkariya paşerojê çêbike.

Di derbarê li hevkirina zanîngeha Kobanê û zanîngeha Szczecin a Polandayê de Hevseroka zanîngeha Kobanê Xezne Ibrahîm ji Rojnameya ne re axivî.
‘Nêzî 6 mehane li ser vê hevpeymanê kar û xebat tê kirin’
Xezne Ibrahîm da zanîn ku di 9’ê Kanûnê de di navber zanîngeha Kobanê û zanîngeha Szczecin rêkeftinek çêbû û wiha got: “Ev gav ji bo zanîngeha Kobanê gaveke girîng bû, ev nêzî 6 mehane li ser vê hevpeymanê kar û xebat di rêya ofîsê têkiliyên zanîngeha Kobanê û zanêngeha Szczecin tê kirin. Gelek xalên girîng di vê hevpeymanê de hene ku herdu zanîngeh di ware lêkolînên zanistî û perwerdehî de hevkariyê bikin. Herwiha di navber herdu zanîngehan de wekheviyeke di ware pêşxistin û xebatên ekedemîk dewere çêkirin.”

=KTML_Bold=‘Armanca herdu zanîngehan pêşxistina asta xwendekarane’=KTML_End=
Xezne Ibrahîm destnîşan kir ku armanca wan pêşxistina astê xwendekarane û wiha domand: “Ev hevpeymana ku bi zanîngeha Szczecin a Polandayê re hatiye îmzekirin, bi armanca pêşxistina asta herdu zanîngehan, kûrkirina wan di milê zanistî û lêkolîne de ye. Ev hevkarî armanc me jê ku pêşxistina pêşeyî ya mamosteyan û endamên desteya akademîk, sûdwergirtina ji agahiyên zanistî yên hev û pêşxistina materyalên xwendinê, herwiha amadekirin û bicihanîna projeyên lêkolînî yên hevpar û sûdwergirtina ji encamên lêkolînên hev, pêşxistin, bicihkirina bernameyan ên bawernameyên dualî û bernameyên hevpar ji bo pileyên akademîk. Ji bilî vê yekê jî armanca me ku têkiliya Zanîngeha Kobaniyê bi zanîngehên din bê avakirin û danasîna wê bi zanîngehê Ewropî re bê çêkirin. Di heman demê de wê hin beş ji herdu zanîngehên bibin yek li ser bingehê pêşxistin, sûdgirtina ji hev di warên zanistî û akademîk de.“

=KTML_Bold=‘Ev hevpeyman tenê ji bo zanîngehê Kobaniyê hatiye îmze kirin’=KTML_End=
Hevseroka zanîngeha Kobanê Xezne Ibrahîm di dawiya axaftina xwe wiha got: “Ji bo xwendekaran ev hevpeymana ku hatiye îmzekirin gelekî bi sûd û girînge, fêrkirina xwendekarên lîsansê û yên xwendina bilind, herwiha yên ku di şêweyên din ên fêrkirinê de beşdarin ên zanîngeha peyda dike. Herwiha serdanên salane yên birêkûpêk ji bo xwendekarên Zanîngeha Kobanê ji Zanîngeha Szczecin tên amadekirin, bi armanca danûstandina şarezayiyên akademîk û naskirina jîngeha perwerdehiyê ya Ewropî. Ev hevpeyman tenê ji bo zanîngehê Kobaniyê hatiye îmze kirin.” [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
Publication date: 07-12-2025 (0 Ser)
Curey Weşan : Born-digital
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: Zanaişê
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Xoserı : Kurdistan
Technical Metadata
: 99%
99%
Sernuşte babetê
QR Code
Ji Qoserê heta Zanîngeha Sorbonê Serokê Beşê Kurdî behsa serboriya xwe dike
Kom: Kilm şınasiye
Kolegên jinên Kurdipedia, di bankayên agahiyê neteweyî de êş û serkeftinên jinên Kurdî yew şêwazê modern ra arşîv dikin.
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Tarixê babetê
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ji Qoserê heta Zanîngeha Sorbonê Serokê Beşê Kurdî behsa serboriya xwe dike
Kilm şınasiye

Ji Qoserê heta Zanîngeha Sorbonê Serokê Beşê Kurdî behsa serboriya xwe dike
Kilm şınasiye

