زېیاتەر
نامۍ کورڎیۍ پەی زاڕۊڵا
گېڵای بە کلیک
ئامارۍ
زۋان
 کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 317,858
 Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 95,969
 هەورامی - Kurdish Hawrami 67,788
 عربي - Arabic 44,417
 کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 26,858
 فارسی - Farsi 16,057
 English - English 8,545
 Türkçe - Turkish 3,843
 Deutsch - German 2,042
 لوڕی - Kurdish Luri 1,785
 Pусский - Russian 1,145
 Français - French 359
 Nederlands - Dutch 131
 Zazakî - Kurdish Zazaki 95
 Svenska - Swedish 82
 Español - Spanish 61
 Italiano - Italian 61
 Polski - Polish 60
 Հայերեն - Armenian 57
 لەکی - Kurdish Laki 39
 Azərbaycanca - Azerbaijani 35
 日本人 - Japanese 24
 Norsk - Norwegian 23
 中国的 - Chinese 21
 עברית - Hebrew 20
 Ελληνική - Greek 19
 Fins - Finnish 14
 Português - Portuguese 14
 Catalana - Catalana 14
 Esperanto - Esperanto 10
 Ozbek - Uzbek 9
 Тоҷикӣ - Tajik 9
 Srpski - Serbian 6
 ქართველი - Georgian 6
 Čeština - Czech 5
 Lietuvių - Lithuanian 5
 Hrvatski - Croatian 5
 балгарская - Bulgarian 4
 Kiswahili سَوَاحِلي - 3
 हिन्दी - Hindi 2
 українська - Ukrainian 2
 қазақ - Kazakh 1
 Cebuano - Cebuano 1
 ترکمانی - Turkman (Arami Script) 1
پېڕە
 هەورامی ۋەڵاکریێ (گۊڤارۍ و ڕۊجنامۍ و ...) 2
کۊگاو پەرۋەڼا (فاییلا)
|
‘Komara Kurdistanê wek yekemîn ezmûna gelê Kurd e’
پېڕە: کوڵەباس
چە ڕاو کوردیپێدیایۆ مزانی؛ کې، کې ھەن! کۊگە، کۊگە ھەن، چېش چېش ھەن!
‘#Komara Kurdistanê# wek yekemîn ezmûna gelê Kurd e’
Ayşa Silêman/ Qamişlo
Komara kurdistan di 22’yê Çileya 1946’an de li Meydana Çarçira ya bajarê #Mihabad# a Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin. Komara Kurdistan li ser bingehê Komeleya Jîkaf ji aliyê Hizba Demokrata Kurdistan û bi rêbertiya Qazî Mihemed li Mihabadê hat damezrandin.
Qazî Mihemed wek serokkomarê Komara Kurdistan sûnda yasayî xwar, bajarê Mihabad bû paytexta komarê. Rûberê xaka komarê ji sedî 30’yê Rojhilatê Kurdistanê digirt nava xwe. Her çiqas temenê komarê gelek kurt bû, lê xebat û têkoşîneke mezin ji bo azadiya gelê kurd hat kirin û heta niha jî bi heman armancê têkoşîna kurdan berdewam dike.
Damezrandina Komara Kurdistan
Bi Şerê Cîhanê yê Duyemîn re Sovyetê û Brîtanyayê Îran dagir kirin, valatî di desthilatdariya Îranê de çêbû. Şah Riza Pehlewî ji ber zextên zêde yên Brîtanyayê neçar ma di Îlona 1941’an de dest ji kar berde û Îranê terk bike. Piştî wê desthilatdarî ket destê kurê wî Mihemed Şah Riza, Îran ji aliyê Sovyet û Brîtanyayê ve hat dagirkirin, desthilatdariya hikumeta navendî li ser herêmên Rojavayê Îranê kêm bû. Di heman demê de Sovyetê jî piştgiriya xwe ji bo gelên bindest nîşan da. Vê yekê derfet da gelên kurd û azerî ku mafên xwe bi dest bixin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Mihabadê Komara Kurdistanê û li bajarê Tebrîzê jî Komara Azerbîcanê hatin avakirin. Di 16’ê Tebaxa 1942’yan de Komeleya Jiyaneweyî Kurdistanê ji aliyê komek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ên wekî; Hiseyîn Firuher, Ebdulrehman Zebîhî, Ebdulrehman Îmamî, Ebdulqadir Muderîs, Necmedîn Tewhîdî, Mihemed Nanewezade, Elî Mihemedî, Mihemed Eshabî, Ebdulrehman Kiyanî, Sedîq Heyderî û Qasim Qadirî ve hat damezrandin, kurtenavê komeleyê jî wekî (JK) hat diyarkirin.
Komara Kurdistanê hat ragihandin
Piştî 2 salan sê rêveberên komeleyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin. Li ser vê yekê rêveberên din ên komeleyê bi Qazî Mihemed ku kesayetekî navdar ê Mihabadê bû re pêwendî çêkir û xwestin tevlî komeleyê bibin. Qazî Mihemed di encama van peywendiyan de tevlî komeleyê bû û sala 1945’an li gel çend kesayetên din çû paytexta Azerbaycanê Bakû. Li wê derê hevdîtin li gel Serokwezîrê Azerbîcanê Cehfer Baqruv kirin, daxwaza piştgirî û alîkariya Sovyetê ji bo damezrandina Komara Kurdistanê kirin. Piştî şande ji Bakû vegeriya, Rêxistina JK’ê navê xwe weke Hizba Demokrata Kurdistan guhert û yekem kongreya xwe di Cotmeha 1945’an de lidar xist. Di vê demê de Îranê jî lawaz bû û hêzên wê ji hinek herêman derketbûn. Her wiha Sovyetê jî piştgirî da Qazî Mihemed, bi vî rengî di 10’ê Çileya 1945’an de Hizba Demokrat a Azerbîcanê bi serokatiya Cehfer Pîşewerî li Tebrîzê Komara Azerbîcanê ragihand. Piştî 5 rojan bi heman awayî hêzên artêşa Îranê ji Mihabadê hatin derxistin û di roja 22’yê Çileya 1946’an de Komara Kurdistan li Mihabadê hat ragihandin. Komara Kurdistan û Komara Azerbîcan di nava pêwendiyên xurt de bûn.
Biryarên Komarê
Biryarên sereke yên têkildarî komarê hatin qebûlkirin wiha ne:
-Zimanê kurdî dê bibe zimanê ragihandin, xwendin û rêveberiyê.
-Ji bo karên dewletê û mijarên civakî lêkolîn û çavdêrî bike, meclis hat avakirin.
-Endamên meclisê ji nava gelê herêmê hatin hilbijartin.
-Yekîtî û biratiya bi gelê Azerbîcanê re hat xurtkirin.
-Ji bo kesên karker û rayedaran yasayek wekheviyê hat derxistin.
Destkeftiyên komarê
Di çend mehan de gelek kovar û rojname derketin wek; Kurdistan, Helale, Girûgalî Minalan û dîwana helbestên weke Wefayî jî hatin çapkirin û belavkirin. Girîngtirîn destkeftiyên komara Mehbadê ew bû ku li pey têkçûna serhildana Simkoyê Şikakî kurdan xebata xwe ya siyasî derbasî pêvajoyeke nû kirin. Yanî di nava dilê sîstmeke desthilatdarî de komarek wiha hatibû damezirandin. Hestên neteweyî ji nû ve bişkivîn û hêviyên mezin hatin afirandin. Di warê ragihandin û rojnamegeriyê de heya serdema komara Kurdistanê geştirîn çax tê hesibandin ku pêre helbestvanên neteweyî wekî; Hêmin, Hejar, Heqîqî û nivîskarên wekî Qizilcî û Zebîhî û hunermendên mîna Mihemed Mamlê di civaka kurdan de ruhekî nû dan qada jiyana kurdan. Di qada siyasî de jî êdî li Îranê pirsgirêka Kurdî bû faktorek dîrokî ku heya roja îro jî nehatiye çareser kirin.
Lihevkirina Sovyet û hikûmeta Îranê
Dema Komara Kurdistanê sazûmaniya xwe bi cih dikir û gavên girîng diavêt, di siyaseta herêmê de jî guhertin çêdibûn. Di 26’ê Adara 1946’an de hêzên Rojavayî û bi taybetî jî Amerîka zext li Îranê kirin ku Sovyet ji Bakurê Îranê derkeve. Di encama van zextan de Sovyetê û Îranê li hev kirin û hêzên Sovyetê ji Bakurê Îranê derketin. Sovyeta li ser fikra sosyalîzmê hat avakirin û alîkariya gelên bindest dikir da ku bigihêjin azadiya xwe û xwe bi xwe rê ve bibin, destek dida gelên li Başûrê sînorên Sovyetê. Lê belê ev pîvan ji bo kurdan û gelê Azerî hatin binpêkirin. Piştî hêzên Sovyetê di Pûşbera 1946’an de vekişiyan, hêzên Îranê li ser Komara Azerbaycanê dest bi êrîşan kir. Ev yek bû sedem ku peywendiya Komara Kurdistan bi Sovyetê re qut bibe, Komara Kurdistan di aliyê aborî û leşkerî de nekarî êdî alîkariyê bistîne.
Xiyaneta navxweyî
Li aliyê din, Komara Kurdistanê hewldida yekîtiya kurdan avabike û dixwest eşîrên din ên Kurd tevlî Komarê bibin, lê nikarî vê piştgiriyê ji eşîrên Kurd wergire. Komarê nikarî sînorên xwe ji derdora Mihabadê zêdetir berfireh bike. Lewma wekî Komara Mihabad jî hat binavkirin. Dema Sovyetê Komar bi tenê hişt, di aliyê aborî, berheman de gelek zehmetî hatin kişandin. Eşîrên destpêkê ku bi komarê re bûn, êdî wan jî piştgiriya Qazî Mihemed nekirin û gelek ji wan eşîran Qazî Mihemed bi tenê hiştin.
Komara Kurdistanê hat hilweşandin
Li gel van geşedanan, artêşa Îranê jî êrişî komarê kir, di 17’ê Berfanbara 1946’an de artêşa Îranê xwe gihand navenda bajarê Mihabadê ku paytexta komarê bû. Hinek serokeşîr ji herêmê reviyan, lê Qazî Mihemed û hevalên xwe heta dawiyê berxwedan nîşandan. Lê belê li gorî hinek çavkaniyan Qazî Mihemed ji bo rê li komkujiya gel bigire, xwe radestî hêzên Îranê kir. Piştî wê di 31’ê Adara 1947’an de Qazî Mihemed û hevalên wî li Meydana Çarçira ya Mihabadê hatin darvekirin. Rêber Abdullah Ocalan Komara Kurdistanê wek yekemîn ezmûna gelê Kurd pênase dike û dibêje: “Qazî Mihemed xwedî karekterekî demokratîk û welatparêz bû. Tu carî xwe li ser gel ferz nedikir, ev cara yekem bû ku di nava kurdan de helwestek wiha derkeve. Divê ev komar bi tu awayî biçûk neyê dîtin, ji ber ku ew dîrok û şerefa me ye.”[1] کوردیپێدیا جە دلېنەو ئی بابەتۍ ۋەرپەرس نېیەن، خاۋەنو/خاۋەنۊ بابەتەکۍ ۋەرپەرسیارەن. کوردیپێدیا بە مەبەسو ئەرشیڤکەرڎەی ئی بابەتېشە تۊمارە کەرڎېنە. ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو  ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! ئی بابەتۍ 1,273 جارۍ ۋینیێنە
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!
