Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,306
Wêne
  124,433
Pirtûk PDF
  22,121
Faylên peywendîdar
  126,562
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Medenî Ferho: Dîlgirtina rêber Ocalan kuştina dîrokê, tecrîdkirina wî duyemîn kuştina dîrokê ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Medenî Ferho: Dîlgirtina rêber #Ocalan# kuştina dîrokê, tecrîdkirina wî duyemîn kuştina dîrokê ye
Reportaj Summay
HEVPEYVÎN

Medenî Ferho têkildarî polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk axivî û destnîşan kir ku ji dema Serhildana Şêx Seîd ve dewleta Tirk a dagirker li hemberî Kurdan polîtîkaya tunekirinê dimeşîne û got: “Dîlgirtina rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de, kuştina dîrokê ye. Tecrîdkirina rêber Ocalan duyemîn kuştina dîrokê ye. Gelê Kurd nikare van kuştinên dîrokî bi tewekkûlê himbêz bike.”

Piştî ku rêber Abdullah Ocalan bi Komploya Navneteweyî ji hêla hêzên hegemon ên cîhanê ve hate girtin û teslîmî dewleta Tirk hate kirin, dadgeha dewleta Tirk di 29’ê Hezîrana 1999’an de cezayê darvekirinê lê birî.
Ji dema dîlgirtinê ve tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan berdewam dike. Dewleta Tirk a dagirker daxwazên hevdîtinê yên parêzer û malbatê yên heftane bêyî ku hincetekê jî nîşan bide, bê bersiv dihêle. Di demên dawîn de rayedarên dewleta Tirk polîtakaya tecrîdê ya li Îmraliyê gihand qonaxeke din û ji bo tecrîdê “cezayên disîplînê” kirin hincet.
Nivîskar Medenî Ferho têkildarî tecrîdê, sedemên polîtîkaya li hember rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, helwestên li hemberî tecrîdê û berxwedana rêber Ocalan a li Îmraliyê ji ANHA’yê re axivî.

Hevpeyvîna li gel Medenî Ferho wiha ye:
Di 15’ê Sibatê ya 1925’an û ya 1999’an de çi qewimî, wateya her du dîrokan ji bo gelê Kurd çi ye?
Gotinek heye, dibêjin `divê her tişt li gorî dema wê werê nirxandin`, ev gotin ji bo Kurdan derbas nabe. Dem, ji bo Kurdan her dem e, duh û îro, paşeroj û pêşeroj di nava hev de ne û ji hev nayên cudakirin.
Lewma dîroka 15’ê Sibata 1925 û 15’ê Sibata 1999’an têkildarî hev in. Her du dem û dîrok, resmê “komara otorîter”, “komara dîktator” e. Komar û otorîte, komar û dîktatorî du tiştên zidê hev in. 15’ê Sibata 1925’an, biryara dadgeha Tirk a cezayê darvekirina Şêx Seîd e, 15’ê Sibata 1999’an biryara dadgeha Tirk a darvekirina Abdullah Ocalan e. Dadgehên Tirk, baskê herî xurt ê komara otorîter e û nirxên edalet û normên hiqûqê neparastine.
Dewlete Tirk berhemê paşayên Îttîhad û Terakkî ye. Ev paşa teva devşîrme ne. Devşîrme di postikê mirov de gur e, dikuje. Fitne ye, parçe dike, hewa dojehî dibizivîne. Firazeya wan mirin e, bêndera laşên mirovan û wêranî ye.

Dewleta Tirkiyê, dewletek tempon e. Di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de li ser erdnîgariya Kurdistanê dewletên tempon hatin avakirin. Iraq û Sûriye jî dewletên tempon in, dewletên tempon çavkaniya biwêjên “komara otorîter” û “komara diktator” e. Divê mirov, kûr û dûr li ser van dewletan û sîstema wan raweste. Weke netewedewlet hatine avakirin, lê di nava wan de gelên cuda, çand û zimanên cuda hene û mafê wan nîn e. Başûr piştre bû xwedî statu lê azad nebû. Lewama Tikriye, Sûriye, Iraq û Îran ji komarî-cemawerî dûr in. Di aliyê hiş û raman de jî teng in, ji serdem û guhertinên cîhanê dûr in. Pencereyên mêjiyê karakterê van dewletan, ji pêşketinan re, ji guhertinan re, ji demokrasî û mafan re, ji nirxên mirovaniyê re girtî ne. Xwedî qanûnên zincîran e, gelên di nava xwe de înkar dikin û di rekihek polayî de tune dikin.
