Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Ferhenga Kurdipediya new
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  594,912
Wêne
  125,695
Pirtûk PDF
  22,264
Faylên peywendîdar
  131,025
Video
  2,201
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
320,177
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,032
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,947
عربي - Arabic 
45,432
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
27,935
فارسی - Farsi 
16,786
English - English 
8,578
Türkçe - Turkish 
3,872
Deutsch - German 
2,045
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
364
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
96
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
63
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
中国的 - Chinese 
22
עברית - Hebrew 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,833
Cih 
1,189
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,844
Kurtelêkolîn 
7,010
Şehîdan 
4,647
Enfalkirî 
5,760
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
2,254
PDF 
35,003
MP4 
4,264
IMG 
239,149
∑   Hemû bi hev re 
280,670
Lêgerîna naverokê
Hêva Erbo: Pêşniyarên Ocalan û xwedîderketina gelan jê re komploya navneteweyî têk bir
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hêva Erbo: Pêşniyarên #Ocalan# û xwedîderketina gelan jê re komploya navneteweyî têk bir
Reportaj Summay

Hêva Erebo got fikrên rêber Abdullah Ocalan û parêznameyên wî û xwedîderketina gel jê re, komploya navneteweyî bi bin xist. Her wiha karê Komîteya Têkoşîna li dijî îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bi şermok wesifand.
Di 9`ê Cotmeha 1998`an de bi komployeke navneteweyî rêber Abdullah Ocalan neçar ma ji Sûriyê derkeve û berê xwe bide Yewnanistanê, piştra Rûsya û paşê paytexta Îtalyayê Roma. Piştre careke din zivirî Rûsyayê û ew ji paytexta Kenyayê Neyrobî re hate veguhestin û di 15`ê Sibata 1999`an de dîl hate girtin.
Hêzên navneteweyî û herêmî tev li komployê bûn û hewl dan hebûna Kurd li herêmê bi rêya siyaseta qirkirin û pişaftinê tune bikin. Wan perspektîfên rêber Abdullah Ocalan li ser xwe xeterî didîtin û rê li pêşiya pêkanîna berjewendiyên wan digirin.
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêva Erbo girêdayî mijarê di hevpeyvînekê de bi ANHA`yê re axivî.
Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

*Rêber Abdullah Ocalan beriya 22 salan rastî komployeke navneteweyî hat a ku di 9`ê Cotmeha 1998`an de dîroka derketina ji Sûriyê, dest pê kiriye. Gelo Serok çima derketina ji Sûriyê pejirand?
Destpêkê em hêzên komploger di sêrî de dewleta Tirk û tevahiya alîgirên wê şermezar dikin. Dewleta Tirk li dijî mirovê ku pêşengiya projeyek ji bo mirovahiyê kir komplo pêk anî. Mîna sala yekemîn, em ji bo azadiya Serok bi israr in.
Bê guman Serok ji bo pêşengiya doza gelê xwe û gelemperiya gelên bindest ên herêmê û da ku dengê wan gelan bigihîne cîhanê ji Sûriyê derket. Di dirêjahiya salên demdirêj de, têkoşînek meşand, li qadên Sûriyê û Lubnanê kadro amade kirin.
Serok rastî xeteriyeke cidî û gefên dewleta Tirk û hêzên ku hesabê kesayeta wî dikirin, hat. Di heman demê de wan hêzan gelê Kurd û tevgera wî ya ku li Rojava pêş diket, dikirin hedef. Ew hêz li dijî Sûriyê bi giştî li ser astên siyasî û leşkerî bûbûn gefek. Di heman demê de li dijî kesayeta Serok bûbûn gefeke bedenî. Sala 1996`an li Şamê Serok rastî bûyera suîqestê hat. Hêzên li paş wê bûyerê disekinin, bi rêya wê xwestin wî tune bikin. Di vî warî de Serok dibêje: Armanc tunekirina min bû, komplo ji wir dest pê kir.
Ji destpêkê ve, hewldan ji hundir û derve bi tevahiya rêbazan hebûn. Plankerên wê hewl didan bi rêya wê Serok û Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bikin. Ji ber wê tevahiya cureyên şeran çi ya taybet an jî ya yekser li dijî endamên vê tevgerê dan meşandin. Heta bigihêje dîlgirtina Serok û heta roja me ya îro. Komplo berdewam bû, lê sala 1998`an Serok bi xeteriya li dijî tevgerê û gelê Kurd di kesayeta xwe de hesiya, ku ev xeterî veguherî xeteriyek li dijî Sûriyê ya ku di dirêjahiya 20 salan de ew hemêz kiriye.
Di vî warî de Serok dibêje ku du vebijark li pêşiya wî hebûn, an wê berê xwe bide çiyayên Kurdistanê yan jî dewletên derve. Lê wî derketina ber bi dewletên derve pejirand. Ji ber ku vebijarka yekemîn, dê çiyayên Kurdistanê bi xeteriya êrişên hovane re rû bi rû bihêle. Yanî tunekirına tevgera azadiyê li çiyê. Ji pejirandina vebijarka duyemîn xwest ku doza me bigihîne qada navneteweyî û dewletên cîhanê bi doza gelê Kurd bide nasandin. Bi derketina Serok re maska li ser rûyê hinek dewletan û aliyên xwedî ajandeyên siyasî yên ku tev li komployê bûne, daket û li ser wê Serok sala 1999`an dîl hate girtin.

*Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya nirxandina komploya navneteweyî de diyar kir ku ew veguhertiya gokek ji agir ber bi Rojhilata Navîn ve hate avêtin, gelo ew dixwaze çi bêje?
Derketina Serok û hebûna doza Kurd li Rojhilata Navîn hemû kaxizan tev hev dike. Îro û piştî derbasbûna gelek salan li ser komployê, lê hîna doza Kurd kevirê bingehîn ê pêkanîna guhertinê li Rojhilata Navîn e. Çareserkirina doza Kurd li tevahiya axa Kurdistanê çareseriyên mezin ji herêmê re bi xwe re tîne. Di heman demê de neçareserkirina doza Kurd li seranserî Kurdistanê, sedema bingehîn a aloziyên herêmê ye. Ji ber ku pêşniyara ku Serok ji bo çareserkirina aloziyên dewleta netewperest li Rojhilata Navîn pêşkêş kiriye rewşa li herêmê ser û binî hev dike.
Derketina Serok wê demê, li gel hebûna doza Kurd a nakok û xwedî dûrahiyên dîrokî û ya ku ji sedan salan ve tê înkarkirin, di encama paşguhkirinê, çewisandin û qirkirinan de gelek şoreş ji bo bidestxistina mafên nasnameya Kurd li dar ketin. Vê dozê temenê aloziya Rojhilata Navîn dirêj kir. Heke em bala xwe bidin Tirkiyê, Sûriyê, Îran û Iraqê, em dibînin ku doza Kurd ji dozên herî aloz in. Ev doz ji dehan salan ve li benda çareseriyê ye. Ji ber ku teşeya heyî ya ku nasnameya gelekî têkoşer û berxwedêr red dike, nayê qebûlkirin.
Ev doz, aloziya li Rojhilata Navîn gur dike. Serok ev yek bi goka agir navand. Ji ber ku pergalên neteweperest, li çareseriya demokratîk nagerin. Yanî alozî girêtir dibe. Înkar zêde dibe. Serhildana gelan li dijî pergalên dîktator û faşîst pirsgirêkê aloztir dike. Lewre Serok weke ku sedema aloziyê dan xuyakirin. Her wiha diyar kirin bi ku girtina wî re dê ji pirsgirêkê xilas bikin. Yanî goka agir vemirînin. Bi vê şêwazê dixwazin pirsgirêkê çareser bikin lê rastî ne mîna ku didin xuyandan.

