کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا
چە بارەو ئېمە
ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
 گېڵای
 تۊمارکەرڎەی بابەتۍ
 ئامرازۍ
 زۋانۍ
 ھەژمارو من
 گېڵای شۊنۊ
 ڕوخسار
  دۊخی تاریک
 ڕېکۋستە ۋەرینییەکې
 گېڵای
 تۊمارکەرڎەی بابەتۍ
 ئامرازۍ
 زۋانۍ
 ھەژمارو من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
کتېبخانە
 
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ
   ورڎ گېڵای
پێۋەڼی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زېیاتەر...
 زېیاتەر...
 
 دۊخی تاریک
 سلاید بار
 قەبارەو فۆنتی


 ڕېکۋستە ۋەرینییەکې
چە بارەو ئېمە
بابەتۍ ڕېکۆتییە!
مەرجو بەکاربەرڎەی
ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
چنین دېیەی تۊ
گلېرۆکریێ بەکاربەری
کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
 چالاکیۍ - کوردیپێدیا
یارڎی
 زېیاتەر
 نامۍ کورڎیۍ پەی زاڕۊڵا
 گېڵای بە کلیک
ئامارۍ
بابەتۍ
  587,277
ۋېنۍ
  124,633
کتېبۍ PDF
  22,130
فایلی پەیوەڼیدار
  127,003
ڤیدیۆ
  2,194
زۋان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,688
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,893
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,781
عربي - Arabic 
44,355
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,813
فارسی - Farsi 
15,977
English - English 
8,539
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
80
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پېڕە
هەورامی
ژیواینامە 
256
یاگۍ 
6
پارتیۍ و ڕېکۋزیێ 
1
ۋەڵاکریێ (گۊڤارۍ و ڕۊجنامۍ و ...) 
2
نامۍ کورڎیۍ 
1
پەندۍ 
933
ۋاچۍ و دەسەۋاچۍ 
61,590
کتېبخانە 
100
کوڵەباس 
3,331
شەھیدۍ 
4
بەڵگەنامۍ 
55
ئامارۍ و ڕاپەرسیۍ 
1
ھۊنیێ 
1,390
ئیدیۆم 
111
کۊگاو پەرۋەڼا (فاییلا)
MP3 
1,508
PDF 
34,784
MP4 
4,044
IMG 
235,392
∑   سەرجەم 
275,728
گېڵای شۊنۊ دلېنارە
Remzî Kartal: Di vê pêvajoyê de pêwîstiya gelê Kurdistanê bi yekitiyê heye
پېڕە: کوڵەباس
زۋانو بابەتۍ: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
زانیارییەکۍ کوردیپێدیای چە گرڎ کات و یاگېۋۆ و پەی گرڎ کات و یاگېۋېچەنۍ!
ھامبەشیکەرڎەی
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
ھۊرسەنگنای تۊماری
نایاب
فرە خاسە
خاسە
خرابە نېیەنە
خرابە
ۋزەش دلۍ ڕیزبەڼیی گلېرۆکریێکاو وېم
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!
ۋەڵینەو دەستکاریی بابەتۍ
Metadata
RSS
چە گوگڵ پەی ۋېنە پەیۋەستا بە بابەتۍ دەسنیشانکریێ گېڵە
چە گوگڵ پەی بابەتۍ دەسنیشانکریێ گېڵە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Remzî Kartal: Di vê pêvajoyê de pêwîstiya #gelê Kurdistanê# bi yekitiyê heye
Reportaj Summay

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal da zanîn ku pirsgirêka Kurdistanê ya stratejîk yekitiya netewî ye, bi taybetî di vê pêvajoyê de hin zêdetir pêwîstiya gelê Kurdistanê bi yekitiyê heye û divê xebatên ji bo yekitiyê dewam bikin.
Remzî Kartal anî ziman ku konsepta şer ya ku niha li hember PKK’ê û gelê Kurd ketiye meriyetê ji aliyê Amerîka û dewleta Tirk ve hatiye amadekirin, PDK`ê jî vê konseptê pêk tînê û got: “Dive gelê Kurdistanê xeteriya vê konsepte li ser çar perçeyên Kurdistanê bibînê û bi cidî xwe li hember wê tevger bike.”
Kartal anî ziman ku PDK`ê di siyaset û deshiladariya xwe de tengasî dijî, ji bo wê jî dixwazê ji dewletên navnetewî piştgirî bistînê û deshiladariya xwe berdewam bike.