ھاشتاگ تایبەتمەڼییۍ تۊماری تایبەتمەڼییۍ تەکنیکیۍ خاۋەنو ئی بابەتۍ مافو ۋەڵاکەرڎەیش بە کوردیپێدیای بەخشان! یان بابەتەکۍ کۊنە ھەنە، یان بابەتەکۍ بەشېۋەنە چە خاۋەنداریی گرڎینەیی. ئی بابەتۍ جە لایەنو: ( ئاراس حسۆ )یۆ جە: 24-01-2025 تۊمارەکریێنە ئی بابەتۍ چە لایەنو: ( زریان سەرچناری ) چە: 25-01-2025 پۊرەلۋای کریێنە و ئازاڎە کریێنە ئی بابەتۍ پەی دمایین جاری جە لایەنو:( ئاراس حسۆ )یۆ جە: 24-01-2025 خاستەرە کریێنە لینکو بابەتۍ ئی بابەتۍ بەپاو ستانداردۍو کوردیپێدیای ھەڵای ناتەمامە ھەنە و پەنەۋازییش بە پۊرەلۋای بابەتیی و زۋانەۋانیی فرەتەری ھەن! ئی بابەتۍ 1,273 جارۍ ۋینیێنە
QR Code
|
Avabûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê Şoreşeke Siyasî Milî Ye
پېڕە: کوڵەباس
کوردیپێدیا، تارېخو ھیزی و ئارۊی پەی نەۋەکا سەبای ئەرشیۋ کەرۊ!
=KTML_Bold=Avabûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê Şoreşeke Siyasî Milî Ye…=KTML_End=
Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.)
Li Îranê di dawiya sala 1945'an de neteweya azerî serîhilda û bajarê Tebrîzê xiste bin kontrola xwe. Di 11'yê meha 1945an de Komara Otonom a Azerbeycanê ava bû. Kurdan jî hem bi xurtî piştgiriya wan kirin û hem jîKurdistan azad kirin.
Pêşewa Qazî Mihemed jî, di 22-01-1946'an de li meydana Çarçirayê damezirandina Komara Kurdistanêragehand. Di dema ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, Qazî Mihemed diaxavtina xwe de wusa digot:
“Kurdistan xwedî ciyekî stratejî û erdnîgariya (cografyeya) taybet e ku gelê kurd her tim û bi bê wê hindê kunetewe û miletekî din di navbera wan de mesafe çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hev re têde dijîn û tê de xwedî malikiyeta xwe ya millî ne. Ser bihurî û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. Kurd, xwedî edeb û edet û nerîtên netewî yên wisa ne ku bi ti rengan, sedemên cûr bi cûr û ti bûyerekê nekariye sistiyekdi nava bingeh û binaxê mileta wan de peyda bike.
….”
Qazî Mihemed, li ser navê PDKa Îranê û wek serokê giştî yê Komara Kurdistanê di axavtina xwe de damezirandina partiyê jî îlan kir. Pişt re Komîteya giştî ya partiyê civîya, Qazî Mihemed wek serokkomarhilbijartin. Qazî Mihemedî jî di bin serokatiya Hecî Bab Şêx de hikumet ava kir. Hikumet ji 13 wezîran pêk dihat:
Serokê Hikumetê: Hecî Bab Şêx,
Wezîrê Berevaniyê: Mihemed Hûsên Seyfî Qazî,
Wezîrê Post û Têlgirafê: Kerîm Ehmedî,
Wezîrê Çand: Menaf Kerîmî,
Wezîrê Karê Navxweyî: Mihemed Emîn Mueyînî,
Wezîrê Karê Derve û Şêwirê: Hecî Rehman Îlhanzade,
Wezîrê Çûnûhatinê: Îsmaîl Îlhanzade,
Wezîrê Aboriyê: Hecî Mistefa Dawidî,
Wezîrê Bezirganiyê: Ehmed Îlahîzade,
Wezîrê Çandiniyê: Mehmud Velîzade,
Wezîrê Xebatê: Xelîl Husrevî,
Wezîrê Propagandayê: Sidiq Heyderî,
Wezîrê Dadweriyê: Mele Husên Mecîdî.
Wezîrê Tendûristiyê: Seyîd Mehmed Eyyubî.
Hikumeta Komarê, ala Kurdistanê ya ku di sala 1919'an de li Stenbolê ji aliyê Komela Teşkîlatî Îçtîmaiye ya Kurd ve hatibû qebûlkirin, pejirand.
=KTML_Bold=Projeyên ku Hatin Pêkanîn…=KTML_End=
Komara Kurdistanê ya Mehabadê di temena xwe ya kurt de, karê gelek hêja pêk anî.
Di qada aborî û perwerdayiyê de, di demeka teng de gavên girîng avêtin. Zimanê kurdî, bû zimanê perwerdeyî.
Ji bona Komarê hêzên leşkerî yên nîzamî hatin avakirin.
Îstasyoneke radyoyê hate damezirandin.
Li Şînoyê, li Mehabadê, Bokanê, Saqizê dibistan ava bûn.
Meleyan êdî li mizgeftan bi kurdî waaz didan.
Wek peymaneke civakî makezagon amade bû. Makezagona Komara Kurdistanê, gorî demokrasîyeke pêşketî û pîvanên Wîlson û hêjayiyên Ewrupayî hatibû amadekirin. Sekûlerizm û modernîteke demokratîk hatibûpejirandin. Ev yek ji bo civateke muhafezakar, edetî, îslamî gelek girîng bû. Di makezagonê de wekheviya jin û mêran, mafên sendîqayî, azadiya fikrî, rêxistinî, baweriyê hatibû qebûlkirin.
Di Komara Kurdistanê de ji bona ku hûnera kurd, şanoya kurd, musîka kurd pêş bikeve xebatên girîng hatibûnkirin.
Hilweşandina Komarê û Mele Mistefa Berzanî…
Komara Kurdistanê ya Mehabadê, hemû erd û axa Kurdistanê nedigirt nav xwe. Hezar mixabin temena Komara Kurdistanê dirêj nebû. Komara Kurdistanê 11 mehan li ser piya ma. Piştî dewletên ku li ser axa Îranêdesthilatdar bûn, di nav xwe de ji bona parvekirina dinyayê li ser peymaneke nû li hevûdu kirin. YekîtiyaSowyetê xwe ji Îranê vekişand û piştgiriya xwe ya bo Komara Kurdistanê û Ezerbeycanê qut kir.
Hikumeta merkezî ya Îranê êriş bir ser Komara Kurdistanê. Diyar bibû ku li hemberî êrîşên dewleta kolonyalîstû hêzên leşkerî, kurd nikarin rawestin. Di vê qonaxê de gengeşiya rewşa nû dest pê kir.
Mele Mistefa Barzanî, di sala 1943'ê de li Başûrê Kurdistanê pêşengiya serîhildaneke millî kiribû. Hezarmixabin ku di encama êrîşên Îngilîz û Iraqê de şikest xwar û mecbur bû ku ew û hevalên xwe derbasî RojhilatKurdistanê bibin. Wek Mele Mistefa Barzanî bi xwe jî behs dike, li Rojhilata Kurdistanê dikevin bin xizmetaneteweya kurd.
Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî jî di damezirandina Komara Kurdistanê de rolekî girîng lîstin, di bin serokatiya Komarê de wek xebatkar, leşker û serleşkeran kar kirin, tu caran pêşengiya xwe dernexistin pêş.
Mele Mistefa Barzanî ji bona ku rewşa dawî bi Pêşewayê Kurd re qise bike, di êvara 16. 12. 1946an de hevdîtineke dawî bi wî re pêkanî. Xwest ku bizane Pêşewayê kurd dê çi bike. Di vê hevdîtinê de Pêşaweyê kurdQazî Mihemed ji Barzanî re dibêje: “Ji bona ku zêde xwîn nerije, miletê min zerar nebîne, ezê xwe bidim destêdijmin.” Di eynî hevdîtinê de diyar dike ku Barzanî bi xwe jî zerar nebîne û Îranê terk bike.
Mistefa Barzanî di heman hevdîtinê de emaneta xwe ya pîroz, Ala Kurdistanê ji Pêşewayê Kurd teslîm girt û piştîşerekî dijwar li hemberî Îranê, Tirkiyeyê, Iraqê derbasî Yekîtiya Sowyetê bû.
=KTML_Bold=Dîlketina Serokên Komarê û Dadgehkirina Wan…=KTML_End=
Komara Kurdistanê piştî êrîşeke leşkerî ya dijwar hate rûxandin. Serokên wê jî, Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî di 20.12.1946'an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatin girtin. Dîlgirtina wan, neteweya kurd ji qetlîamadewleta Îranê xelas nekir.
=KTML_Bold=Qazî Mihemed Gandîyê Kurdistanê bû. Hezar Mixabin Îran ne Engilîstan bû…=KTML_End=
Qazî Mihemed û serokên din yên Komara Kurdistanê di dadgehê de bi awayekî nehiqûqî hatin darizandin. Wanjî di dadgehê de neteweya kurd û Komara Kurdistanê bi cesareteke medenî û layiqî serokbûna xwe parastin. Hemû tawanên dadgehê red kirin. Li hemberî heqeretên qadiyên dadgeha Îranê rawestiyan.
Qazî Mihemed, mafê neteweya kurd, meşrûbûna Komara Kurdistanê ya Mehebadê, ala û surûda Kurdistanêgelek aşkere parast.
Parastiina Qazî Mihemed û têkoşerên din yên Komara Kurdistanê, li hemberî dijminên gelê kurd parastineke û helwêsteke dîrokî bû.
Qazî Mihemed di dadgehê de gelek aşkere desthilatdarên Îranê tewanbar kirin û got:
“Ez di quncên girtîgehê de dengê xwe li dijî dewleta Tehran û serokên wê bilind dikim û dibêjim ku hûngunehbar in, ne em. We welatê me dagir kiriye. Tevahiya ev serpêhatî û bûyeran encama siyaseta dagîrker a dewletê ye. Ger dewlet hemû kurdan bi xayîn dizane, bila ji kurdan vegerin, kar û barên xwe bi xwe bigrin destêxwe. Ev bûyera di encamê de bûye ku we bi xwe makezagon binpêkiriye. Niha jî ez tenê bi xwe demokrasiyê diKurdistanê de xurt dikim û pêşve dibim û tu hêzeke biyanî haydarê min nebûye. Bêpar bûna gelê Kurd yê bûyehaydarê min, ji bo birêvebirina van kar û xebatan e.”
Pêşewa Qazî Mihemed di heman demê de Barzanîyan jî li hemberî dadgehê diparêze û dibêje:
“Mele Mistefa Barzanî kesekî bîyanî nebû ku hatibû Kurdistanê. Kurdistan mala her kurdekî ye. Barzanî, ji bonaku şert û zurufan xwest, ji odeyeke mala xwe derbasî odeyeke din bû…. Ez bi çend rêzan Mele Mistefa ji we re bidim danasîn. Di dinyayê û dîrokê de kesên şexsiyetmezin û dûrbîn û leheng û bişeref û hûmanîst û azad û bêtirshene. Barzanî jî yek ji wan kesan e.”