*Çima dewleta Tirk 9`ê Cotmehê êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir û rola lihevkirina Edeneyê ya ku di 20` Cotmeha 1998`an de di navbera her du rejîmên Sûriyê û Tirkiyê de hatiye îmzekirin, lîstiye çi ye?
Em dikarin bêjin ku bi rasthatina êrişan li gel gefên dewleta Tirk ên êrişkirina li ser Sûriyê di 1998’an de bi hinceta ku rêber Abdullah Ocalan li wir e. Ev jî berdewama komploya li dijî gelê me ye. Dewleta Tirk demê bi hûrî diyar dike. Hewl dide şûnekê di bîra gelê Kurd a dîrokî de çêbike. Pêkanîna êrişan li dijî Serêkaniyê û Girê Spî di heman dîrokê de di sala borî de, ne wisa lê hatibû. Wê demê me got dîrok bi awayekî zanabûn hatiye diyarkirin. Peyam jî wiha ye, siyasetên bêdengkirin û çewsandina nasnameyê berdewam in. Heke dewleta Tirk armancên xwe pêk neanîn, dê hewldanên xwe bidomîne.
Serok xebatên dewleta Sûriyê û serokê wê yê wê demê Hafiz El-Esed bi erênî nirxandin. Ji ber ku serok derdora 20 salan li Sûriyê mabû. Bi derketina wî ji Sûriyê, rê li pêşiya şerekî li dijî Sûriyê girt. Lê li aiyekî din dewleta Sûriyê heta niha ne bi gelê Sûriyê ne bi mafên wî yên çandî û siyasî îtîraf nekirine.
Lihevkirina ku di navbera dewleta Sûriyê û dewleta Tirk de sala 1998`an bi navê lihevkirina Edeneyê hatiye îmzekirin, derfet dide aliyê Sûriyê ku alîkariya dewleta Tirk bike, heke gefek li dijî wê hebe. Li gorî bendên lihevkirinê, dê her du alî, tevahiya girtiyên doza Kurd radestî hev bikin. lihevkirin di heman mehê de hate îmzekirin. Lê ya herî girîng, ew e ku komplo di 9`ê Cotmehê de piştî gefên dewleta Tirk li dijî dewleta Sûriyê pêk hat. Di encamê de Serok neçar ma ji Sûriyê derkeve. Mîna me ku li jor bibîr xist, diyarkirina vê rojê, diyar dike ku êrişên li dijî gelê Kurd di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de berdewam in. tecrîda ku niha lê tê ferzkirin jî, jê tê armanckirin ku perspektîvên wî yên girêdayî rojava werin dûrxistin. Xwedîderketina pêkhateyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji perspektîvên wî re, dehf da dewleta Tirk ku tecrîdê giran bike û di heman dîroka komployê de êrişî Serêkaniyê û Girê Spî bike.

*Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî gefên dewleta Tirk tên. Başûrê Kurdistan rastî êrişên leşkerî tê, Bakur jî rastî hemleyên qirkirina siyasî tê. Gelo em dikarin bêjin ku ev berdewama komploya navneteweyî?
Bê guman ew berdewamam komploya navneteweyî ye. hewldanên tunekirinê ji destpêka avakirina tevgerê ve, bi rêbazên cuda didomin. Li Bakurê Kurdistanê derbeya 12`ê Îlonê û piştre gelek derbeyên li dijî vîna siyasî ya gelan ne tenê li dijî gelê Kurd lê belê li dijî tevahiya tevgerên şoreşgerî yên li Tirkiyê pêk hatin. Zihniyeta dewleta netewperest li Tirkiyê, Îran, Sûriyê û Iraqê hewl dide vîna gelan bipelçiqîne. Bi taybet gelê Kurd ê ku ji bo bidestxistina mafên xwe tê dikoşe.
Li Bakurê Kurdistanê gelek endamên HDP`ê hatin girtin, li şûna bernamzetên HDP`ê yên ku hatin hilbjartin, qaymaqam hatin erkdarkirin. Ji bingeha 65 şarederiyên ku HDP`ê di hilbijartinan de bi dest xistine, tenê 6 şaredarî di destê HDP`ê de mane. Her wiha siyasetên hovane pêk tîne. Herî dawî du kes ji hêlokopterê avêtin. Ev ji hovantirîn bûyerên ku li ber çavên cîhanê rû dane.
Başûrê Kurdistanê jî rastî êrişên leşkerî yên dewleta Tirk bi desteka hinek aliyan û paşguhkirina hinek hêzên navneteweyî tê. Dewleta Tirk Başûr dagir dike, vîna gelan dişikîne, şêniyan ji bo berjewendiyên xwe ajande dike. Ev hemû rû didin û civaka navneteweyî bê deng e. Ev tê wateya ku ew piştgiriya wê dike. di heman demê de êrişî Şengal dike û gefan li Rojava dixwe. Daxuyaniyên wê yên dawîn, didin xuyakirin ku ew amadekariya êrişeke nû dike.
Cîhanê fîtneya ku dewleta Tirk di navbera Ermenistanê û Azerbêcanê de, li Lîbya û Deryayê Spî, ji bo pêkanîna berjewendiyên Amerîka, Rûsya û hêzên navneteweyî yên din gur dike dît. Ew armanc dikin ku aloziyê li Rojhilata Navîn derbixin û wê bixin bin kontrola xwe. dewleta tirk ne ewqas bi hêz e ku dikare mudexeleya her cihî bike. Lê ew rola hespê Tirwada dilîze. Di her aloziyeke de dewleta Tirk cih digire da ku hebûna wan hêzan dabîn bike.
Li Kurdistanê siyasetên qirkirin û inkarkirinê bi rêya têkbirina vîna gelê me berdewam e. ew helbet komplo ye. hêzên komploger careke din li hember tabloya ku li Rojhilata Navîn tê xzêkirin bêdeng dimîne.

