Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Ferhenga Kurdipediya new
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  595,199
Wêne
  125,743
Pirtûk PDF
  22,266
Faylên peywendîdar
  131,122
Video
  2,201
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
320,562
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,182
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,964
عربي - Arabic 
45,593
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,043
فارسی - Farsi 
16,911
English - English 
8,580
Türkçe - Turkish 
3,874
Deutsch - German 
2,046
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
364
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
96
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
63
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
中国的 - Chinese 
22
עברית - Hebrew 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,889
Cih 
1,189
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,844
Kurtelêkolîn 
7,010
Şehîdan 
4,647
Enfalkirî 
5,854
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
2,318
PDF 
35,012
MP4 
4,265
IMG 
239,511
∑   Hemû bi hev re 
281,106
Lêgerîna naverokê
Ehmed Kaya û hêvîyên sala 1999`an!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ehmed Kaya
Ehmed Kaya
=KTML_Bold=#Ehmed Kaya# û hêvîyên sala 1999`an!=KTML_End=
#Kakşar Oremar#

Di straneke xwe de wiha diqêrîne:
Hûnê ji kû bizanîbin, ez çawa dişewtim?!
Dareke biçûk bûm, ketim xwarê, bayekî reş bûm û westiyam…”
Xala werçerxan û jinûve a hatina ser dinê hingî bû ku ew hê 42 salî bû. Jiyana wî şeva 10`ê şibata1999`an de bû destpêka bizaveke bihêzitir ku civaka hîvîşikeştî a wê salê qet wî ji bîr neke. 1999 salek tije bêhêvîtî û reş di jiyana Kurdan de ku dengê hunerê xwe digehande hewarên siyasetê. Kurd bi revandina rêzdar Ocalan re û hevgirtina hemû hêzên dijberî doza Kurd serşikestî bûn. Kîneke mezin di singê me tevan de li dijî wê bêrêzî û neheqiyên dîrokî de hebû. Dijberên me keyfxweş û qeşmerane bi encama xebata şoreşgerên Kurd dikenîn. Saleke reş û tije hezaran nexweşî ku qet ji bîra takê Kurd naçe. Ew xelata ku bo baştirîn hunermendê salê dane nemir Ehmed Kaya bû derfeteke mezin ku wî xwewst pêre hêvîyeke mezin bide gelê xwe yê birîndar, pêre jî ji birêveberên dewleta faşîst re bêje ku: hûn nikarin hebûna me bi teror, revandina rêber û şoreşgerên me înkar bikin. Wê şevê di dengê wî de ev peyam hebûn:” Êdî ji ber ku ez bi esla xwe Kurdim yê di albûna xwe a nû de bi Kurdî jî bistêrim, kilîpekê jî yê amade bikim û bendewarî ewe ku hemû TV li Tirkiyê belav bikin û cesareta xwe bidin xûyakirin, ger belav jî nekin êdî dive bixwe bersiva xelkê bidin,…spas….,”
Hingî ez gelek ponijîm û ser wê kurte peyama wî çûme nava xemên giran. Ji min re weke ku wî xwest wiha biqêrîne:”… Ez Ehmed Kaya me û dengê min yê bibe newa û awazên doza Kurdistanê jî.” Hemû peyama wî ew bû lê êdî ew salona mezin bû qada şerekî nejadperestiyê, ew weke xayîn binav kirin, stranbêjên dogm û rûçik gemarên bi mask çûne ser dikê û marşa neteweyî a komarê gotin, lê piştre poşman bûn. Taboyên betony bi wê peyama E Kaya hatibûn herifandin, êdî serdemeke nû di jiyana wî de dest pêkiribû. Ragehandin û mirovên sîstemê li dijî wî bûne yek, ew weke xayîn û cudayîxwaz dane nasandin, bes ya girîng ew li ser ya xwe ma û bi girnijînên tije wate wiha got:” Rastiyên Tirkiyê evin, çi dikin bikin, ez dengê rastiyê me…”. Biryara wî destpêka şerekî piralî li dijî sîstema înkarker bû. Dengê E Kaya sinor derbas kirin û ew awayê dan û standina dewleta Tirk bû manşeta gelek ajans û rojnameyên biyanî jî. Bi vê re Ehmedê Kurdhez tovek li zewiyeke mezin reşand ku me zû berhem û encamên wê keda wî dîtin. Wêrekî li hemberî wan mirovên nejadperest zêdetir û dengê strana şoreşê bilindtir bû. Ehmedê me bû sembola cesaret û azadîxwaziyê li dijî stemkarên hov, bû nasnameya bêtir naskirina Kurdan û rûreşiya kesên ku bi navê Kurdan ticaretê dikin. Wê şevê Iboyê Tatlîses û M Kirmizigul serê xwe daxistin jêr û bêdeng man.