Bi vê parastina Qadî Mihemed jî derdikeve holê ku Komara Kurdistanê û ew bi xwe jî Kurdistanî bû. BeşbûnaKurdistanê û Barzanî jî ew qas xweş û objektîf tê terîf kirin.
Hezar mixabin piştî dadgeheke bêhiqûqî Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî bi lezûbez di 31-03-1947-an de li Meydana Çarçiraya hatin daleqandin.
=KTML_Bold=Encam…=KTML_End=
Ez dikarim bibêjim ku di dîroka neteweya Kurd û Kurdistanê de avabûna Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê, gaveke girîng û stratejîk bû. Kurd di sedsala 20an de dibûn xwediyê dewleta xwe.
Ew dihat wê wateyê ku xebata serokê Kurdistanê Ubeydullah Nehrî, Simko Axa, Şêx Mehmud Berzencî, ŞêxEbdûlselam Barzanî, Şêx Seîdê Pîranê, Seyîd Rizoyê Dersîmê, îhsan Nûrî Paşa û hemû pêşengên din encamekedîrokî da bû.
Avabûna Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê, li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn şoreşeke bê çek bi riya siyasî û rêxistinî û milî û demokratîk pêk hat.
Ew bi serê xwe şoreşeke dîrokî bû.[1] کوردیپێدیا جە دلېنەو ئی بابەتۍ ۋەرپەرس نېیەن، خاۋەنو/خاۋەنۊ بابەتەکۍ ۋەرپەرسیارەن. کوردیپێدیا بە مەبەسو ئەرشیڤکەرڎەی ئی بابەتېشە تۊمارە کەرڎېنە. ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو  ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! ئی بابەتۍ 2,376 جارۍ ۋینیێنە
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!
ھاشتاگ تایبەتمەڼییۍ تۊماری تایبەتمەڼییۍ تەکنیکیۍ ئی بابەتۍ جە لایەنو: ( ئاراس حسۆ )یۆ جە: 14-07-2023 تۊمارەکریێنە ئی بابەتۍ چە لایەنو: ( سارا کامەلا ) چە: 15-07-2023 پۊرەلۋای کریێنە و ئازاڎە کریێنە ئی بابەتۍ پەی دمایین جاری جە لایەنو:( ئەڤین تەیفوور )یۆ جە: 28-06-2025 خاستەرە کریێنە لینکو بابەتۍ ئی بابەتۍ بەپاو ستانداردۍو کوردیپێدیای ھەڵای ناتەمامە ھەنە و پەنەۋازییش بە پۊرەلۋای بابەتیی و زۋانەۋانیی فرەتەری ھەن! ئی بابەتۍ 2,376 جارۍ ۋینیێنە
QR Code
|
Azmûneke siyasî: Komara Kurdistanê
پېڕە: کوڵەباس
ھامکارۍ کوردیپێدیای، بابەتییانە، بېلایەنانە، ۋەرپەرسانە و کسمییانە ئەرشیۋی نەتەۋەییما تۊمار کەرا..
=KTML_Bold=Azmûneke siyasî: Komara Kurdistanê=KTML_End=
#Kakşar Oremar#
Bi ragihandina komara Kurdistanê re “Pirsgirêka kurd” li Îranê derbasî pêvajoyeke din bû. Yanî êdî siyaseta navendî ya Îranê pêhesiyan ka çima şoreş li Kurdistanê bi derbasbûna sedan salan re çima berdewam û nasekine.
MİJARKomara KurdistanêOcelanQazî Mihemedrojhilatserhildan
Kurd weke neteweyeke azadîxwaz ji dîroka xwe hez dikin. Yên ku ji dîroka xwe jî hez dikin bi hemû tevkujî, ferman û dûrxistinên ji axa wan a dêrîn re ne dimirin û ne jî hez û hêvîyên ji serxwebûna welatê xwe re winda dikin. Navê “Komar”ê di dîroka Kurdistanê de pir hatiye bihîstin. Ji Agirî heya Mehabadê, ji Amedê heya Kerkûkê, ji Ûrmiye heya Kobanê ew nav xemla rûpelên têkoşîna kurdan bûye. Komar îro weke navê xortan jî gelek rûpelên dîroka Kurdistanê bi bîra me tîne dema ku zarokekî 16 salî di şoreşa Jin-Jiyan-Azadî de li bajarê Serdeştê hate şehîdkirin.
Komara sala 1946’an li pareke axa me xwedî bihagiraniyeke siyasî-civakî û dîrokî ye. Salvegera damezirandina komara Kurdistan a sala 1946’an li Mehabadê gelek nav û destkeftên mezin bi bîra me tîne. Gelek kesên kurd û biyanî tim pirseke wiha dikin: Gelo sir û esrarên vê rastiyê çi ne ku li pey derbasbûna dehan salan roja 22´yê rêbendan an jî 22-12-1946’an ji hişê kurdan winda nabe? Bi dîtina min bersiva vê pirsê dikare di çend xalên jêr de bê beyankirin:
Rêberên kurd li rojhilatê Kurdistanê hem bi doza xwe re û hem jî bi gel re rûrast bûne. Di xweşî, nexweşî, xebat, şer û şikestanan de gel di destê dijmin de nehiştine, li kêleka wan mane. Di mercên herî dijwar de bixwe bi tenê mane lê nexwestine di hevdîtin û dadgehan de ne xwe sivik bikin û ne jî hêvîyên gelê xwe bişkênin. Mînaka vê yekê Simkoyê Şikak û Pêşewa Qazî Mihemed in.
Berdewama mîraza Qazî
Komar tenê bi ragihandina xwe re destkefteke dîrokî bû û tevî temenê xwe yê kurt weke Hikumeta Milî ya Azerbaycanê bi dawî nebû. Ew yazdeh meh tim hatin bîra civaka rewşenbîr û siyasetmedarên kurd û pê re weke kultureke siyasî-dîrokî bû malê civakê jî. Di warê siyasî de bû sedem ku êdî partiyên siyasî bi nasnavê “demokrat” li pey sala 1945’an li Başûr, Bakur û Rojava jî li Kurdistanê dest bi xebatê bikin. 16-08-1945’an Hizbî Demokratî Kurdistan(HDK) cihê Komeley Jiyanewey Kurd(J.K) tije kir û salek şûnde jî li başûrê Kurdistanê rewşenbîrên weke nemir Îbrahîm Ehmed û Mistefa Barzanî di dema vegera xwe de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ava kir. Şaxên wan du partiyan bi derbasbûna salan re li bakur û rojavayê Kurdistanê jî hatin damezrandin. Navên weke Osman Sebrî, Cegerxwîn, Dilbirîn, Haco Axa, Dr. Ismet Şerîf Wanli, Dr. Qasimlo û dehan kesayetiyên din bi kar û xebata wan partiyan re ketin nava rûpelên dîrokê.
Îro li başûrê Kurdistanê ku statuyek heye û heya radeyekê ji dagirkeriyê rizgar bûye, berdewamiya heman ezmûna komarê û weke destkefteke wê pêvajoyê ye ku ji salên 1940’an û şûnde li rojhilatê Kurdistanê dest pê kir.
Xwendingeha Qazî Mihemed a kêmtemen lê tije azmûn û destkeft rêbazên fêrbûnê zêde û berfirehtir kirin. Ew serokkomarekî fedakar, siyasetzan û dûrbîn bû. Ji ber vê yekê jî guman tune ku komarê tevî temenê xwe yê kin bandoreke demdirêj li ser dîroka “ramanên kurdayetiyê” kiriye û ew doz îro jî berdewame. Dema me dît rêberên “şoreşa Rojava” bi îlankirina sîstema kantonan re bangeke wiha kirin:” Em rêbaza Qazî Mihemed û şehîdên doza azadiyê berdewam dikin”.
Destkeftiyên mezin
Komara Kurdistan werçerxaneke bingehîn a ber bi modernîte û dawîanîna gelek rêbazên kilasîk di xebata siyasî a li Kurdistanê bû. Ji ber vê yekê jî ew navê pîroz bêtir nîşanên tirsa dijmin ji kurd û Kurdistanê dide xûyanîkirin. Mînaka vê yekê du dewletên Tirkiyê û Îranê ne. Ji ber ku komara Kurdistan ji roja çêbûna xwe û heya roja îro jî ji komara Tirkiyê demokratîktir bû hem hingî û hem jî niha hemû rêberên hikumeta Tirkiyê ji navê wê ditirsin. Li Îranê ger kesek bixwaze pirtûkekê yan jî tiştekî li dor “pirsa kurdan” çap bike, ger navê Komara Kurdistanê di nivîs û mijarên lêkolînî de hebin, yê were sansûrkirin.
Hewldanên ji bo biçûkkirina navê komarê gelek bûne ku hê jî berdewam in. Destkeftên wan 333 rojan wisa mezinin ku “dijminên navxweyî û biyanî” dixwazin wî navî sivik û biçûk bikin. Û ev jî nîşana mezinatiyê ya rêber û rêbaza demokratîk a wê komarê ye ku dijmin berevajî vê yekê difikire.
Bandora kar û xizmetên serdema komarê di warê perwerde û çandî de bû sedem ku rêbazeke wêjeyî a xemilandî bi helbestên şoreşgerî û hunera protestoyî di bin pêşengiya rewşenbîrên weke Hêmin Mûkriyanî, Hejar Mûkriyanî, Hesen Qizilcî û Ebdurehman Qizilcî de ava bibe. Vê rêbaz kir ku çîna rewşenbîrên kurd hinek hesabê xwe ji rewşenbîrên Îranê û ereb cuda bikin.
Navên weke: “Ey Reqîb, Pêşmerge, artêşa milî, Pêşewa û Yekîtî Yayanî Kurdistan û hwd” ji damezrandina komarê û pê de ketin jiyan û hebûnê.
Baweriya ji Qazî
Rewşa siyasî, jeopolîtîk, civakî û aborî ku komar tê de ava bû, tevî ku ji avakirina wê re ne amade bû lê rêberên kurd xwestin ji wan kêmderfet û îmkanên ku hebûn sûdê bistînin û rûpelekî nû ji daxwazên gelê kurd re vebikin. Ger di şertên giran de komar hate avakirin, cesareta rêber, teşwîqa rewşenbîr û îradeya gel bû ku ew komar afirand. Rikeberî û şerê di navbera zilhêzan de jî bû sedem ku aliyên kurd di şetrenca siyasetê de hinek pêngavên mezin hilînin. Pêngavên ku heta yek dewlet jî li piştê nebû. Tenê îradeya gel û têhnîtiya wan ji bo avakirina hêlîneke serbixwe bû ku rêberên kurd neçar kirin bi daxwazên wan re bin.
