Vejînkirina çanda kevnar
Ayşa Silêman/ Dêrik
Çand û Hunera Dicle ya bajarê #Dêrik# ê ji bo vejînkirina çanda kevnar danûk kelandin û li zarokanên dibistanan belav kirin.
Çand û Hunera Dicle ya bajarê Dêrikê ji bo vejînkirina çanda kevnar danûk li navenda xwe kelandin û li zarokên dibistanan belav kirin. Bi amadebûna hemû endamên çand û hunerê û endamên saziyên Rêveberiya xweser ev çalakî li dar ket.
Di destpêkê de hemû dayîk û kal li dora danûkê kom bûn û bi stran û govendê kêf û heyecana xwe anîn ziman.
Paşê li ser navê Çand û Hunera Dicle ya bajarê Dêrikê Elî Hacî Ehmed axivî û wiha got: “Îro me ev çalakî li dar xist da ku em ji nifşên nû re şîrove bikin ku çawa xwedî li çanda xwe derkevin. Her sal wek vî demî ji bo haziriyê meha zivistanê herkes danûkê dikelîne da ku bike savar, dan, mehîr û hwd. Me jî ev rê û resim li dar xist ji ber ku sala borî baran kêmhatibû û gelek kesan ji zeviyên xwe berhem negirtin, di encamê de tu kesî jî danûk nekelend. Me nexwest ew hisreta xwarina danûkê bimîne di dilê zarokên me de, lewma me bar girt ser milê xwe ku em wan kêfxweş bikin. Di heman demê de me xwest nifşên nû nas bike ku di dema berê de bav û kalên wan çawa zeviyên xwe radikirin û bidilxweşiyekî dikelandin, wê ev çalakî ji bo zarokan bibin bîranîn da ku her û her li ser çanda xwe bimeşin.”
Di dawiyê de jî dema danûk hazir bû mamosteyan zarokên dibistanan kom kirin û danûk li wan belav kirin, zarokan jî heyecana xwe anîn ziman û ji xwedayê dilovan hêvî kirin ku îsal baran were. [1]