=KTML_Bold=Kerkûk=KTML_End=
#Kerkûk# (asûrî: ܐܪܦܗܐ, tirkî: Kerkük, erebî: كركوك, Karkuk) bajarekî Başûrê Kurdistanê ye ku li gorî belgeyên dîrokî bajarekî dîrokî yê Kurdistanê ye. Di roja îro de rewşa bajêr di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê tê gengeşekirin. Kerkûk li gorî destûra bingehîn a Hikûmeta Kurdistanê wek paytexta herêmê tê qebûlkirin.
Bajarê Kerkûkê serbajarê parêzgeha Kerkukê ye. Di çaxa deshilatdariya Sedam ew bajar ket ber Helmeta Te'rîb kirin (erebandin) û kurdên wê hatin derkirin u ereban ji bajarên din ve re hatin nîştecêkirin. Kerkûk mezintirîn bîrên petrola Kurdistanê li xo girtiye, mîna Babegurgur.
=KTML_Bold=Madeya 140=KTML_End=
Piştî jinavbirin û rûxandina rejîma Sedam Huseyîn di sala 2003an de, kurd û ereban li hev kirin ku meseleya Kerkûkê û wan deverên din ku li derveyî desthilatdariya kurdî ne – weke Şingal, Xaneqîn, Mexmûr û hîn deverên din – lê ji aliyê tevgera kurdî weke beşek ji Kurdistanê tên hesibandin, bi riyeke qanûnî werin çareserkirin. Ji bo vê yekê hin made di Destûra Iraqê hatin bicihkirin. Destpêkê madeya 58an ya destûra Iraqê çareserkirina pirsgirêka wan deveran destnîşan dikir, paşê ev made bû madeya 140ê ya destûra Iraqê. Li angora madeya 140 jî ew meseleya wan deverên arêşedar û ji wan jî bajêrê Kerkûkê – bi sê qonaxan tê çareserkirin.
Di qonaxa yekem de divê kurdên awarebûyî vegerin cihên xwe yên berê û bihên qerebokirin û erebên ku ji cihên xwe hatine derxistin li cihên xwe yên berê vegerin û ew jî bihên qerebokirin. Di qonaxa duyem de divê serhejmarî bihê encamdan û di qonaxa sêyem jî de gerek referandum bihê sazkirin, da ku bihê naskirin ka dê çarenivîsa evan deveran çi be. Ev prosesa han li gor made divîyabû di dawiya sala 2007a de bi dawî bihata, lê ji ber hinek pirsgirêkan (bi fermî pirsgirêkên teknîkî, lê di rastiyê de pirsgirêkên siyasî, yanî lihevnekirina kurd û ereban) bo şeş mehan hate paşvexistin û pîştî şeş mehan dîsa nehat bicihkirin û dîsa hate paşvexistin.
=KTML_Bold=Gundên qezaya Kerkûkê di sala 1957an de=KTML_End=
Kerkûk (qeza):
Kerkûk (navend)
Aliyawe
Bilawe
Cebel Bor
Cebîde Mayil
Dukanî Rehîm
Dumîle
Elbufişke
Goçekî Biçûk
Goçekî Gewre
Gogçe
Hesarî Ehmed Nazim
Hesarî Bekre Efendî
Hesarî Hacî Ewla
Îmam Elî
Kurdemîr
Kurka Çal
Kurey Medhubî
Mirate Sexîr
Mirate Kebîr
Mensûriyey Taze
Necim Kelawî
Niwîş
Nîtirî Gewre û Giçike
Penca Elî
Qisîr
Rehîmawa
Rimil Asî
Saqizlî
Sêkaniyan
Sone Golê
Surediyê Xuwarû
Şorawî Sedîq Beg
Talbendlî
Tobizrawey Sedîq Beg
Xanuwekanî Kurey Kompaniye
Xulîce
Yarwelî
=KTML_Bold=Navdarên bajêr=KTML_End=
Ebdurehman Xalisê Talebanî
Şêx Rizayê Talebanî
Çopî[1]