Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,495
Wêne
  124,462
Pirtûk PDF
  22,122
Faylên peywendîdar
  126,612
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Ûgûr Daniş - Demhat Feraşîn
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ûgûr Daniş
Ûgûr Daniş
Nav û Paşnav: Ûgûr Daniş
Nasnav: Demhat Feraşîn
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik – Bav: Fatma – Hacî
Cih û Dîroka Şehadetê: #17-12-2018# / Garê
DEMHAT FERAŞÎN
Hevrêyê me Demhat li Cizîra Botan a ku bi welatparêzî û berxwedana xwe ya li dijî zilmê ji hemû gelê Kurdistanê re bûye mînak, hate dinê. Ji ber ku ji malbateke endamê eşîra Kiçî ya qedîm û welatparêz e, bi çand û kevneşopiyên ku gelê me yê Botanê bi fedakariyên mezin heya roja me ya îro anîne mezin bû. Lewma kesayeteke cewherî û girêdayî nirxên xwe, qezenc kir. Hevrêyê me Demhat mîna her zarokê ku li Botanê ji dayik bûye û mezin bûye, têkoşîna me ya azadiyê hîna ji temenê biçûkatiyê ve nas kir. Ji bo gerîla hezkirineke wî ya mezin çêbû. Hevrêyê me pir zû fêm kir ku gerîla gelê me li dijî hêzên qirker diparêze û lewma ji temenê biçûkatiyê ve xeyal kir ku bibe gerîla. Bi xwe re ev xeyala xwe jî mezin kir û li benda wê rojê ma ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Demhat mîna her zarokek Kurd rastiya dijmin a qirker nas kir û li dijî vê yekê bû xwedî hêrseke mezin. Fêm kir ku divê weke ciwanekî Kurd teqez li dijî vê rastiya dijmin têbikoşe û tola komkujiyên ku li hemberî gelê me hatine kirin, hilîne. Sala 2008’an xizmê wî yê nêz Yahya Menekşe ji aliyê dijmin ve bi hovane hate şehîdxistin, piştî vê yekê hêrsa wî ya li dijmin hîn zêdetir bû. Lêgerînên hevrêyê me Demhat ên ji bo têkoşînê hîn zêdetir bûn û piştî demekê tevlî xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger bû. Hevrêyê me bi xebatan re rastiya têkoşîna me hîn ji nêztir nas kir û fikirî ku divê ji bo azadiya gelê me bibe xwedî tevlîbûneke hîn aktîftir. Hevrêyê me di ferqê de bû ku ev yek jî bi tevlîbûna nava refên gerîla dibe. Fikirî ku êdî dem hatiye xeyala xwe ya zarokatiyê pêk bîne. Li ser vî bingehî hevrêyê me Demhat sala 2011’an berê xwe da Cûdî, tevlî nava refên gerîla bû û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî.
Hevrêyê me Demhat perwerdeya xwe ya destpêkê ji hevrêyên xwe yên li Cûdiyê wergirt, agahiyên xwe yên destpêkê yên derbarê gerîlatiyê bi dest xist. Bi saya çêkera xwe ya bi xwestek û bi mereq, demek kurt hemû hûrgûliyên jiyana çiyê û gerîla fêr bû. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi kelecan, coş û aktîf bala hevrêyên xwe kişand. Hevrêyê me bû milîtanekî ku hêviya siberojê dida. Lewma jê re hate pêşniyarkirin ku li Cûdî bimîne û li vir tecrube bi dest bixe. Hevrêyê me ev daxwaza hevrêyên xwe bi kêfxweşî pêşwazî kir û bi coşeke mezin tevlî jiyanê bû. Hevrêyê me Demhat sala 2011’an di operasyoneke dijmin a li Cûdî de bi du hevalên xwe re dîl kete destê dijmin, nêzî 2 salan li zindanê ma. Di vê pêvajoyê de li dijî hemû zext û êşkenceyên dijmin bi îradeya Apoyî li ber xwe da. Hevrêyê me Demhat ku li çiyayên Kurdistanê azadî tam kir, li zindanê jî ev lêgerîna xwe ya ji bo azadiyê domand. Hevrêyê me ferq kir ku dijmin dixwaze bi zindanê wî ji têkoşîna azadiyê dûr bike, dil û mejiyê xwe saxlem girt û di her kêliyê de bîranînên xwe yên li çiyê bi bîr xist. Bi vî rengî di her êrîşa dijmin de ev bîranîn ji bo xwe kir çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Demhat ti carî navber neda lêgerîna xwe ya azadiyê. Sala 2013’an bi planeke jêhatî ji zindanên mêtingeriyê fîrar kir û car din berê xwe da Cûdî. Hevrêyê me ku cara duyem bi gerîla re hat ba hev, coş û kelecaneke bêhempa jiyan kir. Hevrêyê me di warê îdeolojîk de xwe kir pispor, di mijarên leşkerî de jî bi alîkariya hevrêyên xwe tecrubeyeke girîng qezenc kir. Hevrêyê me Demhat ji şehadeta heval Serbest Harûnî – Xelîl Guler ku berê bi hev re têkoşîn meşandine, pir bandor bû. Di şexsê şehîd Serbest de ji bo dilsoziya bi bîranîna hemû şehîdan re, bû xwedî tevlîbûneke fedayiyane. Li ser vî bingehî tevlî gelek xebatên stratejîk bû û baweriya hevrêyên xwe vale dernexist. Hevrêyê me Demhat di serî de xebatên xweparastinê, bi coşeke mezin tevlî her xebata pêwîst bû. Li Qada Botanê bi ked û fedakariya xwe derket pêş. Di payîza 2015’an de dewleta Tirk a dagirker êrîşî Cizîra Botan kir û li dijî vê êrîşê 11 rojan berxwedan hate raberkirin û êrîş hate pûçkirin. Hevrêyê me di vê berxwedana 11 rojî de cih girt. Hevrêyê me Demhat di salên 2016 û 2017’an de ku şerê li dijî dagirkeriyê dijwar bû, li Qada Botanê tevlî gelek xebatan bû û ked da. Bi tevlîbûna xwe ya bi cesaret û bê teredut, hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Du salan li cem Fermandariya Qada Botanê ma, bi gerîlatiya xwe ya afirêner û hêza xwe ya fikrî tevkarî li xebatan kir.
