Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,473
Wêne
  124,460
Pirtûk PDF
  22,122
Faylên peywendîdar
  126,612
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
'Kêmpevçûn' ji bo tunekirina dijberên rêjîmê planeke Rûsya û Tirkiyeyê ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
'Kêmpevçûn' ji bo tunekirina dijberên rêjîmê planeke Rûsya û #Tirkiye# yê ye
YEHYA EL-HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN

Plana Rûsyayê ku li ser agirekî hêdî li Sûriyeyê hatiye kelandin, li gorî plankirina Astana û bi rêya herêmên kêmpevçûn pêk tê. Di encamê de aliyê ku xwe wek opozîsyon bi nav dikir jê dixwe ku niha veguheriye çeteyên di destê Tirkiyeyê de.
Plana kêmpevçûn keysbaziyeke rûsî ye û bi dijwarî tê pênasekirin da ku hegomonyaya xwe li ser axa Sûriyeyê ferz bike. Tirkiye jî hevbendiya vê planê dike da ku projeya xwe ji nû ve vejîne piştî ku li ber têkçûnê bû.
Moskov bi hevkariya Tirkiye û Îranê ev plan li gorî berjewendiyên xwe da meşandin û herêmên Sûriyeyê wek rêzeqonaxan di rûpelên vê hevpeymanê de bi cih kirin ango ji Deraa ya başûrê Sûriyeyê dest pê dike û ber bi bajarokên başûrê Şamê û gundewarên rojhilatê Şamê (Xota El-Şerqiye) û heta gundewarên bakurê Humisê û parêzgeha Idlibê ve diçe. Rûsya jî mîsogerkarê (garantor) vê hevpeymanê ye.
Piştî dijminahiya di salên aloziya Sûriyeyê de ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de, hin caran gihaşt asta guhertina pîvanên pevçûnan û gihaşt ber bîstika şerê di navbera her du aliyan de û plana Tirkiyeyê li Sûriyeyê û herêmê têk çû, Erdogan neçar ma xwe biavêje hembêza hirçê rûsî. Rûsya jî xwest ji alîkariya Erdogan bi komên çekdar û çete yên li Sûriyeyê re sûdê wergire û di heman demê de dijberiya kurdan û projeya wan a demokratîk bike.
Bi rêya lihevkirina her sê aliyên Rûsya, Tirkiye û Îranê ku hevsengiya hêzan li ser erdê serobin dike, piştî ku eniyên şer cemidandin, rê li pêşiya rêjîma Sûriyeyê vebû ku herêmên derveyî serweriya wê vegerîne bin serweriya xwe. Rêjîma Sûriyeyê her çi qas êrîşî herêmeke kêmpevçûn dikir, eniyên şer ên din bê deng diman.
Berhem û encama destpêkê ya Rûsyayê ji hevkariya bi Tirkiyeyê re, vegerandina bajarê Helebê ji rêjîma Sûriyeyê re bû.
Rûsya alîkariya emîrên şer dike
Pêşniyara Rûsyayê ya herêmên kêmpevçûn, sernavê qonaxeke nû ya daxwaza wê ji destpêka destwerdana wê di Sûriyeyê de bû, ku hegomonyaya xwe li ser dosya Sûriyeyê bike. Li şûna ku Rûsya nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyeyê vexwîne, alîkariya emîrên şer kir ku her tim bi terorîst û çetetiyê bi nav dikirin û çarenûsa gelê Sûriyeyê xist destê wan.
Normal e ku vexwendina emîrên şer ku Tirkiye sponsoriya wan dike û zexta hêzên derve li ser wan û rewşa wan piştî têkçûnê, hişt ku Rûsya karibe serweriya xwe li ser wan ferz bike û hewl da hevkariyê bi Tirkiye û Îranê re bike da ku derbeyekê li hevpeymana Cenêvê bidin û bi hevpeymana Astanayê biguherînin.
Bûyera li Xota El-Şerqiye rûdaye, qonaxeke girîng di aloziya Sûriyeyê de bû, ne tenê di aliyê siyasî de lê belê di aliyê stratejîk de jî piştî ku mijar û helwestên sereke yên dewletan hatin guhertin û gelek lêveger pêk hatin. A herî girîng Tirkiyeyê dest ji komên çete û çekdar ku alîkariya wan dikir, berda da ku erêkirina Rûsyayê wergire û êrîşî tecrubeya demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê bike ku bi rêveberiya kurdan tê meşandin.