Tirkiyê bi pêşengiya Îttîhat û Terakkî hate avakirin. Ev teşkîlatek çete û komploger e. Ez bi zanebûn gotina “teşkîlat” bi kar tînim. Di pêvejoya avakirina Tirkiyê de, gelê Kurd û Çerkes bi hemû hêza xwe li gel rayedarên Îttîhat û Terakkî cih girtin. Di kongreya Erzirom û Sêwazê de, di avakirina parlamentoya yekemîn ya Enqereyê de, dewlet jî, wekî ya gelê Kurd û Tirk hate binavkirin. Piştî ku lingê wan refik girt, Kurd û Çerkes red kirin û dest bi qirkirina wan kirin. Ewropa û Rûsya jî di nav de, raya giştî ya cîhanê xapandin, hemû nirxên mirovahiyê, hiqûqa gerdûnî û nirxên ûmmetî yên îslamî binpê kirin. Dema Peymana Lozanê 24’ê Tirmeha 1923’yan hate îmzakirin, eşkere bû ku paşayên Îttihat û Terakkî, li sozên xwe xwedî derneketine. Partiya Azadî kete nava tevgerê. Lê paşayên komploger, serokê partiyê Xalid Begê Cibrî jî di nav de, hemû kadroyên siyasî û rewşenbîrên li dora Partiya Azadî girtin. Ji bo gava duyemîn ya komployê esker şandin Pîranê. Lê Şêx Seîd nekete davika wan û di 13’ê Sibata 1925’an de dest bi berxwedanê kir.

Ev pêşketinên balkêş in û eşkere dibe ku pêşengên Azadî, Miralay Xelîl Begê Cibrî û hemû kadroyên partiyê, Îhsan Nûrî Paşa jî di nav de, di aliyê têgihiştina civakî û rêxistîniya li hemberî her cure êriş û tesfiyekirinê, li hemberî komployan ne amade bûn. Lewaziya di aliyê hiş û raman de hebû û hatin berdestkirin. Heta roja dawî jî, navê “komarê-cumhuriyetê” veşartî ye, qala hiqûqa gelan, ziman û çandên cuda nakin. Kurdan, li herêma xwe, bi taybetî li Dîlok û Mereşê, dijmin têk birin û di pratîka şer de jî dane xuyakirin ku ew di dewleta hevpar de dilsoz in. Lê, hêza xwe ya parastin û mafan ava nekiribûn, li hemberî berdestkirina leşkerên qereqol û tabûran nikaribûn xwe biparêzin. Dema Miralay Xalid Begê Cibrî û kesên li dora wî hatin girtin, nikaribûn xwe biparêzin. Pêşengên ku nikaribin xwe biparêzin, nikarin gel jî biparêzin.

Şêx Seîd, li dijî gava duyemîn a komploya paşayên Îttîhadî, bi awayekî fîîlî “qiyam” da destpêkirin. Eskerên wî, mirîd bûn, gel bûn. Ji talîm û terbiya eskerî dûr bûn. Lewma min gotina “qiyam” bi kar anî. Berxwedana Şêx Seîd, di demeke kin de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bela bû û darbeyên giran jî li artêşa Tirk jî xistin. Lê ne xwedî hêzêke navendî û serokatiyek “şûra’yî” bû. Lewma xwe li ber êrişa mezin ya dewleta Tirk negirt, şikest û belav bû. Hin hêzên êşîrên Kurd, di çûna hawara Şêx Seîd de, dereng man û negihane Amedê, lewma bi nirxandinên cuda re rû bi rû dimînin. Ev jî dide xuyakirin ku Berxwedana Şêx Seîd, ji rêxistiniyeke birêkûpêk dûr e. Erê bi navê Azadî dest pê kir, lê Partiya Azadî jî, di aliyê rêxistiniya nava tevahiya Kurdên Bakur de lewaz bû. Bi taybetî di aliyê amadekariyên eskerî de gav neavêtiye û organîzasyoneke baş jî nehatiye kirin. Di nava eşîran de jî têkiliyeke xurt çênekiriye.
