=KTML_Bold=#Pîr Rustem# : Nenavendî pêkan e, lê dem jê re divê=KTML_End=
Şîrovekarê siyasî Pîr Rustem da zanîn ku pêkan e ku sîstema nenavendî li Sûriyê çêbibe, eger Şam qebûl neke, wê civaka navdewletî qebûl bike û got, “Di Rojhilata Navîn a nû de wê gelê Kurd bibin xwedî roleke sereke.”
Geşedanên ku beriya salekê û şûn de li herêma Rojhilata Navîn çêbûne, gelek guhertinên cewherî bi xwe re anîn. Ev geşedan xwedî rol bûn di warê rewşa siyasî ya dema dawî, derbarê heman mijarê de nivîskar û şîrovekarê siyasî Pîr Rustem bersiva rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
=KTML_Bold=Hûn rewşa siyasî ya herêma Rojhilata Navîn û Sûriyê ya dawîn çawa dinirxînin?=KTML_End=
Eger bi berfirehî li ser rewşa siyasî ya herêmê were rawestandin, em ê bibînin ku ev mijar bi giştî girêdayî ye bi Amrîka, Israîl û Ewropa ve ji bo pêkanîna nexşerêya Rojhilata Navîn, êdî her tişt di vê xetê re derbas dibe. Herwiha pirsgirêka mezin li pêşiya pêkanîna vê projeyê Îran û destên wê yên di herêmê de bû, Hizbulah li Lubnan, rejîma Esed li Sûriyê bû, Hemas li Filestîn û komên Heşd Elşeibî li Îraqê ne. Bazkên Îranê êdî hin bi hin di herêmê de tên birîn. Di roja îro de Israîl naxwaze çekan di destê Hemasê de bibîne, li hêla din jî hikumeta Lubnan Huzbullahê neçarî çekdanînê bike. Li Îraqê jî pilan amade ye Heşd Eşeibî nemîne, tenê leşkerên Îraqê bimînin. Ev hemû gavên projeya ji bo guhertina Herêma Rojhilata Navîn in. Ev hemû gav bandor li Sûriyê kir, li qada Sûriyê guhertinên mezin çêbûn. Li Sûriyê rêjîma Baas têkçû û rêjîmeke din hat, ev hikumet bi erêkirina Israîlê hat guhertin, hatina HTŞ’ê eger ne bi erêkirina Amerîka û Israîlê ba, ew ê ji Idlibê negihaştiba Şamê. Bêguman ev guhertinên ku çêbûn bandor li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di demên bûrî de Tirkiyê gef û êrişên rasterast li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê didan meşandin, êdî dewleta Tirk nema dikare vê yekê pêkbîne. Ji ber ku di dema heyî de li Tirkiyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratî ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve tê meşandin. Tirkiyê jî di vê pêvajoyê de ye, dewleta Tirk ne ji bo gelê Kurd vê yekê dide meşandin, lê belê ji bo parçebûn çênebe. Tirkiyê dizane ku eger guhertinekê çênek di hundirê xwe de, gavan ber bi gelê Kurd re neavêje wê vê carê dora Tirkiyê were, herwiha wê hinek din dewleta Tirk biguherînin. Lewma di nav van guhertinên ku li qadên Rojhilata navîn de çêbûn Kurd dibin aliyê çarem li nik Ereb, Firs û Tirkan, di heman demê de gelê Kurd lîstikvaneke sereke û xwedî biryara siyasî di vê herêmê de.
=KTML_Bold=Di dema heyî de rewşa têkiliyan di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyê çawa tê dîtin?=KTML_End=
Weke tê zanîn hikumeta Veguhêz peymana 10’ê Adarê di bin zexta Amerîkayê bi Rêveberiya Xweser re îmze kir. Peymaneke navdewletî bû, yê ku vê lihevkriniê nagihîne serî dewleta Tirk e, dema ku hevdîtin û peymanek di navbera her du aliyan de çêdibe, yekrast Enqerayê destwerdanê dike û pirsgirêkan derdixe. Dewleta Tirk naxwaze lihevkirineke biencam di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de çêbibe. Eger herdu alî bi hev re ne alîkar bin û peyman negihêje serî wê şerekî navxweyî di Sûriyê de rûbide. Hikumeta veguhêz neçar e ku lihevkirinekê bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê ava bike, eger ev yek çênebe wê welat ber bi tevlîhevî û parçebûnê ve here, hêzên navndewletî û hikumeta veguhêz jî vê rastiyê baş dizanin. Di hevpeymanan de rola Amerîka û Israîlê heye, lê dewleta Tirk her tim weke astengiyekê li pêşiya wan disekine, da ku ji bo mijara xwe ya hundirê Tirkiyê zextê li QSD’ê bike. Piştî sala nû ew ê gavên mezin bên avêtin, fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî li ser avêtina gavên erênî yê peymana 10’ê Adarê axivî. Em li bende ne ku gavên ji bo çareserkirinê werin avêtin, ev gav jî ji bo çareserkirina pirsgirêka gelên Sûriyê be, ji ber wê li hevkirina Rêveberiya Xweser û Şamê, riya çareseriya tevahiya Sûriyê be.
=KTML_Bold=Li Sûriyê her aliyekî erdîngarî ber bi sîstemekê ve diçe, gelo hûn vê yek çawa digirin dest û çareseriya pirsgirêka Sûriyê çi ye?=KTML_End=
Li seranserî Sûriyê gelek herêm hene, ji bilî herêma Rêveberiya Xweser êdî her herêmek xwe bi rê ve dibe. Di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstema Rêveberiya Xweser heye û gelên wê rêveberiya herêmê dike. Li Başrûrê Sûriyê pêkhateya Durzî sîsetmeke xwe ya xweserî bi hebûna leşkerên xwe dike, herwiha Israîl jî piştevaniya wê dike bi vî rengî HTŞ’ê nikare nêzî wê herêmê bibe. Tenê li Beravê pêkhateya Elewî bû qurbana kiriyarên HTŞ’ê ji ber du sedeman, sedemek jê hişmendiya HTŞ’ê ya ku digot Elewî girêdayî rêjîma Baas bû û sedema din jî ew bêparastin û bêpişt man. Di vê dema dawî de tê gotin ku Rûsya dixwaze hebûna xwe li Beravê xurt bike û pêkhateya Elewî biparêze, lê ya rast ew e ku hêzeke Elewiyan çêbib da ku parastina xwe bike. Piştî vê guhertinê êdî Sûriyê ne pêkan e ku vegere heman sîstema ku rêjîma Baas dida meşandin. Ji ber ku hişmendiya gelên Sûriyê û hêzên navdewletî yê ku destwerdanê di Sûriyê de dikin, hizra navndbûnê qebûl nake. Yên sîstema navendbûnê qebûl dikin jî hikumeta veguhêz û alîgirên wê ne, ew ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî nenavendbûnê napejrînin. Sîstema federal pêkneyê, lê sîstema nenavendî wê pêkwere, lê di demeke kurt de ev yek pêknayê, dem jêr divê. Pêkanîna nenavendîbûnê wê gelek destkeftiyan ji bo gelên Sûriyê bi xwe re bîne. Wê li her herêmekê gelên wê bikaribin herêma xwe bi rê ve bibin, mafê xwe yê çandî, siyasî û ewlehiyê û mafê rêvebirina hemû qadên jiyanê bi dest bixin. [1]