Piştî bûyerên li Helebê û Xota rûdane êdî Deraa û başûrê Sûriyeyê jî xaleke ji vê rêzbûyîna aliyê navneteweyî ye piştî ku şerê aliyê hundirîn ku alîkariya herêmî werdigirt bi dawî bû. Rûsya karibû armancên xwe li başûrê Sûriyeyê pêk bîne û komên çekdar neçarî îmzekirina hevpeymana agirbestê bike û rêbazên topbarankirin û danûstandinan di heman demê de li her herêmekê bi serê xwe dane meşandin û hevpeymanên lihevkirinê bi wan re pêk anîn.
Ji destpêkê ve aşkera ye ku Rûsya dixwaze dosya başûrê Sûriyeyê bi rêya danûstandinan li rex zexta leşkerî li hemberî çekdaran bi dawî bike. Amerîka jî vê mijarê paşguh dike û ev yek tê wateya ku ew ji vê tevgerbûyînê razî ye û peyama Amerîkayê ji komên çekdar re zelal bû ku alîkariyê bi wan re nake. Aliyê Îsraîlê jî bi roleke mezin di vê mijarê de radibe û zexteke mezin li ser Rûsya û Amerîkayê da meşandin.
Aşkera ye ku Til Evîv dixwaze li deverên sînorê di navbera wê û Sûriyeyê de bi danûstandinan were çareserkirin, her wiha Îran jî wisa dixwaze, nemaze ji ber xemgîniya wan a hebûna Îranê li nêzî sînorên wan û vê yekê hişt ku hebûna Rûsyayê li şûna hebûna Îranê xurt bibe.
Agirbesta li Deraayê
Hin çavdêr diyar dikin ku girêdesta Deraayê encameke lihevkirina Rûsya û Amarîkayê ye û ji dema civîna di navbera herdu serokên Rûsya û Amarîkayê Vladimir Pûtîn û Donald Trump de ya sala borî de pêk hatiye. Ango hevpeymana herêmên kêmpevçûn planeke demkî bû da ku karibin qaşo opozîsyonê û sponsora wê Tirkiyeyê neçarî lihevkirinan bikin.
Bêguman pêşveçûnên bûyeran ji Heleb û Xota ber bi Deraayê ve nîşan dide ku herêmên kêmpevçûn ne ji bo welatiyan û bidawîkirina şer bû, lê belê armanca wê berjewendiya dewletan bû û ev yek niha li başûrê Sûriyeyê tê meşandin. Hevpeyman bi tunekirina çekdaran pêk tên da ku armancên Rûsyayê pêk werin û zext li ser Îranê were zêdekirin da ku hebûna wê di Sûriyeyê de sînordar bibe û mercên Îsraîlê pêk werin.
Pêşveçûna van bûyeran asta derewên Rûsyayê der barê herêmên kêmpevçûn de aşkera kir. Aşkera bû ku çalakî bi giştî wek agirbestê ye û şerê li Sûriyeyê were dabeşkirin. Ango eniyên şer û komên çekdar ji hevûdu cûda bikin da ku karibin herêmekê li pey herêmeke din bi dest xwe ve bînin.
Li gorî van bûyer û geşedanên di salên aloziya Sûriyeyê de diyar dibe ku senaryoya Rûsyayê rêya xwe li Sûriyeyê berdewam dike.
Senaryoyên Idlibê
Di çarçoveya giştî van geşedanan de niha çav li ser bajarê Idlibê ne, piştî ku opozîsyon hate bidawîkirin û hemû komên çekdar û çete û terorîst li vê devera cografîk kom kirin da ku lihevkirina mezin li ser wan ferz bikin an jî Rûsya dê siyaseta qirkirinê bide meşandin.
