=KTML_Bold=Hebûna jin di nava şer de û welatên ku leşkertiya jin bi mecbûrî û dilxwazî dipejrînin=KTML_End=
Esma Mistefa
Me xwest di vê rapora xwe de em balê bikşînin ser welatên ku di serdema heyî de leşkertiya #jin# ya bi neçarî û bi dilxwazî dikin û yek û yek şîrove bikn her wiha di dema niha de weke leşkeritiya jin tê pênasekirin, lê demên berê de bi hezaran jin hebûn ku pêşengtiya şeran û têkoşînan dikirin û dibûn hêza sereke ya serkeftinê. Pergala heyî pêşengtiya jin ji hemû qadên jiyanê re ji xwe re bikar anîne û li gor xwe formûlîzekirine. Bîrdoziya beşdarbûna jin bi tayebt di nava şer de û rola pêşengtiyê wergirtin, ji cewherê wê derxistine û niha di bin nav û kadegoriyeke pir ji rêzê weke leşkertiya jin pênase kirine. Bi zihniyeta zayendperest, dewletperest û îdeolojîperest pergaleke li gor berjewendiyê hêzên hegemon dimeşînin. Li aliyê din di serdemek ku jin di bin navê leşkertiyê de tê pênasekirin û perwerdekirin. Di rasthatina dîrokê de, hêza ku jin bi cewher, exlaq, zanebûn, xwedîderketina li nirxên jina pîroz û vejînkirina hêza pêşengtiya jin, derket holê. Ew jî Yekîneyên Parastina Jin YPJ ne.
Di cîhanê de ji serdemên kevin de jin tevlî şer û cengan dibin, pirî caran ew jin dibûn xala serkeftinê yên wê şerî. Hebûna jin nava artêşan da, her çiqas li gor serdeman ne fermiyetek bû, lê jinên pêşeng ku weke pêşeng û fermandarên birêvebirina şer bûn, hebûn. Ji wan jinên ku di qada şer de cih girtine Radiya Sultana (Hindistan) Wê di şeran de rêberiya hêzên xwe kir (1236-1239 serwerî kiriye). Qutulun (ji eşîra Magol) Weke şervaneke jêhatî tê wesifandin, ew di kampanyayên leşkerî de bi bavê xwe re bû. Hangajo Gozen (Japon) Wê bi jêhatîbûna xwe ya tîrbaziyê kelehek parast heta ku di sala 1201’an de bi tîrekê hat kuştin. Şahyar Zenobiyar (Tedmor, Sûriye): Wê di sedsala sêyemîn a piştî zayînê de li Sûriyeyê li dijî Împeratoriya Romayê artêşa padîşahiya Palmyrene (Tedmor) bi rê ve bir. Ew jineke pir wêrek û xwedî kultur û zanîn bû. Her wiha Şahyar Kleopatra (Misir): Wê ji bo parastina serxwebûna Misirê, li dijî Romayiyan şerên siyasî û leşkerî yên mezin kir. Di serdema nû ne dur de Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş Têkoşera Kurd): Jina Kurd ya ji bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ku di Tevgera Azadiya Kurdistan de têkoşera bû. Bi çalakiya xwe ya fedayî ya ku teslîmiyetê qebûl nake li hember hêzên PDK’ê dibe îlhama avabûna Artêşa Jinên Kurd di Tevegera Azadiya Kurdstan de.
Ev weke mînak in lê bi sedan jin hene ku di nava şer û cengan de pêşengtî kirine. Li kêlek şerê ku dikirin, hebûna jin di aliyê piştgirî û alîkariya artêşê de pir li pêş bû. Nemaze; Jinan li meydanên şer wek hemşîreyan kar dikirin, jinan di amadekirina xwarinê ji bo şervanan de alîkarî kirin her wiha destekdayîna locistîkî dikirin. Bi van alîkarî û piştgiriyan jin dibûn hêza hundirîn a serxistina şer. Jin di aliyê watedayîn, avakirina dengeyan ku çawa bi civakê re eleqedar bibe da ku gel li ser piyan bimîne, xwedî cihekî pir balkêş bû. Em van gotinan ji ber xwe ve nabêjin, bi sedan û hezaran jinên ku di dîrokê de hatine dîtin û navê wan heyanî niha di bîrwariya dîrokê ya cîhanê de hatine kolandin hene.
