Pirsgirêkên ku li #Rojhilata Navîn# giran bûne
ZEKÎ BEDRAN
Şerê li Sûriyê û pirsgirêkên li herêmê çima nakevin rêya çareseriyê? Pirsgirêkên ku herêmê bêîstîkrar dikin çine? Ev pirsên girîng in. Bê guman gelek pirsên ku li van bên zêdekirin jî hene. Gelek pirsgirêk girêdayî hev in. Pirsgirêka Kurdistan û Filistînê pirsgirêkên sereke yên Rojhilatanavîn in. Heta ku ev pirsgirêk neyên çareser kirin herêm bi hêsanî ji rewşa şer û pevçûnî dernakeve. Ev pirsgirêk niha bi rengekî giran û eşkere li Sûriyê tên jiyîn. Dema ku DAIŞ li Sûriyê ber bi têkçûnê ve diçû Îsraîlê hê zêde dengê xwe derxist û tevlî rewşa Sûriyê. Êrîş bir ser Sûriyê. Bi Rûsyayê re hevdîtin kir û ket nava lêgerîna tifaqa li dijî Îranê. Lê belê Îsraîl di van êrîş û lêgerînên xwe de bi tenê nebû. Emerîka bi temamî li cem Îsraîlê bû. Hat gotin ku wê Îran ji sînorê Îsraîlê were dûrxistin û ji Sûriyê were derxistin. Rastiyeke ku herkesî dizanibû hebû; Îranê serkêşiya dewletên ku Sûriye li ser lingan girtin û tevlî şer bûn, dikir. Niha weke ku ev yek tune ye dibêjin bila Îran û Hîzbullah Sûriyê biterikînin. Pirsgirêka Filistînê tenê li ser Sûriyê re nîne û bi Îranê jî sînordar nîne. Hemû protesto û xwepêşandanên ku Filistînî dikin bi mirin û pevçûnan bersiva xwe dibîne. Mizgefteke mîna Mescîd-î Aksa jî timî mijara pevçûn û rageşiyê ye. Welatên Ereban bi rengekî ji buyeran bi tesîr dibin û tesîrê dikin.
Pirsgirêka Kurd niha zêde derketiye pêş. Her wiha giranî û bandora wê ji pirsgirêka Filistînê hê zêdetire. Lewre Kurdisan di nava çar dewletan de hatiye parçe kirin û di bin dagirkeriyê de ye. Li van hemû dewletan jî sazibûna netewe dewletê û poltîkayên netewperest-nijadperest serwer in. Kurd girtine bin pencên qirkirinê. Ev çar dewlet jî mafên perwerdeya bi zimanê dayîkê û hwd, qedexe dikin. Mafên qanûnî û destûrî nayên dayîn. Kurdan weke gefeke navxweyî û herêmî tên dibînin. Ji ber vê di bin her şert û mercan de li dijî Kurdan dibin yek. Dema wiha dibe pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin û timî weke hêmanekî pevçûn û bêîstîkrariyê hebûna xwe didomîne.
Niha çawa ku li dijî Îranê lêgerînek derketibe pêş, ji aliyê Tirkiyê de jî dijberiye Kurd ya giran tê amade kirin. Dema ku DAIŞ her diçe lewaz dibe Tirkiye hê zêde êrîş dike û bi rengekî çalak dikeve dewrê. Dema ku êrîş li ser Kobanê pêk hat ji bo Erdogan cejn bû. Hem zêhniyeta Erdogan û DAIŞ yek bû û hem jî dijminê gelê Kurd yê nijadperest bû. Xwedî feraseteke tekparêz bû. Niha li qadan, li pêş çapemeniyê her roj dibêje, yek millet, yek dewlet, yek welat, yek al”
Tirkiye bi piştgiriya DAIŞ’ê nema. Dema DAIŞ têk çû û ji dewrê hat derxistin dest bi parastina çeteyên din kir. Piştî ku DAIŞ ji Kobanê hat derxistin û îhtmala ku Efrîn û Kobanê bibin yek derket holê lewre jî Tirkiye bixwe ket dewrê û herêmên weke Cerablûs û Babê dagir kir. Dema Reqa hat rizgarkirin herî zêde dewleta Tirk kete nava tirsê. Dema ku herkesî digot êdî li Sûriyê şer ber bi dawiyê ve diçe, wê legerînên çareseriya siyasî derkeve pêş Tirkiyê êrîşî herêma Sûriyê ya herî bi ewle Efrînê kir û dagir kir. Cîhanê li vê tevgera dagirkeriyê ya zalim û neheq temaşe kir.
Niha komên çekdar ji herêmên weke Dera û hwd, hatin derxistin. Heza wan ya sereke li herêmên Îdlibê û herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne. Sûriye û hevkarên xwe dixwazin bikevin Îdlibê. Lê ji bo vê divê bi Tirkiyê re lihev bikin. Lewre yê ku wan diparêze û berdevkiya wan dike hukûmeta Tirk e. Hukûmeta Tirk an wê hêzên li Îdlibê îqna bike û çek bi wan bide danîn an jî wê bi Rûsya û Sûriyê re were pêşberî hev. Fatûraya van hemû îhtîmalan wê li Tirkiyê hebe.
Dewleta Tirk tenê destwerdanê li Sûriyê nake. Heman êrîş û destwardanan bi zêdeyî li ser Iraqê jî dike. Başûrê Kurdistanê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Li wir gelek baregehên leşkerî ava kiriye. Niha jî hêjmara wan baregehan zêde dike û weke rojane bi balafiran êrîşî başûrê Kurdistanê dike. dewleta Tirk xwezaya Kurdistanê wêran dike, herêmê ji gel vala dike û hewl dide teslîm bigire. Hewl dide bi Îranê re lihev bike, ji Şengal û Qendîlê heta sînorê Îranê, Kurdistanê dagir bike. Weke encama van peymanên qirêj û tarî roja 15’ê Tebaxê Zekî Şengalî li Şengalê bi balafiran hat qetilkirin. Qada hewayî ya Iraqê ku di bin parastina DYA de ye bêyî destûra DYA Tirkiye nikare biçe wê herêmê komkujiyan bike. Berê jî balafirên Tirk li Şengalê xistibûn.
Weke ku tê dîtin heta ku pirsgirêka Kurdistanê çareser nebe pêşî li şer û bêîstîkrariyên li herêmê nikare bê girtin. Ji xwe hîqûqa navnetewî têk çuye. Yên ku hêza wan heye êrîş dike û dagir dike. Ger ne wiha buya Tirkiyê nikaribû Sûriyê dagir bike û rojane başûrê Kurdistanê bombebaran bike. Weke hedef û xetere Îran tê dîtin. Bi taybet Îsraîl vê yekê dike. Ev jî bi pirsgirêka Filistînê ve têkildar e. Pirsgirêka Filistînê jî weke navendeke aloziyê wê li benda çareser kirinê be.
ÇAVKANÎ:ROJNAMEYA RONHAÎ
[1]