Hinek kes û alî dibêjin îlankirina komarê di wextekî gûncav de çênebû û karekî durist nebû lê ev nêrîn ji rastiyê dûr in. Ji ber ku mûcîzeya wê pêngava mezin hingî xûya bû dema ku kurdan zanîn ne siyaseta Sovyetê, dixwest kurd karekî wiha bikin. Sosretiya mezin ew bû ku Hikumeta Milî ya Azerbayîcanê eynen weke hikumeta navendî ya Îranê li dijî hebûna hikumeteke kurdan bû. Yanî helwestên wan yek bûn dema ku rêberên azerî behsa demokrasî, mafên wekhev û pirensîpên şoreşa Lenîn a 1917’an dikirin lê herêmên kurmancnişîn û Mûkriyan weke pareke axa Azerbaycanê dihesibandin û bi riya wezaretxaneyên hikumeta xwe destûr û ferman ji Mehabad û Ûrmiyeyê re dişandin. Ji hêla din jî di hindurê welat de hinek serok eşîret û xwesiparên rejîma Riza Şahê Pehlewî hebûn ku li dijî xweseriya kurdan bûn. Ji ber wê jî bi diyarkirina van mînakan re ew kar tiştekî pir mezin bû. Bi wan hemû dijberî û îmkanên kêm rêberên komarê di çavê gel weke sembolên pîroz û ji sinorê bider dihatin hezkirin. Li pêşiya navê Qazî Mihemed peyvên “Hezretî Pêşeway mozemî Kurdistan” hebûn û di rojnameya Kurdistan-Organa fêrmî ya HDK’ê de hatibû çapkirin. Feqîr û hejarên civakê bi serê Qazî sond dixwarin û li pey şehîdbûnê hêşta jî bi ax û gora wî sondê dixwin. Îcar di rewşeke wiha de ku tu hikumet û kes ji damezrandina hikumeteke kurdan razî nebûbûn, zextên navxweyî û derve zêde bûn, em çawa dikarin wê siyasetzanî, cesareta bilind, îradeya gel a ku rêberên HDK’ê hêzeke mezin jê distandin, nebînin û li gorî şertên wê demê şirove û analîz nekin? Gelo çima kurd di avakirina hikumeteke neteweyî de ew qas bi îsrar bûn?!
Pêvajoyeke nû
Û…. mijara komara Kurdistan a sala 1946’an weke deryayekê ye û ciqas pê re biçim mijar wê berfirehtir bibe. Di cilda duyê ya pirtûka”Yadigarên Komara Kurdistan a sala 1946’an” de ez ê agahiyên zêdetir pêşkêşî we bikim.
Bi ragihandina komara Kurdistanê re “Pirsgirêka kurd” li Îranê derbasî pêvajoyeke din bû. Yanî êdî siyaseta navendî ya Îranê pêhesiyan ka çima şoreş li Kurdistanê bi derbasbûna sedan salan re çima berdewam û nasekine. Rêberên îro yên komara dîktator li Îranê jî weke rêberên sîstema seltenetî ya Riza Şah û Mihemed Riza Pehlewî dîsa vê pirsê ji xwe dipirsin lê hê jî nekarîne naveroka daxwazên kurdan ên demokratîk hezm bikin. Zarokên doza Kurdistanê êdî di roja îro de bi şoreşa “Jin-Jiyan-Azadî” re careke din bi bîra rêberên Komara Îslamî ya Îranê û alîgirên sîstema padişahî anîn ku dîsa li ser destê wan pêvajoyeke nûtir ji ya serdema Simkoyê Şikak, Qazî Mihemed û Dr Qasimlo dest pê kiriye.
Roja îro destkeftên kurdan li Bakur, Rojava û Başûr xwedî bandor bûne li ser şoreşa Jîna Emînî lê ew şoreş jî bi bîr û ramanên rêber û fîlsofên kurdan re sûd û destkeftên demokratîk ên rêberên kurd baştir raxistine ber çavên sîstemên hejmonîxwaz û dîktatorên vê sedsalê. Rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed û serok Ocalan tenê mehkûmî serkeftinê ye. Rolê rêberên karîzmatîk û dûrbîn di dem û saetên xwe de, zû yan jî dereng derdikeve holê. Em îro di qada Kurdistana mezin van rastiyan dibînin dema ku koşkên dîktatora li Tehran, Enqere û Şamê ketine lerzînê.
77’mîn Salroja damezrandina Komara Kurdistan li we tevan pîroz be.
[1] کوردیپێدیا جە دلېنەو ئی بابەتۍ ۋەرپەرس نېیەن، خاۋەنو/خاۋەنۊ بابەتەکۍ ۋەرپەرسیارەن. کوردیپێدیا بە مەبەسو ئەرشیڤکەرڎەی ئی بابەتېشە تۊمارە کەرڎېنە. ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو  ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! ئی بابەتۍ 2,515 جارۍ ۋینیێنە
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!
ھاشتاگ تایبەتمەڼییۍ تۊماری تایبەتمەڼییۍ تەکنیکیۍ ئی بابەتۍ جە لایەنو: ( ئاراس حسۆ )یۆ جە: 20-11-2023 تۊمارەکریێنە ئی بابەتۍ چە لایەنو: ( زریان سەرچناری ) چە: 21-11-2023 پۊرەلۋای کریێنە و ئازاڎە کریێنە ئی بابەتۍ پەی دمایین جاری جە لایەنو:( ئاراس حسۆ )یۆ جە: 20-11-2023 خاستەرە کریێنە لینکو بابەتۍ ئی بابەتۍ بەپاو ستانداردۍو کوردیپێدیای ھەڵای ناتەمامە ھەنە و پەنەۋازییش بە پۊرەلۋای بابەتیی و زۋانەۋانیی فرەتەری ھەن! ئی بابەتۍ 2,515 جارۍ ۋینیێنە
QR Code
|
Emerxanê Şikak; Ji serhildana Simko heta Komara Kurdistanê (1906-1946)
پېڕە: کتېبخانە
کوردیپێدیا، ڕۊ بە ڕۊو تارېخو کورڎەسانی و کورڎی منۋیسۊۋە..
Lêkolîn û berhevkirin:
#Mihemedsalih Qadirî#
Mijar: Dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê
Edîtor: Şehab Xalidî
Berg: Şener Ozmen
Dîzayna Navê: Luqman Reşîdî
Çapa Yekem: 2021, Stembol
Lêkolîn û berhevkirina Mihemedsalih Qadirî ya li ser kesayetê Kurd “Emerxanê Şikak: Ji Serhildana Simko heta Komara Kurdistanê (1906-1946)” ji weşanên Avestayê derket.Di danasîna pirtûkê de li ser jiyan, xebat û girîngiya Emerxan de hatiye gotin, “Emerxan Şerîfî naskirî bi Emerxanê Şikak ku kurê Mihemed Şerîf Şerîfî bû sala 1874an ji dayîk bûbû, yek ji karekter û kesayetiyên girîng û navdar ê Êla Kardar û Şikakan bû. Emerxan di çaxê serhildana Simko de, heta dema ku bi Simko re bûye, wek şêwirmendê destê rast û wezîrê şer ê Simko, xwedî rol û bandorek berbiçav bûye. Berî şerê yekem ê cîhanî û çend salan piştî wî şerî jî, di herêma stratejîk a bakûrê Rojhilatê Kurdistanê de, wek hevpeymanekî bihêz digel Simkoyê Şikak, di şer û pevçûnên navbera Kurd û Eceman, Kurd û Osmaniyan û Kurd û Rûsan de, beşdar bûye.”Di pirtûkê de behsa nakokiya di navbera Simko û Emerxan de jî hatiye kirin, “Piştî vê ku bi plana hikûmeta Îranê di navbera Emerxan û Simko de nakokî çêbûne, Simko ew radestî hikûmeta Îranê kiriye. Piştî vê bûyerê, Emerxan wefadariya xwe bi hikûmeta Îranê ragihandiye û di bin fermana hikûmeta Îranê de, dijberiya Simko kiriye. Sê salan piştî kuştina Simko ji aliyê Rizaxan Şahê Îranê ve, Emerxan jî, ji aliyê Hikûmeta Riza Şah ve tê girtin, cezayê zînada heta hetayê bo wî tê dayin û paşî mayina heşt salan di girtîgehên Îranê de, di serdema şerê duyem ê cîhanê de ji girtîgehê azad dibe û piştre cardin wek karakterekî girîng ê tevgera Rojhilatê Kurdistanê rolek mezin hebûye.”Di dewamê de tê gotin, “Emerxan sala 1942an, di serî de berpirsyarê şaxa Komeleya JK di Bakurê Rojhilatê Kurdistanê de bûye û çalakiyên berbiçav kirine. Piştre di avakirina PDK a Rojhilatê Kurdistanê de, bi Qazî Mihemed re alîkarî kiriye û wek endamê serkirdayetiya PDKê hatiye hilbijartin. Herwisa di avakirina Komara Kurdistanê de (22.01.1946) rolek mezin hebûye û tevî (Mihemed Husên Xanê Seyf Qazî, Mela Mistefa Barzanî û Heme Reşîdxanê Bane) yek ji çar generalên Komara Kurdistanê bûye û cihekî xasmanî di xebat û bûyerên wê serdemê de hebûye.”Nivîskarê pirtûkê Mihemedsalih Qadirî jî derbarê girîngiya berhema dibêje: “Rast e ku ev pirtûk li ser Emerxanê Şikak û têkiliyên dûr û nêz ên wî digel bûyerên dema jiyana wî hatiye nivîsîn, lê min hewl daye tevî mijarên girêdayî bi Emerxan, li ser beşek ji dîroka 40 salî (1906-1946)an a girêdayî bi tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd li Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê rawestim û rewş û siyaseta welatên herêmî û zilhêz ên cîhanî derheqê doza Kurd di wan qonaxan de şîrove bikim.”Pirtûka “Emerxanê Şikak: Ji Serhildana Simko heta Komara Kurdistanê (1906-1946)” ku ji aliyê Mihemedsalih Qadirî ve hatiye nivîsandin û ji weşanên Avestayê belav bûye, ji 488 rûpelan pêk tê. Kaynak: Berhema “Emerxanê Şikak: Ji Serhildana Simko heta Komara Kurdistanê” derket.
ھاشتاگ تایبەتمەڼییۍ تۊماری ساڵۊ چاپکەرڎەی: 00-00-2021 (5 ساڵە) تایبەتمەڼییۍ تەکنیکیۍ خاۋەنو ئی بابەتۍ مافو ۋەڵاکەرڎەیش بە کوردیپێدیای بەخشان! یان بابەتەکۍ کۊنە ھەنە، یان بابەتەکۍ بەشېۋەنە چە خاۋەنداریی گرڎینەیی. ئی بابەتۍ جە لایەنو: ( هاوڕێ باخەوان )یۆ جە: 22-06-2021 تۊمارەکریێنە ئی بابەتۍ چە لایەنو: ( ڕۆژگار کەرکووکی ) چە: 23-06-2021 پۊرەلۋای کریێنە و ئازاڎە کریێنە ئی بابەتۍ پەی دمایین جاری جە لایەنو:( هەژار کامەلا )یۆ جە: 31-08-2025 خاستەرە کریێنە لینکو بابەتۍ ئی بابەتۍ 5,560 جارۍ ۋینیێنە
QR Code فایېلۍ پېۋەدریێ - ڤێرشن | جۊر |
ڤێرشن |
| | | |
نامۊ تۊمارکەری |
| فایلو ۋېنەی |
1.0.1 | 79 KB |
| |
22-06-2021 | هاوڕێ باخەوانهـ.ب. |
| فایلو PDF |
1.0.1 | 26 MB |
484 | |
22-06-2021 | هاوڕێ باخەوانهـ.ب. |
|
Komara Kurdistanê û Mehkemekirina Pêsewa Qazî Mihemed
پېڕە: کتېبخانە
خاتوونۍ کوردیپێدیای، ھامچەرخانەسەردەمییانە ئېشۍ و سەرکۆ تەیۍ ژەنا کورڎی چە داتابەیسو نەتەۋەکەیشانە ئەرشیۋ کەرا..
Navê pirtûkê: Komara Kurdistanê û Mehkemekirina Pêsewa Qazî Mihemed.