Hevrêyê me Demhat piştî pratîka xwe ya serketî ya li Botanê, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi pêşniyara hevrêyên xwe li Akademiya Leşkerî ya Mahsum Korkmaz perwerdeya leşkerî û îdeolojîk dît. Hevrêyê me ji kadroyên pêşeng ên tevgera me perwerde dît, xwest vê derfeta bi nirx bi rengekî herî baş binirxîne. Hevrêyê me armanca xwe ya di perwerdeyê de weke mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî û zindî hiştina xeyal û bîranînên şehîdên me, diyar kir. Li ser vê bingehê ket nava lêhêrbûnên kûr. Hevrêyê me Demhat bi perwerdeyan ruhê şoreşger û fedayî yê demê di xwe de afirand û îdîa kir ku bi rola xwe ya pêşengiyê rabe. Bi jiyan û pratîka xwe ev yek îspat kir. Di heman demê de hevrêyê me bi perwerdeyên dîtî, derfet dît ku xwe hîn baştir nas bike. Di kesayeta xwe de derketineke girîng bi dest xist û wezîfeyên xwe yên demê pêk anî.
Hevrêyê me Demhat piştî perwerdeya xwe bi rengekî serketî temam kir, derbasî xebatên şervanên nû bû. Bi perwerdeya hevrêyên xwe yên nû tevlî nava refên gerîla bûne re, eleqeder bû. Hevrêyê me bi vê xebatê re tecrubeya xwe ya leşkerî û îdeolojîk a bi salan, bi hevrêyên xwe re parve kir. Ji bo pêşketina milîtanên Apoyî bû xwedî ked û rol. Hevrêyê me Demhat ji bo hevrêyên nû yên tevlî refên gerîla bûne fêrî şert û mercên çiyê bibin û fêrî taktîkên gerîla yên dema nû bibin, bi hemû hûrgûliyên pêşketinan re bi wan re eleqeder bû. Hem ji hevrêyên xwe re bû mînak hem jî hurmeta wan qezenc kir. Diyalektîka ku sîstema perwerdeyê ya Apoyî fêr dike, bi rengekî serketî bi cih anî û ew bi xwe jî gelek tiştan ji hevrêyên xwe fêr bû. Hevrêyê me Demhat di van xebatan de bi aliyê xwe yê kedkar, fedakar, bi sebir û afirêner derket pêş. Xwest biçe Bakurê Kurdistanê û bibe xwedî têkoşîneke hîn aktîftir. Hevrêyê me daxwaz û armanca xwe ya ji bo vê yekê, her tim parast. Ji bo vê yekê pêk bîne, bû xwedî israrek zêde.
Hevrêyê me Demhat bi sekna xwe ya di jiyanê de û taybetmendiyên milîtaniya Apoyî, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. 17’ê Kanûna 2018’an li herêma Garê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku di şexsê hevrê Demhat de armanc û xeyalên hemû şehîdên xwe pêk bînin. [1]
Ev babet 26 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka Şehadetê: 17-12-2018
Cihê jidayikbûnê: Şirnax
Cureyên Kes: Leşkerî
Dereceya leşkerî: Leşker
Dereceya partiyê: Kadro
Netewe: Kurd
Partî: PKK
Sedema mirinê: Bombebarana Balafiran
Welat - Herêm (Şehîd): Başûrê Kurdistan
Welatê jidayikbûnê: Bakûrê Kurdistan
Zayend: Nêr
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 16-12-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-12-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 18-12-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 26 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.156 çirke!