Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,518
Wêne
  124,240
Pirtûk PDF
  22,107
Faylên peywendîdar
  126,145
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Îlham Ehmed: Em hewl didin ku sîstema Rêveberiya Xweser baştirîn bikin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya û hevkarên wê çavkanî û referansên pêwîst pêşkêşî xwendekarên zanîngehan û xwendina bilind dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Îlham Ehmed: Em hewl didin ku sîstema #Rêveberiya Xweser# baştirîn bikin
Reportaj Summay

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed diyar kir ku, ew amadekariya kongreyekê dikin ku tê de modelekê baştirîn a Rêveberiya Xweser li pêş bixin.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di 31`ê Tîrmeha borî de ragihand dibû ku ji bo sîstemek baştirîn a rêveberiya xweser bi xuliqînin amadekariya komcivîneke di asta bakur û rojhilatê sûrî de dikin.
Seroka Desteya Rêveber a MSD Îlham Ehmed diyar ku ji bo vê komcivînê ewê li herêmê rêzecivînên ku nûnerên gel, rewşenbîr, akademisyen, serok û şêxên eşîran te de cih bigirin li darbixin.

KONGREYA KU MSD`Ê HEWL DIDE DI VÊ QONAXÊ DE LI DAR BIXE ÇI YE Û ÇIQAS GIRÎNG E?
Kongre wê bi şêweyê panelên hundirîn di navbera Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmên Cizîrê û Firatê de bê li darxistin. Wekî hûn dizanin bi taybetî di demên dawîn de diyar bû ku îstiqrar û ewlehî li herêmê serwer e. Lê belê bi rêya destwerdanên derve yên dewletên herêmî, rejîma Sûriyê û komên çete hewl hat dayîn ku vê îstiqrarê têk bibin. Bi taybetî bûyerên dawîn li herêma Dêrazorê rû dane ku encama destwerdanên derve û encama hebûna şaneyên razayî yên DAIŞ`ê li herêmê bû. Bi rêya wan hewl didan aramî û îstiqrara herêmê xera bikin.
Ji lewra, me dît ku pêşxistina diyalogeke hundirîn di navbera şênî û pêkhateyên herêmê de tiştekî pêwîst e û divê di zûtirîn dem de pêk bê, da ku Rêveberiya Xweser xurt û mayînde bibe û bê pêşxistin. Nexasim piştî rexneyên ku li dijî xebatên hin saziyên rêveberiyê bi rêya dezgehên çapemeniyê û civînan tên kirin û bangewaziyên ji bo pêşxistina rêveberiyên li Bakur û Rojhialtê Sûriyê, ev komcivîn hîn bêhtir giringe.
Rexne nayên wê wateyê ku Rêveberiya Xweser nikar e herêmê bi rêve bibe, potansiyala wê tune ye û divê ev proje bi dawî bibe. Berovajî wê, divê em guh bidin wan renxneyan, têbîniyan di ber çav re derbas bikin û bi rêbazekî din van Rêveberiyên Xweser xurttir bikin. Lewra pêşkêşkirina projeyên diyalogên hundirîn di navbera pêkhateyên herêmên Cizîrê û Firatê de, erkeke pêwîst bû ku Meclisa Sûriya Demokratîk wî barê rake.
Di vê çarçoveyê de, dibe ku civînek li ser asta her du herêman bê lidarxistin, da ku bigihînin hin xalên girîng ên girêdayî Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmê. Her wiha ji bo peydakirina pêdiviyên şêniyan, başkirina rewşa jiyanî li herêmê û derxistina modeleke baş ya rêvebirinê.

DÊ MSD DI VÊ ÎNSYATÎFA XWE DE KÎJAN ALIYAN BIGIRE DEST?
Dema ku Rêveberiya Xweser hate damizrandin gelek piştevan û alîgirên wê hebûn, heta niha jî hene. Lê belê beşekî ne di bin siya van rêveberiyan de heye, dibe ku beşekî eşîran yan kesayetên teknokrat (hikumeta pisporan) an partî û blokên siyasî be, ku hin ji wan girêdayî rejîma Sûriyê ne, hinek jî girêdayî opozisyonê ne û hinek jî serbixwe ne û ne girêdayî tu partî û blokên siyasî ne.
Lewra, girîng e ku nêrînên hemû pêkhateyên herêmê çi yên alîgirên rejîmê yan jî yên alîgirên opozisyona derve yan serbixwe dibin an jî yên di nava rêveberiyên xweser de ku rexneyan li ser makanîzmeya xebatê rêveberiyê dike, di ber çavan re bê girtin. Pêşxistina diyaloga bi van aliyan re dê makanîzmeya birêvebirinê baş bike û siyaseta Rêveberiya Xweser li gorî pêşniyarên hemû beşdarên însyatîfê, bê guhertin.

