Nav paşnav: Mahsûn Kasimî
Nasnsav: Baran Çiya
Cihê jidayikbûnê: Xoy
Dayik-Bav: Ayşe-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
BARAN ÇIYA
Hevrêyê me Baran li bajarê Xoy ê #Rojhilatê Kurdistanê# ji dayik bû. Bi saya malbata xwe ku li gel zext û gefên qirkirinê jî çand û kevneşopiya Kurdî parast, bi dilsoziya bi cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me ku li dibistanên dewletê yên Îranê nexwend, ji ber vê yekê ji qirêjiya sîstemê dûr ket û bi xwezayî ma. Ji bo karibe tevkariyê li debara malbata xwe bike, ji biçûkanî ve di gelek karan de xebitî, kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar yekemcar di vê pêvajoyê de bi dest xist. Bi saya vê taybetmendiya xwe li derdorê hate hezkirin. Piştî ku sala 1999'an têkoşîna me li Rojhilatê Kurdistanê bi pêş ket, gelek tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû. Vê yekê di dema ciwantiyê de bandor li hevrêyê me Baran kir ku bikeve nava lêgerînan. Di encama van lêgerînan de jî tevgera me ya azadiyê nas kir û gihîşt asta biryardariya tevlîbûna li nava têkoşînê. Hevrêyê me Baran destpêkê tevlî karên milîstiyê bû, di vê demê de derfet dît ku gerîlayên azadiyê nas bike. Bi bandora têkoşîna bi fedaî û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla, têkilî û girêdana xwe ya bi têkoşînê re xurt kir. Hevrêyê me baran gerîla bi hemû taybetmendiyên xwe ji xwe re kir mînak û hewl da di kesayetiya xwe de guhertinên bingehîn bike. Bi van hewldanên ku jiyana xwe bi temamî guhert, li gel ku hîn bi rengekî profesyonel tevlî têkoşînê nebû bû jî taybetmendiyên kesayetiya Apoyî di şexsê xwe de afirand. Bi sekna xwe ya ku li ber zor û zehmetiyan radibû, israr dikir û ti carî ji têkoşînê venedigeriya, gelek kar bi serketî bi cih anî û bawerî da gerîlayên ku pê re dixebitî. Hevrêyê me di dema milîstiyê de dîl kete destê hêzên rejîma Îranê û 4 mehan li zindanê ma. Di pêvajoya zindanê de bi sekna xwe, milîtaniya Apoyî temsîl kir û di heman demê de zindan kir warê kûrbûnê. Bi kûrbûnê re rastiya dijmin bêhtir fêhm kir û biryar da ku têkoşînê hîn mezin bike. Hevrêyê me fêhm kir ku ji bo vê jî pêwîstî bi fedakariyê heye, fedakariya ji bo azadiya gelê me jî weke wezîfe û berpirsyariyê dît. Hevrêyê me Baran piştî ku ji zindanê derket biryar da ku guhertinên bingehîn bike û xwest, vê yekê bi tevlîbûna li nava refên gerîla tacîdar bike. Li ser vê bingehê di sala 2007'an de di ciwantiya xwe de berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku bi salan bi hesreta wê bû û beşdarî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Baran yekemcar li Zagrosan beşdarî perwerdeya gerîla bû û dawiya dawî xwe gihand jiyana gerîla ku bi salan hewl dida tevlî bibe. Coş û kelecana vê yekê di her kêliyê de hîs kir û bi hevrêyên xwe da hîskirin. Dema ku tevlî nava refên gerîla bû, xwest bersivê bide pêvajoya şerê giran û pêwîstiya bi şarezabûyîna li qadên leşkerî û îdeolojîk di demeke kurt de fêhm kir. Ji ber vê yekê jî bi daxwaz û cidiyeteke mezin tevlî perwedeyê bû. Kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar bi vê têgihiştinê xurt kir, bû şervanekî azadiyê û li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê.
Hevrêyê me piştî ku perwerde qedand derbasî herêma Xakurkê bû û heta sala 2010'an li vê herêmê ma. Li vê derê bi gelek fermandarên pêşeng re têkoşîn meşand ku yek ji yekî hêjatir bû û mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê xistin. Hevrêyê me sûd ji tecrûbeyên kûr ên ji van hevrêyan wergirt. Hevrêyê me Baran milîtanekî Apoyî bû ku bi kesayetiya xwe ya dilnizm gav bi gav xwe afirand, bi taybetî di Şerê Gel ê Şoreşgerî de xwe da pêş. Hevrêyê me Baran li Şemzînan û Şitazinê beşdarî pêngavên şoreşgerî bû, bi rola pêşengiyê rabû û di vê pêvajoyê de bi wêrekiya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me ji aliyê rêxistinî û îdeolojîk ve xwe timî bi pêş ve dibir û wezîfeyên girîng bi cih anî. Bi taybetî bi hunera xwe ya li ser çekên giran li ku derê çalakî hebû ji xwe re dikir wezîfe û tevlî bibe û bi performansa xwe ya di van çalakiyan de roleke girîng lîst ku artêşa Tirk ji herêmê lê ne derxîne. Hevrêyê me Baran ji xwe re weke wezîfeya milîtaniyê dît ku tecrûbeyên xwe yên di dema şer de bi hevrêyên xwe re parve bike û bi sedan hevrêyên xwe perwerde kir. Bi her hevrêyekî re yek bi yek eleqedar bû û ji bo şarezabûna leşkerî û afirandina kesayetiya milîtan kedeke mezin da. Ev yek jî ne bi danheviya teorîk, lê bi kesayetiya xwe ya dilnizm û bi coş, bi jiyana xwe ya şoreşgerî xist pratîkê. Bi henekên xwe yên çêker û tijî, hem dikir ku hevrêyên wî li ser bifikirin, hem jî jiyana gerîla hîn bi coş û kelecan dikir.
Di heman demê de bi saya kesayeta xwe ya dirûst, samîmî û germ bandor li hemû hevrêyên xwe kir û ji bo ku ew jî bibin milîtanên pêşeng tevkarî kir. Lewma hevrêyê me Baran di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt û bû yek ji hevrêyên me yên ku dema jiyan dike bû nemir. Ji xeynî kêrhatinên xwe yên leşkeri, bi zekaya xwe ya teknîkê jî timî hewl dida tiştan bi hilberîne. Hevrêyê me bi vî rengî hem jiyana gerîla hêsan kir, hem jî teknîka leşkerî ya gerîla pêş xist.
Hevrêyê me Baran piştî ku dewleta Tirk ji sala 2015’an û vir ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên xwe jinûve û bi rengekî berfireh da destpêkirin, car din derbasî herêma Zagrosê bû ku gerîlatiya destpêkê li wir kiribû. Hevrêyê me Baran vê carê bi wezîfeya fermandariya eniyê, çû herêmên şer û li vir pêşengî ji têkoşîna li ser xeta fedayîtiyê re kir. Hevrêyê me di gelek çalakiyên serketî yên li dijî artêşa Tirk de, roleke diyarker girt ser xwe, berxwedan mezin kir û planên dagirkirinê yên dewleta Tirk di rêjeyeke mezin de bêencam hişt. Hevrêyê me Baran di gelek çalakiyan de cih girt, gelek caran birîndar bû lê belê di van hemû pêvajoyan de bû xwedî tecrube. Sala 2018’an di meha Sibatê de di êrîşeke dijmin de şehîd bû û meşa xwe ya azadiyê ya 11 salan bi heybet temam kir. Weke hevrêyên wî em soz didin ku fedakarî û kedên hevrê Baran bi Kurdistana Azad tacîdar bikin.
[1]