Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,960
Wêne
  123,426
Pirtûk PDF
  22,047
Faylên peywendîdar
  124,870
Video
  2,191
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,831
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,299
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,649
عربي - Arabic 
43,528
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,431
فارسی - Farsi 
15,543
English - English 
8,500
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,022
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,570
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,816
Kurtelêkolîn 
6,778
Şehîdan 
4,481
Enfalkirî 
4,733
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,227
PDF 
34,615
MP4 
3,812
IMG 
232,587
∑   Hemû bi hev re 
272,241
Lêgerîna naverokê
Mîrê starn û xemê; Hesen Zîrek
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hesen Zîrek
Hesen Zîrek
=KTML_Bold=Mîrê starn û xemê; #Hesen Zîrek#=KTML_End=
Stêrk Mihemed/Qamişlo

Hunermenê Kurd Hesen Zîrek kesayeteke welatparêz bû, li ser êşa Kurdistanê gelek stran çekirine. Wî di 26’ê Pûşpera 1972’yan de koça dawî kir, lê berhemên wî di nava gelê Kurd e zindî man.
Hunermend Hesen Zîrek di jiyan xwe de gelek zor û zehmetî dîtin û gelek kar û xebat da meşandin, weke şivan, karker û gelek karên din jî kir. Ew hunermendek hêja û welatparêz bû. Li ser êş û dewlemedinya Kurdistanê gelek stran çêkirine, ew di nava gelê Kurd de gelek hêja û buha bû ji ber ku reseniya zimanê kurdî diparast. Ew bi stran û berhemên xwe bi nav û deng bû.

=KTML_Bold=Kurte jiyana hunermendê welatparêz=KTML_End=
Hunermend Hesen Zîrek, di sala 1921’ê de li gundê Hermêlê yê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Gava bavî wî çûye ser dilovaniya xwe ew biçûk bû. Piştre dayîka wî dizewice û ew macbûr dimîne ku ji gundê xwe derkeve. Zîrek di 12 saliya xwe de ji herêmê Bokanê derdikeve û diçe bajarê Seqizê. Di 15 saliya xwe de dîsa vegeriyaye Bokanê, lê vê carê li wir pir nemaye û ji bo ji xwe re karekî peyde bike çûye Tewrêz û Tehranê. Di vî navî re Zîrek gelek zor û zehmetî kişandine. Di gelek karan de xebitiye, hema bibêje tu kar nemaye û wî kiriye. Zîrek di xortaniya xwe karê şivantî, karkerî û gelek karên din jî kiriye. Piştî demekê ji Tewrêzê berê xwe daye Başûrê Kurdistanê, li wir li bajarê Silêmaniyê li taxa Dergezên bi cih û war bûye. Her wiha demekê bûye mêvanê Kerkûkê jî.

=KTML_Bold=Di gelek radyoyan de kar kiriye=KTML_End=
Zîrek di dawiyê de di sala 1953’yan de berê xwe daye Radyoya Bexdayê ya Kurdî, li wir gelek stranên berê yên Kurdî li gel Orkestraya Radyoya Bexdayê qeyd kirine. Hesen Zîrek, di 14’ê Tebaxa 1959’an de, li ser daxwaza Radyoya Kurdî ya Tehranê vegeriyaye Îranê û li gel orkestrayên cur bi cur li Tehranê di warê mûzîka Kurdî de xebitiye. Her wiha carinan li Azerbeycanê di Radyoya Tewrêzê de jî stran digotin. Pişre di sala 1960’î de çûye Kirmaşanê û piraniya karên xwe yên hunerî li gel Orkestraya Radyoya Kirmaşanê bi rêberiya hunermendê mezin Mucteba Mîrzade qeyd kirine ku nav û dengê hunera wî bi piranî ji ber vê yekê belav bûye.
Hesen Zîrek piraniya stranên xwe bi zaravayê Soranî gotine, lê carinan bi zaravayên din ên zimanê Kurdî jî gotine. Her wiha bi zimanê Farisî û Tirkî jî stran gotine û heta radeyekê bi zimanê Erebî jî zanibû.