*KCK`ê pêngava Êdî bes e tecrîd êdî bes e faşîst û dagirkerî dem dema azadiyê da destpêkirin, gelo rola vê pêngavê di berxwedana li hemberî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan çi ye?
Erê, berxwedana gelê me komplo û tevahiya teşeyên siyaeta kirêt û faşîst, zihniyeta dîktetor a ku gelê me li her derê kontrol dikirm vala derxist. Êdî berxwedan û vîna wî bû sembola berxwedanê.
Rêber Abdullah Ocalan dibêje: Heta ku ez di nav çar dîwaran de bim jî, lê ez azad im. Helbest em behsa azadiya bedenî ya wî dikin. Em deyndarê wî ne. Bi rasthatina vê boneyê, em rexndana xwe didin. Têkoşîna me heta rizgarkirina wî berdewam e. li ser vê bingehê, parastina destkeftiyên xwe, tê wateya parastina Serok. Parastina li ser tevahiya asta (siyasî, çandî û jiyanî) tê wateya têkbirina komployê.
Pêngava KCK`ê gelê me ji girîngiya birêxistinkirinê û parastina xwe hişyar dike. Pêngava Dem dema azadiyê ye li Rojava, piştrast dike ku gelên herêmê wê careke din koletiyê qebûl neke. Me fedekariyên bê hempa da û destkeftiyên heyî bi dest xistin. Li Rojava zêdetirî 11 hezar ciwan ji bo parastina axê û destkeftiyên gelan şehîd ketin.
Lewra ev pêngav ji bo azadiya Serok û rizgarkirina herêmên dagirkirî bi armanca ku doza me li her çar parçeyên Kurdistanê bibe yek û mafên gelê me yên rewa li tevahiya cîhanê werin bidestxistin, hate destpêkirin. Di salvegera komployê de em bang li tevahiya gelê xwe de dikin ku xwedî li vê pêngavê derkevin.