Li gorî danayên Ereban, ji 4 hezar zêdetir gundên Kurdan hatin wêrankirin û bi deh hezaran Kurd bi komî hatin kuştin û sirgunkirin.
Wek xewnekê berxwedanê dest pê kir, destan hatin nivîsandin, lê di dîrokê de ma. Gelê Kurd li ser erdnîgariya xwe hate kolekirin. Kurd jî bûne du bask; baskekî koletî erê kir, baskê din jî dilsozê azadiyê bû. Her du bask jî veşartî bûn.
Komara “kuştinan-cinayetan” di tunekirina Kurdan de, hem dawet dikir, hem mîhrîcan çêdikirin, qanûn, hilbijartin û parlamento, perdeya kuştinan bû, dadgeh jî meşrûkirina kuştinan bû. Qirkirineke sîstematîk û şid hebû. Şid bû, ji ber ku heta bi Kluba Rewşenbîrên Tirk jî, li ser Kurdan civîn çêdikirin û digotin me Rûmen Deryaya Reş tune kirin, Anatolya safî bû, Ermenî neman, tenê Kurd mane, divê em wan jî bi rêya şaredariyan, Malên Gel, dibistan û weşanên nîjadperest tune bikin.
Deh salan carekê darbeyên eskerî dihatin kirin û muxalefeta Kurd dihate berterefkirin.
Ez zêde li ser serdemên darbeyên eskerî ranawestim. Lê darbeya eskerî ya dawî 12’ê Îlonê, cuda ye. Ji ber ku ev darbe li dijî dîroka nû ya Kurdan hate kirin. Dîroka nû ya Kurdan, bi tevgera PKK’ê dest pê kir. Pêşî talebe bûn, piştre Apoyî bûn, piştre bû PKK. Ocalan, ji bo ekola nû ya dîroka Kurdan biafirîne, paradîgmayek ava kir. Ekolek yanî. Ev paradîgma li ser bingeha gelê demokratîk, dewleta demokrtaîk, destûrnameya demokratîk hate avakirin. Vê paradîgmayê hemû dîwarên li dora Kurdan û di nava Kurdan de hatibûn avakirin, herifandin û sînorên di serdama Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hatin danîn jî red dikirin. Komara fesad, kîndar, otorîter û dîktator jî red dikirin.
Daxwaza komar-cemaweriya wekheviyê dikir. Di gava duyemîn de “şûra-şêwirmendiyek” ava kir. Yanî navendek ava kir. Ev navend Serokatî bû û xelekên li vê navendê ve girêdayî hebûn. Ev xelek xwedî însîyatîf bûn û di bikaranîna însiyatîfê de mecbûr bûn paradîgmaya Ocalan li ber çavan bigirin. Pratîk jî, li ser esasî rêxistiniya gel dihate meşandin. Hemû xelekên xwedî însiyatîf di heman demê de hêzên çekdar bûn. Çek û îdeolojî li gel hev dihate meşandin. Vê pratîkê, di demeke kin de rekiha polayî parçe kir. Kurdên ku koletî erê kirine û Kurdên azadî hilbijartine jî eşkere kirin.
Rêber Ocalan, pût şikandin. Cenabê Muhammed jî, dema Mekke stand hemû pût şikandin. Ocalan jî bi paradîgmaya xwe û Pêngava 15’ê Hezîranê pûtên komara diktator û otorîter şikandin.
Hingî mekanîzmaya ku aqilê gelan ji serê wan distîne, komploya ku di dîroka sîyasî ya cîhanê de, menendê wî nîn in, kirin pratîkê. Ne komara Tirk a ototîter û dîktator, hêzên ku di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de Kurdistan parçe kirin, bi refleks tirsê ketin nava tevgerê, bi awayekî korsanî Ocalan dîl girtin û radestî Tirkiyê kirin. Ev komplo ji nû ve ava kirin, yan jî revîzyona komara dîktator û komara otorîter bû. Parastina tempon Tirkiyê bû.
Ev jî ji bo mîratzadeyên paşayên Îttîhat û Terakkî firseteke mezin bû.
