Derax Kurdipediyê de
Afîneyen Kurdipedia
 Cigerayîş
 
 Miyançı
 Zıwan
 
 Wengres
 Rî
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Cigerayîş
 
 Miyançı
 Zıwan
 
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kıtebxane
 
  
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 ...
 ...
 
 Rewşa tarî
 Slide Bar
 Font Size


 Mîhengên standard
Derax Kurdipediyê de
Mercên Bikaranînê
Afîneyen Kurdipedia
Şîrove ê şima
Xebitnayox, -e
  - Kurdipedia
Destdayi
 
 Navên Kurdkî
 Ser Lêgerînê bike
  587,056
Pêke
  124,611
  22,130
Têkilî Dosyayan
  126,957
Video
  2,194
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,688
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,893
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,781
عربي - Arabic 
44,355
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,813
فارسی - Farsi 
15,977
English - English 
8,539
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
80
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Kom
Zazakî
Jiyaname 
9
Cagah  
1
Weşanî (kovarî, rojnameyî, malperî webî, saziyeyê medyayî û hwd.) 
8
Kıtebxane 
71
Kilm şınasiye  
6
Hilanîna Dosyayî
MP3 
1,508
PDF 
34,784
MP4 
4,044
IMG 
235,392
∑   Hemûyanê yew cı 
275,728
Gêrayêne naverokê
‘Girtîgehên li herêmên dagirkirî ji Sêdnaya ne cûdatirin’
Kom: Kilm şınasiye
Agahiyê me her dem û her cı de ye!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Tarixê babetê
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘#Girtîgeh#ên li herêmên dagirkirî ji Sêdnaya ne cûdatirin’
Argêş Vîyan/Qamişlo

