Kurdipedia, Çêlekê Zazakî ya Mezin ra serbixwe kaynakî
Derax Kurdipediyê de
Kurdipedi Arsîvkeran
 Cigerayîş
 Tişt kérdış
 Miyançı
 Zıwan
 Hesabê min
 Wengres
 Rî
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Cigerayîş
 Tişt kérdış
 Miyançı
 Zıwan
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kıtebxane
 
Tişt kérdış
   Lêgerîna pêşketî
Têkelî
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slide Bar
 Qelemê Nêvîsê


 Mîhengên standard
Derax Kurdipediyê de
Mijara têkildarê bûyerî
Mercên Bikaranînê
Kurdipedi Arsîvkeran
Şîrove ê şima
Xebitnayox, -e
Ferhengê Kurdîpediya 🆕
Hevparê me
Bûyeran rêza demê
 Çalakiyan - Kurdipedia
Destdayi
 Zêdetir
 Navên Kurdkî
 Ser Lêgerînê bike
Statîstîk
Nivîsar
  598,876
Pêke
  126,354
Nûstık PDF
  22,355
Têkilî Dosyayan
  132,392
Video
  2,205
Zıwan
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
321,885
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,556
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,081
عربي - Arabic 
46,335
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,752
فارسی - Farsi 
17,345
English - English 
8,608
Türkçe - Turkish 
3,887
Deutsch - German 
2,054
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
365
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
Kom
Zazakî
Jiyaname 
9
Cagah  
1
Weşanî (kovarî, rojnameyî, malperî webî, saziyeyê medyayî û hwd.) 
8
Kıtebxane 
74
Kilm şınasiye  
6
Hilanîna Dosyayî
MP3 
2,534
PDF 
35,166
MP4 
4,307
IMG 
241,025
∑   Hemûyanê yew cı 
283,032
Gêrayêne naverokê
(Mem û Zîn (Hevdîtina Mem û Zînê ya di zindanê de û mirina Memê
Kom: Kilm şınasiye
Bi Kurdipedia re dizanî ka li her rojê mehê me çi tê!
Par kerdış
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Rêjeyê kirin
Bêkêr
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Têxe navê bijareyên min
Li ser vê gotarê şîroveyê xwe binivîsin!
Tarixê babetê
Metadata
RSS
Wêneyê mijara hilbijartî li Google lêgerîn!
Mijara hilbijartî li Google lêgerîn.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mem û Zîn
Mem û Zîn
(#Mem û Zîn# (Hevdîtina Mem û Zînê ya di zindanê de û mirina Memê
$Destpêk$
Li gorî lêkolîneran sala bûyina Ehmedê Xanî li gorî teqwîma Hîcrî sala 1061 e, û li gorî teqwîma mîladî jî sala 1651 e. Xanî, li Colemêrgê ji dayik bûye û di sala 1706an de li Bazîdê çûye ser dilovaniya Xwedê. Tê gotin ku ew demeke dirêj li Cizîra Botanê jiyaye, ji ber wê yekê ye ku ew urf, adet û şiklê jiyana Botanîyan baş nas kiriye. Ew li welatên hawîrdor jî xwendina xwe bi pêş ve dibe û diçe Bexda, Şam û Helebê û li medreseyên Îranê xwendina xwe didomîne. Ehmedê Xanî xwe di beşên astronomî, felsefî û fîlolojî de jî pêş ve dibe. Ji ber ku wî li ser felsefeya olan xwendibû û perwerdeya xwe di medreseyan de dest pê kiribû, di pîrtûka Aqîdeya îmanê de li ser ola Îslamê dinivîse. Ji bo ku zarokên Kurdan perwerde bike, wî medreseyek vekiriye û di wê medreseyê de ders daye rokan. Dr. Nûredîn Zaza jî di kovara Hawarê de qal dike ku perwerdeya zarokan ji bo Ehmedê Xanî gellek bi qîmet bûye û wî her tim şîret li zarokên kurd kirine ku ew ji heval û malbatên xwe hez bikin da ku ew hînî hezkirina dayika me tevan « Kurdistanê » bibin. Wî ji bo perwerdeya zarokan « Nûbihara Bîçukan » nivîsiye ku ew pirtûk di şiklê ferhengeke zarokan de hatiye nivîsîn ku zarokên Kurd zimanê xwe yê zikmakî ji bîr nekin.