Ji Qoserê heta Zanîngeha Sorbonê Serokê Beşê Kurdî behsa serboriya xwe dike
Li nav malbateke qelebalix hat dinê, kincên mezinên wî her jêre man, lê dîsa jî zarokekî dilşad bû. Di lîseyê de ji nav hemû xwendekaran di nav 250 xwendekarên rûmetê de cih girt. Di 21 saliya wî de Koma Amed helbesta wî kir stran û ket nava wêjeya kurdî. Ji ber nameya Mehmet Uzun wekî “xayîn” hat îlankirin. Paşê ber bi Ewropayê ve û gelek xebatên din ên li ser zimanê kurdî...
Em qala nivîskar #Îbrahîm Seydo Aydogan# dikin. Aydogan ku niha Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Sorbonê ye vê mehê mêvanê “Portreya Mehê” ye. Fermo em bi hev re bixwînin.
$‘MIN ZAROKATIYEK XWEŞ DERBAS KIR’$
Sala 1976’an li Qoserê çêbûme. Em 13 xwişk û bira ne. Zarokatiya min hemû li Qoserê derbas bû. Min zarokatiyeke xweş dît, lewre di nava malbateke qerebalix de û teva xwarzî û biraziyên ku di temenê min de bûn, min derfet nedît ku aciz bibim. Em ne malbeteke dewlemend bûn, lê kêmaniya me jî zêde çênedibû. Ji ber ku ez birayê piçûk bûm, tim kincên mezinan ji min re dihatin hiştin. Dêya min jêra pantolonan qut dikir û min li xwe dikir. Gava ku yên dora mirov jî xizan bin, mirov hay ji xizaniyê çênabe.
DI NAV 250 XWENDEKARÊN RÛMETÊ DE
Min di 5 saliya xwe de dest bi dibistanê kir, lewre bavê min ez di nifûsê de du salan mezin nivîsandibûm. Ji ber ku zîrek bûm, di dema xwendekariya lîseyê de ketibûm nava 250 xwendekarèn rûmetê ku her sal li seranserê dibistanên Tirkiyeyê dihatin hilbijartin. Min piştî lîseya Qosêrê di cîh de Zanîngeha Dîcleyê û beşê Mamostetiya Ziman û Wêjeya Tirkî qezenc kir. Sala 1997’an li Stenbolê li Lîseya Sultanahmedê a dîrokî mamostetiyê dest pê kir. Piştî 3 salan min bûrsa hikumeta fransî bi dest xist û ez çûm Fransayê. Li wir fêrî fransî bûm. Bi dû re, li Zanîngeha Sorbonê, min mastera li ser Wêjeya Fransî bi dest xist. Ez di masterê de li ser mijara Romanên Dîrokî û Victor Hugo xebitîm, lê di ber re min semînerên li ser Proust û Stendhal û Wêje û Felsefe û rexneyê jî wergirtin. Bi dû re, li Zanîngeha Rouenê, min doktoraya zimannasiyê kir. Ez li ser Demsazî û Hevoksaziya Romanên kurdî xebitîbûm û bi wê xebatê ve min mertebeya profesoriya alîkar bi dest xist.
$KOMA AMED HELBESTÊ DIKE STRAN$
Sala 1994’an min dest bi nivîsandina kurdî kir. Sala 1996’an, min helbestên xwe dabûn Cemîl Denlî yê ku hatibû da ku li NCM’ê bixebitiyaya. Wî bêyî min helbesteke min di hejmara 7’an a kovara Jiyana Rewşenê de dabû çapkirin û Koma Amedê jî ew helbest kiribû stran. Gava ku ez havînî hatim Stenbolê û pê hisiyam, elbet pir kêfa min hatibû. Ez 21 salî bûm û di nava wêjeya kurdî de êdî ji nişka ve behsa min jî dibû. Bi destê herkesî ve nakeve ev serbilindî û di wî temenê ciwan de.
$SALÊN 90'Î ŞEVBUHÊRKÊN WÊJEYÊ.$
Çer ku min li Stenbolê dest bi mamostetiyê kir, ez di ber re di NCM’ê de jî ji bo kovara Jiyana Rewşenê dixebitîm. Min û Kawa Nemir bi hev re pêşniyar kir ku em nîqaşan li ser wêjeya kurdî bidin kirin. Me nêzî 10 mehan û mehê carekê şevbihêrkên toreyî li dar dixistin. Pirr xweş bû û eleqeya wêjehezan û çapemeniya kurdî baş li ser me û karê me bû. Hingê peywendiya me bi welêt re jî hebû. Hê gava ku xwendekar bûm, min kovara Jiyana Rewşen bir Amedê. Wan deman rewşa awarte hebû û qedexe bû ku weşanên kurdî bihatana herêmê. Ez bawer im ku wê demê bandora me li ser gelek endamên nifşê me çêbû û ew jî ji bo nivîsandina kurdî teşwîq dibûn. Lê hin kesan dezgehên kurdî li gorî kêfa xwe bi kar dianîn. Mesela ji ber ku Mehmed Uzun helbestên min ecibandibûn û nameyek ji min re şandibû saziyê, navê min bi xayintî hate derxistin û ez mecbûr mam ku ji NCM’ê bi dûr bikevim. Hingê, ez çûm Weşanxaneya Dozê û min li wir kovara Pelînê derxist ku tê de mohra tu rêxistin û dezgeha siyasî nebû. Lewma herkesî tê de dinivîsand û sansur li ser babetan tunebû. Lê rewşa siyasî giran bû û neyariya navxweyî hebû. Tê bîra min ku Pelîn ji ber ambargoya navxweyî nikarîbû biketaya hin sendîkayên Amed û Rihayê. Dihat gotin ku ew kovar ya MIT’ê bû. Kesên mîna Murat Batgî di bingeha vê propagandayê de hebûn. Ew berî ku bibe “kulturel korucî”, yek ji berpirsên NCM’ê bû. Lê, me guh nedida van antîpropagandayan. Em bi xwe komeke ciwanên nivîskar bûn. Me bandor li komeke mezin ya ciwanên mîna xwe dikir û ew nivîskarên ciwan yên wê dema me îroj nivîskarên navdar in di kurdî de. Ya ku em dianîn cem hevdu, ne rêxistin û partî bû, lê tenê eşqa zimanê kurdî bû.
$SERDEMA EWROPAYÊ DEST PÊ DIKE$
Min bûrsan xwendina bilind ji Fransayê wergirt û min terka mamostetiyê kir. Piştî Master û Doktorayê, sala 2007’an wekî Profesorê alîkar ketim INALCO’yê ku di civata me de wekî Sorbon tê naskirin. Li wira di beşê kurdî de îroj wekî Serokê Beşê Kurdî dixebitim û dersên cuda cuda li ser ziman û wêje û dîrok û rexneya wêjeyî didim.
YEKEM ROMANA LI TIRKIYEYÊ HATIYE NIVÎSÎN
Helbest ji bo ciwanekî hêsantir e, lewre kelkela hest û giyanê wî ye û demeke zêde ji nivîsandina wê re pêwîst nake. Gava ku yekem helbesta min hate çapkirin, min dest bi nivîsandina romana xwe kir; lewre min dixwest romana dewra xwe binivîsim. Bi dû re pê hisiyam ku ew yekem romana kurdî bû ku li Tirkiyeyê hatiye nivîsandin. Wê demê, hayê me zêde ji romana kurdî tune bû. Me bi tenê Romanên Mehmed Uzun û hin berhemên kurdên Kafkasyayê xwendibûn. Min ji sebra nivîsandinê û avakirina cîhanên xeyalî hez dikir. Celebê romanê jî bazara wêjeyî bi temamî wergirtibû; lê bi kurdî pir kêm roman hebûn. Hema ez bibêjim: hejmara hemû romanên kurmancî 25 bû. Lewma min berê xwe da romanê û xwest romaneke kurdî binivîsim. Îroj 3 romanên min hene ku niha ya sêyem amade dikim, lê li ser hev, min heta niha 10 pirtûk bi kurdî çap kirine ku 4 jî wan lêkolînên li ser ziman û wêjeyê ne, 2 roman in, 1 çîrok e û 3 jî werger in.