GELO DÊ ÇAWA EV KONGREYA FIREH LI DARK EVE Û MEKANÎZMEYA MECLISÊ YA NIHA ÇI YE DA KU WÊ KONGREYÊ LI DAR BIXE?
Em ê destpêkê komxebat û panelên biçûk mîna Qamişlo, Hesekê, Dêrazor, Minbic, Reqa, Tebqa û Kobanê li ser asta her kantonekê li dar bixin, li. Wê nûnerên Rêveberiya Xweser û kesên ji derveyî rêveberiyê tev li van panelan bibin.
Di van panelan de, dê gelek mijar werin gotubêjkirin; mijara têkiliyên dîrokî yên di navbera pêkhateyan de û rola wê di xêzkirina pêşeroja Sûriyê de. Diyalogên ku berê û heta niha li Sûriyê çêbûne çi bi opozîsyonê re yan jî bi rejîma Sûriyê re yan jî bi aliyên Kurd re dê di kongreyê de werin nîqaşkirin. Ji ber ku nêrîna her aliyekê girêdayî hinek xalan cuda ye. Hinek alîgir in hinek dijber in.
Dê erk û mafên Rêveberiya Xweser ji aliyên siyasî, ewlehî û xizmetguzarî ve werin nîşqakirin, pêşniyar û rexne çi ne wê bi şeklî derbikevin holê. Di encamê de dê rêzeperspektîf bêne dayîn da ku Rêveberiya Xweser di tevahiya waran de pêşkeve û bigihêje rêveberiyek baş û mînak. Bi şêwazekê ku tevahiya şêniyên herêmê xwe di vê rêveberiyê de bibînin. Her wiha da ku bibe gavek ji bo spandina ewlehiyê li herêmên Sûriyê yên din. Ji ber ku dê gelek şande ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser dê tev li kongreyê bibin. Wê sûd ji pêşketinên li herêmê çêbûne bigirin.

ÇIMA KANTONA ŞEHBAYÊ NE DI ROJEVA KONGREYA FIREH DE YE RUXMÎ KU RÊVEBERIYA XWESER LI WIR JÎ HEYE?
Şehba beşek ji Rêveberiya Xweser e her wiha şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî beşek ji rêveberiyê ne. Lê rewşa Şehbayê cuda ye. Ne mîna rojhilatê Firatê ye. Niştecihên wê koçberên Efrînê ne. pirsgirêk û dozên wan pir in. Lewra taybetmendiya wan herêman heye û dê di ber çavan re were derbaskirin. Dê bernameyek taybet ji bo wan herêman hebe.

GAVA DUYEMÎN PIŞTÎ LIDARXISTINA PANELAN ÇI YE?
Piştî wê em ê hewl bidin civîneke berfireh li dar bixin. Bi şêwazekê ku gelek rûspiyên herêmê, kesayetên teknokrat, rewşenbîr, saziyên jinan û ciwanan, saziyên sivîl ên ku nûnertiya şêniyên herêmê dikin li ser asta herêmên Firatê û Cizîrê tev li civînê bibin. Dê li gorî di panelên biçûk de hatiye lihevkirin, kaxizek mirov dikare bi Hevpeymana niştîmanî bi nav bike yan jî kaxiza ber bi sepandina ewlehiyê li herêmê bi nav bike derkeve. Piştre wê komîteyek şopandinê bê avakirin da ku pêkanîna perspektîfên kongreyê bişopîne.
Hejmara kesên ku dê tev li civîna dawî bibin, yanî kongreya fireh, dê bi hezaran bin û dê ji nûnerên herêmê bin. Lê heger pêşniyar û têbiniyên gel hebin derî ji hemûyan re vekiriye.

GELO PERSPEKTÎVÊN DAWÎN ÊN KONGREYA FIREH DÊ GIRÊDAYÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BIN LÊ DÊ LI SER ASTA SÛRIYÊ BIN?
Helbet wê perspektîf girêdayî herêmê bi taybet bin. Lê di nav de dê perspektîfên giştî yên girêdayî Sûriyê hebin. Çi mijara yekitiya axa Sûriyê yan jî mijara çareseriya siyasî. Ev her du mijar bingehîn û giştî ne û girêdayî Sûriyê bi giştî ye.
Em ê encamên vê kongreyê bi hêzên siyasî û opozîsyona Sûriyê re parve bikin. ji ber ku hêzên dijberî vê projeyê her tim hewl didin tevliheviyên li herêmê derbixin. Dixwazin ewlehiya herêmê bi rêya wê bihejînin. Lewra pêwîste em encamên kongreyê û nêrînên xwe bigihînin tevahiya hêzên niştîmanî, herêmî û navdewletî.
Meclisa Sûriya Demokratîk, hinek hêz û kesayetên serbixwe ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li ser asta Sûriyê bi giştî xwedî projeyeke din in. ew niha bi hêzên opozîsyona demokratîk re dixebite. Xebat jî berdewam e.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 365 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 19-04-2025
Gotarên Girêdayî: 53
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 20-08-2020 (6 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 19-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 365 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.391 çirke!