Zimanê Kurdî ji bo Ehmedê Xanî gellekî bi qîmet bû. Lwere em dizanin ku wî emrê xwe li ber nivîsandina Mem û Zîn’ê derbas kiriye. Di demeke wisa de ku piraniya nivîskaran bi zimanê farisî, erebî yan jî osmanî dinivîsandin, Xanî xwest bi qelema xwe zimanê Kurdî bîne asta zimanen edebî yên wê demê. Wî xwest evîna Mem û Zînê ji bo danasîna gelê Kurd bi kar bîne, di rûpela 80î de Xanî dibêje:
« Şerha xemê dil bikim fesane
Zînê û Memê bikim behane »
Di vê rezikê de xuya dibe ku hîn li dunyayê konsepta netewperestiyê tunebû ku Ehmedê Xanî çarçoveya netewekîê ji Kurdan re çêdikir û xweseriya wan hevî dikir. Ehmedê Xanî vê yekê dîsa bi van gotinan tîne zimên :
« Ez mame di hîkmeta Xwedê da
Kurmanc-i di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm »
Mirov dikarê vê efsaneya ku ji aliyê Ehmedê Xanî ve hatiye nivîsandin, weke romana yekem a Kurdî jî bihesibîne. Romannivîsê Kurd Ibrahîm Seydo, yekemîn kes e ku di nivîsên xwe de behsa vê yekê dike. Tespîta wî ew e ku di Mem û Zîn’ê de jî wekî romanan, gellek kes û bûyer hene ku ev yek, nasnameya romanê dide Mem û Zîn’ê. Ev berhem çîroka evîna di navbera du kesan de ye ku Ehmedê Xanî herdu şexsên sereke yên çîrokê, bi xweşikiyeke bêhempa tîne zimên. Ew herdu kes di Newrozê de li rastê hev tên ku ew her dû jî xwe bi şiklê zayenda din xemilandine û çerr ku hevûdu dibînin, dil dikevin hev. Xwişka Zînê, Sitî û hevalê Mem, Tajdîn jî di heman demê de dil dikevin hev. Zîn û Sitî xwişkên Mîrê Botan in. Li gorî urf û adetên Kurdan, du keçikên heman malê nikarin di heman demê de ji malekê derbikevin. Ji ber wê yekê ye ku Mem dorê dide Tajdîn. Mîr bi zewaça Tajdîn û Sitî qayîl dibe. Lê bekotiyên Beko (Bekir) dibin sersebebên negihîştina Mem û Zînê. Beko bi fen û fiêlan, Memî li ber çavên Mîrê Botanê reş dike, Mem dikeve xefka ku Bekirî lê vedaye. Mem evîna xwe ya ji bo Zînê di nav civata Mîr de tîne zimên û Mîr emr dide ku Mem bikeve zindanê.
$Hevdîtina Mem û Zînê ya Zindanê$
Gava ku Mîr banga Zînê dike û poşmaniya xwe ya li hemberî Memî tîne zimên, destûrê jî dide ku ew di zindanê de Memî bibîne; Zînê xwe dixemilîne bo dîtina Memî. Beriya ku Zîn bigihije zindanê, Ehmedê Xanî rewşa Memê ku di zindanê de ye, wiha tîne zimên;
« Fanosa qefesa laşe wî bêronayî maye û vemiriye
Gulistana bedena bê av maye, ziwa bûye û gemiriye »
Di wê demê de her çiqas ‘’Daye’’ û ‘’Sitî’’ bi Memî re diaxifin jî ruh di laşe Memî de naxûyê. Le bêle bi hatina Zînê ve, ruh dikeve laşê Memî û çend peyvan ji hev re dibêjin ku Ehmedê Xanî wê guftugoyê wiha şîrove kiriye;
Teksta orjînal:
« Wan teşnelebêd-î bêtekelluf
Wan soxiteêd-î bêteserruf
ev reng dikirin bi yek ve suhbet
Lêk erz dikirin kemalê ulfet »
Teksta Mehmet E. Bozarslanî:
Wan lêvziwayên ku di peyvan da zehmet nedikişandin
Wan dilşewitîyen ku peyvên xwe nedievişandin
Bi vî awayî hevpeyvîn dikirin bi hev ra
Hogirîya xwe ya temam peşkêş dikirin ji hev ra.
