Kurdipedia, Çêlekê Zazakî ya Mezin ra serbixwe kaynakî
Derax Kurdipediyê de
Kurdipedi Arsîvkeran
 Cigerayîş
 Tişt kérdış
 Miyançı
 Zıwan
 Hesabê min
 Wengres
 Rî
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Cigerayîş
 Tişt kérdış
 Miyançı
 Zıwan
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kıtebxane
 
Tişt kérdış
   Lêgerîna pêşketî
Têkelî
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slide Bar
 Qelemê Nêvîsê


 Mîhengên standard
Derax Kurdipediyê de
Mijara têkildarê bûyerî
Mercên Bikaranînê
Kurdipedi Arsîvkeran
Şîrove ê şima
Xebitnayox, -e
Ferhengê Kurdîpediya
Hevparê me
Bûyeran rêza demê
 Çalakiyan - Kurdipedia
Destdayi
 Zêdetir
 Navên Kurdkî
 Ser Lêgerînê bike
Statîstîk
Nivîsar
  600,693
Pêke
  126,576
Nûstık PDF
  22,385
Têkilî Dosyayan
  132,946
Video
  2,209
Zıwan
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
322,482
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,766
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,157
عربي - Arabic 
46,850
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,894
فارسی - Farsi 
17,491
English - English 
8,630
Türkçe - Turkish 
3,891
Deutsch - German 
2,068
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
368
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
Kom
Zazakî
Jiyaname 
9
Cagah  
1
Weşanî (kovarî, rojnameyî, malperî webî, saziyeyê medyayî û hwd.) 
8
Kıtebxane 
74
Kilm şınasiye  
6
Hilanîna Dosyayî
MP3 
2,753
PDF 
35,242
MP4 
4,322
IMG 
241,559
∑   Hemûyanê yew cı 
283,876
Gêrayêne naverokê
‘Muzîk çeka derûnî û çavkaniya coşê ye’
Kom: Kilm şınasiye
Agahiyê me her dem û her cı de ye!
Par kerdış
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Rêjeyê kirin
Bêkêr
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Têxe navê bijareyên min
Li ser vê gotarê şîroveyê xwe binivîsin!
Tarixê babetê
Metadata
RSS
Wêneyê mijara hilbijartî li Google lêgerîn!
Mijara hilbijartî li Google lêgerîn.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Muzîk çeka derûnî û çavkaniya coşê ye’
‘Muzîk çeka derûnî û çavkaniya coşê ye’
=KTML_Bold=‘Muzîk çeka derûnî û çavkaniya coşê ye’=KTML_End=
Dîlan Mulhim\Qamişlo

Hunermendê Kurd Resûl Diljar ji 9 saliya xwe ve dest bi karê #muzîkê# kiriye û ew di malbateke ku ji muzîkê hez dike mezin bûye. Herwiha Resûl Diljar diyar kir ku muzîk ji bo wî çeka derûnî û coşê ye.
Hunera Kurdî ya dewlemend bi dengbêjî û stranbêjiyê bi sedan salan hatiye parastin û di bîra civakê de maye. Her gel bi çand û hunera xwe tê nasîn, mirovên ku hunera wan tunebe nasnameya wan jî tune ye. Gelê Kurd jî bi hunera xwe tê nasîn, her hunermendekê, stranbêjek û tembûrvanek bi stranan parastina hunera Kurdî dike û dihêle ku zindî bimîne. Lewma di parastina çand, huner û nirxê gelê kurd de hunermend, tembûrvan û stranbêjên ciwan ên Kurd rolek mezin lîstin e. Ciwanên kurd ji bo parastina mîrata çandî ya kurdî kedeke mezin dane. Di heman demê de, li Rojavayê Kurdistanê bi Hunermendên xwe yên ciwan dewlemend e, û bi taybet jin, zarok û ciwan, yek ji wan hunermedê ciwan Resûl Diljar e.

=KTML_Bold=Kurte jiyana Hunermend Resûl Diljar=KTML_End=
Hunermedê Kurd Resûl Diljar di sala 2002’an de ji bajarê Qamişlo ji dayîk bûye, ew di malbateke ku ji muzîkê hez dike mezin bûye. Resûl Diljar ji 9 saliya xwe ve dest bi karê muzîkê kiriye û di malbatê de dayîka wî piştgirî dayê ku tevlî qada muzîkê bibe.
Di derbarê jiyana xwe ya hunerî de, hunermedê Kurd Resûl Diljar ji Rojnameya me re axivî.

