=KTML_Bold=‘Tedawiya gelerî xwedîderketina li çanda kevnar e’=KTML_End=
Ayşa Silêman/ Dêrik
Tedawîkarê #gelêrî# Elî Hacî Ehmed diyar kir ku karê tedawiya gelerî weke çandeke kevnar e di nav civakê de ye û wiha got: “Ez bi hemû awayî hewil didim xwedî li vê çandê derkevim û wê biparêzim”.
Di dema berê de ji ber rewşa madî û nebûna derfetan herkesî berê xwe dida tedawiya gelerî. Karê keldana hestiyan, xelandina sêvok û movikan vedgere 150 salî ku ji nifşekî gihiştiye nifşekî din û heya roja îro jî gelek kes hene baweriya wan bi bijîşkan nayê berê xwe didin tedawiya gelerî. 3’ê kes di bajarê #Dêrikê# de dihatin naskirin ku bi vî karî radibin ew jî ev bûn; Evdê Hacî li gundê Robariya, Hesenê Kurdê li gundê Beroj û Hacî Ehmed li gundê Kasanê, ji herderî gel berê xwe dida wan.
Di derbarê tedawiya gelerî û şêwazên wê, tedawîkarê gelerî Elî Hacî Ehmed ji Rojnameya me re axivî.
=KTML_Bold=‘Hestekî xweş e mirov êşa derodê sax bike’=KTML_End=
Elî Hacî Ehmed da zanîn ku ew ji bavê xwe fêrî tedawiya gelerî bûye û wiha got: “Ez piçûk bûm ev kar bala min dikşandin, ji ber ku hesetekî xweş bû ku mirov bikaribe êşa derdora xwe sax bike. Lewma bavê min ji min xwest ku ez jî wek wî fêr bibim da ku destekê bidim gel û heya roja îro ez karê tedawiya gelerî berdewam dikim. Rojan e bi dehan kes berê xwe didim cem min, lê min wek pîvanekî deynaye pêşiya xwe berî ku ez kar bikim pêwîst e kesê nexweş çi dest be yan ling be wêneya tîrêjîn X bigre, da ku ez nas bikim derizandin têde heya yan na, heger hebe ez dest nadimê û berê wan didim cem bijîşkê hestûyan. Kesên temenê wan hîn negihiştibin 18 salî pêwîst e mirov gelek baldar be, ji ber ku heger bi şêwazekî şaş hat cebirandin, dibe ku movik ji bayê hev bikevin û dest yan ling seqet bibe, ji ber di wî temenî de hîn hestû mezin dibe.”
=KTML_Bold=‘Ez vî karî ji bo xizmeta civakê dikim’=KTML_End=
Hacî Ehmed axaftinên xwe berdewam kir û wiha got: “Amûrên ku em pê kar dikin heger dest yan ling be gelekî ji hev ketibe yan şikestibe em zerika hêkê û nokan dihêrin datînin ser çapûn, heger zarok bê em 15 rojan dest yan ling pêçayî dihêlin, heger temen mezin be mehekî dimîne. Dema şikestin nebe em lizqeya bayê datînin yan nêrobendê digrin derdora wê, şaş û darikar datînin derdora wê û dibêçin. Dema ji cihderketin be em careka din vedgerînin cih de û em ji kesê nexweş re dibêjin pêwîste karê giran pê neke da ku baş bibe.”
Tedawîkarê gelerî Elî Hacî Ehmed wiha qedand: “Ev karê ku ez dikim ji bo xizmeta civaka meye, ji bo min astengî dernakevin lê ji bo kesê nexweş derdikevin, ji ber ku ez gelek karan bihev re dikim, derfeta min nîne ku ez li mal rûnim lewma gelek kes berê xwe didin çand û hunerê cem min. Li her derê gel ber xwe didin cem min, hin kes hene li Ewropa ne û bi salan nexweşin tên gel min ez bi wan re dibim alîkar êşa wan sax dibe. Hêviya min ew e ku gel li kevneşopiya xwe vegere ji ber ku ev karekî mirovî ye û ji bo civakê ye.” [1]