Pirtûka dawî ya siyasetmedar û Hevserokê berê yê HDP’ê #Selahattin Demirtaş# ji bo soranî hat wergehardin. Pirtûka wî “#Efsûn#” par payîzê hatibû weşandin û niha soraniya wê derket.
Wergêr #Ferhad Çomanî# pirtûkên Demîrtaş ên berê wergerandibûn soranî û niha “Efsûn” jî wergerand. Pirtûk ji Weşanên Waje derket û ji bo nasandina pirtûkê îro li #Hewlêr#ê li Pirtûkxaneya Aştî civîneke danasînê hat li dar xistin. Wergêr Ferhad Çomanî di civîna danasîna “Efsûn”ê de qala wergera pirtûk, pirtûkên Demîrtaş kir û sipasiya kesên beşdar kir. Piştî danasînê Çomanî ji bo mêvanan pirtûk îmze kirin.
[1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Vî makale di zimanê (Kurmancî) de hatiye nivîsandin, bo vî makaleyan di zimanê orijînal de veke, li ser sembola

bike!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Vî sernavê 4,720 caran hat dîtin
Li ser vê gotarê şîroveyê xwe binivîsin!