Kartal bibîr xist ku heger alîkariya dewleta Tirk û Amerîkayê nebê PDK nikarê bi tena sere xwe şerekî bi vî rengî rûxmî nerazîbûna gelê Kurdistanê bide meşandin, ev konsepta Amerîka, dewleta Tirk û PDK encam negirt, îro jî encam nagirê.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal derbarî yekitiya netewî, konsepta li dijî Kurdistanê, êrişên li ser Başûr û amadekariya hêzên PDK ji êrişan re, bersiva pirsên ajansa me ANHA`yê dane.

NAVEROKA HEVPEYMANÊ WIHA YE:
EV DEMEKE HÊZÊN PDK’Ê Lİ QADÊN GERÎLA Lİ ÇİYAYÊN BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ NOQTEYÊN XWE AVA DİKE. RUXMÎ KU KCK`Ê GELEK CARAN BANGA RAWESTANADİNA TEVGERÊN AMADEKARİYA ŞER KİR JÎ, LÊ TEVGER HİN ZÊDETİR BÛN. HÛN VAN TEVGERÊN HÊZÊN PDK`Ê ÇAWA DİBÎNİN?
Li gel bangawaziya KCK`ê banga HPG`ê jî hebû. Di bangawaziyan de hate diyarkirin ku pirsgirêk divê bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Şerekî bi vî rengî wê zerarê bide giştî destkeftiyên gelê Kurdistanê. Di her bangawaziyê de helwestên xwe diyar kiribûn û gotin ji bo diyalogan jî em amade ne. Lê ruxmî wan bangan israra PDK`ê berdewam dike.

Diyar e taybet dewleta Amerîkayê ji bo konsepta xwe di Rojhilata Navîn de pêk bîne ji avakirina têkoşîna PKK heya niha piştgiriya dewleta Tirk wekî hêzên NATO kiriye. Komploya li ser rêber Abdullah Ocalan de xwestin ku Tevgera Azadiyê têk bibin. Li ser vî esasî konsepta xwe di Rojhilata Navîn bimeşînin û di vê konseptê de dewleta Tirk jî ji xwe re bikin hevalbend. Israra Amerîka îro jî bi heman awayî berdewam dike û ji bo wê alîkariya dewleta Tirk û PDK`ê dike. Di vê çarçoveyê de alîkariya siyasî, leşkerî, lojîstik bi hemû awayî hişt ku PDK`ê ji wan cesaret bigre. Ji ber piştgiriyek bi vî rengî nebê, PDK`ê bi sere xwe nikarê şerekî wiha berdewam bike.

Li dijî KCK û HPG`ê ji bo ku konsept berdewam bike, encam bigre bi hevre plan pêk danîne. Di vê çarçoveyê de erk dane PDK’ê. Ji bo wê jî herkesekî rolek hilgirtiye. Ji xwe tekiliyên PDK û dewleta Tirk kevin in û ne tenê di vê konseptê de ev têkilî çêbûne. Beriya salên 1960’an de tekiliyên îstixbaratî yên PDK bi dewleta Tirk re hene. Ev têkilî bi siyaseta Amerîkayê re di salên 1990’an de gihiştiya asta siyasî. Niha jî di asta siyasî, aborî, istîxbaratî têkiliyeke gelek berfireh heye. PDK`ê dixwazê di siyaseta Kurd de bê reqîp li hemû herêmên Kurdistanê de siyaset bike. Pirsgirêka dewleta Tirk a herî mezin tevgera azadiyê ye. Ji destpêka avakirina PKK’ê heya niha bi hemû derfetên xwe li dijî PKK’ê şer dike. Lê bi ser nakeve û tevgera azadiyê her diçe mezintirîn dibe. Ji Bakurê Kurdistanê êdî ev derketiye, nêrînên rêber Abdullah Ocalan li Kurdistanê giştî belav bûye û li cîhanê deng da ye. Ji xwe dewleta Tirk jî vê ji xwe wek metirsiyek mezin dibîne. Ji ber wê her du alî bi hev re dixwazin vê pêvajoyê bi alîkariya Amerîkayê bi encam bikin.
Hem Amerîka hem jî dewletên wekî Îsraîl, Birêtaniya û hwd PDK ji xwe re wekî mutefîqekî ji aliyê Kurdan li gor berjewendyên xwe dibînin. Ji ber PDK`ê di siyasetê de bi hemû awayî pişta xwe daye hêzên derve.