Navê nivîskar: #Seîd Veroj#
Cihê çapkirina pirtûkê: Wan
Navê çapxaneyê: Sîtav
Sala çapê: 2019
Qazî Mihemed, kurê Qazî Elî ye û Qazî Elî jî kurê Qazî Qasim e. Qazî Elîyê bavê Qazî Mihemed, zanyar û rewşenbîrekî navdar ê herêma Mukrîyan bû û her weha, zanista wî ya li ser stêrknasîyê jî hebû.
Malbata Qazîyan di nav civata Kurd de bi dadwerî, piştevanî, aştîxwazî û rewşenbîrîya xwe têne nasîn. Di nav gelê Kurd de gelek bi rêz û hurmet behsa wan tête kirin.
Qazî Mihemed piştî ku digîje temenê salên perwerdeyîyê li nik bav û dayika xwe dest bi xwendinê dike û paşê li bal zanyarên navdar ên wê demê perwerdeyîya xwe temam dike. “Ew, zor bi çakî li ber destê bab û dayika xwe hatîye perwerdekirin. Di temenê 7 salîya xwe de dest bi xwendinê kirîye û diwayê çend rîsaleyên kurdî û farisî, dest bi xwendina seretayî ya nehw û serfê kir û herweha di xwendinê de ta bi ûlumê maqûl û menqûl dewam kir:
Nehw û serf, mentiq, belaxe, usil, fiqih û kelam tehsîl kir. Qîma xwe bi vê xwendinê neanî û dilê wî aram nebû, li diwayê vê xwendinê, ji bo fêrbûna zimanê bîgane (bîyanî) bi wesîleya mamosteyên taybet îngilizî, rusî, frensî dixwîne û digel van sê zimanan; zimanê xwe yê zikmakî yê kurdî, zimanê erebî, farisî û tirkî jî pirr baş dizanî.”
Qazî Mihemed merivekî pêşkevtinxwaz û hevdem bû, gelek hez dikir ji xwendina pirtûkan. Çi wext ku fersend bidîta bi xwendina pirtûkan ve mijûl dibû. Pirtûkên bi zimanên bîyanî jî dixwend, lewre ji rewşa dinyayê ya wê demê bi rêkûpêk agadar bû. Ew, heman demî roşinbîrekî navdar ê herêma Kurdistanê bû. Ku rojnamevan, bîyanî, mîsyoner û kadroyên sîyasî yên ecnebî bihatana herêmê, bêguman ew diçûn hevdîtina Qazî Mihemed. Her weha têkilîya wî bi werzişê re jî hebû; ji ber ku melevanekî baş bû, cîyê ku têde diket avê bi nave “Gola Qazî” dihat navkirin.
[1] سەرنج: فایلی PDFیی ئی کتېبەیە ۋەردەس نېیا، ئەرک نەبۊ، پەی بەدەسئاۋرڎەیش یارڎی کوردیپێدیای بڎە! کېیاستەی کتېبی ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو  ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! ئی بابەتۍ 1,039 جارۍ ۋینیێنە
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!
ھاشتاگ تایبەتمەڼییۍ تۊماری تایبەتمەڼییۍ تەکنیکیۍ ئی بابەتۍ جە لایەنو: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )یۆ جە: 07-02-2024 تۊمارەکریێنە ئی بابەتۍ چە لایەنو: ( سارا کامەلا ) چە: 07-02-2024 پۊرەلۋای کریێنە و ئازاڎە کریێنە ئی بابەتۍ پەی دمایین جاری جە لایەنو:( ڕۆژگار کەرکووکی )یۆ جە: 04-07-2024 خاستەرە کریێنە لینکو بابەتۍ ئی بابەتۍ بەپاو ستانداردۍو کوردیپێدیای ھەڵای ناتەمامە ھەنە و پەنەۋازییش بە پۊرەلۋای بابەتیی و زۋانەۋانیی فرەتەری ھەن! ئی بابەتۍ 1,039 جارۍ ۋینیێنە
QR Code فایېلۍ پېۋەدریێ - ڤێرشن | جۊر |
ڤێرشن |
| | | |
نامۊ تۊمارکەری |
| فایلو ۋېنەی |
1.0.1 | 63 KB |
| |
07-02-2024 | ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع. |
|
Komara Kurdistanê werçerxanek di siyasetdariya Kurd de
پېڕە: کوڵەباس
کوردیپێدیا، گۆرەتەرین پڕۆژەو ئەرشیڤ-کەرڎەی زانیارییەکا وېمان..
#Komara Kurdistanê# werçerxanek di siyasetdariya Kurd de
Bêstûn Kirmaşan
Piştî şerê cîhanî yê duyem, welatên xwedan hêz û serkeftî yên şer bi mebesta hilgirtina para xwe di vî şerî de, ketine nakokiyên dijî hev û hewlên tund dan ji bo parvekirina wê cîhana ku biryar bû siyaset û pilan û nexşeyên nû ji bo bêne darêtin. Yek ji wan welatan ku di berdewamiya sedsala nozdehem û bîstem de, bala welatên wek Birîtaniya û Rûsiyayê bo aliyê xwe rakêşabû, welatê Îranê bû. Îran ji ber gelek sedeman girîngiyek zêde ji bo împratorên mezin ên rojhilat û rojavayê cîhanê hebû. Hem hebûna çavkaniya neftê li deryaya Xezer yan Kaspiyen, hem hebûna kendava Fars\Ereb û deryaya Uman û ji wir ve pêwendî digel pehnava Hindê, hem hebûna çavkaniyên dewlemend ên neftê li başûr û başûrê rojavayê Îranê û gele mijarên dinê, ew hemû ji wan sedeman bûn ku welatê Îranê bo du xwedan hêzên wek Rûsiye û Birîtaniyayê girîng bû.
Piştî destpêkirina şerê cîhanî, Îran bû bi yek ji wan şûnan ku ew du xwedan hêzên cîhanê tê de li hember hev rawestin û lîza xwe ya siyasî û aboriya bikin. Herçiqas di serdema şerê cîhanî de rejîma Paşayetiya Îranê bê alîtî ragihand, lê ji bakurê Îranê ve hêzên Rûsiyayê ber bi pêş ve çûn û ji başûrê Îranê ve jî hêzên Brîtaniyayê û bi vî rengî bakurê Îranê kete destê hêzên Rûsiyayê û başûrê Îranê jî kete destê hêzên Birîtaniyayê. Mijara balkêş ewa ye ku dewleta Pehlewî ku ji bo serkuta netewên Îranê desteke bilind hebû, di hember dagîrkerên axa Îranê de wate Rûsiye û Birîtaniya ti bertekek ji xwe nîşan neda û wek rejîmek bêkîfayet ji dûr ve mêzeyê navçeyên xwe yên kavilbûyî dikir.
Di wê serdemê de piraniya deverên Îranê di nav alozî û pirsgirêkên civakî yên kûr de bûn. Li beşeke Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê erdnîgarî ve di bin kontrola Rûsyayê de bû, bi taybetî li Mukriyan û Mehabadê, komek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetiyên neteweperest kevtine hizra wê ku di wê rewşê de şêweyekî xwebirêveberiyê ava bikin û Kurdistanê ji wê rewşa berê ku seranserê Îranê li xwe girtibû, rizgar bikin.
Her lewma 5 sal beriya Komara Kurdistanê komeleyek bi navê “Komeleya Jiyaneweya Kurdistanê” an jî “Komeleya Jêkafê” hate damezrandin û tê de xwendevaran, siyasetmedar û kesên jêhatî yên Rojhilatê Kurdistanê û helbet di destpêkê de ji xelkê şareza yên bajarên Mukriyan bûne endam û li ser komek mijar rêk keftin ku yên herî girîng parastina nîştiman, girîngîdan bi zimanê Kurdî, hewldan ji bo yekparçeyiya Kurdan, rêkeftin bi parçeyên dinê yên Kurdistanê re û hwd bûn. Lê her ku temenê Komeleyê ber bi serê ve diçû, şiyana rêkxistina endamên Komeleyê jî berfireh dibûn. Ew di wê hewlê de bûn ku di çarçoveya partiyeke siyasî de xwe bibînin. Her lewma bi avakirina “Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” û diyarîkirina “Qazî Mihemed” wekî sekreterê vê partiyê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hate avakirin û piştî wê yekê hewl dan tev çalakvanên siyasî ku di navçeyê de bi hesteke netewî ve dixebitin, di bin çetra Partiya Demokrat a Kurdistanê û birêveberiya “Pêşewa Qazî Mihemed” de hêz û şiyana xwe di wê rêyê de bi kar bînin û pilan û şêwaza birêvebirina Rojhilatê Kurdistanê dabirêjin.
Di heman demê de li navçeya Azerbaycanê jî, tevgereke hevşêweyê ku berê hatibû destpêkirin, bi navê “Fîrqeya Azerbaycanê” yan “Azerbaycan Fîrqesî” çalak bû. Wan jî hewl da karekî bi vî rengî li Azerbaycanê bikin. Wate Azerbaycaniyan jî dixwastin bo çêkirina desthilatek xwedan nasnameya Tirkî çalak bikin. Desthilatek ku nasnameya zimanî û netewiya wan pê ve xuya be û welatê xwe di bin desthilata hezarsaleya Farsan de bînine derê û nasnameyeke netewî ya xwe hebin. Herdu hêzan ew hewlane tundtir kirin. Li sala 1944 û 1945an hevkariya wan du hêzan qahîm û hevahengtir bû.
Êdî di 22ê Çileya 1945an de Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi rêberayetiya Pêşewa Qazî Mihemed, li meydana Çarçiraya Mehabadê, avakirina yekem Komara Kurdî bi navê Komara Kurdistanê ragihand.
Komara Kurdistanê di sedsala 20an de bû destpêka dewletbûna Kurdan. Ezmûna Komara Kurdistanê ezmûneke gelek dewlemend, rêkûpêk û demokratîk bû ku di sedsala derbasbûyî de kariye bibe mînakek baş ji bo hemû hêzên Kurdî ku heta niha jî li pey xewnên Komara Kurdistanê ne. Herçend ku Komara Kurdistanê ji yanzdeh mehan zêdetir dom nekir, lê bi şahidiya hemû çavkaniyên dîrokî, Komara Kurdistanê di yanzdeh mehên temenê xwe de karî pêngaveke gelek mezin û girîng ji bo bihêzkirina bîra netewî û saziyên siyasî li Kurdistanê bavêje.
Her ev yeka jî bûye sedem ku gelek kes li ser Komara Kurdistanê pirtûk û gotaran belav û çap bikin. Di nav wan de em dikarin bi “Yarwand Abrahamiyan, Can Foran, Arçî Bald Rozvelt (ku birazayê serkomarê wê demê yê Amerîkayê bû) bikin. Wan û gelek nivîskarên biyanî yên dinê, her hemûyan pesna ezmûna Kudan li Komara Kurdistanê wek ezmûneke serketî di warê hikûmetdarî de kirine.
