=KTML_Bold=‘Armanca Koma Arî zindîkirina çanda gelê Kurd E’=KTML_End=
Hêvî Keleş/ Qamişlo
Stranbêj û endama Koma Arî Latşîn Ibrahîm destnîşan kir ku wan bi armanca zindîkirina çanda gelê Kurd koma Arê ava kirin û wiha got: “Me bi avakirina Koma Arî kevirê bingehîn ji bo projeyek çandî û hunerî danî, armanca sereke jî parastina çand û mîrateya Kurdî ye.”
Bi armanca vejandina mîrateya Kurdî û parastina #stranên gelêrî# yên kevin ên ku nasname û çanda gelê Kurd îfade dikin, Koma Arî ya muzîkê Komeke muzîkê di Tîrmeha 2025’an de li Helebê hate damezrandin,
Koma Arî stranên Kurdî yên gelerî yên cur bi cur ku dilsoziya wan a ji bo doz û nasnameya wan nîşan dide, pêşkêş dike.
Ev kom ji aliyê 13 xwendekaran ve li Navenda Yekîtiya Xwendekaran a li taxa Eşrefiyê ya Helebê hate avakirin.
Derbarê avakirina koma Arî stranbêj û endama komê Latşîn Ibrahîm ji Rojnameya me re axivî.
‘Em bi hunera xwe stranên xwe yê filiklorî zindî dihêlin’
Latşîn Ibrahîm anî ziman ku armanca wan ji avakirina komê zindîkirina çanda Kurdî ye û wiha got: “Armanca me ya sereke ew e ku em mîrateya muzîka Kurdî ji windabûnê biparêzin û bi şêwazekî hunerî ya modern bêyî ku ruhê wê yê resen winda bibe, wê bigihînin nifşên nû. Em dixwazin strana Kurdî di nav gelên herêmê de vegerînin cihê wê. Ji dema avakirina koma Arî ve û heta niha me di 3 şevbuhêrkên li Helebê de stran ji girseya gel re pêşkêş kiriye, herwiha em beşdarî vekirina keleha Helebê jî bûn. Di koma me de 13 xwendekar hene ku 6 ji jinên ciwanin û 7 xortin, ew ji bajarê Efrîn û Kobanê ne û li Helebê gihiştin hev û kom ava kirin. Ciwanên komê amûrên kevneşopî yên wekî tembûr û zirne li kêleka amûrên nûjen lêdixin, ew bi tevlihevkirina muzîka resen û ya nûjen muzîkek bêhempa diafirînin. Em piranî stranê filiklorî pêşkêş dikin, ji ber ku di vê demê de gelek stranên me yên filiklorî winda bûne. Em dixwazin bi riya hunera xwe stranên filiklorî zindî bikin û nehêlin ku winda bibin.”
‘Her stranek ku em hildibijêrin çîrokek ji dîroka me ye’
Latşîn Ibrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Her stranek ku em hildibijêrin çîrokek ji dîroka me ye, ji kêfên gundan bigire heya êşên koçberî û têkoşînê, ji ber vê yekê em wê bi dilê xwe berî dengê xwe pêşkêş dikin. Bi vêavabûnê, koma Arî kevirê bingehîn ji bo projeyek çandî û hunerî danî ku armanc dike mîrateya Kurdî biparêze û wê di bîra nifşên pêşerojê de zindî bike, da ku muzîk di çiya û geliyên Kurdan de zimanekî nemir bimîne.” [1]