$XEBATÊN TV’YAN$
Piştî doktoraya xwe, ez salekê di Tishk TV’de wekî pêşkêşvanê nûçeyan xebitîm. Elbet di servîsa nûçeyan de jî dixebitîm. Di ber re min bernameyeke wêjeyî jî çêdikir. Sala 2008’an, gava ku televîzyona Kurd1 vebû, li ser daxwaza Kendal Nezan yê berpirsê televîzyonê, ez wekî edîtor çûm vê televîzyona nû. Li wir, min yekem metoda dîtbarî ya fêrbûyîna kurdî DERSA KURDÎ amade kir ku xelk dikarin li ser YouTube temaşe bikin. Ez her wiha tev li rêvebiriya karê dublajê bûm. Me wê demê 150 filmên amerîkî û nêzî 500 belgesel bi kurdî dan dûblajkirin û weşandin. Axir, min ji bo danasîna kesayetiyên girîng yên qada kurdnasiyê û rewşenbîr û hunermendên kurd û dostên kurdan jî, bernameyek bi navê Pencereya Kurdî ji bo Kurdistan24 amade kir û pêşkêşvaniya wê kir. Yanî min gelek kar di ber hev re meşandin. Wekî mînak, min salekê jî edîtoriya Le Monde Diplomatique Kurdî jî kir û min gelek karên wergeriyê jî kiriye.
$‘ROMANA NÛ DIVÊ JI LEYLA FÎGARO XURTIR BE’$
Ez niha romanek bi navê Komediya Kurdistanê dinivîsim ku ev 10 sal in ku hewl didim ku wê bikemilînim, lewre ez celebekî nivîsandinê yê nû diceribînim û diviya ez bi xwe bigihîştama kamiliya wê mijarê, da ku temam bikim. Hin beşên wê ne bi dilê min bûn, lewma min heta niha sekinand. Diviya ji Leyla Fîgaro xurttir bûya. Ez bawer im ku ew ê wê derbas bike. Heger bikarim, belkî sala bê bidim çapkirin.
$‘EZ JINEK JI ŞAKIRO HEZ DIKE PEYDA BIKIM…’$
Ez bavê kurekî me ku navê wî Seydo ye û 11 salî ye. Zewaca min sala 2016’an bi jineke fransî re xilas bû ku dêya Seydo ye. Niha azib im, yanî azad im. Heger ez jinekê peyda bikim ku ji kilamên Şakiro hez bike, ez ê pê re bizewicim; lê zehmet e ku mirov jinekê peyda bike ku hem xwende be û hem jî ji stranên dengbêjan hez bike. Lewre li nava mala min û li nava dilê min zimanê kurdî serdest e, digel ku ez ji bilî kurdî (kurmancî û soranî), bi fransî û îngilîzî û tirkî jî dizanim.
Di bîra min de kuştina birayê min wekî kulekê maye. Navê wî Seydo bû û wî ez fêrî nivîsandina kurdî kiribûm. Min navê wî li xwe kir û li pey kuştina wî min dest bi nivîsandinê kir. Min her du pirtûkên xwe yên lêkolînî û teza xwe a doktorayê jî diyarî wî kirine.
***
Pirtûkên Îbrahîm Seydo Aydogan ên ku wî nivîsandine û yên wergerandine:
- Reş û Spî, roman, 1999 (wergera farisî derketiye)
- Leyla Fîgaro, roman, 2002
- Hezriya Xwedê, çîrok, 2005, (wergera erebî niha çap dibe)
- Guman1, lêkolînên zimannasiyê, 2013
- Guman2, lêkolînên wêjeyî, 2014
- Navê min Sor e, wergera romana Orhan Pamuk ji tirkî (teva Mustafa Aydogan hatiye kirin), 2003
- Nezanîn, wergera romana Milan Kundera (teva Musa Ekici, Sara Anter û Rana Anter hatiye kirin), 2014
- Romannivîsê saf û dilovan, wergera pirtûka Orhan Pamuk li ser hunerê romanê ji tirkî, 2015
- Ziman û Wêjeya kurdî, edîtoriya pirtûka lêkolînî (tevî Selîm Temo Ergul), 2010
- Kurdolojî, edîtoriya pirtûka lêkolînî, 2011 [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
Publication date: 05-10-2020 (5 Ser)
Bajar: Mêrdîn
Curey Weşan : Born-digital
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: Biyografî (Ciwiname )
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Kategorîya Naverokê: Raport
Kategorîya Naverokê: Edebî
Xoserı : Fransa
Technical Metadata
: 99%
99%
Sernuşte babetê
QR Code
Lêkolînên Zanîngeha Rojava jiyana wî guherandin
Kom: Kilm şınasiye
Bi Kurdipedia re dizanî: Kî kî ye! Li kuder dijî û çi dike!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Tarixê babetê
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Lêkolînên Zanîngeha Rojava
Lêkolînên Zanîngeha Rojava
Lêkolînên di modernîteya kapîtalîst de jixwe dikevin xizmeta şirketan. Yanî dikarin civakeke berfireh bixin ber lêkolînê, ji bo xatirê ku zanibin, ka berhemeke dixwazin hilberînin wê bê firotin yan ya. Ev şiklê lêkolînan li #Zanîngeha Rojava# nîne. Ji ber ku ya sereke li cem me di warê helwêsta beramberî lêkolînê de ew e ku em li pirsgirêkên civakî bikolin û li çareseriya wan bigerin.
Xelîl Huseyin ji xwendekarên Beşê Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava ya li #Qamişlo#yê ye û di heman demê de ji mamosteyên beşê ye jî. Wî li Zanîngeha Şamê li Koleja Felsefeyê xwendiye û tecrûbeya wî ya weke xwendekar û mamoste dike ku ew karibe nexasim jî xwendina zanistên civakî û lêkolînên heman beşê li ber hev bigire. Ew yek ji xwendekarên mastirê yê çalak bû di hevkariya Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Bremenê de. Di hevkariya vê havînê ya li ser mijara rizgarkirina ji mêhtingeriyê yan jî dekolonîzasyonê de ew jî tevî 9 xwendekarên din ên beşê bi minaqeşeyên xwe li awirekî nû yê lêkolînên li ser dekolonîzasyonê tevî xwendekarên Zanîngeha Bremenê geriya. Em li ser cihêtiya zanistên civakî li Zanîngeha Rojava bi wî re peyivîn. Bi ya wî, cihêtiyên esasî elaqedarî armancên lêkolînên zanistên civakî û birêxistinkirina lêkolîn û dersan li zanîngehê ne: Lêkolîn ji bo xizmeta civakê tên kirin û ne ji bo berjewendiyên madî yên şirket, ferdên din yan jî lêkoleran tên kirin; li şûna têkiliyên hiyerarşîk ên mamoste û xwendekaran têkiliyên hevaltiyê tên danîn.