=KTML_Bold=‘Muzîk xwarina giyanê mirov e ’=KTML_End=
Resûl Diljar anî ziman ku muzîk ji bo wî çeka derûnî û coşê ye û wiha got: “ Muzîk ji bo min çeka derûnî û kêfxweşiyê ye, herwiha muzîk weke xwarina giyanê mirov e . Çawa ku mirov nikare bê xwarin jiyan bike, ez jî nikarim bê muzîk jiyan bikim. Di destpêkê de min gelek astengî û zehmetî dîtin, ji ber ku ez di peyîmangeha muzîkê ya girêdayî partiya Netewî de nehatim qebûlkirin. Piştî demekê, yek ji navendên Rêveberiya Xweser a Demokratîk alîkarî bi min re kir. Di heman demê de, ez tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûm û heta niha di nava qada leşkerî de cihê xwe digirim. Ez zehmetiyê di karê xwe de dikşînim, lê bê ku ez cudahiyê bikim navbera erka xwe ya parastina gel û muzîkê de kar û xebatê xwe dikin.”

=KTML_Bold=‘Muzîk aramiyê bi xwe re ava dike ’=KTML_End=
Resûl Diljar eşker kir ku muzîk aramiya canê mirov e, û wiha berdewam kir: “Min xwe bi xwe pêşxist ji bo fêrkirina amûrên têlî. Piştî derbasbûna çend salan min du stran nivîsandin, yek li ser ruhê hevaltiya şehîdan ya din jî li ser hezkirina di navbera cîranan de bû. Ez niha li ser nivîsandina stranên nû kar dikim ku mîrate û hezkirina Kurdî îfade dike. Ez bang li hemû ciwanan dikin ku berê xwe bidin fêrkirin û naskirina her tiştî, herwiha dûrî aliyê nebaş ji jiyanê bikevin.”

=KTML_Bold=‘Muzîk asoyên mirovan kûrtir dike’=KTML_End=
Hunermedê Kurd Resûl Diljar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her mirovek bi rengekî cuda ji muzîkê hez dike, herwiha huner parçeyek ji jiyana mirovan e, dengê muzîkê yek ji wan dengan e ku mirovan dixe nava aramiyeke bê sînor de. Her kes di jiyana xwe de rastî astengiyan tê, helbet astengî di jiyana min de jî derbas bûne. Pêwîst e kesê ku xwedî xeyal, dev ji xeyalên xwe bernedin û çiqasî rastî astengiyan jî werin pêwîst e riya xwe berdewam bikin, ji ber ku her tişt bi israrê pêk tê. Ez bi hêvî me ku muzîk alîkar be ji bo vî welatî û bi taybet tembûr, ji ber ku Tembûr çanda kurdî ye, herwiha em weke nifşê nû yê civakê, bi stran û hunera xwe, çanda û civaka xwe ya kevnar diparêzin. Divê her ciwan tirsa di hundirê xwe de derbas bike û li hunera kurdî xwedî derkeve, herwiha pêwîst e ciwan girêdayî çand xwe bin û xwedî lê derkevin, ji bona ku çanda me were parastin û winda nebe.” [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Vî makale di zimanê (Kurmancî) de hatiye nivîsandin, bo vî makaleyan di zimanê orijînal de veke, li ser sembola bike!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Vî sernavê 483 caran hat dîtin
Li ser vê gotarê şîroveyê xwe binivîsin!
HashTag
Çıme
Girêdayî nivîsan: 4
Sernavê ziman: Kurmancî
Publication date: 20-08-2025 (1 Ser)
Curey Weşan : Born-digital
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: Muzîk
Kategorîya Naverokê: Makaleyan û gotûbêjan
Xoserı : Kurdistan
Technical Metadata
Kalîteya Malê: 99%
99%
Vî sernavê ji hêla Aras HisoA.H. ve 07-12-2025 caran hat qeydkirin
Ê makale ji hêla ( Sara KamelaS.K.) ve hate kontrol kirin û weşandin.
Vî sernavê herî dawî ji hêla Sara KamelaS.K. ve di 08-12-2025 de hate guhertin
Sernuşte babetê
Vî sernavê li gora Kurdipedia Standard têneqes e, hewce ye ku hate guhertin
Vî sernavê 483 caran hat dîtin
QR Code
Zêdetir
  

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.42
| Têkelî | CSS3 | HTML5

| Demê çêkirina rûpelê: 1.203 sanîye!