Mîratzadeyên paşayên Îttîhat û Terakkî xwestin vê dîrokê tune bikin. Careke din, 15’ê Sibata 1925’an derxistin pêşiya gelê Kurd û di 15’ê Sibata 1999’an de rêber Ocalan bi cezayê darvekirinê ceza kirin. Ev mesaj bû û gotin em ê wek serdema Şêx Seîd, qiyameteke nû bînin serê Kurdan.
Lê lîdertiyek ku ji dîroka 5 hezar sal, ezmûn, tecrube, zanist, bûyer û sîstem parzûn kirin, hebû û fikrek dahîyane dest bi kar kir û gavên hezarak, yanî hezar salî avêtin. Wek afirgerê felsefeya siyasî û afirgerê zanista siyasî derkete ser dika dîrokê. Ev jî bû bingeha erêkirina hebûn û nasnameya gelê Kurd.

Ji 1999’an heya roja îro li Îmraliyê polîtîkayeke bi çi awayî tê meşandin?
Bi yek gotinê tecrîd rêgirtina li pêşiya şoreşa fikrî ye. Şoreşa fikrî bingeha têkoşîna fedaîtiyê ye. Ev jî têgihiştin, fêrbûn, bawerî, qinyat e û dibe hêza afirgerî û guhertinê. Paradîgmeya rêber Ocalan, ev şoreş pêk anî û di pratîka heta sala 1999’an, ev rastî hate dîtin. Kolektîvîzm bû bingeha têkoşînê û ber bi şerê neteweyî ve mezin bû, bi şax û per bû. Hemû doktrînên civakî û siyasî serobinî hev kirin. Vê jî statuko hejand, di sîstemê de erdhej çêkir. Ocalan da xuyakirin ku cîhan, bi fikir û rêyên aqil nayê îdarekirin, bi barûd û agir tê îdarekirin. Nirxê kapîtalîstan ê yekemîn jî egoîzm e. Ev ego kete nava tevgerê û rêber Ocalan bi komployeke korsanî dîl girtin û tecrîd kirin.
Tecrîda li Îmraliyê, berhema sîstemê ye!
Tecrîd li hemberî, li ser “mahşerî şûûr” a Ocalan e. Ji ber ku paradîgmaya Ocalan, di nava civakan de “mahşerî şûûr” çêkir. Mirovên li kolanan jî fêm kir ku sîstema netewedewlet nabe bersiva daxwazên wan. Modernîteya kapîtalîst şaş bû, kete nava erdhejê.
Tecrîda li Îmraliyê rêgirtina li ber “mahşerî şûûr e”, li dijî rêya îstîkbala azad e. Rêgirtina li ber rêya îstîkbalê ye. Dijwar e û di rengê tolhildanê de dewam dike. Tecrîd otorîteya şûr e!
Lê, modernîteya kapîtalîst nikaribû Roma, Babîlê biparêze, nikaribû Împaratoriya Brîtanyayê biparêze, tev têk çûn. Wê nikaribe keliha dîktatorî û otorîter Enqereyê jî biparêze. Enqere, ji destpêka damezirandina komara otorîter û dîktator û heta îro, xwîna şoreşger û gelan dirijîne. Destpêk, 6 gel tunekirin, piştre Mustafa Suphî û hevalên wî di Deryaya Reş de fetisandin. Komek egoîst, sentralîst, bazirgan û kîndar heye, wek Merd-î Kiptî derketine holê. Di dîwarê keleha sîstemê de, dever vebûye wê were herifandin.

Ji dema dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan heta roja îro bê navber cezayên disîplînê lê tên birin. Di şexsê rêber Ocalan de berxwedanek çawa tê meşandin?
Berxwedana Ocalan a li girtîgeha taybet a Îmraliyê hemû planên hêzên santralîst têk birin. Rêya hiqûqê bê hiqûqiyê jî li ber wan girt. Edî tu rêyên din nemane. CPT jî alîkariya wan kir, Konseya Ewropayê bê deng ma, lê derfet neman, behane û rê neman. Herî dawî dest bi cezayên disîplînê kirin. Cezayê disîplînê jî, tunekirina hiqûq û edaletê ye. Binpêkirina qanûnên xwe bi xwe ye. Gelek caran parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî dane û bal kişandine ser bêhiqûqiya cezayên disîplînê û gotin “Cezayên tên dayîn, keyfî ne, ne di çarçoveya qanûnan de ne. Sûc tê kirin.”