Em bi meseleya lêkolînê dakevin pêşî. Ji ber ku di Dibistana Havînê ya hevpar bi Zanîngeha Bremenê de, me nimûneyên lêkolînên xwendekarên Înstîtuya we jî dîtin. Derfetên we yên lêkolînê çi ne?
Derfetên lêkolînê hem li ber xwendekaran û hem jî li ber mamosteyan vekirî ne. Lê şeretekî sereke heye, ew jî ew e ku divê mijara lêkolînê girêdayî civaka me be.Yanî em li pirsgirêkên civakê dikolin bi armanca geriyana li çareseriya van pirsgirêkan. Derfetên madî jî li ber me vekirî ne. Yanî hem alavan peyda dike û hem jî çûnûhatinê mumkin dike, heger lazim be. Lê awayê kirina xebatê, bêhtir xweber e. Yanî her xwendekar û mamoste bi xwe bi pirranî çûnûhatinê xwe eyar dike û xwe dide ber mesrefên wan ji bo xatirê ku lêkolîna xwe bibe serî, bi encam bike.

Lê her tim zanîngeh destekê dide lêkolînan, û zanîngeha ji bo vê yekê tiştên lazim peyda dike. Jixwe li Zanîngeha Rojava cihgirek heye ku bi vê meseleya karê akademîk û lêkolînan dadikeve. Lê em nikarin bibêjin di warê lêkolînê de em li Zanîngeha Rojava gelekî xurt bûne. Lewma jixwe projeya hatiye pêşkêşkirin jî wê bi destê xwendekarên nû bê avakirin. Lewma jî di warê zanistên civakî de, zanîngeh bêhtir guhdarî xwendekaran e û derfetan ji wan re peyda dike. Heger ew xwendekar di warê lêkolînê de serketî bin, ew ê li Zanîngeha Rojava bibin pêşeng di warê lêkolînên li Zanîngeha Rojava de.

