=KTML_Bold=Hevserokê KNK’ê: Li hemberî geşedanan hevrêziya Kurdî qels dimîne ’=KTML_End=Hemza Sêvo
Hevserokê #KNK’ê# Ehmet Karamus da zanîn ku li Rojhilata Navîn guhertinên bi lez çêdibin, çendî hewldanên yekrêziyê baştir bin ji demên berê jî, lê dîsa qels dimîne li hemberî geşedanên siyasî û got, “Derfeta tevgera Kurdî heye, dem hatiye ku xwedî projeyeke istratejîk a hevbeş bin ji bo parastina destkeftiyên niştîmanî.”
Di nava guhertinên ku li Rojhilata Navîn bi taybet ku li Sûriyê pêktên, yekrêziya Kurdî mijareke pir girîng e. Ev mijar bi rûxandina rêjîma Baas li Rojavayê Kurdistanê re kete rojevê, xebata ji bo yekrêziya partiyên Kurdî bi hewldanên Kurdistanî hatin destpêkirin ta ku di 26’ê Nîsanê de li Qamişlo Konferansa Yekhelwestiya Kurdî bi beşdariya partiyên Kurdistanî hat lidarxistin. Piştî vê gavê pêla hevdîtin, civîn û diyalogê di navbera partiyên Kurdî li her çar parçeyên welat bilind bû, di roja îro de ev diyalog û lihevkirin li hemberî geşedanên Rojhilata Navîn rû bi rû maye. Derbarê heman mijarê de Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmet Karamus ji rojnameya me re axivî.
=KTML_Bold=‘Dewleta Tirk ji bo çareserkirna pirsa Kurdî bi neyînî nêz nabe’=KTML_End=
Ehmet Karamus destnîşan kir ku dewleta Tirk bi neyînî nêzî tevgera Kurdî dibe û wiha got: “Rewşa Rojhilata Navîn, ji ber pêkanîna projeyên siyasî ne diyar e, berjewemdî û siyaseta ku li vê herêmê dem bi dem tên guhertin. Me nerî ku çawa Israîl bi hevkariya Amerîka, Tirkiyê, dewletên Ereban û hin dewletên Rojavayî pilanek ji bo pirsa Filestînê dest pê kir. Heta niha aramiyeke siyasî li seranserî herêmê hîna jî nehatiye peydakirin. Tu kes nizane ku wê pêvajoya guhertina herêmê çawa be û tu kes nikare analîz û texmînan bike ku wê rewş ber bi ku ve here. Tişta herî girîng guhertina helwesta Amerîka li hemberî hikumeta veguhêz a Sûriyê ye. Hewldana Amerîk ji bo bidestxistina ewlehiya siyasî rewşeke nû derdikeve holê, rewşa nû jî tevlîbûna hikumeta veguhêz bi serpereştiya HTŞ’ê ji keoalisyona navdewletî ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê ye, gelo bi vê yekê wê çiqasî bandore li rola QSD’ê di şerê DAIŞ’ê û nava keoalisyonê bike. Herwiha wê çiqasî ev tevlîbûn wê badorê li siyaseta Tirkiyê û destewerdana wê li Sûriyê bike, hem jî wê dewleta Tirk derfetê bide ku pirsgirêka Sûriyê çareser bibe. Di dema heyî de dewleta Tirk aliyê herî xerab e di derxistina astengiyan li pêşiya çareseriyên tevahiya Sûriyê de. Bi taybet çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd li Rojava, siyaseta dewleta Tirk ji bo wê, mirov nikare bi erênî binirxîne. Dewleta Tirk li benda derfetekê ye ku li tevahiya Kurdistanê tevgera Kurdî tesfiye bike.”