Yanî Ehmedê Xanî dixwaze nîşan bide ku Mem û Zîn jî ne ew kesên nezan in, lê ew mirovên ji malbatên mezin in û herwiha bi huner û m’arîfet in.
Teksta orjînal:
« Weqtê ku memê bihîstin ev pend ev renge he go ewê hunermend »
Teksta Mehmet E. Bozarslan:
Dema memê bihîstin ev şîret weha got ewê hunermend ê bixîret.
$Berdawamiya Evîna Mem û Zînê$
Piştî hevpeyvîna wan herdu dildaran û sergermiya ew xizmetkar, Daye û Sitî yên ku sermest dibin bi vê hevpeyvînê, ew şîretan li Mêmî dikin ku Mem rabe û bigihije evînê. Lê belê gotina pêşî ya Mem wiha ye:
« Ez naçime hezreta çu mîran
Ez nabime bendeê esîran »
Mirov fahm dike ku baweriya Memî li hemberî mîr şikestiye û Ehmedê Xanî herwiha xwestiye vê evînê bikişîne asteke din, Xanî dixwaze bide fahm kirin ku ev evîn nema evîneke ji rêze, lê belê evîneke bêdawî ye. Mirov dikare qiyasa vê, bi mala Xwedê re bike ku li gorî dînê îslamê, evîna li hember Xwedê jî evîneke bêdawî ye. Em dizanin ku Ehmedê Xanî mirovekî bawermend e û xwestiye vê evîne jî bike evîneke xwedayî.
« Ew Memê ku di xelwetxaneyê da ketibû badetê
Rabû ji nû ve ji bo tewafê,bi wê nîyetê »
Di vir de Xanî Zînê şibandiye mala Xwedê, yanî Kabeyê, Mem jî şibandiye heciyekî ku mala Xwedê tewaf dike. Bi vî awayî, Ehmedê Xanî berdewamiya evînekê peş dike ku ne di bin destûra mîr, lê di bin rexma Xwedê de bibe.
$Taybetmendiya vê Bêşê$
Ev beş, bi gellek tiştan ve taybet e ku yek ji wan taybetiyan jî ew e ku gellek bûyerên esas di vê beşê de cih digirin. Berî her tiştî Xanî, Memê evîndar di ve beşê de digihîjîne cem herdu evîndarên wî : Xwedê û Zîn. Xanî rêya ku diçe ba evîna Xwedê, ji evîna Zînê re derbas kiriye ku hetanî ku Mem Zînê nebîne, ruh ji laşê wî nakişe. Bi şiklekî din, em dikarin bibêjin ku Mem li benda Zînê maye ku jê xatir bixwaze û piştre biçe ba Xwedê .
Taybendmendiyeke din jî ew e ku Xanî xwestiye vê beşê bi taybetî weke wane û dersekê di medreseyê de nîşan bide, ji ber ku di vê beşê de mirina Memî heye, ew naxwaze di çavên xwendekaran de Memî bi ebedî bikujê. Lewma mirov dikare bibêje ku Mem û Zîn di asta romanekê de ye .Em dizanin ku Xanî bawermend e, lê gelo ne mumkun e ku Xanî dînê weke amûrekê bi kar anîbe? Divê mirov ji bîr neke ku li gorî wê demê, dîn di nav civatê de cihekî mezin digirt.