RUXMÎ GELEK BANGAN PDK`Ê ÇİMA Dİ YA XWE DE İSRAR DİKE, HESABÊN WAN Çİ NE?
PKK`ê li çar parçeyên Kurdistanê felsefeyek û siyasetek pêş xist û vê jî deng veda. Siyaseta ku PDK’ê dimeşand û dimeşînê di Kurdistanê de gelek astengî çêkir. Mixabin PDK ji destpêka damezrandina xwe heya îro her tim bi awayekî deshiladariya xwe li ser çar perçeyên Kurdistanê ferz dike. Li ser windakirina deshilatdariya xwe ditirsê û dibêjin divê hemû hêz li gorî wan siyaset bikin. Yên ne li gorî wan ji xwe re wekî pirsgirêk dibînin. Ji ber wê ye ku li Başûrê Kurdistanê de di aliye siyasî pevçûn û nebûna demokrasî heye, li ser ragihandinê û gel zext heye, dadgeh awayekî demokratîk serbixwe nameşê. Parlemento di aliye demokratîk de heya niha nayê meşandin. Çawa li Tirkiyê dewleta faşîst li ser gelê Kurdistanê siyasetekê zordar dimeşînê li Başûrê Kurdistanê jî PDK wiha dike. PDK`ê di siyaset û deshiladariya xwe de tengasî dijî. Ji bo wê jî dixwazê ji dewletên navnetewî piştgirî bistînê û deshiladariya xwe berdewam bike.

TİŞTA KU PDK Û DEWLETA TİRK TÎNE GEL HEV Çİ NE?
Neyartiya PKK`ê ye. Dewleta Tirk di Rojhilata Navîn de ji bo Kurdan neraziyê ku statûyek bi dest bixîn. Di dema Cemal Ebdûllnasir li Misrê serokomar bû, radyo li wir saetekê bernameya Kurdî çêdikirin. Dewleta Tirk mudaxleya wê bernamê kir û got ku ew bername ji bo yekitiya netewî ya Tirk re xeter e. Dewleta Tirk heya bernameya radyo ji bo xwe xeter dibînê. Dewleta Tirk deskeftiyên Kurdistanê ji bo xwe xeter dibînê.
Li hemberî têkoşîna PKK`ê, dewleta Tirk neçar ma. Bi her awayî û bi alîkariya NATO li dijî PKK xebat meşand, lê bê encam man. Neçar ma ku îro li Başûrê Kurdistanê alîkariya PDK bistîne, ji ber ku alîkariya PDK`ê nebê nikarê encam bigre. PDK`ê, PKK`ê ji xwe re reqîbekî mezin dibînê û dixwazê ev alternatîf ji holê rabe, hem jî dixwaze îtîfaqa xwe bi dewleta Tirk re berdewam bike û deshiladariya xwe dirêj bike.

NATO Dİ AVAKİRİNA PKK`Ê HEYA NİHA ARMANCA TASFİYEKİRİNÊ Lİ HEMBER PKK DİPEJİRÎNÊ. Dİ ÊRİŞÊN DEWLETA TİRK Lİ SER BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ, AMADEKARİYA HÊZÊN PDK Jİ BO ÊRİŞAN Û HEVKARİYA PDK Bİ DEWLETA TİRK RE ROLA NATO Û AMERÎKA Çİ YE?
Dewleta Tirk ji bo NATO welatek stratejîk û mutafîqê wan ê esasî ye. Ji ber wê destpêka avakirina PKK’ê de bi taybetî salên 1984’an de piştî hemleya 15`ê Tebaxê, NATO li hember PKK’ê bi hemû derfetên xwe piştgiriya dewleta Tirk kiriye. Sala 1986’an de serokwezirê Siwêdê Olof Palme bi destê gladîo ya NATO hat kuştin. Ji bo xwe muxalif didîtin û kuştin. Olof Palme şerê Vîetnam, têkoşîna Başûrê Efrîqa, Filîstînê de û li gelek deverên cîhan ji siyaseta Amerîkayê re bûbû kelem û kuştina Olof Palme kirin sitûyê PKK’ê. Piştî wê jî li dijî PKK’ê û krîmînalîzekirina PKK’ê li Ewropayê, NATO piştgiriya dewleta Tirk kir. Ji destpêkê heya niha piştgiriya NATO ji bo dewleta Tirk berdewam dike. Dewleta Tirk mutefîqê wan ê stratejîk e ji ber wê tu carî qebûl nakin ku pirsgirêka Kurd dewleta Tirk têxê astengiyê. Li Başûrê Kurdistanê jî îro ev konsepta dewleta Tirk bi piştgirî û alikariya Amerîka ya ku dide PDK’ê ji bo têkbirina hêza PKK’ê ye. Heger Amerîka alîkariyê nekê dewleta Tirk bi serê xwe nikarê encamekî bigire. Dîsa heger alîkariya dewleta Tirk û Amerîkayê nebê PDK nikarê bi tena sere xwe şerekî bi vî rengî rûxmî nerazîbûna gelê Kurdistanê bide meşandin. Ev konsepta Amerîka, dewleta Tirk û PDK encam negirt îro jî encam nagirê.