=KTML_Bold=Jiyana wî zor û zehmet bû=KTML_End=
Zîrek di havîna sala 1968’an de li nêzîkî bajarê Baneyê li ‘Kanî Mela Ehmed’ê çayxaneyek ava kiriye û tê de xebitiye, wê demê ew û hevrêya xwe ya nû Rabieyê bi hev re bûne. Lê jiyana wan, jiyaneke bargiran bû. Zîrek di kaseteke xwe de ku li Kanî Mela Ehmedê tomar kiriye dibêje: “Ez li vir li ser çiyayekî dijîm, ji ber ku li Îran û Iraqê cihek tune ye ku ez lê bijîm. Di navbera çend keviran de, min çayxaneyeke ne xweş heye. Heke hûn bên û bibînin, hûnê matmayî bimînin ku ez çawa li vir dijîm! Na, bi min xweş e û ez debara xwe pê dikim. Ji ber ku di nava gelê Kurd de qedir û qîmeta hunerê nema, hunerê tu fêde neda min. Hunerê ji min re tiştek nekir ku ez bi dûv wê bikevim. Ji ber ku ez Kurd im û bi zimanê Kurdî diaxivim. Piştre berê xwe dide Mehabatê û li wir jî ji ber stranên xwe bûye hedefa êrîşên polîsan, ji vir jî bar kiriye û vê carê çûye Şinoyê.

=KTML_Bold=Hunermendek welatparêz bû=KTML_End=
Hesen Zîrek li gelek gund, navçe û bajarên Kurdistanê geriyaye, bi çavên xwe bûye şahidê êş û zehmetiyên gelê Kurd. Wî êş, xwezaya Kurdistanê û her wiha rojên neteweyî yên Kurdan bi stranan aniye ziman. Zîrek reseniya Kurdî parastiye û ji her kesî re stran gotine. Lewma tevahiya gelê Kurd ji dengê Hesen Zîrek hez dike û guh lê dike.

=KTML_Bold=Hezar û 500 Berhem=KTML_End=
Hesen Zîrek di tevahiya temenê xwe de, hezar û 500 stran tomar kirine. Her wiha gelek helbestên helbestvanên wekî Nalî, Wefayî, Seyîd Kamil, Îmamî, Kurdî, Pîremêrd, Hêmin û Tahir Beg Caf vehûnandine û kirine stran. Sirûda bi navê ‘Newroz’ê ku li çar parçeyên Kurdistanê li ser zimana ye û helbesta Pîremêrd, yek ji berhemên wî yên herî bi nav û deng e.