Lêkolîna li Rojava bi çiyê xwe guhertiye? Mijar, rêbaz, helwêstên beramberî zanistê yan tiştekî din?
Herçî rêbaz e, em nikarin behsa guhertinên sereke bikin ji ber ku em behsa rêbazên zanistî dikin. Lê mesele mirov çawa radihêje rêbazan û miamele bi wan re dike. Ferq jî di encamê bi xwe de ye. Sermeselê, gava em lêkolînê dikin, aliyê sereke, aliyê exlaqî ye. Lêkolîn ji bo xatirê peydakirina çareseriyekê ji bo pirsgirêkeke civakî tê kirin, ne ji bo xatirê sûd û berjewendiyên madî. Em di lêkolînên li welatên rojavayî yên modernîteya kapîtalîst de dibînin ku ew gava bi rêbazên postkolonyal bi mijarên ciknasiyê dadikeve, ew lê dinihêre ka dikare çawa bi xwe jê sûdê wergire. Yanî mesele dibe xizmeta zêdekirina pere û ya şirketan e. Yanî tiştên heyî jî bi rengê şirketê xuya dikin. Ev lêkolîn jixwe dikevin xizmeta wan şirketan. Yanî dikarin civakeke berfireh bixin ber lêkolînê, ji bo xatirê ku zanibin, ka berhemeke dixwazin hilberînin wê bê firotin yan ya. Ka ew ê çi qas pereyan jê kar bikin mitaleya wan e. Ev şiklê lêkolînan li Zanîngeha Rojava nîne. Ji ber ku ya sereke li cem me di warê helwêsta beramberî lêkolînê de ew e ku em li pirsgirêkên civakî bikolin û li çareseriya wan bigerin. Heger çareserî nebe jî, em rohnî dikin da iku ew pirsgirêk zelal be, darî çava be. da ku hinên din karibin çareser bikin.

Li Zanîngeha Rojava hewldana cihbicihkirina têkiliyên nû yên di navbera xwendekar û mamosteyan de hene, ku dixwazin di lêkolînê de jî têkiliyên hiyerarşîk ji holê rakin. Di pratîkê de ev gelo dibe heger dibe, çawa dibe?
Ez dixwazim weke mamoste bersiva vê pirsê bidim. Ji ber ku ez ji 2016´an ve mamostetiyê jî dikim li Zanîngeha Rojava dikim. Nakokiyeke sereqet heye. Nakokî jî meseleya analîzkirina daneyan e. Her kes bi çavê xwe lê dinihêre. Lê gava ez rola xwe weke pêşeng bibînin, û xwendekarek pêşniyaza rêyan bike, em ê çawa meseleyê çareser bikin. Ev hatiye serê gelek mamosteyên Zanîngeha rojava. Heger me li hev nekir, em çend rêyan pêşniyaz dikin, yên ku em dibêjin, em texmîn dikin bi van rêyan hûn dikarin bigihîjin hin encaman. Hinga xwendekar li ser ya xwe dimîne û bibêje, na ez dixwazin daneyan halo kom bikin, bi rêya xwe analîz bikim. Em dibêjin, belkî tu pê bixetimê. Lê ew gava li ser ya xwe ye, ew bi ya xwe dike û heger xetimî jî dîsa tê cem me. Gava li ser ya xwe israr dike, weke mamoste tecrûbeyên me bêhtir in, em dibêjin, temam, tu weke xwe bike, lê em bi hev re di têkiliyê de bin. Ka em meyzênin wê çawa çêbe. Lewma, heger rêya lêkolînê li ber xwendekar bixetime, em nehêlin li bin guhê dîwaran bikeve û karibe meseleya daneyan sererast bike. Lê pirraniya caran em şiroveyên xwe hal û meseleyê jê re rave dikin û nahêlin ber bi xetimandinê ve biçe. ji bo xat,rê bipêşketina lêkolînan axir bêhtir herdu alî jî li hev dikin.
Di awa û rêbazên lêkolînên zanistên civakî yên Zanîngeha Rojava de esas çi ye, ya ku wê ji yên din bi temamî cihê dike? Ev dikare elaqedarî çi rêbaz, çi nêzîkbûna li mijar û pirsên lêkolînê be.

