=KTML_Bold=Cihê ku aştî lê nebe wê xwîn birje=KTML_End=
Birûc Resûl
Aştî bi rêya diyalog, hevdîtin û çareseriya pirsgirêkan pêk tê. Ji bo aştî pêş bikeve, pêwîst e tundî, binpêkirin, zext, zordarî, dagirkirin, mêtingerî, înkar, qirkirin, kuştin, qedexe, girtin, binçavkirin û îşkence tune bin. Divê her alî jî ji tundî, înkar, qedexe û zordestiyê dûr bikevin. Divê tecrîd bi dawî bibe. Yanî aştî ne tenê wekî peyv were bikaranîn. Di serdema îro de, dewletên #hegemon# di bin navê aştiyê de mafê gelek pêkhateyan xwarine, aştiya dewletên hegemon li gor berjewandiyên wan in, lê ev nabe aştî!
Di demên dawî de dewleta Tirk û rayedarên wê behsa aştiya navxweyî dikin. Bekî aştiye ku behs dikin, çi rengê aştiyê ye? Pênaseya aştiyê dijberiya şer e. Cihê şer lê hebe kuştin, tundî, binpêkirinên mafan û zordarî heye. Wê demê aştî li dijî tundî, kuştin, girtin û înkarê ye. Ya din jî çima Tevgera Azadiyê dev ji çekên xwe berdan, ji ber ku heya ku çek hebe, wê aştî di nava civakê de newe çandin. Bê aştî, pêşketin tenê xewn e, ji ber ku aştî rêya pêşketina azadî û aramiyê vedike.
Bê guman aştî bê demokrasî jî nabe, aştî û demokrasî girêdayî hevin, beriya her tiştî pêwîst e mafê her pêkhateyekê were dayin, tenê yek ziman, yek al, yak ol û dirûşme tune be. Bi sedan sal in ku hemû nirxên kurdan tê înkarkirin, di heman demê de mafên kurdan ên zagonî tên binpêkirin. Dewletên hegemon her xwestin ku rêya siyasetê li pêşiya kurdan bigirin û heya roja îro jî ev hewlidan hene ku naxwazin kurd mafê xwe qezenc bikin û her di nava cîhanê de werin esmîlekirin. Lê em dibînin ku êdî kurd hişyar bûne û doza mafê xwe yê rewa, zagonî û mirovî dikin, dixwazin ku bi ziman, çand, nasname bijîn û xwedî statu bin. Dixwazin xwe bi rêve bibin û ev yek jî pêk anîn ku nebû xewn, ji ber vê yekê niha dewletên tevlîhev bûne, kurd êdî tirsekî mezin di dilê wan de dan avakirin û niha her kes hisabê wan dike. Ji bilî vê jî, kurd tenê ji bo mafê û doza xwe şer nakin, lê ji bo tevahî gelên bindest û bêmaf şer dike ku buye wesîleya aştî û civaka demokratîk, êdî her pêkhateyek ewlehiya xwe di nava kurdan de dibînin.
Ji ber vê yekê pêwîst e her kes danûstendinan bike û bi hev re bimeşin. Dema mirov dibêjin aştî tê wateya ku her kes di ewlehî û aramiyê de bijîn. Ji bo civakek aştî û demokat jiyaneke aram û bi ewle hewce ye. Divê em hemû di xala hevpar de pêşbikevin. Wê demê wê aştî pêk bê. Di destûra bingehîn a aştiyê de pêwîst e tekez wekhevî hebe. Em nikarin bêjin ku ev heye, ya herî girîng ew e ku aştî bi gotin tenê nîn be, pêwîst e bikeve piratîkê. Heya ku kiriyarên li dijî gelan tên kirin wê şer û pevçûn bi dawî nebe. Cihê ku aştî lê tune be, wê her bihne xwînê ji wê cihê were. Aştî ne tenê ji bo dawîkirina şer e, lê wekî şansekî nû ji bo avakirina civakên demokratîk û azad tê dîtin. [1]