Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,306
Wêne
  124,433
Pirtûk PDF
  22,121
Faylên peywendîdar
  126,562
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
=KTML_Bold=‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’=KTML_End=
Dîlan Mulhim\Qamişlo

Endama Hîlala Zêrîn a Şehbayê Guneyî Mistefa diyar kir ku li Şehbayê heft salin kar û xebatên #Hîlala Zêrîn# tê meşandin. Herwiha gelek komên wan yên xweser hene weke koma Şano, Govend, Amûran, Şehîd Hêva û hwd. Ev kom bi rihekî fedayî xebatên xwe birêvedibin û got” Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen xebatên xwe didin meşandin.”
Tevgera Hîlala Zêrîn di sala 2015’an de li çiyayên Kurdistanê hatiye avakirin, herwiha di 2016’an de li herêma Cizîrê, di 2017’an de li herêma Efrînê û di 2018’an de li kantona #Kobanî# hatiye avakirin. Her ku şoreş mezin bû, Hîlala Zêrîn jî xwe berfireh kir û li tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin kir. Niha li tevahî kanton û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî navendên Hîlala Zêrîn hene û di wan navendan de bi dehan kar û xebat tên meşandin. Jin di qadên hunerî de bûne xwedî tecrube û gelek ji wan jinan niha cihên xwe di nava govend, koma muzîk, şano, çîrok, helbest, wênexêzî, dengbêjî, pargîn û nivîskariyê de digrin.
Di derbarê kar û xebatên Hîlal Zêrîn a Şehbayê endama Hîlala Zêrîn a Şehbayê Guneyî Mistefa ji Rojnameya me re axivî.
=KTML_Bold=‘Me ji tunebûnê hebûn ava kir’=KTML_End=
Guneyî Mistefa eşker kir ku li Şehbayê heft salan kar û xebatên Hîlala Zêrîn meşandiye û wiha got: ” Li Şehbayê heft salan li gorî derfetên di nava destê me de kar û xebat hatin meşandin. Di nava wan her heft salan de komên herî serkeftî derketin, ruxmî hemû astengî û zehmetiyan me dev ji çand û hunera xwe berneda. Herwiha em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin. Dema ku em ji Efrîn derketin me êş û zehmetiyeke pir mezin dît, lê bi riya çand, huner û nasnameya xwe ew êş û zehmetî bi demê re hatin jibîrkirin. Em bi riya stranbêjiyê çîrokên xwe tînin ziman û hertim em xwe di nava civak û cîhanê de didin diyarkirin. Da ku nasnameya me neyê windakirin em bi rêya stranan xwe zindî dikin. Gelek komên me yên xweser hene weke koma Şano, Govend, Amûran, Şehîd Hêva û hwd. Tevlî hebû zehmetiyên ku me li Şehbayê dikşandin lê me karê xwe berdewam dikir û me ji tunebûnê hebûn ava kir.”
=KTML_Bold=‘Bi riya hunerê em hewldidin çand û kelepora gel bighînin cîhanê’=KTML_End=
Guneyî Mistefa da zanîn ku rojana hejmara endamên Hîlala Zêrîn a Şehbayê zêde dibûn û wiha berdewam kir: ” Weke tê zanîn her tim çalakiyên me berdewamin û hezkirineke mezin di navbera me û çandê de heye. Hîlala zêrîn bi riya şano û hunera xwe hewl dida ku çanda civakê vebêje, bi armanca ku çand û hunera xwe ya resen bighîne tevahî cîhanê kar û xebateke bê navber tê meşandin. Endamên me bi giştî temenên wan biçûkin û xwendekarin, lê kar û xebatên wan bi awayekî serkeftî tê meşandin. Herwiha piraniya endamên koma Şehîd Hêva weke mamoste derbasî peyîmangeha Hîlale Zêrîn a Şehbayê bûn û niha di asteke pir baş de fêrî çand û hunerê dibin. Koma Şehîd Hêva ji 14`kesan pêk tê û bi rihekî fedayî xebatên xwe birêvedibin. Dema ku em ji Şahbayê derbasî kantona Cizîrê bûn Koma Şehîd Hêva li bajarê Qamişlo tevlî gelek şahiyan bû weke cejina Newroz, 8`ê Adarê û 4`ê Nîsanê di van şahiyan de gelek stran pêşkêşkirin. Herwiha koma Şehîd Hêva 11`ê Gulanê jî şahiyek bi heybet lidarxist.”
Endama Peymangeha Hîlala Zêrîn Guneyî Mistefa axaftina xwe wiha bi dawî kir: ” Em zarokan li ser stran û şanoyê perwerde dikin. Deriyê Hîlala Zêrîn ji jin û zarokên hemû pêkhateyan re vekiriye û rojane pirovayên me hene. Em bang li her dayîkekê dikin ku çanda kurdî bi zarokên xwe bidin naskirin û hezkirin da ku em çanda xwe biparêzin û di nava civakê de belav bikin.” [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 152 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 36
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-06-2025 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 09-12-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 11-12-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 11-12-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 152 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.328 çirke!