Lêkolînên li Zanîngeha Rojava û yên din bi rastî gelekî ji hev cihê ne. Ez derçûyê Zanîngeha Şamê me. Gava me lêkolîn dikir, sermeselê lêkolîneke li ser aboriya civakî, min tenê dane berhev dikirin ji bo ku fêm bikin ka ev civak çawa bêhtir van tiştên hanê xerc dike yan jî dikirre. Min her wiha dipirsî ka çi sedem hene ku bêhtir filan bêvan berhemê bikirre, xerc bike.Ez bi vî awayî nêzî civaka xwe dibûm. Lê di Zanîngeha Rojava de û bi rêbazên xwenêzîkkirina zanistên civakî, ne tenê rêbazên lêkolînê, lê jiyana min bi xwe jî guherî. Xala sereke çi bû? Berê min lêkolîn timî li bajarên mezin û di nava civakên mezin de dikirin. Lê haya min jê nebû gundê min û derdora min çawa dijî. Weke nimûne, min lêkolînek kir li ser wê yekê, ka çiqas berhemên herêma Çilaxayê yên li ser bîrên avê salane ji genim heye. Min jî destpêkê dane kom kirin: Çend bîrên avê hene, çend tên xebitandin, berhemê her yekê çi qas e,salê wê çi qasî derxin? Bi vê rengê teknîkê min nêzîkî li meselê kir. Lê gava min xwe berda meydana lêkolînê, gava min mijar bi cotkaran re parve dikir, hizr û fikrên nû li cem min peyda dibûn. Ew bi xwe li alternatîfan digeriyan, mesela dipirsîn, em çima bi awayê zibare, yanî palûte najîn. Yekî ji xwediyên bîran digot, ez îro nikarim bîra xwe bişixulînim, va ye xort hene, bila bên em bi şirîkatî bişixulînin. Di dema minaqeşeyan de pirsgirêkên civakî bi giştî hatin nîqaşkirin: Koçberbûna ciwanan, xelkê berê xwe daye karmendiya di nava Rêveberiya Xweser de. Di encamê de ez li ber lêkolînê bi xwe neketim, lê ez pê êşiyam. Mesele êdî ne lêkolîn bû, lê pirsa, ka ev pirsgirêka hanê wê çawa çareser bibe muhim bû. Li vir mentiqê lêkolînê cuda ye. Yanî tu esas lêkolînekê nakî, tu radihîjî barê civaka xwe. Li lewma gelek cudahî hebû, û di wê lêkolînê de jî min hîs kir çiqasî rêbazên min guherîne. erê ez bi awayekî zanistî nêzîk dibim, lê pirsgirên civakê jî li ser milên min bûn. Ka ez li gorî wê me ya na meseleyeke din e, lê wê kir ku rêbazên min ên lêkolînê biguherin. Îro gava em dersan didin jî em dibêjin, mijara mirov bineqîne, divê ya civaka te be. Em dibêjin, heger tu dikarî li pirsgirêkên civaka xwe bikolî û li çareseriyan bigerî, hingê hem tu û hem jî civaka te jî azad dibin.

Li Rojava meseleya çavkaniyan, ji bo xwe gihandine lêkolînên zanistî ji zehmetiyek e, Zanîngeha Rojava vê çawa sererast dike?
Bidestxistina çavkaniyan jixwe bi pirsê jî li holê ye. Gelo em dikarin alternatîfan hji bo peydakirina çavkaniyan peyda bikin. Heger nivîskî be, hin camêr û canik ji bo me werdigerînin, mala wan ava be. Ev yek ji rêbazên xwe gihandina çavkaniyan e. Wekî din peywendiyên me bi Zanîngeha Bremen û ya Berlînê re hene. Em û ciwanên wan minaqeşeyan dikin û em civakên hev û xwe jî bêhtir fêm dikin. Bi naskirina civaka wan em bêhtir civaka xwe nas dikin. Çavkaniya me ya esasî li Rojava zemîna me bi xwe ye. Yanî em digerin, em xebata xwe dikin da ku em bigihin netîceyan. Ez weke nimûna behsa Pargînê bikim. Armanca saziya Pargîn ew e ku çand û folklora Kurdî nûjen bike. Yanî dixwaze mêhtingeriya li ser Kurdan rake û bi rêbazeke nûjen û paqij vê bikin. Di lêkolîna min a li ser Pargînê de gelek xisûs dihatin nîqaşkirin. Gava min daneyên xwe yên li meydanê berhev dikirin û jixwe me jî dersên li ser mêhtingerî û rakirina mêhtingeriyê dîtine, êdî li halê xwe pratîk dibû teorî. Vê jî gelek hêz dame ku em pirsgirêk çavkaniyan li paş xwe bihêlin. Lê divê mirov hay ji xwe hebe ji ber ku em teoriyeke herî mezin a cîhanî şirove dikin.