Ehmed weke kesekî sûçdar hate mehkemekirin, lê dîsa xwedîtî li daxwazên xwe yên meşrû kirin. Hate xerîbistanê û li Parîsê serî bire nava dilê axa sar. Hemû xewnên wî bi mirinê re neçûne jêr axê, ew bû efsaneyek ku yê du xalên girîng tim û tim bi zindî di dîrokê de bihêle: 1. Kurdbûn û berdêlên giran ku hezaran kesên wekî wî ji nasnameya xwe re pêşkêş kirin. 2. Rûreşîya ku qet û qet li ser rûçikê Kemalîst û faşîstên Tirk pak û wenda nabe. Ew deqa reş a antîdemokratîk yê tim li ser eniya hunermendên heramzade, Kurdfiroş, xwefiroş û caş-belaşên doza siyaset, ziman û hunera Kurdî jî bimîne. Ehmed Kaya tenê hunermend nebû, ew herwiha dengekî zelal yê berxwedanê di nava dilê sîstemeke înkarker de bû ku hîvîyên miletekî ber bi vejîneke nûve bibe. Êş û azarên netewekê di hest û stranên wî de bûn ku hesûd û ehmeqên bêfam dilerizandin. Generalên cinayetkar û rantxûr ji peyamên wî ditirsyan. Faşîstên ku hebûna Kurd û Kurdistana dêrîn nedipejirandin dikarîbûn Ehmed Kaya weke pirekê di navbera du gel û du çandan de bibînin, lê dema stranbêj, rewşenbîr û pêşengên civakê di deravên tengav de Ehmedê zana bitenê hiştin gorên har û hov hêrişî wî kirin. Wî tenê bi gotina:” Ez Kurd im û yê bi zimanê xwe jî bistêrim…” hinek dîwarên bilind herifandin, li xerîbîyê jiyana xwe ji dest da lê bi mirina wî re jî dîsa dengê hişyarbûna miletekî bilindtir bû. Di stranên wî de azadî û dadperwerî peyamên sereke bûn. Dilê dehan milyon kesan raste-rast bi deng û daxwazên wî re ketibûn lêdanê. Ji çalakvan û rewşenbîran bigire heya hejar û dewlemendan, herkesî ji wî hez dikir. Ew fenomenek nû bû, gotinên wî nebihîstî û nû bûn. Çîroka jiyana mamosta Ehmed Kaya peyamên pir girîng têda hene lê rûpelên dîroka mirovahiyê yê qet nebe li derekê wiha binivîse:” Tenê ji bo Kurdbûna xwe bacekî mezin da, lê di dawiyê da ew qêrîna wî a wê şevê bû çirayek tije ronahî ku sal ji salê rûberê wê zêdetir bû. Rasîst-faşîst jî li pey wê qêrînê îro di parlementoya Tirkiyê de bangî terosrîtan dikin, xwe davêjin ber piyên rêberên Kurd, li paytexta Kurdistanê bi Kurdî diaxivin û em jî ji xwe dipirsin: Gelo xewnên Ehmedê me hatine cih?”