Bi zêdebûna gumanên senaryoya li bajarê Idlibê li rex gefxwarinên Rûsyayê ya êrîşa li dijî komên çekdar û terorîst û çete yên li vê herêmê ku ji herêmên kêmpevçûn anîne û têde bi cih kirine. Parêzgeha Idlibê li pêşiya gelek senaryoyan e. Senaryoya yekemîn ew e ku Rûsya bi rêya siyaset qirkirinê di çalakiyeke leşkerî de bi dawî bike û bi vê yekê dosya komên çekdar ên dijberiya rêjîmê dikin bi temamî li seranserî Sûriyeyê bi dawî dibe. Rûsya bi vê yekê herêmên kêmpevçûn jî bi dawî dike û bidawîkirina rola Tirkiyeyê di lîstokê de radigihîne.
Senaryoya duyemîn ew e zextê li Tirkiyeyê bike da ku Cebhet El-Nusra tune bike û çekên giran jê wergire û endamên wê beşdarî nava komên din ên ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin bike da ku xetereyê li ser berjewendiyên Rûsyayê di Sûriyeyê de çênekin. Nemaze ji ber ku Tirkiye, wek dewleta mîsogerkar li Idlibê di civînên Astanayê de hate binavkirin.
Lê ev vebijêrk li hemberî rêjîmê metirsiyek e, nemaze ji ber ku hejmareke mezin ji çekdar, çete û terorîstan ên ku lihevkirina bi rêjîmê re qebûl nekirine li vir li nêzî sînorên bi Tirkiyeyê re hatine komkirin. Dibe ku Tirkiye car bi car alîkariya wan bike da ku siyasetên xwe di Sûriyeyê de bimeşîne, bi taybet Tirkiye bajarê Helebê wek wîlayeteke osmaniyan dibîne û dixweaze serweriya xwe li ser wê ferz bike.
Senaryoya sêyemîn ew e ku Rûsya hevpeymana herêmên kêmpevçûn berdewam bike, heta ku karibe rewşa çekdaran sererast dike û saziyên rêjîmê li van herêman vedigerîne û di pratîkê de ev tê wateya derxistina Tirkiyeyê ji herêmê û serweriya rêjîmê li vê herêmê û piştre çalakiyên bi serdeçûna kesan dê dest pê bike.
Diyar e ev seyaryoya dawî herî zêde berdest e, ji ber ku armanca çalakiyên leşkerî yên li Idlibê ji aliyê rêjîmê ve ew e ku rêya di navbera deverên hêzên rêjîmê de bi hev ve girê bide ango ne ji bo serweriya li ser bajarê Idlibê ye. Xebatên rêjîmê ji bo jinûvevekirina rêya di navbera Heleb û Şamê de di bingeh de Rûsya û Tirkiyeyê li ser wê li hev kiriye û li gorî vê yekê rêjîmê dê serweriya bajarokên Meharêt Nuhman, Serqib, Xanşêxon û gelek deverên din bike ango deverên li aliyê bakurê rêya di navbera Heleb û Şamê de ya ber bi bajarê Helebê ve û hemû komên çekdar di devereke biçûk de kom bikin da ku neçarî lihevkirina bi rêjîmê re bêne kirin.
Nîqaşên destûra nû
Tişta balkêş di van geşedanên dawîn û serweriya rêjîmê li başûrê Sûriyeyê û helwest û axaftinên der barê Idlibê de di heman dema axaftinên girêdayî avakirina komîteya destûrî û lûtkeya di navbera Trump û Pûtîn de ya ji bo gotûbêjkirina aloziya Sûriyeyê de pêk tê.
Mijara komîteya destûrî jî hewldaneke din a Rûsyayê ye da ku nîşan bide ku şer li Sûriyeyê bi dawî bûye û divê pîvanên dewletê bêne bicihkirin û di serî de hûnandina destûrê ye ku divê aliyê serkeftî li gorî nêrîna wî vê destûrê deynin û tenê hin guhertinan li gorî aliyê têkçûyî pêk bînin. Li vir divê were nîşandan ku Rûsya ev mijar li Astanayê da destpêkirin dema ku reşiknameya destûrê aşkera kir û tu aliyan guh nedayê.
Ev destûra ku Rûsya dixwaze pêk bîne berjewendiyên wê di Sûriyeyê de diparêze.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 611 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 20-04-2025
Gotarên Girêdayî: 52
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 12-07-2018 (8 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 20-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 611 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.235 çirke!