=KTML_Bold=Bi stranên xwe agirê newrozê geş dikir=KTML_End=
Newroz mizgîniya biharê ye, bi awayekî dîtir germahiya dilê mirovan zêde dibe û dike ku mirov li hev bicivin. Lê Newroz ji bo Kurdan ne civîneke ji rêzê ye, sembola daxwazên siyasî û serhildana gelê Kurd e. Ji salên 1950’yî ve bûye şahî û pîrozbahiya gelê Kurd. Demekê li Silêmaniyê Pîremêrd serkêşiya vê yekê dike û ev pêvajo heya salên 1970’yî berdewam e. Lê di wan deman de dengekî nemir bilind dibû û hatina Newrozê bi rêya Radyoya Kirmaşan û Tehranê pîroz dikir. Helbet ev dengê hêja dengê Hesen Zîrek bû ku ruh dida helbesta Pîremêrdê ku agirê Newrozê geş dikir.
“Em rojî, salî tazeye Newroz e hatewe
Cejnekî konî Kurde, be xoşî û be hatewe,
Wa rojhelat, le bendenî berzî wilatewe
Wa rojhelat, le bendenî berzî wilatewe
Rengê gula lew gezîze, şefeq şewq nedatewe
Em rojî salî tazeye newroz e hatewe
Cejnekî konî Kurd e, be xoşî û be hatewe
Em rojî salî tazeye newroz e hatewe
Cejnekî konî Kurd e, be xoşî û be hatewe
Çend sal gulî hîway , ême bê ber bû taku par
Çend sal gulî hîway , ême bê ber bû taku par
Ta şahanşah lutfî fermû ax le cotyar û kirêkar
Em rojî salî tazeye newroz e hatewe
Cejnekî konî Kurd e, be xoşî û be hatewe
Em rojî salî tazeye newroz e hatewe
Cejnekî konî Kurd e, be xoşî û be hatewe“
Ev stran heta roja îro jî yek ji wan stranan e ku herî zêde tê gotin û guhdarîkirin.
Koça xwe ya dawî kir lê stranên wî ji bîr nebûm
Hesen Zîrek, di 26’ê Hezîrana 1972’yan de, di 51 saliya xwe da li bajarê Bokanê xatir ji mirov û dilxwazên xwe xwestiye û çûye ser dilovaniya xwe. Wî li dû xwe arşîveke hunerî ya têr û tije ji bo neteweya xwe hiştiye ku bûye çavkaniyeke dewlemend ji bo hunera xwerû û resen a Kurdî. Hesen Zîrek stranbêjê herî xebatkar ê Kurdan e ku bi sedan stran di radyo û televîzyonan de dane qeydkirin.
Di nav stranên Hesen Zîrek de ya herî bi wate û navdar “Ey Niştiman”e. Zîrek vê stranê di sala 1946’an de li ser Komara Kurdistanê Mehabat çêkiriye û li gel civaka Kurdî wekî sirûdekê tê pejirandin. Lewre dema ku Zîrek çûye Mehabatê pêvajoya Şerê Cîhanê yê Duyemîn bûye û Îngilistan û Yekitiya Sovyetan li Îranê dixistin. Di wê navberê de bi pêşengiya Qazî Mihemed jî Komara Kurdistanê ava dibû ku piştî 11 mehan komar hat hilweşandin û Qazî Mihemmed û hevalên xwe li Qada Çarçirayê hatin darvekirin. Ev yek bandoreke gelekî mezin li Hesen Zîrek kiriye. Zîrek li ser vê rewşê gelek berhemên giranbuha afirandiye. Ji van berhemên giranbuha yek jê jî “Ey Niştiman” e.
“Ey netewekanî delal
Ey Kurdekan ey baskeşêr
Ey niştiman, niştimanî ciwan
Xakî Aryan wetanî Kurdan
Ey rozî Kurdî kaşan
Bo Kawekan li her deran
Ey rozî Kurdî ber efşan
Bo Kawekan li her teraf
Bo te dikoşim bi dil û bi can
Bo serkewtinî xakî niştiman
Ey keynekan ey lawekan
Tê dikoşim cergê qawmekan
Ey niştiman, niştimanî ciwan
Xakî Aryan wetanî Kurdan
Bo te dikoşim bi serkewtinî
Pêşmerge hebû lawî qehraman”
Lê belê di sala 1974’an de Esîn Engîn ê ji malbateke Tetar vê stran û sirûda Kurdî ya Hesen Zîrek wekî “Ankaranin Taşina Bak” guherandiye. Bi dû re Rûhî Sû û Zulfu Lîvanelî jî di nav de gelek hunermendên Tirk gotinên vê stranê guhertine. Ev yek jî balê dikişîne ser salên 1920’an ên Tirkiyeyê.

=KTML_Bold=Xwasteka wî bû ku ew li çiyayê Naleşikên veşêrin=KTML_End=
Hunermendê nemir berî biçe ser dilovaniya xwe xwestiye ku wî li Çiyayê Naleşikên veşêrin û li ser kêlika wî wiha were nivîsandin:
“Zîrek zor kird xizmetî huner
Jînit le pênaw huner birde ser
Rojgarit satê be bêxem nebû
Belam le huner hîçit kem nebû.”
Hunermend Hesen Zîrek li dû xwe komeke stranên nemir hiştin û ji vê dinyayê koç kir. Her çiqasî ji koç kiribe jî, lê hîna jî bi dengê xwe û stranên xwe olan dide. Niha piraniya berhemên Hesen Zîrek di arşîfa enstîtuyên Kurdî, Ereb û Farisan de hatine hilanîn. Stranên Zîrek ên li enstîtuyên Kurdî li benda rêzealbûmê ne. [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 4 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 24-06-2025 (0 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Hûnermendî
Kategorîya Naverokê: Çand
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 09-12-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 10-12-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 10-12-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 4 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.312 çirke!