Ehmed Kaya yek ji mezintrîn hunermendên vê sedsalê di dîroka Kurdistan û Tirkiyê de ye, lê hunermendê herî mezlum jî tê hesibandin ku tenê ji ber rastbêjîya xwe çav li hemû xweşîyên jiyanê girtin.
Armanca wî ji strîna” Karwan” ew bû ku silavekê bide gelê xwe û bibe sedem ku Tirkên rasîst jî nêrînên xwe li ser çand û hunera Kurdî bigûrînin û bêtir gelê Kurd binasin. Wî xwest bêje:” Em bêrêziyên bi nasnameya gelê Kurd napejirînin. Min xwest bi delalî û bi armanca dostaniya di navbera du gelan de gotina xwe bêjim, lê herkesî çawa fam kir keyfa wana ye, lê bila tenê vê yekê bizanîbin ku kes nikare esaleta min ji min bistîne, salên dirêje ez vê yekê dibêjim ku gelên Kurd û Tirk birane, salên dirêj jî yê wiha bimînin, gelek caran jî min gotiye ku alîgirê cudayîxwaziyê nînim, lê gotina min eve ku êdî ev welat pêwîste hebûna Kurda bipejirîne û bala xwe bide xwestekên wan, niha jî ger dixwazin bila min bigirin û bibin, çi bikim…”
Wê şevê meymûnên sîstemê bi dengekî bilind qêriyan:” Ew cudayîxwaze, vî mêrkî ji vira derxînin…”
Wê şevê dîmenên tije şermê bûne para jiyana wan kesan ku piştre nekarîn wê şerma mezin û lekeya tije rûreşî heta bi dawa lêborînê jî li ser eniya xwe paqij bikin. Mînaka vê yekê avêtina çetalê ku bi eniya xanima Ehmed Kaya(Gulten)ê ket, piştre Serdar Ortaç çû ser dikê ku strana xwe bibêje lê wî berê xwe da maseya wan û di halê ku li wan dinêrî û weke muxateb didîtin wiha qêriya:” Welatê yê me ye, hûn xerîb û bêgane ne, welat ne ji xerîba re ye…”, êdî yên din jî rabûn ser piyan, dijûn didane Ehmed û Guletn bi hemû hêza xwe xebitî ku nehêle ziyaneke canî bigehe hevjînê wê yê wêrek ku êdî ji wê deqê û şûnde bibû navê yekê li ser zimanê hemû pêşkêşvanên radio û TVyên Tirka. Dema E Kaya û kesên pêre xwestin ji wê salonê derkevin stranbêjên Tirk dest bi strîna marşa xwe a ku sala 1933`an ji bo dehmîn salroja damezrandina komara Tirkiyê hatibû çêkirin, kirin. Ehmed Kaya bi dengekî bilind li hemberî wan sekinî û wiha got:” Demekê bisekinin, wiha nekin…,” û gelek nerihet û xemgîn ji wira dûr ketin, lê dîsa jî ew kêlî pir nexweş derbas bûn.
Zextên giran hatine ser keçên wî û di rêya dibistanê de ji wan re digotin:” babê we cudayîxwaz û xayînê welat e.” Nameyên tije gef ji wan re dişandin, büro û stdyoya wan hate golebaran kirin û piştre maşîna wan li ber deriyê malê dane ber goleyan. Derketina li dervey welat jêre yasax kirin lê ji bo ku ji agirê wî pêxistîye xelas bibin, ew qedexe rakirin û Ehmed bi saza xwe ji Tirkiyê derket û çu Fransê. Li pey çûyîna Ewropa dadgehê 16 sal cezayê girtîgeh jêre diyarkirin, ew jî venegerî û bû penaber.
