=KTML_Bold=‘Wê Îlona 2026’an Zanîngeha Kurdî bi fermî were vekirin’=KTML_End=
Hemza Sêvo/ Qamişlo
Serokê Zanîngeha Kurdî ya Navdewletî Yûnis Bahram da zanîn ku biryara vekirina Fakulteya #Kurdolojî# xala nîqaşê ya herî girîng bû di konferansê de û got, “Zanîngeha Kurdî ya Navdewletî di Îlona sala 2026’an de bi fermî dest pê bike.
Konferansa duyemîn a Zanîngeha Kurdî ya Navdewletî di 17 û 18’ê Cotmehê de li bajarê Dresdenê yê Almanyayê bi beşdariya akademîsyen, rewşenbîr û nûnerên hêzên siyasî û çandî yên Kurdî ji deverên cuda yên Kurdistanê û dîasporayê hat lidarxistn.
Ev konferans ji bo temamkirina konferansa yekem li dar ket da ku bingehê zanîngehê were danîn. Di konferansa yekem de bal hat kişangin ser pêwîstiya dîdîjîtalkirina #zimanê Kurdî# ji bo parastina wê ji tunebûnê.
Lê di konferansa duyemîn de mijarên weke plansaziya projeya zanîngehê, binesaziya akademîk, avakirina Zanîngeha Almanî- Kurdî ya Navdewletî hate nîqaşkirin.
Derbarê vê konferansê de serokê Zanînheha Kurdî ya Navdewletî Yûnis Bahram ji rojnameya me re axivî:
‘Zêdetirî 200 akademîsyen û professorên Kurdistanî beşdar bûn’
Yûnis diyar kir ku di konferansa Zanîngeha Kurdî ya Navdewletî de 200 kes beşdar bû û wiha got: “Kesayet ji deverên cûda yên Kurdistanê û Ewropa beşdarî konferansê bûn, ji bilî mêvanên ji welatên dûr wek Çîn û Japonya hatibûn. Di konferansê de hejmareke mezin ji kesayetên siyasî yên navdar jî amade bûn, di nav de Serokwezîrê wîlayeta Saksonya ya Almanyayê, wezîrê Aboriya Saksonyayê , hem jî wezîrê Xwendina Bilind a Başûrê Kurdistanê, waliyê bajarê Silêmaniyê serokên zanîngehên ji Başûrê Kurdistanê hazir bûn. Di heman demê de ji Rojhilatê Kurdistanê serokê Partiya Tudeh ji Rojhalat, Îlxan Zade û sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mistefa Hicrî, beşdar bû. Herwiha ji Bakurê Kurdistanê jî hevserokatiya Partiya Demokratîk BDP û serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ahmed Karamos beşdar bûn. Di konferansê de beşdariya hunerî û çandî ya berbiçav pêk dihat, ev konferans bi tevlîbûna hunermendên navdar Şivan Perwer û Dilo Doxan hat xemlandin. Li aliyekî din nivîskar û afirîner Cewad Merwanî, di warê çandî de konferans dewlemendtir kir.”
‘Biryara vekirin Fakulteya Kurdolojî xala girîn a konferansê bû’
Yûnis Bahram da zanîn ku biryara vekirina Fakulteya Kurdolojî xala nîqaşê ya herî girîng bû di konferansê de û wiha domand: “Ev konferans hem di warê hêz û cihêrengiya beşdarbûnê de, hem jî di warê rêxistinê û asta bilind a nîqaşan de bi rastî jî gelekî baş bû. Di konferansê de li ser çend xalên girîng hate sekinandin, bi taybetî jî: Damezrandina Fakulteya Kurdolojî wek stûneke bingehîn li zanîngehê. Di heman demê de avakirina beşên taybet weke Dîrok û Erdnîgarî, Sosyolojî, Zanistên Komputerê, Rêveberiya Giştî, Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navnetewî. Herwiha projeyeke bi nirx hate nîqaşkirin, ew jî ku şaxekî Zanîngeha Kurdî ya Navdewletî li bajarê Silêmaniyê, di bin navê ‘Zanîngeha Kurdî ya Elmanî’ de. Bi vî rengî weke dirêjahiyeke girîng a zanîngehê di nava Kurdistanê de wê xizmetê bike. Ev şax dê fakulteyên girîng ên wekî Bijîşî û Dermanxaneyan vehewîne. Wê ji xwendekarên Başûrê Kurdistanê re bibe derfetek ku bi şêwazê perwerdehiya Ewropî xwe bigihînin perwerdehiya bilind. Di konferansê de nîqaşên kûr di navbera serokên zanîngehan û zanyaran de li ser perspektîfên hevkariya di navbera Zanîngeha Kurdî ya Navnetewî û hempîşeyên wê yên li Kurdistanê de pêk hatin. Ev yek jî bi rêya guhertina xwendekar û mamosteyan, hem jî xwendina onlayn. Li aliyê din jî wê bi rêya bawernameyên Kurdistanî û Almanî qebûlkirina xwendekaran çêbibe. Di heman demê de wê ezmûn li gorî pîvanên Zanîngeha Kurdî ya Navdewletî bên çêkirin.”
‘Zanîngeha Kurdî projeyek istratîjîk li derveyî Kurdistanê ye’
Serokê Zanîngeha Kurdî ya Navdewletî tekez kir ku projeya zanîngehê gaveke istratîjîk e û axaftina xwe wiha qedand: “Ev konferans û plan projeyên ku ji wê derketine pêngaveke stratejîk a bêhempa temsîl dike, ji ber ku cara yekem li derveyî erdnîgariya Kurdistanê tecrûbeyeke akademîk a Kurdî tê avakirin. Ev tecrûbeyeke bêhempa ye ku armanca wê ew e ku zanîngeheke Kurdî ya navndewletî ava bibe, herwiha xwendekarên ji Kurdistanê û ji deverên cuda yên cîhanê hembêz bike. Yek ji taybetmendiyên herî berbiçav ên vê projeya ew e ku wê di fakulteyên Kurdoloji, Dîrok, Erdnîgarî û Zanistên Siyasî de bi waneyên zimanê Kurdî bi her du zaravayên Soranî û Kurmancî bên dayîn. Ev yek jî wê bibe gavavêtineke akademîk ji bo bicihkirina zimanê Kurdî di zanîngehê de. Di beşên din jî ew ê bi Almanî perwerde were dayîn, da ku xwendekar fêrî zimanên cuda bibin û asoyên wan berfirehtir bibin. Di encamên kongreyê me biryar da ku Zanîngeha Kurdî ya Navdewletî di Îlona sala 2026’an de bi fermî dest pê bike. Di dema pêş de jî wê amadekarî têkildarî piştgiriya sazîbûyînê ji bo zanîngehê bên kirin.” [1]