Azadiya lêkolînê ji bo xwendekar çawa heye, tu dikarî bi tecrûbeya xwe ya Zanîngeha Şamê jî gelo hinekî rave bikî?
Ez ji Koleja Felsefeyê ya Zanîngeha Şamê sala 2006´an derçûme. Dersdana wan wiha ye, mamoste bi qalibekî tê, dersê dide. Carinan sê pel û carinan heftê pel nivîs bûn. Carinan bê şirove em dişandin ezmûnê. Hiyerarşiyeke darîçav hebû. Min çar salan li Şamê xwend lê min careke tenê jî berpirsê beşê nedît. Xwe gihandina wî meseleyek bû. Di astan hemûyan de hiyerarşiyek xuya dikir. Xwendekar jî her tim di rewşeke pêşbirkê de di rikberiyekê bûn.
Lêkolînên Zanistên Civakî jî li Fakulteya Zanistên Mirovî, kê bixwest di bin vê sîwanê de lêkolînê bike, ew jî rêûresmeke wê ya hişk hebû. Destpêkê erêkirina Doktor yan jî berpirsê beşê lazim bû. Mijarên ku dihatin hilbijartin jî sînordarkirî ne. Di sala yekê de min dixwest li ser cejna Newrozê lêkolînekê bikim. Lê hingê mijar dane ber me, berê me dane hepsa kesên temen piçûk da ku em lêkolînê bikin. Heta bi encama dawî jî ji berê ve diyarkirî bû. Gava me bi doktor re nîqaş dikir, digot, na na vê nekin, bi vî awayî bikin. Yanî tenê me dane kom dikirin û ne ji mafê me bû em wan daneyan analîz bikin. Li ser kêfa wî doktorî dihate hilbijartin.
Lê ku mirov li Zanîngeha Rojava meyzîne, di meseleya dersdayînê de, di her beşêkî de, di her dersekê de her mamoste xwendekar e û di heman demê de mamoste ye jî. Yanî xwe dixe şûna xwendekaran jî. Ji xwendekaran hînî agahiyan dibe. Hem ezmûneke wan a jiyanê heye û hem jî herî kêm deh salan dibistan xwendine. Vê tecrûbe û zanînê, tevî ciwaniya xwe didin mamosteyên xwe. Ji lewma têkiliyeke wiha hatiye avakirin ku mamoste bêhtir bi rola şêwirmend rabe. Bibêje, ev rê baştir e. Di lêkolînan de jî mesele bi heman rengî ye. Xwendekar di mijara diyarkirî de bi xwe lêkolîna xwe hildibijêre.

Bi qasî min ji minaqeşeyên we yên bi xwendekarên Bremenê re yên havînê karî bişopînm, di meseleya hiyerarşiyê de Zanîngeha Rojava bi giştî û Beşê Zanistên Civakî bi taybet, dixwaze hiyerarşiya rêveberiyê, hiyerarşiya di navbera xwendekar û mamsoteyan de ji holê rake. Di pratîkê de ev çawa dibe?
Ez di meseleya hiyerarşiyê de dikarim bibêjim, ku ew qalibê hiyerarşiyê ji sedî sed hatiye şikandin. Belkî mamosteyan ji sedî sed ranekiriye, carinan xwendekar jî xwe pirr zana dihesibînin, xwe di astek ji mamosteyan jî bilindtir dibîne. Lê ew qalibê cemidî yê di navbera mamoste û xwendekaran de şikestiye. Têkiliyek derketiye holê û ez dikarim wê bi nav bikim, ew jî hevaltî ye. Di hevaltiyê de tişta baş, agahiya durist, hezjêkirin di wê têkiliyê de lin pêş in. Ez dikarim îro bibêjim, bi navê hevaltiyê em nêzîkî hev bibin. Belkî were pirsîn, gelo hevaltî ji qedrê mamoste weke pêşeng kêm nake. Ez dikarim bibêjim, mesele hemû hiyerarşiya di mejiyan de ye. Heger em karibin hevaltiya rast ava bikin, û bi qedrê her kesî bigirin, bi halê xwe her tişt li cihê xwe bi cih dibe. Dersên me hene li Zanîngeha Rojava li ser vê rêbaza hanê, di meseleya lêkolînê de hevaltî wê çawa be, mirov çawa bi qedrê yê li hember zanibe, mirov çawa lê guhdarî bike. Ev hemû li nava Zanîngeha Rojava tên nîqaşkirin. Ji ber wê jî ez dikarim bibêjim, ji sedî 80 hiyerarşî rabûye û têkiliya li dewsa wê bêhtir mialmeleya hevaltiyê tê meşandin. [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | www.ozgurpolitika.com
Publication date: 04-10-2022 (3 Ser)
Bajar: Qamîşlo
Curey Weşan : Born-digital
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Kategorîya Naverokê: Zanaişê
Kategorîya Naverokê: Poşiyayiş
Technical Metadata
: 99%
99%
Sernuşte babetê
QR Code
Li Başûrê Kurdistanê xwepêşandana xwendevanên zanîngehê yên Helebce û Çemçemalê
Kom: Kilm şınasiye
Karîyê Kurdipedia agahiyê neteweyî yê me yew şêwazê objektîf, bêtaraf, mesûl û profesyonel ra qeydkerdış dikin.
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Tarixê babetê
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Helebce û Çemçemalê
Helebce û Çemçemalê
Xwendevanên zanîngehê yên #Helebçe# û #Çemçemal#ê carek din bang li hikumeta #Başûrê Kurdistanê# kir ku xerca wan a mehane bidin û got, heya daxwaza wan pêk neyê ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.
Danê sibê carek din xwendevanên zanîngeha Helebce û Çermû ya li Çemçemalê li ber derê zanîngehê kom bûn. Xwendevanan deriyê zanîngehê girtin û xwestin hikumet xerca wan a mehan bide.
Xwendevanê beşa Yasa ya bi navê Lenya Mihemed der barê armanca çalakiyê de axivî. Lenya da zanîn ku ev du roj in ew di nava çalakiyê de ne, ji ber ku hikumet bersiva daxwaza wan nade.
Xwendevana bi navê Şinyar Bêstun jî destnîşan kir ku xerca mehane mafê xwendevanên zanîngehê ye, ji bo vê heya xerca mehane were dayîn wê çalakiyên me dewam bikin.
Duh jî xwendevanên zanîngeh û peymangehê yên Çemçemal, Germiyan û Helebceyê bi çalakiyan xwestin hikumet xerca wan a mehane bide. Heya niha daxwaza xwendevanan bi cih nehatiye.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://hawarnews.com/- 09-11-2022
Publication date: 09-11-2022 (3 Ser)
Bajar: Helebce
Bajar: Çemçemal
Curey Weşan : Born-digital
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: Raport
Technical Metadata
: 99%
99%
Sernuşte babetê
QR Code
Attached files - Version
Babet Version
Dosyayî fotoraf 1.0.191 KB 09-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Li Rojava xebatên zanîngehan geş dibin
Kom: Kilm şınasiye
Kurdipedia, agahiyê me arşîvkerdışê yew projeyê herî mezin e.
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Tarixê babetê
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Li Rojava xebatên zanîngehan geş dibin
Li Rojava xebatên zanîngehan geş dibin
=KTML_Bold=Li Rojava xebatên zanîngehan geş dibin=KTML_End=