Endamên kabîneya Komara Kurdistanê pêk hatibûn ji:
Serokwezîr, Hacî Babe Şêx
Wezîrê Şer, Heme Husên Xanê Seyfî Qazî
Wezîrê Navxwe, Mihemedemînê Muînî
Wezîrê Aborî, Ehmed Îlamî
Wezîrê Post û Telegrafê, Kerîmê Ehmediyan
Wezîrê Çandê, Menafê Kerîmî
Wezîrê Ragihandin û Bangeşeyê, Sedîqê Heyderî
Wezîrê Kar, Xelîl Xusrewî
Weîrê Bazirganî, Hacî Mistefa Dawûdî
Wezîrê Werzêrî, Mehmûdê Welîzade
Wezîrê Rêûban, Simayîl Îlxanîzade
Wezîrê Bêhdarî, Seyîd Mihemedê Eyûbiyan
Wezîrê Şirowekar, Ebdulrehmanê Îlxanîzade
Wezîrê Dad, Mela Husênê Mecîdî
Piştî wê ku Komara Kurdistanê tê ragihandin, hêdî hêdî manîfêsta wê Komarê tê belavkirin. Beşek ji beşên girîng ên hatinî ragihandin li Komarê ev in; Zimanê Kurdî dibe bi zimanê ragihandin û xwendin û îdareyê, Hêza Pêşmergê Kurdistanê tê pêkanîn û navê Pêşmerge bo wê hêzê tê diyarîkirin, alaya Kurdistanê li ser demûdezgehên hikûmetê tê hejandin, biryar li ser hilbijartina encumena nîştimanî ya Kurdistanê bi mebesta çavdêriya dewlet û mijarên civakî tê danê, lê temenê kurt ê Komarê derfeta cîbicîkirina wê biryarê neda, hemû berpirs ji xelkê navçeyên xwe bêne hilbijartin, belavkirina kovar û rojnameya Kurdî berfireh bû, çapxane û radyo li Mehabadê hatine avakirin, sîstema bacê ji bo dabînkirina bûdceya hikûmetê hate rêkxistin, xwendina bi zorê ya zarokan bi bê cudahî di navbera keç û kuran de û dibistan ji bo kêmîneyên netewî wek Cihûyan bi zimanê wan hate vekirin. Yekîtî û birayetî bi xelkê Azerbaycanê re ji ber hin tevlîheviyên ku li hin navçeyên Kurdistanê hebûn, hate ragihandin, yasayek hate darêtin ku bi yek awayî bi hemû tex û qatan û hemû kesayetiyan re reftar bê kirin.
[1] کوردیپێدیا جە دلېنەو ئی بابەتۍ ۋەرپەرس نېیەن، خاۋەنو/خاۋەنۊ بابەتەکۍ ۋەرپەرسیارەن. کوردیپێدیا بە مەبەسو ئەرشیڤکەرڎەی ئی بابەتېشە تۊمارە کەرڎېنە. ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو  ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! ئی بابەتۍ 892 جارۍ ۋینیێنە
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!
ھاشتاگ تایبەتمەڼییۍ تۊماری تایبەتمەڼییۍ تەکنیکیۍ ئی بابەتۍ جە لایەنو: ( ئاراس حسۆ )یۆ جە: 18-03-2024 تۊمارەکریێنە ئی بابەتۍ چە لایەنو: ( سارا کامەلا ) چە: 19-03-2024 پۊرەلۋای کریێنە و ئازاڎە کریێنە ئی بابەتۍ پەی دمایین جاری جە لایەنو:( سارا کامەلا )یۆ جە: 18-03-2024 خاستەرە کریێنە لینکو بابەتۍ ئی بابەتۍ بەپاو ستانداردۍو کوردیپێدیای ھەڵای ناتەمامە ھەنە و پەنەۋازییش بە پۊرەلۋای بابەتیی و زۋانەۋانیی فرەتەری ھەن! ئی بابەتۍ 892 جارۍ ۋینیێنە
QR Code
|
KOMARA KURDISTANÊ YA 1946an
پېڕە: کتېبخانە
کوردیپێدیا، ڕۊ بە ڕۊو تارېخو کورڎەسانی و کورڎی منۋیسۊۋە..
Navê pirtûkê: ODEYEK JI BO XWE
Navê nivîskar: William Eagleton Jr.
Navê Wergêr: #Fahriye Adsay#
Zimanê Wergerê: Ji Inglîzî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2019
“Bavê min wê kêfxweş bibûya bi çapa nû ya kitêba xwe ya dîrokî, lê ji ber dilnizmiya xwe ne li benda tiştekî wiha bû û ev ji bo min surprîz e ku dibînim hinek kurdên şareza yên ez nas dikim, hê jî vê kitêba li ser Komara Mahabadê ji nav gelek vegotinan de, yên kurdî jî tê de, wek a girîngtirîn dibînin. Hin hûrgilî tê de hene ku di berhemên din ên bi vî rengî de tunene û besîtbûna şêwaza nivisînê jî dike ku vegotin jidil be. Ji bo ev serpêhatî were ser “Perdeya Sînemayê” bi salan e dixwazim bibim katalîzor lê filmek tenê nikare bi eynî kûrahiyê vebêje. Her kî bixwaze vê rabirdûya esîl û trajîk bizanibe, ev kitêb wê wan ronî bike û bike ku dema niha ji bo herkesî rêya siberojeke baştir veke. Ji bo vê em deyndarê kurdan e!” Nêzîkî 60 salî di ser nivîsîna wê re, kitêba kult a William Eagleton ku hê jî yek ji çavkaniyên herî girîng e li ser Komara Kurdistanê, êdî bi kurdî ye.[1] سەرنج: فایلی PDFیی ئی کتېبەیە ۋەردەس نېیا، ئەرک نەبۊ، پەی بەدەسئاۋرڎەیش یارڎی کوردیپێدیای بڎە! کېیاستەی کتېبی ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو  ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! ئی بابەتۍ 1,389 جارۍ ۋینیێنە
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!
ھاشتاگ تایبەتمەڼییۍ تۊماری زۋانی بنەڕەتیی / زۋانی چنە ھۊرگېڵیا: ئینگلیسی تایبەتمەڼییۍ تەکنیکیۍ ئی بابەتۍ جە لایەنو: ( ئاراس حسۆ )یۆ جە: 14-04-2023 تۊمارەکریێنە ئی بابەتۍ چە لایەنو: ( سارا کامەلا ) چە: 16-04-2023 پۊرەلۋای کریێنە و ئازاڎە کریێنە ئی بابەتۍ پەی دمایین جاری جە لایەنو:( سارا کامەلا )یۆ جە: 15-04-2023 خاستەرە کریێنە لینکو بابەتۍ ئی بابەتۍ بەپاو ستانداردۍو کوردیپێدیای ھەڵای ناتەمامە ھەنە و پەنەۋازییش بە پۊرەلۋای بابەتیی و زۋانەۋانیی فرەتەری ھەن! ئی بابەتۍ 1,389 جارۍ ۋینیێنە
QR Code فایېلۍ پېۋەدریێ - ڤێرشن | جۊر |
ڤێرشن |
| | | |
نامۊ تۊمارکەری |
| فایلو ۋېنەی |
1.0.1 | 12 KB |
| |
14-04-2023 | ئاراس حسۆئـ.ح. |
|
Kurd hewcedarî rûh û şiûra serxwebûnê, hiqûqa demokratîk ya Komara Kurdistanê ne
پېڕە: کوڵەباس
کوردیپێدیا، ڕۊ بە ڕۊو تارېخو کورڎەسانی و کورڎی منۋیسۊۋە..
Kurd hewcedarî rûh û şiûra serxwebûnê, hiqûqa demokratîk ya Komara Kurdistanê ne
Îbrahîm GÛÇLÛ
Komara Kurdistanê a Mehebadê, di 22. 01. 1946an de ava bû û di dîroka nêzik ya Kurdistanê de bûyereke gelek girîng û dîrokî bû. Divê kurd him Komara Kurdistanê baş nas bikin; him jî, ji Komara Kurdistanê ders werbigrin.
Wek tê zanîn Kurdistan, di sala 1639an de bi peymana Qesrî Şêrîn di navbeyna Împaratorîya Osmanî û Farisî de bû du beş. Bi beşbûna Kurdistanê, jiyana neteweya kurd jî beş bû, mejî, serî, aqlê neteweya kurd jî, ji hevûdu dûr ket. Her ku di ser re wext derbas bû, di navbeyna herdu beşên Kurdistanê de eleqe qut bû.
Di navbeyna her sê beşên Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê de duwarên biyanîbûnê û eleqeyên qutbûyî bi ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya #Mehabad#ê ji holê rabû. Her kurdek bi riya Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Pêşewa Qazî Mihemed rojhilatê Kurdistanê nas kir, di serê xwe de neqiş kir.
Damezirandina Komeleyê û PDK a Îranê
Li Rojhilatê Kurdistanê jî, neteweya kurd teslîmê kolonyalîst û dîktatoran nebû. Ji bona ku mafên xwe yên neteweyî werbigre di sala 1921an de li jêr rêberiya Simko Axa serhildanê dest pê kir. Simko Axa, di demeke kurt de hemû Rojhilatê Kurdistanê azad kir. Hezar mixabin, bi fenûfût û xapandina dewleta Îranê Simko Axa dîl ket û li Şînoyê hate daleqandin.
Piştî serhildana Simko Axa, li Rojhilatê Kurdistanê talan, hovîtî û zulmê dest pê kir û heta sala 1940î domand.
Di sala 1941an de Îngilîz û Emerîkayê başûrê Îranê, Yekîtiya Sowyetê jî bakurê wê dagir kiribûn. Mehabad di bin bandor û desthilatdariya tu welatan de nebû û ciyekî azad bû. Bajarê şêrîn Mehabad di heman demê de navenda çand û nasyonalîzma kurd bû. Li Başûrê Kurdistanê jî komeleya Hîva ava bibû û dixwest ku bi Mehabadê re hevdîtinê pêk bîne û ji bona vê Fermandar Mîr Hac û Fermandar Mistefa Xoşnav şandibû Mehabadê. Di bin rêberiya Mele Dawûd de bi 15 welatparêzên Mehabadî re hevdîtin pêk anîn, di encama pêşniyaran de ev berpirsiyarên komeleya Hîva, komeleya Jiyaneweya Kurd li sala 1942an bi şertê ku gelên Îranê bi piştgiriya Ordiya Sor ji desthilatdariya Riza Şah bêtin azadkirin, hat avakirin. Komele bi awayekî îllegal ava bû.
Pêşewa Qazî Mihemed jî yek ji endam û berpirsiyarên Komeleyê bû. Piştî demekê ji bona ku Komeleyê bersîva hewcedariyên Tevgera Rojhilatê Kurdistanê neda, biryar hate girtin ku partiyek ava bibe. Qazî Mihemed jî wek serokê partiyê bê hilbijartin.
PDKa Îranê, di 25ê Tîrmeha sala 1945an de, bi destê Qazî Mihemed û 60 hevalên wî ava bû. Wek tê îddia kirin, PDKa Îranê bi destê Yekîtiya Sovyetê nehat avakirin. Hewcedariyên neteweya kurd bû sedem ku partiyeke netewî û demokratîk bê avakirin
Di navbeyna programa Komeleyê û PDKa Îranê de ferqek tune bû. Lêbelê Komele di helwesta xwe de zêdetir Kurdistanî bû û PDKa Îranê herêmî bû.
Avabûna Komara Kurdistanê…
Li Îranê di dawiya sala 1945an de neteweya Azerî serîhilda û bajarê Tebrîzê xiste bin kontrola xwe. Di 11yê meha 1945an de Komara Otonom a Azerbeycanê ava bû. Kurdan jî hem bi xurtî piştgiriya wan kirin û hem jî Kurdistan azad kirin.