RÊBER ABDULLAH OCALAN Dİ HEMÛ PARÊZNAME Û HEVDÎTİNÊN XWE DE BANGA YEKİTİYÊ DİKE. LÊ Jİ ALİYE HÊZÊN KURDÎ EV YEKİTÎ DEMDİRÊJ DİKE. DEMDİRÊJKİRİNA YEKİTİYÊ BANDOREKE ÇAWA Lİ KURDİSTANÊ DİKE Û Jİ BO ASTENGKİRİNA YEKİTİYÊ TEVGERA DEWLETAN Çİ NE?
Dewleta Tirk, Iraq, Sûriyê û Îran tu caran yekitiya Kurdan naxwazin. Di sala 2017’an di referandûma Başûrê Kurdistanê de careke din ev rastî derket holê. Her kes li gor berjewendiyên xwe tevdigerê, bi dewletên dagirker re siyaset dimeşînin. Ji aliye hêzên Kurdan taybet PDK rûxmî rêber Abdullah Ocalan gelek caran bangawazî kir û ji serokê PDK Mesûd Barzanî re peyam şand, lê yekitiya netewî pêk nehat. Rêbertî her dibejê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd avakirina yekitiyê pêwîstiyek e stratejîk e. Pêwîste kongreya netewî çêbibe û ji bo hevserokatî jî rêbertî, Mesûd Barzanî pêşniyar kir û gelek caran jî israr kir. Lê Mesûd Barzanî piştî lidarxistina dû-sê civînan xebat dan sekinandin. Çima ev sekinî? Emerîka nebû alîgir û projeyên Amerîka ji bo serxwebûna Kurdan tine ye. Dewleta Tirk destwerdan kir û gotin em siyaseteke bi vî rengî qebûl nakin.
Yekitiya netewî tenê bi tevlîbûna PDK nîne bê gûman. PDK`ê di nav de cih bigre ev deskeftiyek Kurdistanî ye, lê mixabin PDK bi israr vê qebûl nake. Pêwîst e herkes di siyaseta kongreya netewî de israr bike. Pirsgirêka Kurdistanê ya sitratejîk yekitiya netewî ye bi taybetî ev şerê ku PDK li ser PKK’ê û gelê Kurdistanê ferz dike ev hin zêdetir pêwîstiya gelê Kurdistanê ji yekitiya netewî re derdixînê. Divê ev xebat berdewam bike.

TEVGERA HÊZÊN PDK`Ê Jİ AMADEKARİYA ŞER Lİ SER DOZA KURDÎ Bİ GİŞTÎ Û Jİ BO STATÛYA KURDAN Dİ VÊ QONAXÊ DE Çİ BANDORÊ DİKE?
Bê gûman ev li ser pirsgirêka Kurd li çar perçeyên Kurdistanê bi awayekî pir neyînî bandor dike. Li ber çavê cîhanê û hemû dewletên li Rojhilata Navîn de siyaset didin meşandin û dibêjin; Kurd ne amade ne bi hev re bijîn, aşitî çêkin, siyaset û sîstemekî ji bo rêvebirina gelê xwe çê bikin. Ev heybeta siyaseta gelê Kurd dişkînê. Her wiha îdîayên dewletên dagirker bi hêz dike. Îdîayên dewletan ew in ku dibejin; Kurd ne amadene statûyek bi dest bixin, divê Kurd di nav dewletan de siyasetên xwe berdewam bikin. Ev rewş xizmeta konseptên dewletên dagirker dike. Ev dibe sedema şikandina manewiyat, bawerî, hêviyên gelê Kurdistanê. Gelê Kurdistanê gihiştiya asteke herî bilind ku têkoşîneke lehengî dimeşînê. Ev siyaseta ku îro PDK pêşengtiya wê dike zererek mezin dide çar perçeyên Kurdistanê. Lê belê rûxmî siyaseta dewletên dagirker destpêkê dewleta Tirk û siyaseta PDK’ê îro çar perçeyên Kurdistanê de hestên netewî gelekî bilind e.