=KTML_Bold=‘Hevrêziya tevgera Kurdî dîsa qels dimîne li hemberî geşedanên siyasî’=KTML_End=
Karamus anî ziman ku çendî hevrêziya partiyên Kurdî ji berê baştir be jî, lê dîsa qels dimîne li ber rewşa siyasî ya bi lez tê guhertin û wiha domand: “Bê guman nêzkatî û diyalog di navbera Kurdan de di roja îro de bi gelekî baştir e ji rewşa berî salekê. Li seranserî çar parçeyên Kurdistanê hevdîtin û lihevkirina tevgera Kurdî li gorî salên bûrî bi gelekî çêtir û cûdatir e. Lê li gorî geşedan û rewşa ku Rojhilata Navîn herwiha siyaseta ku li vê herêmê tê meşandin, nêzîkatiyên Partiyên Kurdistanî ji hev re ne li gorî xwesteka KNK’ê ye. Kongreya Netewiya Kurdistan daxwaza wê ew e ku partiyên Kurdî bi leztir û li gorî pêvajoya ku Rojhilata Navîn bicivin û hevrêziyekê ava bikin. Geşedanên siyasî yên bi lez ku li herêmê pêktê û bandorê li tevahiya Kurdistanê dike, pêwîstî heye ku partiyên Kurdan li gorî van guherînan tevbigerin, nêzî hev bibin û yekhelwestiyeke xwe pêk bînin. Wekî tê zanîn ev saleke ku pêvajoyek ji milê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, li ser daxwaza wî jî nêzîkatî di navbera birêz Mezlûm Ebdî û serok Mesûd Berzanî de çêbûn. Gelek hewldanên nîzîkatiyê di navbera Rojava û Başûr de çêbûn, nameya hevrêziyê û meşandina pêvajoyê ya Rêber Apo ji serok Mesûd Berzanî re hebû. Hemû hewldan nirxdar in û em wê bi erênî dinirxînin. Piştre Konferansa Yekhelwestiya Kurdî li Rojava çêbû, encameke baş bi dest xist vê konferansê. Lê çendîn gav hatibin avêtin jî dîsa li hemberî pêvajoya ku li herêmê tê meşandin lawaz in, ji ber em di qonaxeke metirsîdar û guhertinên bi lez re derbas dibin. Di heman demê de derfet jî li pêşiya gelê Kurd heye.”
=KTML_Bold=‘Kurd ne hevgirtî bin wê nikarbin destkeftiyên xwe biparêzin’=KTML_End=
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmet Karamus diyar kir derfet li pêşiya Kurdan çêbûye, eger ne hevgirtî bin wê nikarbin destkeftiyên xwe biparêzin û wiha bi dawî kir: “Dewletên ku Kurdistan di nav xwe de parçe kirine, lawaz bûn di herêmê de, lê lawazbûna wan nayê wê wateyê ku ew ji me lawaztir in. Rewş çawa be jî dem hatiye û em dereng mane, divê partiyên Kurdî bi erk û misyona xwe rabin eger em erka xwe bi cih neyînin em ê li hemberî dîrokê bên şermezarkirin û rastî bobelateke mezin werin. Lewma jî pêwîst e her aliyek bi cidiyetekê û helwesteke niştîmanî nêzî mijara yekrêziya Kurdî bibe da ku em di warê siyasî, dîplomasî û parastina berjewendiyên niştîmanî em hevrêziya xwe roj berî roj pêk bînin. Eger derfet hat û rewşeke nû hat guhertin, Kurd ne yekhelwest û xwedî projeyeke niştîmanî bin, wê nikaribin parastina berjewendiyên xwe yên niştîmanî bikin. Îro pirsa Kurdî di saziyên navdewletî û cîhanî de bi rengekî baş hatiye diyarkirin, ev yek jî bi sedema xebata dîplomasî û têkiliya Kurdên diyasporê bi dezgehên navdewletî re ye. Ew hêzên ku xwedî istratîjiyeke hevbeş bin û yekrêziya wan hebe, hem jî diyalog di nabera wan de hebe, serkeftin hertim dibe şensê wan.” [1]