Pêşewa Qazî Mihemed jî di 22. 01. 1946an de li meydana Çarçirayê damezirandina Komara Kurdistanê ragehand. Di dema ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, Qazî Mihemed di axavtina xwe de wusa digot:
“Kurdistan xwedî ciyekî stratejî û erdnîgariya (cografyeya) taybet e ku gelê kurd her tim û bi bê wê hindê ku netewe û miletekî din di navbera wan de mesafe çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hev re têde dijîn û tê de xwedî malikiyeta xwe ya millî ne. Ser bihurî û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. Kurd, xwedî edeb û edet û nerîtên netewî yên wisa ne ku bi ti rengan, sedemên cûr bi cûr û ti bûyerekê nekariye sistiyek di nava bingeh û binaxê mileta wan de peyda bike.
….”
Qazî Mihemed, li ser navê PDKa Îranê û wek serokê giştî di axavtina xwe de damezirandina dewletê îlan kir. Pişt re Komîteya giştî ya partiyê civîya, Qazî Mihemed wek serokkomar hilbijartin. Qazî Mihemedî jî di bin serokatiya Hecî Bab Şêx de hikumetê ava kir. Hikumet ji 13 wezîran pêk dihat:
Hikumeta Komarê, ala Kurdistanê ya ku di sala 1919an de li Stenbolê ji aliyê Komela Teşkîlatî Îçtîmaiye ya Kurd ve hatibû qebûlkirin, pejirand.
Projeyên ku Hatin Pêkanîn…
Komara Kurdistanê ya Mehabadê di temena xwe ya kurt de, karê gelek hêja meşand. Di qada aborî û perwerdayiyê de, di demeka teng de gavên girîng avêtin. Makezagoneke gelek demokratîk pejirand. Komara Kurdistanê girêdayî makezagonê gelek proje û xebatên girîng pêk anî.
*Zimanê kurdî, bû zimanê perwerdeyî.
*Ji bona Komarê hêzên leşkerî yên nîzamî hatin avakirin.
*Îstasyoneke radyoyê hate damezirandin.
*Li Şînoyê, li Mehabadê, Bokanê, Saqizê dibistan ava bûn.
*Meleyan êdî li mizgeftan bi kurdî waaz didan.
*Wek peymaneke civakî makezagon amade bû: Makezagona Komara Kurdistanê, gorî demokrasîyeke pêşketî û pîvanên Wîlson û hêjayiyên Ewrupayî hatibû amadekirin. Sekûlerizm û modernîteke demokratîk hatibû pejirandin. Ev yek ji bo civateke muhafezakar, edetî, îslamî gelek girîng bû. Di makezagonê de wekheviya jin û mêran, mafên sendîqayî, azadiya fikrî, rêxistinî, baweriyê hatibû qebûlkirin.
*Di Komara Kurdistanê de ji bona ku hûnera kurd, şanoya kurd, musîka kurd pêş bikeve xebatên girîng hatibûn kirin.
*****
Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi piştgirî û beşdarbûna hemû beşên Kurdistanê ava bû. Vê yekê di nav hemû kurdan de rûhekî nû çêkir. Rûhê yekîtiya Kurdistanê û neteweya kurd xûrt kir. Baweriya yekbûna Kurdistanê pêş xist.
Komara Kurdistanê ya Mehabadê, bi şiûreke serxwebûnê ava bû loma jî dewleta Kurdistanê ava bû. Tê zanîn ku di avabûna Komara Kurdistanê de Yekîtiya Sovyetê piştgir bû. Di destpêkê Yekîtiya Sovyetan, ji Serokkomarê Kurdistanê û hevalên wî daxwaz kir ku PDK a Îranê wek seksiyoneke Partiya Demokratîk a Azerbeycanê ava bibe. Serokatiya Rojhelatê Kurdistanê ev daxwaza bi awayekî qetî red kir. Dîsa Yekîtiya Sovyetan girêdayî vê daxwzê ji serokatiya Kurdistanê daxwaz kirin ku Kürdistan bibe otonomî û beşek ji Dewleta Azerbeycana Demokratîk. Serokatiya Rojhelata Kurdistanê ev daxwaza jî red kir. Ev helwesta Rojhelatê Kurdistanê jî diyar kir ku li Rohelatê Kurdistanê û Komara Kurdistanê şiûreke neteweyî ya bilind heye. Ew şiûra neteweyî jî civakî ye û di laşê neteweya kurd de cîh girtiye.. Ev şiûra bingeha şîûra serxwebûn û Dewleta Kurdistanê ye.
Komara Kurdistanê, piştî Şerê Cîhanî yê 2emîn ava bû. Di dawiya Şerê Cîhanê de pelê siyasî ya xurt demokrasî bû. Rejîmên demokratîk ava dibûn û pêş dilkketin. Serokatiya PDK a Îranê jî demokrasî pejirandi bû û gorî pîvanên demokrasiyê ava bibû. Dema ku Komara Kurdistanê jî ava bû, rejîma demokrasiyê hat pejirandin. Gorî demokrasiyê jî hiqûqek hat damezrandin. Makezagoneke demokratîk hat amade kirin û pejirandin. Di makezagonê mafên ferdî û grûbî, mafên jinan û kêmneteweyan û ol’an û mezheban hatin qebûl kirin.
Li Komara Kurdistanê bi helwest a Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, hiqûqeke neteweyî û wekhevî û piştgirî di navbera beşên Kurdistanê de ava bû. Serok Mele Mistefa Barzanî her çiqas xwediyê hêzeke mezin bû jî, bû serleşkerê Komara Kurdistanê û di xizmeta Kurdistanê de xebata xwe meşand. Biryarên Hikûmeta Komara Kurdistanê pîroz qebûl kir û cî bi cî kir. Tu demê nefikirî ku bi hêzbûna xwe destwerdana Komara Kurdistanê bike. Ji bona jiyan û pêşketina Kurdistanê hemû hêza xwe bi kar anî.
Bê guman di qonaxa îro ya ku Kurdistan û neteweya Kurd tê de ye jî, li hemû beşên Kurdistanê hemû kurd û kurdpewerwer hewcedarî ev hêyayiyên Komara Kurdistanê ne.
Divê ev hêjayiyan bi awayekî nû zindî bibe û di Tevgera Kurdistanê de bibe çandekê.
Ev çanda di hemandem de ji bona xûrtbûn û neteweyîbûn û demokratîzebûna Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê jî pêwîst e.[1] کوردیپێدیا جە دلېنەو ئی بابەتۍ ۋەرپەرس نېیەن، خاۋەنو/خاۋەنۊ بابەتەکۍ ۋەرپەرسیارەن. کوردیپێدیا بە مەبەسو ئەرشیڤکەرڎەی ئی بابەتېشە تۊمارە کەرڎېنە. ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو  ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! ئی بابەتۍ 2,244 جارۍ ۋینیێنە
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!
ھاشتاگ تایبەتمەڼییۍ تۊماری تایبەتمەڼییۍ تەکنیکیۍ ئی بابەتۍ جە لایەنو: ( ئاراس حسۆ )یۆ جە: 20-02-2023 تۊمارەکریێنە ئی بابەتۍ چە لایەنو: ( زریان سەرچناری ) چە: 21-02-2023 پۊرەلۋای کریێنە و ئازاڎە کریێنە ئی بابەتۍ پەی دمایین جاری جە لایەنو:( ئاراس حسۆ )یۆ جە: 20-02-2023 خاستەرە کریێنە لینکو بابەتۍ ئی بابەتۍ بەپاو ستانداردۍو کوردیپێدیای ھەڵای ناتەمامە ھەنە و پەنەۋازییش بە پۊرەلۋای بابەتیی و زۋانەۋانیی فرەتەری ھەن! ئی بابەتۍ 2,244 جارۍ ۋینیێنە
QR Code فایېلۍ پېۋەدریێ - ڤێرشن | جۊر |
ڤێرشن |
| | | |
نامۊ تۊمارکەری |
| فایلو ۋېنەی |
1.0.1 | 8 KB |
| |
20-02-2023 | ئاراس حسۆئـ.ح. |
|
Li Bakurê Kurdistanê rojeva şaş / Komara Kurdistanê
پېڕە: کوڵەباس
کوردیپێدیا، ئاڼە زانیارییەکېش ئاسانی کەرڎېنۍ! چە ڕاو مۆباییلەکەو وېتۆ نیم ملیۆن تۊمارۍ ئینێ باخەلەتانە!
Li Bakurê Kurdistanê rojeva şaş / Komara Kurdistanê
=KTML_Underline=Îbrahîm GUÇLU=KTML_End=
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Gundî ji jêberê hez dikin. Hemû jêberên xwe dubara dikin.
=KTML_Bold=LI BAKURÊ KURDISTANÊ JÊBER Û ROJEVA ŞAŞ: YEKÎTIYA NETEWEYÎ…=KTML_End=
Gundî afirandarên domdar nînin. Gundîyek dema tiştekî bike û bi afirîne, gundiyên din wê dişopînin. Dema ku şopdar dibin, paşî û pêşîya wî karî hesab nakin. Ev kara bi qezenc e û an jî bi zerar e, zêde ji bona wan mijareke girîng nîn e. Dema gundîyek traktorekê bikire, cîranê wî jî dikire. Hewcedar e, an ne hewcedar e, ji bona wan girîng nabe.
Gundî ji jêberê hez dikin. Hemû jêberên xwe dubara dikin.
Sinifa siyasî ya Kurdistanê û bi taybetî jî sinifa siyasî ya Bakurê Kurdistanê jî, xwediyê jêber in. Jêberên wan ji derve de tên û an jî ji dîrokê tên. Ew wan jêberên xwe hîn dubare dikin.
Sinifa Siyasî ya Bakurê Kurdistanê, di heman dem de, bi dehan salan e ku nikare hespan bixe pêşîya erebeyê, her dem erebeyê dixe pêşîya hespan. Loma jî mijarên xwe û sedemênmijarên xwe nikare tespît bike, heman tiştî dubare dike.
Hîç şik tune ye ku sinifa Bakurê Kurdistanê xwedîyê berçavika hespan e jî, bes ciyê lê dinere dibîne. Hewirdora xwe nabîne. Tespît û çareserîyên xwe bi vê berçavikê dibînin û tespît dikin; li çareserî digerin, çareserî jî nabe çareserî, dibe pirsgirêkeke nû.
Li Kurdistanê û bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê di rojev tespîtkirinê de xwediyê jêberekê ne û loma jî xwediyê rojeveke rast nînin. Erebê dixin pêşîya hespan. Xebata xwe ya yekem didin aliyekî, bi mijar û pirsên din re eleqeder dibin.
Li Bakûrê Kurdistanê di mijara “Yekîtiya Neteweyî” de heman jêber û mentalîte heye. Ev jî dubare dibe, mijarên bingehî nayên tespît kirin û çareser kirin.
Di vê qonaxê de rojeva Bakurê Kurdistanê avakirina yekîtiya neteweyî nîne.
Lewra Yekîtiya Neteweyî, di Tevgera Neteweyî de pêwîst dibe. Can û rih qezenç dike. Tevgera Neteweyî jî, bi rêxistin û partiyên siyasî û civakî tê ava kirin. Hezar mixabin li Bakûrê Kurdistanê, piştî Derbaya Leşkerî ya 12 Îlona 1980 yî tevgera Neteweyî û rêxistinên kîtlewî bi destê Dewleta Tirk û PKKê hat tasfiye kirin.
