Yasir Silêman: Şamê ji bo bidawîkirina krîzê tu gavên cidî neavêtin
REQA-MIHEMED XELÎL
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya #Rêveberiya Xweser# Yasir Silêman destnîşan kir hikumeta Şamê hê jî di çareseriya leşkerî de israr dike û got: “Beyannameya Rêveberiya Xweser nexşerêya bidawîkirina aloziyê û pêkanîna xalên danazana Cedayê yên girêdayî Sûriyeyê ye.”
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir Silêman têkildarî siyaseta hikumeta Şamê û geşedanên der barê encamên lûkteya erebî de ji ajansa me re axivî.
Hikumeta Şamê piştî zêdetirî 12 salan yekem car di 19`ê Gulanê de beşdarî lûtkeya erebî ya li Cedayê bû. Beriya wê di 7`ê Gulanê de Sûriye bi biryara wezîrên karên derve yên Ereban li Komkara Erebî hatibû vegerandin. Di danazana lûtkeya li Cedayê de xalên girêdayî gelek dozên girîng ên li cîhana erebî û di nav de Sûriye, cih girtin.
Di danazana Cedayê de bal li ser girîngiya xurtkirina hewldanên erebî ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê, amadekirina atmosfera guncaw ji bo vegera penaberên sûriyeyî, hat kişandin. Rêveberên Ereban jî hêvî kirin ku vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî ji bo pêkanîna istiqrarê li Sûriyeyê alîkar be.
Yasir Silêman diyar kir ku diviyabû ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û bidawîkirina êşa sûriyeyiyan, zext li hikumeta Şamê hatiba kirin û bang lê hatiba kirin ku xwedî li çalakiyên nîştimanî nexasim beyannameya Rêveberiya Xweser derkeve.
Silêman têkildarî pêvajoya piştî lûtkeya erebî jî ev tişt anîn ziman: “Vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî, li gorî siyaseta gav li hemberê gavê bû. Lê belê hikumeta Şamê hê jî mijaran dereng dixe û berpirsyariyên xwe pêk nayîne. Her wiha ji bo çareseriya siyasî û aştiyane, bidawîkirina aloziyê û peydakirina jiyaneke bi rûmet ji bo welatiyên Sûriyeyê, tu gavên cidî navêje.”
Silêman bal kişand ku di heman demê de Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina krîzê ji karê hevbeş re amade ye û wiha dom kir: “Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê beyannameyek derxist. Her wiha nexşerêyek danî ku dikare bê zêdekirin an guherandin. Encamên lûtkeya erebî li gorî nêrîn û beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser e. Beyannameya rêveberiyê pêkanîna xalên danazana Cedayê yên têkildarî Sûriyeyê ye.”
Silêman diyar kir ku piştî vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî, diviyabû hikumeta Şamê gav ber bi çareseriya aştiyane ve avêtibana û ji bo vegera koçber û penaberan, eşkerekirina çarenûsa windahiyan û hesabpirsîna ji kesên destê wan di xwînê de heye, hewl daba.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir Silêman bal kişand ser girîngiya çareseriya aştiyan û siyasî ya krîza Sûriyeyê û got: “Divê dewletên di mijara Sûriyeyê de aktîv, ji bo veguhertina siyasî ya aştiyan, vegera penaberan, eşkerekirina çarenûsa kesên windayî û ji nû ve avakirina Sûriyeyê, zextê li hikumeta Şamê bikin.”[1]