Tecrîd îzolekirin e, sûc e û ji roja komplo dest pê kir û heta îro ev sûc tê kirin, her ku diçe sûcê li hemberî endesyarî û fikrê paşerojên azad giran dibe. Ev sûcekî cîhanşimûlî ye!
Divê gelê Kurd û dostên wî li hemberî vê polîtîkayê û cezayê disîplînê bi çi rengî tê bikoşin?
Rêber Ocalan, çend gavan derkete pêşiya hemû teorîsyenên materyalîst yên diyalektîkê. Ev tê wateya vekirina deriyên li pêşiya pêşketinan hatine girtin. Pêşî sendîkayên Îngilistanê ev rastî dît. Piştre zanist û feylesofên cîhanê ev rastî dît û daxwaz kirin ku cîhana şiyar, pencereyên mêjiyê xweji paradîgmaya Ocalan re vekin. Vê jî, rê li kampanyayên ji bo azadiya Ocalan vekir. Îro li çar aliyên cîhanê kampanya devam dikin. Guman dikim ku kampanya herî bi wate, Nobeta “Ji bo azadiyê rêber Ocalan” a li Strasbourgê ye. 10 sal e devam dike. Qet guman tê de nîn e ku nobeta 10 salan, di giyanê mirovan de bû dînamît û bombeya atomê. Bi vê çalakiya demdirêj, Kurdan jî da xuyakirin ku wan dewlemendiya gerdûnî zemt kiriye.
Ev dengê cîhanşimûlî ye û hêzên koploger û korsan wê nikarin li hemberî vî dengî lîstika ker û lalîtiyê bilîzin. Gelê Kurd di navbera çalekî û mirinê de tercîha xwe destnîşan kiriye. Jiyana azad tercîh kiriye. Jiyana azad jî bi têkoşînê çêdibe. Têkoşîna Kurdan piralî ye, dewleta Tirk, bloka faşîst a AKP/MHP’ê kiriye nava erdhejê û li ber têkçûnê ye. Di nava krîzên siyasî, civakî û aborî de diheje. Ji cîhanê hatiye îzolekirin. Bi saya gef û şantajan li ser pêyan dimîne. Komara dîktator û otorîte, xwe bi NATO li ser pêyan digire. Ez qala parsekiya Erdogan ya gera li peran nakim. Ew rê, ji bo Tirkiyê nabe rizgarî, dibe westandin û stuxwarkirina rûmetşikandî. Tekçûneke dîrokî ye!
Zembereka çerxa têkçûna Enqerê bi berxwedana li Imralî dest bi gerê kir; bi berxwedana gel û çalekiyên Gerillayên Azadiyê ber bi dawî ve diçe. Lê ne bes e. Mêjiyê mîratzadeyên Îttîhat û Terakkî, bi tevnepîrkê pêçayî ye, ji riya aqil bêhtir, riya şer, barûd û agir bijartiye. Em gotina Ocalan, ku got, “me bi civantî dest pê kir, em ê bi ciwantî serbikevin,” mişeya bernadin. Ji ber ku enerjiya civanan, pêşengiya gel dike. Enerjiya civakî abadan e, têknaçe. Hêza ratsî jî ev e.
Di lîteratura sosyolojî de rastiyek heye; ferd ji civakê nayê tecrîdkirin. Erê li Imralî tecrîd heye û hevdîtinên bi rêber Ocalan re hatine rawestandin. Lê komên xelkê bi fikir û felsefeya Ocalan re ye. Ocalan wek lîderekî, wek feyslesofekî pêdiviya gelê xwe vegot, her fikir û gotinên xwe kirin findik û riya civaka xwe ronî kir. Çawa ku, şagirtên Cenabê Isa, sehabeyên cenabê Muhammed riya pêşengên xwe bernedan û ronahiya wan gihandin komên xelkê, şagirt û tilmîzen Ocalan jî, ronahiya wî digihînin komên xelkê. Gelê Kurd êdî, cil û bergên ku dijmin qaz dike li xwe nake, ew bi xwe bûye terziyê xwe. Cilûbergên xwe qaz dike û li xwe dike.

