Di çapemeniya erebî de #Newroza# 2025’an
Rojname û malperên erebî ku li ser pîrozbahiyên Newrozê nivîsîn, diyar kir ku cejna îsal bi hêviyên nû derketiye holê û karektereke berfirehtir werdigire ku pêkhateyên din jî pîroz kir.
Rojname û malperên erebî di weşanên xwe yên vê sibehê de cih da pîrozbahiyên Newrozê.
Rojnameya Şerq El Ewsat da zanîn ku Kurdên li Sûriyeyê piştî rûxandina rejîma Esed û partiya Baasê cara yekemîn e bi kêfxweşiyeke mezin û rihekî nû Newroza îsal pîroz kir. Rojnameyê bal kişand ser siyasetên nîjadperestiyê yên rejîma Esed ên li dijî Kurdan jî û hate gotin: Rejma Esed axaftina bi zimanê kurdî li saziyên hikumetê, lixwekirina cil û bergên gelêrî û pêkanîna rê û resmên neteweyî qedexe kiribûn. Siyasetên nîjadperestiyê yên rejîma Esed di salên 80 û 90’î yên sedsala borî de gihaştibûn lûtkeyê.
Rojnameyê bi bîr xist ku gelek sûriyeyî ji taîfe û mezhebên cuda li gel Kurdan beşdarî pîrozbahiyên Newroza îsal bûn.
NEWROZA YEKEMÎN PIŞTÎ KETINA ESED
Platforma Erem News jî destnîşan kir ku li herêmên bakur û rojhilat û hin herêmên perav û hundirîn yekemîn car piştî rûxandina rejîma Beşar Esed Newroz hat pîrozkirin. Rojnameyê bi bîr xist ku Newroza îsal ji yên salên borî cuda bû û hate gotin, li Amûdê, Dirbêsiyê, Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Reqa û Helebê û herêmên din bi hezaran Kurdan bê tirs sersala xwe bi sirûdên aştî û azadiyê pîroz kir.
Li gorî Erem Newsê, li bajarê Ceblê yê perava Sûriyeyê ji zêdetirî 60 salî yekem car pîrozbahiyên Newrozê çêbûn û wiha hat domandin: Di serdema yekitî û rejîma Esed de rê û resmên Newrozê hatibûn qedexekirin. Piştî zêdetirî 60 salî agirê Newrozê li quntarên çiyayan hatin pêxistin. Xelkê genimê qelandî ku wekî nîşaneya xweşbînî, xêr û dayînê ye li hev belav kirin.
‘VEJANDINA DOZÊ Û SERFIRAZIYA BI NASNAMEYÊ’
Rojnameya El Nehar a Lubnanê jî da zanîn ku berê pîrozbhaiyên Newrozê bi Kurdên lubnanî re sînordar bû, lê bi rûxandina pergalên erebî re, Newroz bû boneya kombûna hemû Kurdan, çi lubnanî be, yan koçber be yan jî niştecih.
PIRRENGÎ Û PÎROZKIRINA JIYANÊ
Malpera Ultra Sûriye jî da zanîn ku Newroz yek ji girîngtirîn sembolên çandî ji bo Kurdên Sûriyeyê ye ku ji hezarên salan ve wateyên azadî, jinûve zayînê û girêdana bi nasnameyê ve îfade dike. Tevî hewldana têkbirina vê cejnê ya bi dehan salan ji bindestî û biçûkxistinê re jî, Newroz di wijdanê Kurdan de zindî maye. Cejn wekî derbirîna nerazîbûna li dijî neheqiyê û vejandina bîranîna civakî tê destnîşankirin. Ev cejn bi efsaneya Kawayê Hesinkar ve girêdayî ye ku sembola şoreşê û serkeftina li dijî stemkariyê ye.
Malperê diyar kir: “Li Sûriyeyê, Newroz ji boneyeke kevneşopî wêdetir bû; ji bo demeke dirêj, li dijî polîtîkayên înkarê berxwedaneke bêdeng bû. Piştî ku rewş piştî sala 2011'an guherî, ev cejn bi aşkerayî derket holê û karektereke berfirehtir girt ku pêkhateyên din ên gelê Sûriyeyê di nava xwe de dihewîne. Piştî hewldanên bi salan ên cudakirina ji koka wan a çandî, ev cejn bû derfetek ji bo îfadekirina cihêrengiyê û pîrozkirina jiyanê.[1]