Ji wê rojê û pêde êdî manşetên rojnameyên Tirka tije bûn ji bêrêzîyên dûr ji exlaqê ragehandinê li dijî E Kaya. Hemû armanca wan ew bû ku li dijî wî dijminahiyê wî û gel kûrtir bikin. Ew weke milîtanê PKKê binav kirin. Rojna Hürriyet a Kemalîstên înkarker gelek bêşermane manşeteke wiha tevî wêneyê Ehmed Kya Belav kirin:” Hey bêşeref, Ehemed Kaya ji 65 milyon xelkê Tirkiyê re got: Bêşeref….”, lê wî ew îdayên bêexlaqane înkar û red kirin. Wî tenê wiha bersiva Hürriyetê da:” Min tenê ev got: Ji bo xatra çend bêşerefa binêrin çi bela hatin serê min, min tenê gotiye ez Kurdim, dengê min fetisandin, stranên min yasax kirine, hemû mafên xweparastinê ji min standine…”
Bîranînek weke xewnekê
25 sal derbas bûn, em te ji bîr nakin mamosta Ehmedê hêja. Ehmed Kaya nav-nîşana mirovê ku di ber parastina ziman û strana Kurdî de te hemû tiştekî xwe ji dest da.

=KTML_Bold=Wê rojê ji bîr nakim!=KTML_End=
Nemir Ehmed Kaya ji konserteke mezin vegeriyabû û di wê konsertê da bi peyam û stranên xwe agir xistibû nava dilê faşîstên Tirk û rayedarên dewleta dagîrkera Tirkiyê.
Me wê êvariyê li ber deriyê MEYDA TV hev dît û piştî axftineke kurt ev wêne jî bû malê dîrokeke tije bîranîn.
Min jêre got: Dixwazim hevpeyvînekê bi we re çêbikim ku Kurdên parên din jî bêtir te binasin, başe mamosta.
Bi girnijîneke tije hezkirinê destê xwe danî ser milê min û wiha got: Kakşarê min, ez wekî te Kurdî nizanim, lê niha li Enstîtûya Kurdî a Parîsê xwe hînî zimanê Kurdî dikim. Li ser şahidiya Gulistan û mamosta Baksî soza şerefê didim te ku emê piştî şeş mehên din wê hevpeynî li her derê belav bikin.
Me hev maç kir û ew çûne mêvandariyekê, ji wê rojê re min jî dixwest ku ew şeş meh zû derbas bibin, lê herî dawiyê me li 16.11.2000`an li goristana Perlaşêz a Parîsê xatir ji wî mirovê mezin xwest. Mixabin ew serbilindî nebû bi para min ku em têr û tije guhdarî xwezî, hesret û çîroka jiyan û hunera mamostayê xwedî helwest û Kurdistanî EHMED KAYA bikin.

=KTML_Bold=EM NAV Û KEDA WE; RÊBAZ Û ŞOREŞA TE JI BÎR NAKIN.=KTML_End=
Ev bû çîroka mirovekî ku tenê ji ber xatra stranekê û esaleta xwe a Kurdbûnê bi rêbazên dogmatik û bêelaqaneji welatê wî dûrxsitin û li xerîbiyê serî danî. Gulten Kaya berevajî daxwaza gelek kesan nehişt ku termê wî vegerînin Tirkiyê, wê wiha got:” Heya çaxê ku Tirkiyê nebe welatî bi temamî demokratîk, ez vê iznê nadim…”
Ew çû lê karwanê jiyanê û rêya mirovê “demokratê westiyayî” berdewam e.
Wêne: Gulistan Perwer-Mehmûd Baksî-Ehmed Kaya-Kakşar Oremar [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 457 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 17
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 24-11-2025 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Hûnermendî
Kategorîya Naverokê: Jînenîgarî, (biyografî)
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras HisoA.H.) li: 18-12-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara KamelaS.K.) ve li ser 21-12-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara KamelaS.K.) ve li ser 21-12-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 457 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
Zêdetir

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.33
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.344 çirke!