Loma li Bakûrê Kurdistanê di vê qonaxê de rojeva stratejîk, avakirina Yekîtiya Neteweyî nîne. Ji bona yekîtiya neteweyî bê qewimandin, rêxistin û partîyên hevdem û bersîva tevgera Kurdistanê bide bê avakirin.
Diyar e ku berîya yekîtiya neteweyî, li Bakurê Kurdistanê karên bê kirin hene. Ev karan nebin, di yekîtiya neteweyî de serkeftin nabe.
Li Bakurê Kurdistanê rêxistin û partiyên ku bi neteweya kurd re di nav pêwendiyê de ne û xwediyê bernameyeke hevdem–rojane tune ne. Nav çi dibe bila bibe, grûbên neteweyî hene. Ew jî nayê wê wateyê ku li Bakûrê Kurdistanê Tevgera Neteweyî heye.
=KTML_Bold=KOMARA KURDISTANÊ, DEMOKRAT Û HEVDEM BÛ…=KTML_End=
Di dîroka nêzik a Kurdistanê de bûyera girîng, avabûna Komara/Dewleta Kurdistanê ye. Komara Kurdistanê piştî Şerê Cîhanê yê 2emîn ku Îran ji alî Brîtanyaya Mezin û Yekîtiya Sovyetan de hat îşgal kirin, di sala 1946an de ava bû.
Li Îranê di dawîya sala 1945 an de neteweya Azerî serî hilda û bajarê Tebrîzê xiste bin kontrola xwe. Di 11 yê meha 1945 an de Komara Otonom a Azerbeycanê ava bû. Kurdan jî hem bi xurtî piştgirîya wan kirin û hem jî Kurdistan azad kirin.
Pêşewa Qazî Mihemed jî di 22-01-1946 an de li meydana Çarçirayê damezirandina Komara Kurdistanê ragehand. Didema ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, Qazî Mihemed di axavtina xwe de wusa digot:
“Kurdistan xwedî ciyekî stratejî û erdnîgariya (cografyeya) taybet e ku gelê kurd her tim û bi bê wê hindê ku netewe û miletekî din di navbera wan de mesafe çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hev re têde dijîn û tê de xwedî malîkîyeta xwe ya millî ne. Serbihurî û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî tê de hevpar in. Kurd, xwedî edeb û edet û nerînên netewî yên wisa ne ku bi ti rengan, sedemên cûr bi cûr û ti bûyerekê nekariye sistîyek di nava bingeh û binaxê miletê wan de peyda bike.
….”
Komîteya giştî ya PDKê, Qazî Mihemed wek serokkomar hilbijart.. Qazî Mihemedî jî di bin serokatiya Hecî Bab Şêx de hikûmet ava kir. Hikûmet ji 13 wezîran pêk dihat:
Hikûmeta Komara Kurdistanê, Ala Kurdistanê ya ku di sala 1919an de li Stenbolê ji aliyê Komela Teşkîlatî Îçtîmaiye ya Kurd ve hatibû qebûlkirin, pejirand.
Komara Kurdistanê bi nav ne, bi wateya rasteqîne dewletaKurdistanê bû. Ji bona vê yekê çar nîşanên girîng hene.
Nîşana yekemîn: Dema ku Komara Kurdistanê ava bibe, hemû beşên Kurdistanê alîkarî kirin. Di heman dem de dema ku Komara Kurdistanê li Mehabadê Qada Çarçirayê hat îlankirin, ji hemû beşên Kurdistanê nûner li wir bûn.
Nîşana duyemîn: Dema ku Serokkomarê Kurdistanê Qadi Mihemed û wezîrên wî tên mehkemekirin di parêznameya xwe de girêdayî statuya Nemir Serokê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî, gelek aşkere diyar dike ku. Kurdistan welatek e. Ji aliyê dewletên kolonyalîst ve hatiye parçe kirin. Loma jî Kurdistan wek xaniyekî xwediyê çar xûrfe ye. Mele Mistefa Barzanî jî di nav mala xwe de, ji xûrfeyekê hatiye xûrfeya din.
Nîşana seyemîn: Beşek wezîrên Komara Kurdistanê ji beşên din yên Kurdistanê bûn.
Nîşana çaremîn: Komara Kurdistanê reformên Şêx Evdulselam Barzanî pêk anî.
Komara Kurdistanê bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetê ava bû. Hezar mixabin pişt re jî bi îxaneta Yekîtiya Sovyetan hat rûxandin.
Komara Kurdistanê ya Mehabadê di temena xwe ya kurt de, karên gelek hêja pêk anî. Di qada aborî û perwerdayiyê de, di demeka teng de gavên girîng avêt.
*Zimanê kurdî, bû zimanê perwerdeyî.
*Ji bona Komarê hêzên leşkerî yên nîzamî hatin avakirin.
*Îstasyoneke radyoyê hate damezirandin.
*Li Şînoyê, li Mehabadê, Bokanê, Saqizê dibistan ava bûn.
*Meleyan êdî li mizgeftan bi kurdî waaz didan.
*Di Komara Kurdistanê de ji bona ku hûnera kurd, şanoya kurd, musîka kurd pêş bikeve xebatên girîng hatin kirin.
*Wek peymaneke civakî makezagon amade bû: Makezagona Komara Kurdistanê, gorî demokrasîyeke pêşketî û pîvanên Wîlson û hêjayiyên Ewrupayî hatibû amadekirin. Sekûlerizm û modernîteke demokratîk hatibû pejirandin. Ev yek ji bo civateke muhafezakar, edetî, îslamî gelek girîng bû. Di makezagonê de wekhevîya jin û mêran, mafên sendîqayî, azadîya fikrî, rêxistinî, baweriyê hatibû qebûlkirin.
*Li Komara Kurdistanê, mafên kêmneteweyan hatibû pejirandin.[1] کوردیپێدیا جە دلېنەو ئی بابەتۍ ۋەرپەرس نېیەن، خاۋەنو/خاۋەنۊ بابەتەکۍ ۋەرپەرسیارەن. کوردیپێدیا بە مەبەسو ئەرشیڤکەرڎەی ئی بابەتېشە تۊمارە کەرڎېنە. ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو  ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! ئی بابەتۍ 1,971 جارۍ ۋینیێنە
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!
ھاشتاگ تایبەتمەڼییۍ تۊماری تایبەتمەڼییۍ تەکنیکیۍ ئی بابەتۍ جە لایەنو: ( ئاراس حسۆ )یۆ جە: 15-06-2023 تۊمارەکریێنە ئی بابەتۍ چە لایەنو: ( سارا کامەلا ) چە: 16-06-2023 پۊرەلۋای کریێنە و ئازاڎە کریێنە ئی بابەتۍ پەی دمایین جاری جە لایەنو:( سارا کامەلا )یۆ جە: 16-06-2023 خاستەرە کریێنە لینکو بابەتۍ ئی بابەتۍ بەپاو ستانداردۍو کوردیپێدیای ھەڵای ناتەمامە ھەنە و پەنەۋازییش بە پۊرەلۋای بابەتیی و زۋانەۋانیی فرەتەری ھەن! ئی بابەتۍ 1,971 جارۍ ۋینیێنە
QR Code
|
Mihemed Salih Qadirî’nin Emerxanê Şikak, Ji Serhildana Simko heta Komara Kurdistanê kitabı çıktı
پېڕە: کوڵەباس
زانیارییەکا چە ھەر دۋە باری بابەتی و زۋانەۋانییۆ پۊختۍ و دەسەبەڼی کەرمۍ و بە شېۋازېۋە سەردەمییانۍ ۋەردەسشا ۋزمېۋە!
Doğu Kürdistanlı yazar Mihemed Salih Qadirî’nin “Şikak Emiri / Simko Başkaldırısından Kürdistan Cumhuriyeti’ne kadarki süreç1906-1946” Soranî lehçesiyle yazılan kitabının Kurmancîsi Avesta Yayınları’nda çıktı.
Kitap 1906-1946 yılları arasında Doğu Kürdistan’daki Kürt hareketleri ve başkaldırılarına ışık tutuyor.
Kitabı hakkında BasNews’e konuşan yazar Mihemed Salih Qadirî, kitabının Doğu Kürdistan’daki Kürt ulusunun 40 yıllık meşru davasına ilişkin belgelere dayalı detaylı bir araştırma ve inceleme olduğunu söyledi.
Qadirî, kitabı tarih belgeler ve arşivlere dayanarak yazdığını belirterek, “Kitabımda, Kürtlerin kimlik müzadelerini belgelerle gözler önüne sermeyi hedefledim” dedi.
Kitabının tamamen belge ve arşivlere dayalı olduğunu belirten Mihemed Salih Qadirî, “Hiçbir yorumda bulunmadan olayları belgeleri ile sunarak okuyucunun tarihi gerçekleri tüm çıplaklığı ile kendi yorumuyla görmesini ve keşfetmesini istedim” dedi.
Soranî lehçesinde yazılan ve Farsçaya da çevirilen Emerxanê Şikak, Ji Serhildana Simko heta Komara Kurdistanê” (Şikak Emiri / Simko Başkaldırısından Kürdistan Cumhuriyeti’ne kadarki süreç1906-1946) kitap Avesta Yayınlarınca Kurmancî lehçesine çevrildi.
Kurmancî lehçesiyle basılan kitap 484 sayfa. Kitabın Sorancası 640, Farsçası ise 624 sayfa.[1]
کوردیپێدیا جە دلېنەو ئی بابەتۍ ۋەرپەرس نېیەن، خاۋەنو/خاۋەنۊ بابەتەکۍ ۋەرپەرسیارەن. کوردیپێدیا بە مەبەسو ئەرشیڤکەرڎەی ئی بابەتېشە تۊمارە کەرڎېنە. ئی بابەتۍ بە زۋانی (Türkçe) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو  ی کلیک کەرە!
Bu makale (Türkçe) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için  sembolüne tıklayın! ئی بابەتۍ 2,512 جارۍ ۋینیێنە
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!
ھاشتاگ سەرچەمۍ [1] پەڕیانە | کوردیی ناوەڕاست | basnews تایبەتمەڼییۍ تۊماری تایبەتمەڼییۍ تەکنیکیۍ ئی بابەتۍ جە لایەنو: ( سارا کامەلا )یۆ جە: 09-07-2022 تۊمارەکریێنە ئی بابەتۍ چە لایەنو: ( زریان عەلی ) چە: 09-07-2022 پۊرەلۋای کریێنە و ئازاڎە کریێنە ئی بابەتۍ پەی دمایین جاری جە لایەنو:( هەژار کامەلا )یۆ جە: 04-09-2025 خاستەرە کریێنە لینکو بابەتۍ ئی بابەتۍ بەپاو ستانداردۍو کوردیپێدیای ھەڵای ناتەمامە ھەنە و پەنەۋازییش بە پۊرەلۋای بابەتیی و زۋانەۋانیی فرەتەری ھەن! ئی بابەتۍ 2,512 جارۍ ۋینیێنە
QR Code فایېلۍ پېۋەدریێ - ڤێرشن | جۊر |
ڤێرشن |
| | | |
نامۊ تۊمارکەری |
| فایلو ۋېنەی |
1.0.1 | 98 KB |
| |
09-07-2022 | سارا کامەلاس.ک. |
|
|