=KTML_Bold=Barak ji Şamê: Rakirina cezayan ji bo dayîna şansek ji bo Sûriyeyê bû=KTML_End=
Piştî hevdîtinên li Şamê, nûnerê Serokê Amerîkayê yê li Sûriyeyê ragihand ku tîma Wezîrê Derve Marco Rubio amade ye ku bi armanca pêşvebirina pêvajoyek entegrasyonê ya berfireh, danûstandinên di navbera hikûmeta demkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hêsan bike. Her wiha fikarên xwe yên derbarê geşedanên dawî yên li Helebê de anî ziman.
Nûnerê Serokê Amerîkayê yê li Sûriyeyê, Tom Barak, ragihand ku ew îro li Şamê, li ser navê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Derve Marco Rubio, bi serokê hikûmeta demkî, Ehmed E Şarai, û Wezîrê Derve Esed El Şêbanî re civiya da ku geşdanên dawî yên li Helebê û rewşa giştî ya qonaxa veguhêz a Sûriyeyê gotûbêj bikin.
Barak diyar kir ku Serok Trump qonaxa heyî wekî derfetek girîng dibîne ji bo avakirina Sûriyeyek nû û yekgirtî, ku li ser bingeha rêzgirtina ji bo hemû pêkhateyên wê, di nav de Ereb, Kurd, Durzî, Xiristiyan, Elewî, Tirkmen, Asûrî û yên din, û ji bo misogerkirina beşdariya wan a çalak di saziyên rêveberiyê û ewlehiyê de.
Barak destnîşan kir ku Serokê Amerîkayê razî bûye ku cezayên li ser Sûriyeyê hatine sepandin rake da ku şansek bide Sûriyeyê ku di rêya aramî û ji nû ve avakirinê de pêş bikeve.
Barak destnîşan kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi berdewamî piştgirî daye hewldanên ji bo têkbirina #DAIŞ# ê û pêşvebirina aramiyê li Sûriyeyê, û destnîşan kir ku fedekariyên Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) pir girîng bû ji bo bidestxistina destkeftiyên domdar di şerê li dijî terorê de.
Di heman çarçoveyê de, Barak diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê diyar kiriye ku ew panebî peymana entegrasyonê ya ku di 10`ê Adara 2025`an de bi QSD`ê re îmze kiriye, ye, ku ev peyman dikarin bibin çarçoveyek ji bo entegrekirina van hêzan di nav saziyên neteweyî de, misogerkirina parastina mafên Kurdan û xurtkirina yekîtî û serweriya Sûriyeyê.
Nûnerê Amerîkayê fikara welatê xwe di derbarê geşedanên dawî yên li Helebê de anî ziman, û got ku ew geşedan bi şertên peymana entegrasyonê re nakok in.
Barak bang li hemû aliyan kir ku xweragiriya herî zêde nîşan bidin, tavilê şer rawestînin û li gorî peymanên 10`ê Adar û 1`ê Nîsana 2025`an, di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û QSD de, vegerin diyalogê. Barak hişyarî da ku tundiya berdewam dikare pêşketina ku ji dema hilweşîna rejîma Baasê ve hatiye bidestxistin têk bibe û derî li ber destwerdanên biyanî veke ku ne di berjewendiya kesî de ne.
Brak da zanîn ku tîma Wezîrê Derve Marco Rubio amade ye ku danûstandinên avaker di navbera hikûmeta demkî û QSD`ê de hêsan bike, bi armanca pêşvebirina pêvajoyek entegrasyonê ya berfireh û avakirina artêşeke neteweyî ya rewa. [1]