Derax Kurdipediyê de
Afîneyen Kurdipedia
 Cigerayîş
 
 Miyançı
 Zıwan
 
 Wengres
 Rî
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Cigerayîş
 
 Miyançı
 Zıwan
 
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kıtebxane
 
  
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 ...
 ...
 
 Rewşa tarî
 Slide Bar
 Font Size


 Mîhengên standard
Derax Kurdipediyê de
Mercên Bikaranînê
Afîneyen Kurdipedia
Şîrove ê şima
Xebitnayox, -e
  - Kurdipedia
Destdayi
 
 Navên Kurdkî
 Ser Lêgerînê bike
  586,158
Pêke
  124,413
  22,121
Têkilî Dosyayan
  126,476
Video
  2,193
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Kom
Zazakî
Jiyaname 
8
Cagah  
1
Çap 
8
Kıtebxane 
69
Kilm şınasiye  
6
Hilanîna Dosyayî
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemûyanê yew cı 
274,973
Gêrayêne naverokê
Dewleta Tirk Rojhilata Navîn tevlîhev dike
Kom: Kilm şınasiye
Karîyê xo de formata baş ra Kurdipedia ra bişînin. Ewane ji bo we arşîv dikin û heta her demê hîfz dikin!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Tarixê babetê
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dewleta Tirk Rojhilata Navîn tevlîhev dike
Kilm şınasiye