Lİ ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ XEBATÊN YEKİTİYÊ EV DEMEKÊ BERDEWAM DİKE KU GAVÊN GİRÎNG JÎ HATİN AVÊTİN. Dİ PÊVAJOYEKÊ WİHA DE ENKS RÛNİŞTİNEK Bİ PDK Û DEWLETA TİRK RE PÊK ANÎ. HÛN TEKİLİYÊN ENKS Bİ DEWLETA TİRK Û PDK RE HÛN ÇAWA DİNİRXÎNİN? EV RÛNİŞTİNÊN ENKS-DEWLETA TİRK WÊ XEBATÊN YEKİTİYÊ Bİ Çİ AWAYÎ BANDOR BİKE?
Niha siyasetek li gel dewleta Tirk tevbigerê nemimkûne ji bo berjewendiyên yekitiyê gelê Kurdistanê xizmet bike. Siyaseteke ku li gel dewleta Tirk di aliye leşkerî de bi hev re bimeşê, civîna çêbike, perspektîfan bigre û herê Rojavayê Kurdistanê yekitiya netewî çê bike ne mimkûn e. Ji destpêka damezrandinê heya niha ENKS her diçe perçe dibe. Hin partiyên di nav ENKS de rastiya wan û dewleta Tirk û PDK dibînin û li ser wê esasî perçe perçe qût dibin. Ev di pêvajoya Efrînê de û piştî pêvajoya Efrînê de jî derket holê. Siyasetekê ku di navendê de alikariya xwe ji dewleta Tirk digre wê tu perçeyên Kurdistanê de xizmeta yekitiya netewî nekê û encam jî çênabê.
Rêveberiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe ji yekitiya netewî re îspat kirin ku diyalogan bi ENKS re pêk tînin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşiya yekitiya netewî ne asteng e û deriyên wan vekiriye. Li ser wê esasê bi ENKS’ê re peywendî berdewam kirin, lê bele peywendiyên şandeya ENKS’ê bi dewleta Tirk re jî hin berdewam dike.

DİVÊ BİNGEHÊN YEKİTİYÊ ÇİBİN?
Yekitiyekê li çar perçeyên Kurdistanê hemû partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, kesayet, rewşenbîr, hunermend û hwd bi giştî hemû pêkhateyên Kurdistanê li ser bingeha demokrasiyê dive nêzî hev bibin. Jiyaneke demokrat, azad ji bo civakê taybet bi jin û hemû netew, olên cûda re bê avakirin. Yekitiya netewî li ser wî esasî çêbibe tu hêzên navnetewî nikarin wê vînê têk bibin. Çawa ku gelê Vîetnam di aliye aborî û siyasî de gelekî feqîr bû, lê di aliye manewiyat de dewlemend bûn. Bi yekitî û berxwedaniyê dewleta Amerîkayê ku îro cîhanê de hêza herî serekê binxistin. Çar perçeyên Kurdistanê divê çarçoveyê de yekitiya xwe çêbike baweriya xwe ji gelê xwe bigre, ne ku wekî PDK pişta xwe bide dewleta Tirk an jî welatên din. Ger ev were şikandin ne tene şoreşa Kurdistanê şoreşa Rojhilata Navîn de destpêkeke mezin bide avakirin. Ev îro li şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de destpêkiriye, gav hatiye avetin û fireh dibe. Yekitiya ku bê avakirin wê bibe wesîleya têkçûna wekî dewleta Tirk û sîstemên faşîst.