Encam
Bi giştî mirov dikare bibêje ku Ehmede Xanî di Mem û Zîn’ê de gellek peyam dane ku yek ji wan jî hevdîtina evîndaran ya roja Newrozê ye. Di heman demê de mirov dikare vê jî bibîne ku Xanî wezîrtî qebûl nekiriye û ji ber wê yekê jî bawêriya xwe ya li hember mîr dişkîne. Li gorî Xanî mezinek tenê heye û ew jî Xwedê ye. Ji ber vê yekê ye ku Xanî evînê dikişîne asteke din û digihîne cem Xwedê. Dawiya Mem û Zîn’ ê li gorî pirraniya xwendekar, lêkolîner û nivîskaran weke trajediyekê tê hesibandin, lê em nizanin bê gelo bi rastî jî trajedî ye yan na. Ji ber ku Xanî evîndaran bi ebedî nakuje û tu car jî peyva mirinê bi kar nayne û ew her tim diçin mala Xwedê.
« Xwedê ji bo me, zarûken bihiştê û horî
Xemilandine di baxçeyê bihiştê da, li wî jorî »
Li gorî van herdu rêzikên jorê, em dikarin bibêjin ku mirin dibe berdewamiya evîna Memî û ya Zînê. Peyva mirinê tenê ji bo Bekirê xirab tê bikaranîn.
Welê dixûyê ku Xanî dixwaze bêhna xwendekaran derxe bi kuştina Beko; lê belê Xaniyê ku bawermend bû, çawa dikare peyama tolhildanê bide xwendekaran bi kuştina Beko, bi destê Tajdîn ? Ji ber ku li gorî olan, tenê Xwedê rih û canî dide û tenê ew dikare dîsa wî canî bistîne.
Welê dixûyê ku Xanî dixwaze bêhna xwendekaran fireh bike, loma bi destê Tacdîn, Bekoyê ewan dide kuştin. Lê di vê qonaxê de pirsek di hişê mirovan de çêdibe: Ma ne li gorî dînê îslamê, yê ku rihê mirovan distîne, tenê Xwedê ye ? Gelo Xaniyê ku bawermend bû, çawa dikare peyama tolhildanê bide xwendekarên xwe ?
Mûsa ANTER
INALCO / Beşa Kurdî- sala 3yem.
$Çavkanî$
Pirtûk
• Mem û Zîn a Ehmedê xanî
Wergêrê tîpên Latînî û Kurdistanîya xwerû M. Emîn Bozarslan û peşgotina wî
• Mem et Zîn de Ehmedê Xani
Traduit et annoté par Sandrine Alexie et Akif Hasan
• Nûbar Ehmedê Xanî
Gotar
• La prose et le roman en Kurde kurmandji Ibrahim Seydo Aydogan
Internet
• http://www.institutKurde.org/bibliotheque/
• https://ku.wikipedia.org/wiki/Ehmedê_Xanî
• http://www.universalis.fr/encyclopedie/guebres/
• http://islamfrance.free.fr/doc/coran/sourate/18.html
• http://www.cais-soas.com/CAIS/Literature/Shahnameh/afrasiyab.htm
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Vî makale di zimanê (Kurmancî) de hatiye nivîsandin, bo vî makaleyan di zimanê orijînal de veke, li ser sembola bike!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Vî sernavê 5,131 caran hat dîtin
Li ser vê gotarê şîroveyê xwe binivîsin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://kovarakurdinalco.fr/- 21-12-2022
Girêdayî nivîsan: 45
Sernavê ziman: Kurmancî
Publication date: 21-12-2022 (4 Ser)
Curey Weşan : Born-digital
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: Helbest
Kategorîya Naverokê: Cıgeyrayış
Kategorîya Naverokê: Edebî
Xoserı : Kurdistan
Technical Metadata
Kalîteya Malê: 99%
99%
Vî sernavê ji hêla Aras HisoA.H. ve 21-12-2022 caran hat qeydkirin
Ê makale ji hêla ( Sara KamelaS.K.) ve hate kontrol kirin û weşandin.
Vî sernavê herî dawî ji hêla Evîn TeyfûrE.T. ve di 30-04-2025 de hate guhertin
Sernuşte babetê
Vî sernavê li gora Kurdipedia Standard têneqes e, hewce ye ku hate guhertin
Vî sernavê 5,131 caran hat dîtin
QR Code
  Sernavê nû
  Mijara têkildarê bûyerî 
  Ji bo jinan e 
  
Zêdetir

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.42
| Têkelî | CSS3 | HTML5

| Demê çêkirina rûpelê: 1.047 sanîye!