Aldar Xelîl: Divê Kurd bi rêya pêkanîna yekitiyê ji geşedanên cîhanî re amade bin
Reportaj Summay
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) #Aldar Xelîl# got, li qada cîhanê geşedanên bilez rû didin, divê Kurd jê re amade bin û yekitiya xwe pêk bînin. Xelîl îşaretpê kir ku dan û standinên aliyên Kurd û hewldanan çareserkirina nakokiyan berdewam in.
Di dema ku dan û standinên di navbera aliyên Kurd de didomin, li qada cîhanê geşedanên bilez rû didin. Gelek alî hewl didin bi rêya afirandina fîtneyan gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçe bikin. Têkildarî van mijaran endamê Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl di hevpeyvînekê de ji ANHA`yê re mijarên girêdayî yekitiya Kurd, dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de, fîtneyên ku hinek alî hewl didin biafrînin û şerê taybet ê ku li dijî herêmê tê meşandin nirxand.
Di hevpeyvînê de Aldar Xelîl bersiva pirsên têkildarî yekitiya Kurd, girîngiya wê û asta ku gihaştiyê, avakirina Eniya Aştî û Azadiyê û bandora wê li ser yekitiya Kurd dan.
Navaroka beşa yekê ya hevpeyvînê wiha ye:
GELO GIRÎNGIYA PÊKANÎNA YEKITIYA KURD DI VÊ PÊVAJOYÊ DE ÇI YE?
Yekitiya Kurd mijarek girêdayî tevahiya beşên Kurdistanê û tevahî kurdên li cîhanê ye. Wek sed sal berê îro jî li herêmê gelek pêşketinên nû rû didin. Bê gûman ne tenê li herêmê li ser rûyê cihanê ev pêşketin çêdibin. Divê em wek gel ji bo vê pêvajoyê û ji bo azadiya xwe amade bin. Li ser vê bingehê, di vê pêvajoyê de lidarxistina kongreyek niştîmanî giştî li Kurdistanê pêwîstiyek e.
Sala 2013`ya, karek di vî warî de hebû lê mixabin rawestiya. Hêviyên me hene ku amadekariyên lidarxistina vê kongreyê bidomin.
Em dikarin bêjin hewltê dayîn ku li Rojava lihevkirinek di navbera aliyên Kurd de li pêş bikeve. Civînên ku di vî warî de lidar ketine, heta niha 24 partî di bin alekî û kombûnekê de hevalbendiyek ava kir û bi hev re em vê hevalbendiyê pêş dixin. Li beramaberî wê, gelek alî ji derveyî vê hevalbendiyê man. Niha bi rêya niqaşan bi Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê re em hewl didin wan jî tev li Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd bikin.
Piştî qonaxa yekemîn a dan û standinan, niha behsa qonaxa duyemîn a ku ji gelek mijaran pêk tê, tê kirin. Ruxmî gelek nêrîn û nuqteyên cuda di navbera her du aliyan de hene jî lê dan û standin berdewam in. Em hewl didin di henek nuqteyan de lihev bikin û mijarên nakok ji demek din re bihêlin da ku piştre nîqaş bikin.
Niha mijarên ku em herî zêde tê de zehmetiyê dikişînin mijarên girêdayî rêveberiyê, perwerde û parastinê ne. Aliyê din bi rêbazekî cuda difikire. Em hewl didin tevahiya nêrînan kom bikin. Em naxwazin bi tu alî re lihevkirinek ku zirarê bide destkeftiyên gelê me bikin. Ji ber ku ev deskeftî bi saya xwîna hezaran şehîdan hatine bi destxistin û divê bê zanîn em ê lê xwedî derbikevin.
Mijara yekitiya Kurd ne girêdayî Rojava bi tenê ye lê belê girêdayî tevahiya parçeyên Kurdistanê ye. Niha li herêmê gavên ber bi lidarxistina kongreyek niştîmanî ve têne avêtin.
GELO DI DEMA DAN Û STANDINAN DE ZEHMETIYÊN HERÎ ZÊDE HÛN RÛ BI RÛ DIMÎNIN ÇI NE?
Di rastiyê de em naxwazin behsa vê yekê bikin. Ji ber ku nîqaş hîna berdewam in. Em naxwazin ku ev tişt bandoreke neyînî li qonaxa heyî jî neke. Lê em dikarin bêjin ku ji bo me mijarên em bi tu carî jê tawîz nadin. Mînak em ji şopandina rêya şehîdan, parastina destkeftiyên wan û destkeftiyên gelê xwe naxin mijara nîqaşê. Divê bê zanîn em tu carî lihevkirinekê ku bibe sedem van destkeftiyên me tekbiçin qebûl nakin. Fikrên me di hinek nuqteyan de cuda ye û em hewl didin van nuqteyan derbas bikin û çareser bikin.
DI DEMA KU DAN Û STANDINÊN YEKITIYA KURD ÇÊDIBÛN DE ENIYEK BI NAVÊ AŞTÎ Û AZADIYÊ HATE RAGIHANDIN. GELO RAGIHANDINA VÊ ENIYÊ ÇI BANDOR LI DAN Û STANDINÊN DI NAVBERA WE DE DIKE?
Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha fikrê Netewa Demokratîk ava bûye. Ev proje mîna ku herkes dizane kurd jî di nav de li ser dabînkirina mafên hemû gelan û parastina jiyana hevpar a di navbera tevahiya pêkhateyan de ava dibe.
Ev projeya bi salane hatiye damezrandin karên xwe dimeşîne. Lê di van demên dawiyê de hinek aliyan êrişî vê projeyê kir û naxwazin ev pergal bi vî şeklî bi pêşbikevin. Heta xwestin bandorê li aliyên Ereb û Suryan yên ku bi wan re ev enî avakirin jî bikin. Bi şeklekî xwestin bibêjin, temam va gelê Ereb û Suryan li kêleka we hene lê wa li kêleka me jî hene. Di van hevdîtinan de eniyek me jî heye. Esas bi vê eniyê dixwazin bandoreke neyînî li pêkhateyên ku hatine gel hev bikin. Di rastiyê de ev eniyeke ku hûndirê wê vala ye.
Tu wateya vê eniyê di dan û standinên ku niha di navbera aliyên Kurd de çêdibin tuneye. Nexasim ku herkes dizane ku ev bû rastiya vê eniya ku ji valahiya hundirîn ava bûye û ji çend kesên ku mirov dikare li ser tiliyên xwe bijmêre pêk tê dizanin. Armanc ji avakirina mîna vê eniyê ew e ku bibe bedîlê rêveberiya herî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Hinek alî dibe ku vê eniyê di dezgehên çapemenîde bi kar bînin, lê wê piştre bê bandor bimîne. Ji ber ku di rastiyê de tu tiştekî wan li ser erdê tune ye. Me tu daxuyanî girêdayî vê eniyê neda, ruxmî ku ev enî wek hewldanên zextê ye li ser dan û standinên ku niha çêdibin.
GELEK KESAYETÊN PARTIYÊN YEKITIYA NIŞTÎMANÎ YÊN KU BEHSA DAN Û STANDINAN DIKIN, TÊN HEDEFGIRTIN, BI NÊRÎNA WE SEDEM VÊ ÇI YE?
Dema behsa lihevkirinekê di navbera aliyên Kurd de tê kirin, bê guman em hemû kêfxweş dibin. Lê hinek rastî hene ku divê em ji gelê xwe re ragihînin. Em dikarin behsa van rastiya nekin, nebijin ji bo ku herkes kêfxweş be. Lê wisa nabe. Yek ji erka kesê ku vî karî dide meşandin ewe ku rastiya ji gel re bibêje. Lê dema ez bibêjim rastî wisa ye, ne ku ji ber dilê min dixwaze ez wisa dibêjim. Ez neçarim dema te pirs ji min kir ez rastiyê bibêjim. Ez nikarim tiştek ne rast ji gel re bibêjim. Ev emanete ke û dive ev emanet rast bê gotin. Carnana zehmetî û kelem hene û aliyek hinek şertan qebûl nake yan jî pirsgirêk hene. Ma dikarin gel bixapînin. Em neçar in rastiyê bêjin. Dema ku rastî jî tê gotin hindek alî, bi taybet ê ku şerê taybet li herêmê dimeşînin û dijminên me yên ku dixwazin yekitî pêk neyê, dema em behsa rastiyê û derbaskirina astengiyan dikin aciz dibin. Di esas de ew ne ku pir alîgirê yekitiyê ne an jî dilşewatin ji bo yekitiyê ku aciz dibin. Lê dema ku te rastî got tê wê wateyê ku ew rastî wê pêk bê. Mînak ez ana bibêjim ji ber vî vî sedemê heya niha lihevkirin çênebûye wê xebatek bê kirin ku ev xitimandin derbas bibe û yekîtî çêbibe. Lê ku em nebêjin wê herkes bê xapandin, wê derbas be û yekîtî jî çênabe. Ya herî baş rastî gotine. Lê navendên şerê taybet ittîfaqê naxwazin. Tû çi bike wê tiştek ji te re derbixe êrîşî te bike. Ewê her tim bixwaze rastiyan berovajî bike.
Hesabê xwe çawa dikin; dema ku êrîşî te kir, ger îttîfaq pêk hat ji xwe wê demê tiştek wê namîne. Wê têgihiştinek wisa bide çêkirin wek ku tu li dijî yekîtiyê yî. Eger ku xirab jî bibe dîsa ji bo ku bike histûyê te wê propaganda bike. Ji ber ku navêndên şerê taybet amadekariyên xwe ji bo tiştên wisa baş dikin. Him dixwazin xirab bikin, him tiştên ne rast werin gotin, dema ku xirab bû jî wê demê jî bibêjin di esas de bêjin li hemberî yekîtiyêbun.
Helbet tu aliyên dan û standinan nikarin destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dirêjahiya salên borî de hatine bidestxistin, paşguh bikin. Divê em hemû ji bo pêkanîna vê yekitiyê bixebitin.[1]