Dİ KURDİSTANÊ DE HİNEK PARTÎ Û RÊXİSTİNÊN SİYASÎ BANG Lİ PDK KİRİN KU TEVGERÊN AMADEKARİYA ÊRİŞAN RAWESTÎNE. Dİ NÊRÎNÊN WE DE EV DAXUYANÎ Û BANG Dİ PÊŞÎLÊGİRTİNA DERKETİNA ŞEREKÎ DE WÊ TÊRÊ BİKE? DİVE Dİ ALİYÊ PRATİKÎ Çİ BÊ KİRİN?
Bangawaziyên ku tên kirin girîng in, pîroz in. Lê bê gûman ev mijar tenê bi bangawaziyan çareser nabe. Ev şerê dewleta Tirk û Amerîka bi destê PDK dixwazin di nav gelê Kurd de pirsgirêkek gelek mezin çêbikin ku ev konsepteke gelek cidî û xeter e. Di aliyê aborî, siyasî, lojîstik û leşkerî de piştgiriyeke mezin ji wê konsepte re tê dayîn û gelek dewlet jî piştgiriya vê dikin. Fransa ruxmî ku ewqas pirsgirêkê wan bi dewleta Tirk re heye, li Garê de ku gerîla êrişî hêzên taybet yên PDK nekiribû yên êrişkar ew bi xwe bûn, derbarê wê bûyerê de Amerîka û Fransa bi hev re hêzên gerîla û PKK cardin wekî terorîst bi nav kirin. Divê gelê Kurdistanê xeteriya wê konsepte bibînê û bi cîdî xwe li hember wê tevger bike. Di çar perçeyên Kurdistanê de dive keç û xort hêza berxwedanê bilind bikin, tevlî tevgera azadiyê bibin, têkoşînê hêztirîn bikin. Gelê me di hemû kolanan de çalakiyan li dar bixin. Ew pêvajoya ku dixwazin vîna gelê Kurdistanê bi giştî bişkînin bi berxwedana gelê me yê çar perçeyên Kurdistanê û dostên me navnetewî em dikarin wê pêvajoyê bikin wesîlêya têkbirina faşîzma dewletên dagirker. Em bikaribin pêşiya yekitiya netewî vekin ku ew siyaseta ji aliye PDK li ser gel tê ferzkirin vala derbixin. PDK`ê jî mecbûrî yekitiya netewî bikin û bînin nav gelê Kurdistanê.
[1]

کوردیپێدیا جە دلېنەو ئی بابەتۍ ۋەرپەرس نېیەن، خاۋەنو/خاۋەنۊ بابەتەکۍ ۋەرپەرسیارەن. کوردیپێدیا بە مەبەسو ئەرشیڤکەرڎەی ئی بابەتېشە تۊمارە کەرڎېنە.
ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئی بابەتۍ 377 جارۍ ۋینیێنە
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!
ھاشتاگ
سەرچەمۍ
[1] پەڕیانە | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 19-04-2025
بابەتۍ پەیۋەڼدریێ: 53
پېڕە: کوڵەباس
زۋانو بابەتۍ: Kurmancî
ڕېکۆتو ۋەڵاکەرڎەی: 17-11-2020 (6 ساڵە)
جۊرو بەڵگەنامەی: زۋانی یەکەم
جۊرو ۋەڵاکەرڎەی: دیجیتاڵ
وڵات - هەرېم: کورڎەسان
کتېب - کوڵەباس: پەرسۊ کورڎی
کتېب - کوڵەباس: وتارە و دیمانە
کتېب - کوڵەباس: پەیجۊری
تایبەتمەڼییۍ تەکنیکیۍ
خاۋەنو ئی بابەتۍ مافو ۋەڵاکەرڎەیش بە کوردیپێدیای بەخشان! یان بابەتەکۍ کۊنە ھەنە، یان بابەتەکۍ بەشېۋەنە چە خاۋەنداریی گرڎینەیی.
چنینیی بابەتۍ: 99%
99%
ئی بابەتۍ جە لایەنو: ( ئاراس حسۆ )یۆ جە: 19-04-2025 تۊمارەکریێنە
ئی بابەتۍ چە لایەنو: ( سارا کامەلا ) چە: 23-04-2025 پۊرەلۋای کریێنە و ئازاڎە کریێنە
ئی بابەتۍ پەی دمایین جاری جە لایەنو:( سارا کامەلا )یۆ جە:23-04-2025 خاستەرە کریێنە
لینکو بابەتۍ
ئی بابەتۍ بەپاو ستانداردۍو کوردیپێدیای ھەڵای ناتەمامە ھەنە و پەنەۋازییش بە پۊرەلۋای بابەتیی و زۋانەۋانیی فرەتەری ھەن!
ئی بابەتۍ 377 جارۍ ۋینیێنە
QR Code
  تۊماری تازە
  بابەتۍ ڕېکۆتییە! 
  تایبەت بە خاتۇنا 
  
  ۋەڵاکریێ کوردیپێدیای 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پێۋەڼی | CSS3 | HTML5

| کاتو وەشکەرڎەی لاپەڕەی: 0.296 چرکە(چرکۍ)!