Dewleta Tirk Rojhilata Navîn tevlîhev dike
Kilm şınasiye

Dewleta Tirk Rojhilata Navîn tevlîhev dike
Zekî Bedran

#Dewleta Tirk# li dijî gelê Kurd amedekariya êrîşeke hîn berfireh û mezin dike. Li aliyekî Erdogan bi hilbijartinên heremî re hewl dide xwe bihêz bike. Bi zext û dorhêlên ne wekhev, bi hîleyan hilbijartinên meha Gulanê ya serokkomariyê bi dest xist. Lê belê ti pirsgirêkekî Tirkiyê çareser nebû, ti tişt jî ber bi başbûnê ve naçe. Di ser de di pêvajoya zivistanê de çalakiyên ku hêzên gerîla li başûrê Kudistanê kirin, hejiyan. Ji ber Erdogan siberoja xwe şerê li dijî Kurdan ve girê daye, aliyekî hemû tifaqên hundir û derve û derfetên dewletê ji bo vê pirsgirêkê bikar tîne.
Di 13’ê Sibatê de hêzên gerîla li qadekê baregeha li başûr bi temamî paqij kirin. Li gorî daxuyaniyan 37 leşker hatiye kuştin. Lê belê rêveberiya Erdogan da xuyakirin ku tenê leşkerekî wan miriye. Çalakiyên berê jî weke hejmareke kêm dabûn. Tevî vê jî ev yek li Tirkiyê rê li nîqaşên cidî vekir. Mîna pêvajoyên hilbijartinê hewl dan li ser bûyerê bigirin, mijarê ku tê de jîr in, naxwazin derbxwarinê xwe ji gel re biteyîsinin. Hewl didin propagandaya weke pir balafiran çêdikin, pişesaziya şer pêşxistine civakê mîlîtarîze bikin.
Di hilbijartinên heremî de hin navendên stratejîk, mîna Stenbolê dixwazin bigrin û desthilatiya xwe biparêzin. Tê zanîn MHP û Ergenekon şerê li dijî Kurdan piştgiriya AKP’ê dikin. Di heman demê de Erdogan ji 2015’an ve şerê ku bê navber didomîne bawerî jê re dane ku dê encamê bigre. Wiha dihesibînin ku bi îstîxbarat û teknîkê di şer de biserkevin. Lê belê tişta ew dixwazin naçe serî. Şer dirêj dibe. Ji bo vê jî leza xwe heye. Li Başûrê Kurdistanê YNK û hêzên din jî mîna PDK’ê dixwaze tevlî planê xwe bike û hewl didin bi vî awayî zorê bidin ser gerîla. Bi qasî ku rayedarên Iraqê aciz bikin hevdîtinan dikin.
Li Sûriyê jî bi qasî ku karibe bikarbîne hêzên çekdar ava kiriye. Bi deh hezaran DAIŞ, El-Nusra û çeteyên din di dagirkirina Sûriyê de bikar tîne. Di şer de wan dide pêş. Li başûrê Kurdistanê neçar dimînin leşkerên xwe bikar bînin. Dema windahiyên wan zêde dibe nîqaş û nerazîbûna gel tên rojevê. Li Sûriyê bi hezaran hêzên çete werin kuştin jî agahiyên gelê Tirkiyê jê nabe. Cenaze naçin li wê derê. Di vî warî de hewl didin şer veguherînin şerê di navbera Kurdan de. Ji xwe heger hevkariya PDK’ê nebaya nedikaribûn xwe bighînin wan çiyayan û ne jî dikaribûn li wir bimînin. Tevî PDK’ê jî encamê ku dixwestin bi dest nexistin. Niha jî dixwazin PDK’ê bixin nava pevçûnên aktîf, YNK’ê jî li gel wê bidin şerkirin. Di heman demê de hêzên Iraqê jî dixwazin bixin nava planên xwe yê dijminahî û qirkirina Kurdan.
Li Sûriyê bi navê pêvajoya Astanayê bi Rûsya û Îranê re li dijberê Kurdan êniyek ava kirin. Bi taybetî têkiliyên di navbera hêzên Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyê de koordîne dikin. Heger Kurd werin derbkirin û rêveberiya xweser were berterafkirin dê rêveberiya Şamê li heremê serwer bibe. Rûsya ji bo Şam li heremê serwer bibe dixebite. Şer derketiye, bi hezaran mirov miriye, neçarî koçberiyê bûne ji bo wan ne pirsgirêke. Heger têkiliyên di navbera Tirkiyê û Amerîka de xera bibe ew jî sûdê bide Rûsyayê. Rêveberiya Tirkiyê jî ji bo tenê Kurd dayika xwe nebînin dibin hevkarê hemû planên xerab û tarî.
Îstîxbarata Îran û Şamê li herêmên ku rêveberiya xweser serdest in bi awayekî aktîf dixebitin. Rûsya jî ji bo wan qad û dorhêl çêdike. Taybetmendiyan li ser esasê nijadperestiyê tê birêxistinkirin bi çek kirin provake kirin. Dema dewleta Tirk êrîş bike, Ereb jî wê aloziyê çêbikin û hemû herêmê di nava kaosê de bihêle. Şam û hêzên Îranê jî dê destwerdanê bikin û hewl bidin kontrol bikin. Rûsya jî bi piştgiriya hewayî û koordînasyona êrîşên bi Tirkiyê re wê herêmê bixe bin kontrola xwe. Tirkiye plana ku Kurd nebin xwedî nav û statu, qebûl kir ku hikûmeta Şamê li herêmê serwer be û herêmên bi dest xistine di bin kontrola wan de bin.
Erdogan û hevalên wî herêmên niştecihbûna kurdan wek korîdorên terorê pênase dikin. Û Kurdistanê wek terorîst pêşkêşî cîhanê dike. Vê rastiyê vedişêre ku li vê herêmê gel, bi milyonan mirov dijîn. Her tiştî wek teror û terorîst nîşan dide. Amerîka û hêzên Ewropa jî piştgiriyê didin polîtîkayên îmha û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdan. Xuya ye ku wan herî kêm êrîşên nû pejirand. Dema ku balafirên Tirk li hedefên aborî û debara gel dan, ti bertek nîşan nedan. Tirkiyê êrîşên xwe yên bênavber didomîne û wek maşîneya kuştinê dixebite. Heger Amerîka û Rûsya erê neke û qada hewayî veneke Tirkiyê nikare wan tiştan bike.
Em van mijaran gelek caran rave dikin. Ji ber ku ji derve ve tiştên ku li van herêman diqewimin bi tevahî nayê zanîn û gelek hêz jî pêşketinan ji nêz ve naşopînin. Weke ku şerê li dijî DAIŞ’ê bi dawî bûye û li wir her tişt asayî ye tê mêzandin. Lê divê her kes bizane ku wêranî û şerên ku ji DAIŞ’ê pirtir berdewam dikin û yên mezintir li ber derî ne.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 07-02-2025
: 36
Publication date: 28-02-2024 (2 Ser)
Curey Weşan : Born-digital
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Kategorîya Naverokê: Siyasi
Kategorîya Naverokê: Cıgeyrayış
Xoserı : Kurdistan
Technical Metadata
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
: 98%
98%
Sernuşte babetê
QR Code
  
   
   
  
   

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| | CSS3 | HTML5

|