‘Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad’
Birûc Resûl/#Qamişlo#
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava di 5`mîn dewreya xwe de, li Qamişlo de agirê sînemayê vêxist, her wiha bi dirûşmeya “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” dest pê kir.
Festîval ji aliyê Komîna Film a Rojava ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ve hate organîzekirin û hem li Navenda Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê û hem jî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxno a bajarê Qamişlo tê lidarxistin.
Demên nîşandana fîlm û dersan di navbera rûniştinên roj û êvarê de diguhere, û derfeteke berfireh dide mêvanan ku beşdarî çalakiyên hunerî û sînematîk bibin. Di festîvalê de 81 fîlm û 22 senaryoyên ku ji aliyê komîteya amadekar ve hatine hilbijartin hene. Di nav fîlmên beşdar de 8 fîlmên navnetewî, 21 belgefîlm, 8 fîlmên Kurdî, 37 kurtefîlm, ji bilî van jî 7 fîlmên Sûrî hene. Di festîvalê de wê 6 gotar û semînerên li ser rewşa sînemayê li cîhan û Kurdistanê, di heman demê de wê 2 atolyeyên taybet di warê sînematografî û derhêneriyê de were dayin.
Festîval bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hat dest pêkirin.
Çalakiyên roja yekemîn di 13 ‘ê Mijdarê de saet di 10`an de bi serdana Sînemaya Amûdê destpê kir, piştre serdana Goristana Şehîdan a Qamişlo ya Delîl Saroxan hat kirin, her wiha di saet pêncê êvarê de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi axaftina xêrhatinê ji mêvanan re hat kirin û çend axaftinên din ji aliyê şaredariyê, TEV-ÇAD û Endama Desteya Hevserokatiya PYD hatin kirin û bal kişandin ku berê ew wekî komxebatekî çandî, rewşenbîrî û heta siyasî bûn. Wan diyar kir ku fîlm bi coşeke mezin têne temaşe kirin, ji ber ku her xebatek sînematîk şopa xwe li ser hişmendiya kolektîf hiştiye û beşdarî pêşxistina hesasiyetên estetîk û mirovî yên temaşevanan bû.
Di berdewamiya gotinan hat destnîşan kirin ku fîlmên kevn pirsgirêkên herêmî nîşan didin, wan dikin amûreke bi bandor a hişmendî û perwerdehiyê. Wan rojên sînemayê li Amûdê bi dilgermî bi bîr tînin, dema ku rojane sê fîlm dihatin nîşandan: yek ji bo zarokan, ya din ji bo ciwanan û ya sêyemîn ji bo malbatan. Her kes bi hezkirin û azwerî beşdarî wan bû, sînema pirtûkxaneyek vekirî ji cîhanê re dihesiband.
Piştre ji aliyê Hunergeha Welat muzîk û dîlanên floklorî hat pêşkêş kirin, her wiha festîval bi fîlmê “Birako” bi dawî bû. [1]