Rêveberiya Komaleya Mafê Mirovan a Sûriyê Evîn Cuma da xuyakirin ku kiryarên li herêmên dagirkirî tên kirin li dijî zagonên mafên mirovane û wiha got: “Girtîgehên herêmên dagirkirî û kiryarên ku li wan deran tên kirin, ji girtîgeha Sêdnaya ne cûdatire.”
Di cîhanê de gelek mînakên vê rêbazê hene û her çiqas navên van girtîgehan cuda bin jî, kiryarên ku li dijî girtiyan dikin heman in. Navê van girtîgehan li Fransayê dibe Bastille, li Kubayê dibe Guantanamo li Îranê dibe Evîn, li Tirkiyeyê dibe Amed, li Sûriyê dibêjin Sednaya. Piştî dagirkirina herêmên Kurdan navê wan girtîgehên navdar bû Efrîn, Serêkanî û Girê Spî.
Derbarê binpêkirina zagonên mirovî û kiryarên li girtîgehên herêmên dagirkirî de, Rêveberiya Komaleya Mafê Mirovan a Sûriyê Evîn Cuma ji rojnameya me re axivî.
‘Herêmên dagirkirî kiryarên dervî mirovî hemberî şêniyan tên kirin’
Evîn Cuma ragihand ku piştî dagirkirina Heleb, Til Rifet, Şehba û Minbicê kiryarên dijî mirovî û zagonî tên meşandin û wisa dest bi axaftina xwe kir: “Kiryarên li dijî welatiyan tên meşandin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, taybet herêmên ku gelê Kurd têde jiyan dikin cihê metirsîyê ye. Gelek welatî bi tomêtên cûda hatine girtin û tên işkence kirin. Bi rastî jî, zextên ku girtîgehên rejîma Bees’ê yên wek Sidnaya dihate kirin, bi heman kiryarên xêrabtir girtîgehên herêmên dagirkirî tênkirin û ev pêş çavê hemû cîhanê tên meşandin. Di wan herêmên dagirkirî de nêzî 3 girtîgehên ku têde kiryarên weke işqence û kuştin têde tên meşandin hene. Heman demê de, li wan herêman 1400 kes çarenûsa wan ne dîyare û windan e. Rewşa wan girtîgehan ya Sidnaya pir xirabtir e. Xwe gihandin û agahî girtina welatiyên ku wan girtîgehan de hatine girtin pir zehmet e. Heman bajaran de yên dagirkirî heya niha 6 Hezar welatiyan di bin zextê hatine qetilkirin. Taybet jinên ku di wan girtîgehan de dihatin girtin, pêştî ku derketin dawî li jiyana xwe anîn. Li Efrînê 6 jinên ku tê payin li wan girtîgehan de mabûn dawî li jiyana xwe anîn e. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker kiryarên hemberî jinên herêmê didomînin. Kuştin tecavûz û kiryarên cûrbicûr dijî jinan bikartînin. Em wek komeleya mafê mirovan ji bona lêpirsîn û derxistina rastiyan kar û xebatên xwe zêde bikin.“
‘Em wek komele wan kiryaran bê hesap nahêlin’
Evin girîngî da belge kirina kiryarên xêrab yên ku herêmên dagirkirî tên meşandin wisa domand: “Ev kiryarên wisa ber bi çavê hemû cîhanê tên meşandin. Ev hatine teqez kirin. Lê ti saziyên navnetewî û cîhanî heya niya bertek nîşanî bi wan kiryaran nedaye. Lê emê belge kirina wan kiryaran zêdetir bikin û teqez kirina qetlîamên çeteyên dewleta Tirk ya dagirker bigîhinin raya giştî. Binpêkirina mafên mirovan û gelê me ti caran bêbersiv nahêlin. Ev belgeyên ku tên bidest xistin demildest ji bona komale û saziyên mafên mirovan re dê bên şandin. Gor zagonên navnetewî ger di şerê navbera dû welatan de tê kirin, windahîyên ku leşkerî yên welatîyên sivîl zêdetir bin ev şer tê bidawî kirin. Êrîşên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê ne şer e, qetlîam û dagirkeriy e. Binpêkirinên mafê mirovan û welatiyên sivîlin. Cihekê ku zarok bên kuştin û qetilkirin wê derê qetlîam tên meşandin. Hecetên rayedarên dewleta Tirk ya dagirker yên parastina sînorên xwe derveyi rastî yê ne û derevin. Armanc qirkirina gelê Kurd û herêmê ne. Di gor zagonên xwe jî tevnagerin. 31 kilometre derveyi sinorên welatê xwe derketine ev dagirkirina herêmê ye. Ji ber ku cihekê biparêzin nîn e. Axa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her tim ragihandinê xwe de gefan dixe û dibêjin “Em nêzî sinorên xwe welatekî binavê Kurdistan na pejirînin.” Ev tê wateya ku derdê wan ne parastine derdên wan deskeftiyên Kurdan û mafên wan yên bingehine û di heman demê de têkbirina Rêveberiya Xweser e.“
‘Piştî hilweşandina Rejima Bees’ê metirsî zêdetir bûy e’
Evîn balkişand li ser piştî hilweşandina hikûmeta Rejîma Bees’ê, û komên çete dagirkirina paytext Şamê metirsîya li ser binpêkirina mafên mirovan û axaftina xwe wisa qedand: “Bi alîkariya Komaleya Mafên Mirovan ya Efrînê hejmarek zêde welatiyên ku çarenûsa wan ne diyar hatin peydakirin. Ev kesên ku hatin dîtin ji bona Komaleya Mafên Mirovan ya Lêpirsînê a Ewropa yê ve hatin şandin. Wek komale me pêşniyara bi navbeynkariya NY emê ji bona lêpirsîna kesên winda derbasî herêmên dagirkirî bibin. Piştî hilweşandina Rejîma Bees’ê metirsîyên me zêdetir bûy e. Gelo HTŞ û komên çekdar yên girêdayi dewleta Tirk ya dagirker kiryarên xwe yên Efrînê û Serekaniyê û Girê Spî dê Şamê ji bimeşînin? Ji ber ku berê jî me raya giştî ragihandi bû kul i herêmên dagirkirî û işqenceyên ku tên kirin hemê bi destê MIT’ê tên rêvebirin. Banga me ji bona saziyên navnetewî yên mafê mirovan û kesên zagonsaz e ku hemberî wan kiryarên dijî mirovî bisekinin. “[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 25-01-2025
: 23
Publication date: 01-01-2025 (1 Ser)
Curey Weşan : Born-digital
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Kategorîya Naverokê: Siyasi
Kategorîya Naverokê: Cıgeyrayış
Xoserı : Sûrya
Technical Metadata
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
: 99%
99%
Sernuşte babetê
QR Code
  
   
   
  
   

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| | CSS3 | HTML5

|