=KTML_Bold=Yekîneyên Parastina Jin YPJ=KTML_End=
Di serdema nû de artêşa jin a yekem ku ne bi zorê û ne jî bi dixwazî hatiye avakirin. Bi rihê welatparêziyê, hêz û îradeya jinên ku pêşengtiya serdeman kirine û nîvçoyî hêştine hatiye avakirin; Yekîneyên Parastina Jin YPJ. Yekemîn hêz û artêşa serbixwe ya jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nasnameya navneteweryê wergirtiye. YPJ’ê li dijî leşkertiya jinane, ew bi xwe hêz û artêşeke ku bi hezaran ji jinan pêk tê.
Yekîneyên Parastina Jin, hêzeke leşkerî ye ku felsefea Rêber Abdullah #Ocalan# ji xwe re bingeh digre. YPJ’ê ji hemû jinên pêkhateyên li Sûriyeyê pêk tê. YPJ’ê di sala 2013’an de ji bo parastina sivîlan, bi taybetî jinan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo parastina prensîbên Rêveberiya Xweser hat damezrandin. Ev yekîne beşek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ne û bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve girêdayî ne. YPJ’ê ji ber rola xwe ya bi bandor di şerê li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de nasnameyeke navneteweyî bi dest xistiye. YPJ ji ber hêz û taybetmendiya xwe di temsîlkirina hêza jin a di qada leşkerî de ku di cîhanê de yekemîn artêşa jin hatiye avakirin, dengvedaneke navnetewî û cîhanî avakir. YPJ’ê hêzeke cihwaz e çima? Ji ber ne tenê stratejiya şer ji xwe re esas digre, di heman demê de hêzeke îdeolojîke ku dikare xwe di hemû aliyên civakê xwe birêxistin bike ye. Perwerdeyên bîrdozî, paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîna li hembr zihniyeta mêrperest û bi taybet parastina mafê jinan, ji xwe re esas digre.
Yekem: Welatên ku jinan neçarî leşkeriyê dikin (xizmeta leşkerî ya mecbûrî)
Îsrayîl –Ji sala 1948’an vir ve jin tên mecbûrkirin ku xizmeta leşkerî bikin û ji temenê nêzîkî 18 saliya xwe ve xizmeta leşkerî pêk tînin. Di rola jinan a di nav Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) de guherînek berbiçav heye, rêjeya jinan di hêzên leşkerî de gihîştiye astek bêhempa ku guhertinek stratejîk û civakî di saziya leşkerî de nîşan dide. Li gorî daneyên fermî, rêjeya jinên di hêzên leşkerî ên artêşa Îsraîlê de %20.9 e ku ev jî rêjeyeke pir bilinde. Di çerxa wergirtina leşkeran a herî dawî de (Pola 2024), zêdetirî 5,000 jin di rolên şer de hatin tomar kirin. Ji jinên ku xwedî kapasîteya bijîşkî û derûnî ne ji bo xizmeta şer. Ji wan nêzîkî çaryekê jî hildibijêrin ku tevlî rolên şer bibin.
Li Îsraîlê beşdarbûna jinan di şer de ne tenê nîşana hêza xwer a leşkerî ye, lê di heman demê de beşek ji pêla guherîna civakî ye jî gelek jin xizmeta leşkerî wekî rêyek ji bo hêzdarkirin û beşdariyek bi bandor di parastina neteweyî de dibînin.
