Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,656
Wêne
  124,511
Pirtûk PDF
  22,123
Faylên peywendîdar
  126,678
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Mehmet Saît Temel - Poyraz Serhildan
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mehmet Saît Temel
Mehmet Saît Temel
Nav û paşnav: Mehmet Saît Temel
Nasnav: Poyraz Serhildan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik û bav: Hakîme- Mehmet Arîf
Dîrok û cihê şehadetê:#13-05-2017#’an/ Zap

POYRAZ SERHILDAN
Hevrêyê me Poyraz Serhildan bi van gotinan kurtejiyana xwe bi devê xwe daye nasîn:
“Ez li gundê Aran ê navçeya Artuklu ya Mêrdînê hatim dinê. Heta 15 saliya xwe bi malbata xwe re mam. Ji bo xwendina lîseyê di 15 saliya xwe de ji malbata xwe qut bûm û li navenda bajêr bi cih bûm. Di dawiya xwendina lîseyê de min rastiya polîtîkaya dewletê ya li dibistanan fêm kir û min dev ji dibistanê berda. Heta 15 saliya xwe min Partî kêm nas dikir. Piştî 15 saliya xwe, ez ji malbata xwe veqetiyam û ji bo debara xwe bikim, min di karên bi meaşên kêm de wekî karker dest bi kar kir. Di vê pêvajoyê de min dest bi naskirina têgîna koletiyê ya li ser bingeha kedê hatibû avakirin kir. Ji ber zêdebûna hesta welatparêziyê ya di hundirê min de di dema şerê Şengal û Kobanê de û ji ber komkujiyên li ser gelê Kurd dihatin kirin, di sala 2014’an de tevlî Partiyê bûm.”
Hevrêyê me Poyraz ê ku tevlî Şoreşa Azadiya Rojava bû, tevlîbûna xwe ya destpêkê û pêvajoya têkoşînê ya ku tê de cih girt bi van gotinan vedibêje:
“Piştî ku min perwerdeya şervanên nû girt, ez derbasî eniyê bûm. Min hewl da ku di gelek pêngavan de bi qasî ku ji destê min tê roleke çalak bigirim û min di van pêngavan de tecrûbeyên mezin bi dest xistin. Piştre ji bo ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşînê bikim, derbasî Kerkûkê bûm. Li vir tevlî nava refên gerîla bûm û êdî min wekî HPG’yî têkoşîna xwe domand.”
Hevrêyê me Poyraz ê ku bi wêrekî, fedakarî û tevlîbûna xwe ya ji dil di eniya şer de derket pêş, hezkirina hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me Poyraz ê ku gav bi gav di pêvajoya têkoşîna pratîkî de xwe ji nû ve afirand, tevî qenciyên mezin ên ku nîşan da jî, ji ber ku xwedî kesayetekî pir nerm bû, xwe wisa pênase kiriye:
“Di vê pêvajoya şer de hem di warê jiyanî û hem jî di warê leşkerî de ez bi kêmasiyan re rû bi rû mam. Di encama lêhûrbûna min jiyan kir de, min fêm kir ku agahî û tecrûbeyên min ên ku min heta wê demê bi dest xistibûn, ji niha û pê ve kêm dimînin û min pasîf dihêlin. Li ser vê bingehê, ez hatim akademiya leşkerî ya ku wê ji min re bibe alîkar ku ez kêmasiyên xwe yên îdeolojîk û leşkerî ji holê rakim. Di akademiyê de, ez hewl didim ku di kesayeta xwe de prensîb û taybetmendiyên milîtanekî Apoyî ava bikim, herwiha ez fêr bibim ku teknîka di destê min de wekî leşkerekî ji bo çi armancê û çawa were bikaranîn. Ez di vê perwerdeyê de gelek tiştan fêr bûm, lê ez xwe bi van tiştên ku ez li vir fêr bûme têr nabînim û ez dizanim ku ez hewce ye ku ez di pratîkê de zêdetir xwe pêş bixim û perwerde bikim. Li ser vê bingehê ez dikarim garantiyê bidim ku ez ê hewl bidim ku di pratîkê de zêdetir fêr bibim.”
Heval Poyraz piştî pêvajoyeke şer a dijwar tevlî perwerdeya li akademiya leşkerî bû û bi van gotinan kûrbûn, biryardarî û angaşta serkeftinê ya di perwerdeyê de destnîşan kir û perwerdeya xwe bi serkeftî qedand. Hevrêyê me yê pispor bû, ji bo ku kûrbûna xwe ya di akademiyê de, daneheva salan û tiştên ku ji hevrêyên xwe yên ku li kêleka wî şehîd bûbûn fêr bûbûn bîne pratîkê, derbasî herêma Zapê bû. Hevrêyê me Poyraz ê ku bi biryardarî û îdîaya serkeftinê ya bilind çûbû Zapê, di demeke kurt de li gorî pêvajoya pratîkî ya li vir hate sererastkirin, mîna gerîlayekî ku bi salan li Zapê maye erdnîgarî nas kir û tevlî pêvajoyên çalakiyan bû. Hevrêyê me Poyraz ê ku bi wêrekî û bê tirsbûna xwe dihat naskirin, di 13’ê Gulana 2017’an de di dema vegera ji çalakiyeke li dijî dagirkerên li Girê Koordîne yê Zapê de, di êrîşa dijmin de ligel hevrêyê xwe şehîd bû.
Hevrêyê me Poyraz, tevî hewldanên dewletê yên ji bo Tirkkirinê di dibistanên dewletê de ji zarokatiya xwe ve jî, eslê xwe winda nekir, bîra xwe ya civakî ji dest neda, ji koka xwe qut nebû û wekî Kurdekî bi rûmet xwedî li nasnameya xwe derket. Di çerxa qirkirinê ya dewleta Tirk a mêtinger de destûr neda ku xwe bide perçiqandin, serî hilda û têkoşiya, di asta lehengiyê de şer kir û ber bi şehadetê ve meşiya. Meşa esîl a heval Poyraz wê her tim rê nîşanî me hevalan bide û têkoşîna me bigihîne serkeftinê. Em bi wê baweriyê ku malbata hevrêyê me Poyraz wê xwedî li bîranîna zarokê xwe derkeve, têkoşîna wî fêm bike û di nirxên welatparêziyê de biryar bigire, sersaxiyê ji tevahiya malbata wî re dixwazin. [1]
Ev babet 23 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka Şehadetê: 13-05-2017
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Cureyên Kes: Leşkerî
Dereceya leşkerî: Leşker
Dereceya partiyê: Kadro
Netewe: Kurd
Partî: PKK
Sedema mirinê: Bombebarana Balafiran
Welat - Herêm (Şehîd): Başûrê Kurdistan
Welatê jidayikbûnê: Bakûrê Kurdistan
Zayend: Nêr
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 13-12-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 15-12-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 14-12-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 23 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.391 çirke!