*Danûstanên di navbera Partiya Yekitiya Niştîmanî Ya Kurd (PYNK) û Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de ji bo pêkanîna yekitiya Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibin. Gelo ev dan û standin dê çawa sûd li berxwedana li hemberî komployê bike?
Hewldanên ku di navbera aliyên Kurd de li Rojava rû didin, gaveke gelek girîng e. serok berê girîngî û pêwîstiya yektiiya niştîmanî piştrast kiribû. Ne tenê li Rojava lê belê li tevahiya Kurdistanê.
Li ser asta dîrokî gelê Kurd li ser çar parçeyan hate parçekirin. Ne tenê axa wî hate parçekirin lê belê Kurdan jî rastî siyasetên çewisandinê hatin. Li Kurdistana parçekirî, Kurd li gorî zihniyet û rêbazeke diyar û cudayî ya din fêr dibe. ev bi xwe parçebûn e. Em tê gihiştina siyasetên ku li dora me têne kirin.
Naskirina hestên niştîmanî, dîorkî û cîvakî, êdî li ser kesekî nayê veşartin. Li ser vê bingehên berxwedan heta pêkanîna yekitiya niştîmanî berdewam e. em her tim pirs dikin: Çawa mirovake dikare bêje Kurd e lê li ber çavên wî beşek ji Kurdistanê rastî zulma dewleta Tirk tê beyî ku bilive.
Gelo sûcek ji qetilkiirna li gorî nasnameyê hovantir heye. Yan jî tenê ji ber ku tu guhdarî muzîka Kurd dikî werî kuştin. Ev li paytexta Tirkiyê Enqereyê rû da. Ciwanek Kurd ji hêla kesên nejadperest ve hate kuştin. Di vê dawiyê de ev bûyer dubare bû. Du kes ji hêlekopterê hatin avêtin beyî ku sedemên bûyerên bêne zanîn. Lewra yê xweîd hîsek neteweyî divê di van bûyeran de baş bifikire û li gorî wê helwesteke cidî û diyar li hemberî sûcdaran nîşan bide.
Li Bakur Kurdistanê û Tirkiyê her kesê Kurd tê kuştin. Gelo ew kes lidarxistina serhildanê ji bo wan heq nakin. Niha ji bo gelê Kurd derfet heye. Her windahiyek di vê demê de tê wateya dawiyê. Îro Kurd hêzeke çalak in. êdî zanîn kî ne û çi dixwazin.
Yekitiya Kurd têrê dike ku komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi bin keve. Herî kêm em yekitiyê di bin sîwanekê de pêk bînin. Ji vê bingehê divê hêzên Kurd ên ku avakirina yekitiyê armanc dikin, divê azadiya rêber Abdullah Ocalan ji xwe re bike slogana sereke û daxwaza tekane.

*Rêber Abdullah Ocalan di nameyên xwe de behsa girîngiya yekitiyê û biratiya gelan dike. gelek caran silavên xwe ji Ereb û Xiristiyanan re şandin, gelo rola yekitiya gelan di têkbirina komployê de çi ye?
Rojhilata Navîn di nava bahoza aloziyan de dijî. Sedem jî yan nakokiyên nejadperestî yan jî olî yan jî mezhebî ne. projeya netewa demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku jiyana hevbeş û qebûlkirina aliyê din ji xwe dike bingeh, rê li pêşiya mîna wan aloziyên li Rojhilata Navîn ku li herêmê pêk werin digire.
Helbet mirovahî bi xeteriyê re rû bi rû maye. Lewre hevgirtina heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çareseriya herî guncew ji bo aloziya Sûriyê bû. yanî yekitî û hevgirtin, ne di bidawîkirina komployê de sînordar in lê belê dikarin alozî û komployên li dijî dewletên Rojhilata Navîn bi dawî bikin. Her wiha asta mudexeleyên dewletên derve yên ku hewl didin hegemonya xwe li herêmê ferz bikin da ku berhêmên herêmê talan bikin û gelên herêmê bi aloziyan mijul bikin, kêm bikin. Berxwedana li hemberî van hewldanên derve, di pêşkêşkirina desteka pêwîst de ji vê nimuneya demokratîk veşartî ye.
Rewşa ku di navbera pêkhateyên herêmê de tê jiyîn, bersîveke diyar e ku mirova nikare vê rêbaza nû ya jiyanê înkar bike. Ev yek pêşketina pêniyara ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye îsbat dike. her wiha îsbateke rastîn e ku pêşniyara Serok bû sedema pêşketina gelên herêmê ji aliyên fikrî û civakî ve.
Pêşniyarên rêber Abdullah Ocalan rê li pêşiya gelek trajediyên ku dibe pêk bihatana girt. Bi hezaran pirsgirêk û aloziyan heke rû bidin kurt kirin. em dibînin ku fikrên Serok û pêşniyarên wî, sûd li tevahiya pêkhateyên herêmê kir. Li ser wê bingehê komplo têk çû.
Desthiatên Tirk got projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyek parçebûnê ye. lê bersîva gelên herêmê berovajî wê bû û gelê herêmê bi hevgirtina xwe nerastiya îdiayên Tirkiyê îsbat kirin.
Ruxmî ku Rojhilata Navîn di aloziyan re derbas dibe, lê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê bandor nebû. Her wiha isbat kir ku cudabûna heyî bandor li xuyangên herêmê nake. Ev bersîveke têr û tijî li hemberî komploya navneteweyî ye. lewra divê em banga serbestberdana Serok bikin, da ku di nava gelê xwe de azad bijî.