Nerwêc – Yekem welatê Ewropî ye ku xizmeta leşkerî ya mecbûrî ji bo jinan ji sala 2016’an vir ve de ferz dike. Di Cotmeha 2014’an de, parlementoya Nerwêcê qanûnek derxist ku rê dide jinan ku werin leşkeriyê, û di bin hin mercan de xizmeta leşkerî ji bo hem mêr û hem jî jinan mecbûrî dike. Her wiha li gorî ku hatiye danîn xizmet 12 mehan dom dike. Nerwêc bi vê zagonê ku jin û mêr di leşkertiyê de weke hevin, ev gavek e ku di asta NATO û Ewropayê de wekî dîrokî tê hesibandin. Li gorî qanûnê ji temenê 19 dalî dest pê dike heyanî 44 salî.
Her çend xizmeta leşkerî ji hêla qanûnî ve mecbûrî be jî, Nerwêc hemû kesên divên bên leşkertiyê nagire. Leşkerên nû li gorî muayeneyên bijîşkî û psîkolojîk her wiha asta xwestinê têne hilbijartin. Hejmara leşkerên ku di salê de tên şandin ji nêzîkî 60,000 kesên mafdar bi qasî 8,000-10,000 tên girtin.
Siwêd – Di sala 2018’an de xizmeta leşkerî ya mecbûrî ji bo hem mêr û hem jî jinan ji nû ve dest pê kir. Di gavekê de ku armanca wê xurtkirina şiyanên parastina neteweyî bû, Siwêdê di sala 2018’an de xizmeta leşkerî ya mecbûrî ji bo hem mêr û hem jî jinan vegerand, piştî ku xizmet berê bi dilxwazî bû an jî tenê ji bo mêran bû. Kesên ku dixwazin werin erkdarkirin, hemwelatiyên Siwêdê û niştecihên daîmî yên 18 salî û mezintir dihewîne.
Koriya Bakur – Jin ji temenê 18 heta nêzîkî 23 salî di xizmeta leşkeriya mecbûrî de ne. Di sala 2015’an de, rayedarên Koriya Bakur biryar dan ku xizmeta leşkerî ji bo jinên 17 heta 20 salî piştî ku ji dibistana navîn an lîseyê xilas dikin, mecbûrî bikin. Hêjayî gotinê ye ku beriya derketina vê biryarê leşkertiya jin bi dilxwazî bû. Jin nêzîkî ji %20 ji artêşa Koriya Bakur pêk tînin.
Ji ezmûnên jinên ku hatine wergirtin û mafên mirovan rapor hene ku nîşan didin ku hin jin di nav artêşê de di şert û mercên dijwar de jiyan dikin, di nav de paqijiya nebaş, kêmbûna pêdiviyên jinan, û heta bûyerên destdirêjiya cinsî ji hêla efseran ve tên kirin.
Hin çavkanî dibêjin ku leşkerên jin neçar in ku ji bilî perwerdehiya leşkerî karên navmalî (çêkirina xwarinê, paqijkirin) bikin.
Erîtiriya li parzemîna Efrîqiya yê – Jin û mêr mecbûrî xizmeta leşkerî ne. Qanûn destnîşan dike ku welatiyên di navbera 18 û 50 salî de (mêr û jin) mecbûr in xizmeta leşkerî bikin. Dema xizmeta fermî ji 18 meh e pêk tê 6 meh perwerdehiya leşkerî û 12 meh karê “pêşveçûna neteweyî” an erkên sivîl di nav dewletê de. Gelek jinên ku hatine wergirtin ragihandine ku rastî îstîsmara cinsî hatine, di nav de tacîz û tecawiz ji aliyê efseran ve. Hin rapor hene ku redkirina hin zextan dibe sedema cezayan weke şandina jinan ji cihên xebatê yên herî zehmet. Her wiha li gorî rêxistinên hiqûqî tu alî nîna ku parastina wan jinan ji kiryaran bike, nîne.