Li rojavayê Kurdistanê, kar û xebatên zanîngehan didomin û di vê çarçoveyê de li Kobanê avakirina avahiya nû ya #Zanîngeha Kobanê# temam bûn. Li seransê Rojava 2 hezar û 300 xwendekar li zanîngeh û peymangehan hatin qeydkirin.
Li rojavayê Kurdistanê, tevî hemû êrîş û astengiyan jî xebatên xurtkirin û başkirina şert û mercên perwerdeyê berdewam dikin. Bi taybetî jî xebatên li zanîngehan hatine zêdekirin. Di vê çarçoveyê deZanîngeha Kobanê ku lêkirina avahiya wê di sala 2018’an de hatibû destpêkirin bi dawî bûn û avahî ji dayîna perwerdeyê re hat amadekirin.
Rêveberê projeya lêkirina zanîngehê endazyar Nezmî Mihemed, der barê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Mihemed, diyar kir ku Rêveberiya Xweser milyonek dolar ji bo avakirinê û 700 hezar dolar jî ji bo temamkirina pêdiviyan budçe ji zanîngehê re veqetandiye û li ser vê proje hatiye temamkirin û der barê zanîngehê de ev agahî dan:
“Ev proje têra hezar xwendekaran dike. Di avahiya nû de nêzî 30 hol hene, her yek ji bo 35-40 xwendekaran e û gelek nivîsgehên rêveberiyê hene. Avahiya nû ji 3 beşan pêk tê; 2 beş ji bo xwendekaran û beşek ji bo rêveberiyê hene. Her wiha holeke ji bo 400 xwendekaran û holeke pirtûkxane û xwendinê li zanîngehê hene.
Fakulte û peymangeh
Li Zanîngeha Kobanê 2 beşên wêjeyî û zanistî hene ku ji 12 beşên fakulte û peymangehan pêk tên. Ew jî ev in; fakulteya wêjeyan, fakulteya perwerdehiyê, fakulteya zanistên xwezayî, peymangeha zanistên xwezayî, peymangeha zanistên perwerdehiyê, peymangeha bijîşkî, peymangeha teknolojî, peymangeha jimaryariyê, peymangeha zimanan, peymangeha zanistên rêveberî û qanûnî, peymangeha lêkolînên bilind ên zanistên perwerdehiyê û peymangeha lêkolînên bilind ên zanistên civakî.
Beşa “Pîşesaziya dermansaziyê” ji bo beşên peymangeha bijîşkî ku berê ji beşên hemşerî, benckirin û taqîgehê pêk dihat, hat zêdekirin. Her wiha beşa biyolojiyayê ku berê girêdayî peymangeha zanistên perwerdehiyê bû û xwendina wê 2 sal û nîv bû, ji bo fakulteya zanistên xwezayî hat zêdekirin û xwendina wê bû 4 sal.”
2 hezar û 300 xwendekar
Li aliyê din, Berdevka Mufadeleya 2023-2024’an a Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Mihemed, der barê hejmara xwendekarên zanîngehên herêmê de ji ANHA’yê re axiviye û agahiyên dawîn parve kiriye. Sîham Mimemed, daye zanîn ku îsal 2 hezar û 300 xwendekar li zanîngeh û peymangehên herêmê hatine qeydkirin.
Der barê qeydkirina xwendekaran a li zanîngehên herêmê de jî Sîham Mimemed ev agahî parve kirine: “2 hezar û 300 xwendekar hatine qebûlkirin. Ji wan 900 xwendekar li Zanîngeha Rojava, 500 li Zanîngeha Kobanê û 300 jî li Zanîngeha El Şerq hatin qebûlkirin. 600 xwendekar jî derbasî peymanghên tibî û mamosteyan bûne.”
Fakulte û peymangeh
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku li Zanîngeha Rojava 12 fakulte, 3 peymangeh; li Zanîngeha Kobanê 3 fakulte, 5 peymangeh; li Zanîngeha El Şerq jî 7 fakulte û 2 peymangeh hene.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | Kurmancî | https://xwebun1.org/ - 21-11-2023
Publication date: 16-11-2021 (4 Ser)
Curey Weşan : Born-digital
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: Zanaişê
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Technical Metadata
: 99%
99%
Sernuşte babetê
QR Code
  
   
   
  
   

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| | CSS3 | HTML5

|