*Niha bi rasthatina salvgera 23`yan a komploya navneteweyî re, dewleta Tirk tecrîdeke giran li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz dike, careke din hevdîtinên parêzeran heta 6 mehan qedexe kir. gelo divê civaka navneteweyî bi taybet CPT çi bike heta ku tecrîdê bi dawî bike?
Desthilatên Tirk ji destpêka dîlgirtinê ve, tecrîdeke giran lê ferz dike. ev tecrîd nayê wateyê qutkirina têkiliyên wî bi derdorê, malbat û parêzeran e. Ji xwe Serok ji gelek salan ve di tecrîdeke temam de ye. ji aliyê hiqûqî ve Serok bi awayekî hovane dîl hate girtin. tu bend di qanûna navneteweyî de tune ye ku rê dide dîlgirtina Serok û wî radestî desthilatên Tirk bê kirin.
Serok dîl hate girtin, bê edaletî li dijî wî hate kirin, ji mafên xwe yên hevdîtinê bi parêzer û malbatê re yanî xwendin û şopandina bûyerên ku rû didin bê par ma. Mîna reftaran xizmeta dewletên ku berjewendî û ajandeyên wan ên siyasî yek in, dike.
Mixabin CPT bûye alavek di destê dewletên hegemonîk. Serok di girtîgehê de gelek caran rastî hewldanên jehrkirinê hat. Ev yek di test de eşker bû. pişt demeke dirêj ji vê bûyerê CPT bi rastiya bûyerên ku li dijî Serok pêk tên, hesiya. Lê tenê daxuyaniyeke şermok da û tê de piştrast kir ku desthilata Tirk mafên girtiyan bi cih nîn e.
Ji bo me azadiya Serok û avakirina dadgeheke navneteweyî adil mijara herî girîng e. desthilatên Tirk Serok dîl girt û bi terorê tawan bar kir. Di dema ku mudexeleya wê di Sûriyê de û pêkanîna komkujiyan li dijî gelên herêmê terorê bi xwe ye. hemû dizanin ku dewleta Tirk desteka terorîstan kir û çeteyên Sûriyê şandin Lîbya û Azerbêcanê. Berovajî ku tê gotin, bi saya fikrê Serok Abdullah Ocalan mirovahî ji hovatirîn rêxistinên terorîst DAIŞ`ê xilas bû.
Em ji CPT naxwazin ku tenê daxuyaniyan bide, lê jê dixwazin ku rêber Abdullah Ocalan di dadgeheke adil de were darizandin. Serokê ku gelê xwe diparêze û banga mafên gelê xwe yên rewa dike, rizgar bibe.

*Li hemberî komlpoyê çi ji civaka Kurdistanê tê xwest?
Di rastiyê de gelê Kurd fedekariyên mezin dan. Hertim desteka pêwîst ji bo rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kir. gelek caran û bi awayekî domdar banga bidawîkirina tecrîdê kir. ji ber ku mijar girêdayî azadiya Serok e, ji gelê Kurd xebatên mezin tê xwestin.
Serhildana gelê Kurd, zemîneke xurt ji bo berxwedana li hemberî komploya navneteweyî ava kir. Serhildana gelêrî xwedî dûrahiyên mezin bûn û bandor li raya giştî ya cîhanê kir.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 526 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 19-04-2025
Gotarên Girêdayî: 9
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 08-10-2020 (6 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras HisoA.H.) li: 19-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara KamelaS.K.) ve li ser 20-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara KamelaS.K.) ve li ser 20-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 526 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
Zêdetir

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.33
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.562 çirke!