Navê pirtûkê: CÎHANGÎRNAMEYA GORANÎ (TEKST- VEKOLÎN)
Wergera ji ziman: ROJHAT İŞİK
Cihê çapkirina pirtûkê: #Mêrdîn#
Navê çapxaneyê: ZANÎNGEHA MARDÎN ARTUKLUYÊ
Sala çapê: 2024
Edebîyat bi awayekî devkî dest pê dike û bi demê berhemên edebîyata devkî derbasî nivîsê dibin. Berhemên edebiyata devkî bi saya gotinê tên neqilkirin, çiqas kevin bin jî ev rîwayetên ku tên neqilkirin di her serdemê de kirasekî nû li xwe dikin û wateyên nû li wan tên barkirin. Ji ber vê yekê jî ji bo nêrîn û fikrên wê serdemê berhemên edebî çavkanîyên herî berbiçav in û bi vî awayî dîroka vê serdemê zelaltir dikin. Rîwayetên mîtîk yek ji wan hilberînên çanda devkî ne ku bi demê wateyên nû li wan tên barkirin û tevlî destanên neteweyan dibin. Bêguman qada herî mezin a ku rîwayetên mîtîk tê de tên tomarkirin edebîyata destanî ye. [1]