Çima heta roja îro ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan qada navneteweyî bê deng e?
Ev pirs giring e, lê divê en zanibin ku trajediyên bi serê helê Kurd de hatine berhemên hêzên navneteweyî ne û zêde dijwar û kûr in. Em, romaneke fantastîk, yan jî trajîk naxwînin, em rastiyan dixwînin. Em xeyalan jî nabînin. Em îdeal haraket dikin. Em li hemberî hiqûqa şer in û li dijî hiqûqa şer, şer dikin. Mînaka wê Medyaya Azad e! Li cîhanê baskekî “medyaya azad” heye, lê navendên van tev li paytextên sîstema modernîteye kapîtalîst in û destekê ji wan digirin. Meydaya Kurd ku beriya 127 salan li mişextiyê, Qahîreyê dest pê kir, îro jî li mişextiyê ye. Bi ajans, radyo, rojname, kovar û televîzyonên xwe “Medyaya Plazayan” ava kirine. Hê jî li mişextiyê ye û yek desthilatdariya sîstemê, saziyên mafên mirovan, hiqûqnas, ji bo vê kerasata mezin dengê xwe dernaxin. Ji ber ku modernîyeta kapîtalîst eşkerekirina rastiyan efû nake û rê jî nade. Em, di çalekiyên li ber saziyên Ewropayê de bûne çavdêrên vê rastiyê. Lewma barê mezin û giran dikeve ser milê gelê Kurd, dikevê ser milê rewşenbîr, nivîskar, dîplomat û rojnamevanên Kurd. Ti luksa kesekî nîn e ku ji vê rastiyê bireve.
Kampanyayên cîhanî, yên ji bo azadiya rêber Ocalan hatine destpêkirin, bê guman dengê naqosa mirina komara otorîter û dîktator e. Lê ne bes e, divê aktorê sereke yên dîrokê aqil bikevê nava tevgerê. Divê aqil, hêza maddî têk bibe. Divê hêza aqil bibe bersiva materyalîzma mekanîk û paşverûtiya cîhanê. Lewma û pêwîst e rewşenbîr, nivîskar, rojnamevanên Kurd bêhtir ji her demê û bêhtir ji hemû baskên civakê, kar bikin. Ocalan, tez û antîtez danîye holê. Divê rewşenbîriya Kurd hişmendiya azad bi hemû rengên ezmanî û cografîk nas bike. Rastiya Kurdistanê, ne di xurafe, paşverûtî, propagandaya reş, berjewendî û lîstikên siyasî de ye, di muhakemekirina aqil de ye. Ev jî wê zemberekên giyanê civakan derxe holê û xweş bide karkirin.
Ev jî bi rêya nivîsandin û eşkerekirina rastiyan dibe. Divê dîmenê îro yê li Kurdistanê baş were neqişkirin û bi hemû rengên xwe were eşkere kirin. Şerê îro li Başûr, Rojava, Bakur û Rojhilat tê kirin şerê man û nemanê ye. Gefên Tirkiyê ne ji bo azadiya tu Kurdekî ye, ne ji bo demokrasî û edelatê ye, ne ji bo aramiya herêmê ye. Ji bo mîratzadeyên Îttihat û Terakkî her tişt, her kes ji bo dewleta Tirk e. Mussolînî jî ev terz bijartiye û kire destûra desthilata xwe.
Dîlgirtina rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de kuştina dîrokê ye. Tecrîdkirina rêber Ocalan duyemîn kuştina dîrokê ye. Gelê Kurd nikare van kuştinên dîrokî bi tewekkûlê himbêz bike. Nabe!
Rewşenbîriya Kurd nikare bi navê bêalîtiyê van kuştinên dîrokî wek tewekkûl erê bike. Nabe!
Ev tewekkûl, hevkariya sûc e. Divê her kes bi giyanê humanîzma dîrokî tev bigere. Bêalîtî kuştina humanîzma dîrokî ye. Armanca humanîzma dîrokî, ew e ku mirov bêhtir ji mirovan hez bike. Tecrîda li Îmraliyê kuştina humanîzma dîrokî ye û navê feleketa mirovahiyê ye. [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 774 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 27-04-2025
Gotarên Girêdayî: 44
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 29-06-2022 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 27-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 774 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.172 çirke!