Hin rapor destnîşan dikin ku jinên ku di dema xizmetê de ducanî dibin, dibe ku werin berdan an jî dermankirina taybetî bistînin, lê her gav piştgirî ji bo dayikan piştî zayînê tune ye. Di hin belgeyên kevintir de behsa îstîsnayek nefermî an jî îstîsnayek ji xizmetê ji bo hin jinên zewicî an dayikan tê kirin, lê ev her gav bi domdarî nayê sepandin. Her wiha rûxmî ku dema xizmetê 18 meh in, lê pirî caran vê wextê dirêjtir dikin û ev yek rasî gelek rexneyan ji aliyê rêxistinên mafê mirovan ve hatiye.
Venizwêla – Jin li gorî Qanûna Parastina Neteweyî mecbûrî leşkeriya qismî ne. Di sala 2009’an de, parlementoya Venizwêla qanûnek li ser leşkeriya neçarî û seferberiya leşkerî derxist, ku her du zayendan digire nav xwe û temenê xizmeta mecbûrî ji bo ciwan û kesên mezin heyanî 60 salî destnîşan dike. Qanûn “erka pêkanîna xizmeta leşkerî an sivîl” vê yekê destnîşan dike, lê destûra bingehîn a Venizwêla destûrê dide nebicîhanîna leşkeriya neçarî ku bi vê yekê re nezelaliyek qanûnî derdikeve. Tevî qanûnê jî, leşkeriya jinan bi qasî leşkeriya mecbûrî ya daîmî bi tundî natê cîbicîkirin. Gelek rapor dibêjin ku di rastiyê de, leşkeriya neçarî bi giranî li ser xwebexşiyê disekine, ne li ser seferberiya girseyî an gazîkirina mecbûrî ya di asta mezin de.
=KTML_Bold=Duyem: Welatên ku bi dilxwazî jin tevlî leşkeriyê dikin=KTML_End=
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê US – Jin di hemû şaxên artêşê de xizmet dikin, tevî yekîneyên şer.
Fransa – Jin rêjeyek mezin ji hêzên çekdar ên Fransayê pêk tînin.
Almanya – Ji sala 2001’an vir ve jin dikarin tevlî hemû qadên leşkerî bibin.
Keyaniya Yekbûyî (Memlekê El-mutehîde) – Artêş ji sala 2018’an vir ve bi tevahî ji bo jinan vekirî ye.
Rûsya – Jin bi dilxwazî di gelek rolan de di artêşa Rûsyayê de xizmetê dikin.
Çîn – Xizmet bi dilxwazî ye, û bi hezaran jin di artêşa Çînê de hene.
Kanada – Jin di hemû warên xizmeta leşkerî de bi mêran re wekhev in.
Tirkiye 🇹🇷 .. Ji bo jinan leşkeriya mecbûrî tune ye, lê ew dikarin bi dilxwazî tevlî artêşê bibin.
Hindistan – Jin her ku diçe bi dilxwazî di hêzên çekdar de xizmetê dikin.
Brezîlya – Xizmet ji bo jinan li gor wan e, bi taybetî di warên bijîşkî û îdarî de.
Sêyem: Welatên Erebî yên ku jinan (bi dilxwazî an bi awayekî sînorkirî) leşkertiyê dikin
Mîrnişînên (Îmarat) Erebî yên Yekbûyî – bernameyên ji bo wergirtina jinan dan destpêkirin (di destpêkê de bi dilxwazî, paşê ji bo hin kategoriyan qismî mecbûrî ye).
Urdun – Di warên îdarî, bijîşkî û leşkerî de wergirtina jinan bi sînor e.
Tunis – Yek ji welatên Erebî yên pêşîn ku destûr da jinan ku di artêşê de xizmet bikin.
Cezayîr – Jin bi dehan salan e di artêşê de xizmet dikin, bi hejmareke girîng.
Misir – Xizmeta leşkerî ya mecbûrî tune ye, lê hin jin bi dilxwazî di warên bijîşkî an teknîkî de di artêşê de xizmet dikin. [1]